Xelata Jinan a Anne-Klein a sala 2015-ê Ji bo Nebahat Akkoc

Okuma süresi: 1 dakika

Xelata Jinan a Anne-Klein a sala 2015-ê ligor biryara komîteya Jury a bi yekdengî (wata bi dengê hemû endamên Jury) dê biçe ji çalakvana mafên mirov û jinan Nebahat Akkoc ji Amedê re. Kurda ermeniya-elewî ya ji Tirkiyê parêzereke taybetmend a û bi nirx a mafên mirov û jinan e, ku ji bo jiyaneke bê tund û tîjî (şidet) û azad û xwebiryarder (serbixwe jiyana xwe destnîşan bike) xebitiye. Jiyana mirovan a rojane li Başûr-Rojhilatê Tirkiyê bi dehên salan bi pirsgirêka kurd bi tund û tîjiyê (şidetê) derbas dibû. Tund û tîjî (şidet) bi awayê kuştin û bidarvekirinên bi rêya yasayêntaybet, azarîkirin, eşkencekirin û binpêkirinên mafên mirovan. Tund û tîjî (şidet) li her derê bû. Herwiha tund û tîjiya (şideta) malê di nava malbatan de li hemberî zarok û jinan her demê û gelekî belav bû. Ji ber çewisandina komarê (dewletê), tund û tîjiya (şideta) malê di gengeşeyên siyasî de cihê wê kêmtir bû. Lê Nebahat Akkoc vê yekê wekî din dibîne. Ew yek ji pêşengên mafên jinan û li dijî tund û tîjiya (şideta) malê li Tirkiyê û li herêmên kurdan li Tirkiyê ye. Bi hev re, li gel hevalbendên xwe di navînên salên 90-î de babeta tund û tîjiya (şideta) malê derbasî ajêndeyê kir û amadekariya xwe ji bo piştgiriya jinan daxuyand. Heta asteke mezin, tund û tîjiya (şideta) malê li Tirkiyê nema ji aliyê civakê tê pejirandin, mîna salên 90-î.

Guhdan û xebata Nebahat Akkoc li dijî tund û tîjiyê (şidetê) girêdaye bi ezmûna wê ya tundiyê ya taybet ve heye. Dema ew, Seroka Sendîkeya Mamoseteyan Egitim Sen bû, 19 mamoste hatin kuştin. Wek çawa gelek çalakvanên siyasî di wê demê armanca bûn, Nebahat Akkoc jî weke wan bi awayekî yekser  rastî vê tund û tîjiyê (şidetê) dihat û armanc bû. Hevjînê (zilamê wê) wê di sala 1993-ê de hate kuştin. Ew bi xwe jî gelek caran hatiya girtin û azar û eşkence kirin. Nebahat Akkoc berevaniya xwe ji vê tund û tîjiya (şideta) komarê kir: Ew jina yekê bû li Tirkiyê, ku li ba Dadgeha Bilinda Mafên Mirovan a Ewropî ji bo Azarîkirinê li Tirkiyê gilî kir. Hikûmeta tirk ji aliyê EMGR ve hate riswakirin û biryara dana qerebûnê ji bo Nebahat Akkoc jî hate dayîn. Helbet ev ji bo Nebahat Akkoc ne bes bû. Wê dixwest dawiyê li tund û tîjiyê (şidetê) bîne, ji cihê ku tund û tîjî (şidet) jê hatiye. Di malbat û mejiyan de. Li Tirkiyê di salên 90-î de li tund û tîjiyê (şidetê) weke tiştekî fêmkirî û asayî dihate nêrîn,  95% ji jinên tirk wisa lê dinêrîn.

Di sala 1997-ê de Nebahat Akkoc Rêxistina Mafên Jinên Tirk-Kurd  KAMER (Kadin MERkezi, Navenda Jinan) damezrand. Vêga nûnertiya Kamer  li 23 bajaran li Başûr-Rojhilatê Tirkiyê heye û beşek ji tevna (tora /Network) rêxistinên mafên jinan û navendên jinan li seranserî Tirkî û Ewropayê.

Kamer rawêjkariya derûnî (psîkolojî) û yasayî dida jinan, cihên parastinên û piştgiriya serxwebûna aborî ji wan re peyîda dike. Li Amedê wek nimûne, li Karwan sarayî, ew bazara ku heta wê demê te zilaman (mêran) serî lêdida, Kamer qehwexane vekir, ya jinan brêde dibin û karmendên wê e.. Nebahat Akkoc tu şermê nabîne û nasnake, dema babet berevaniya mafên jinan be. Wisa ew piştî her kuştineke bin navê namûsê xwepêşandaneke mezin heya dema binaxkirinê li dar dixe û bi rê ve dibe. Jinên Kamer radihêjin term heya goristinê; ev karê ku normal mêr radibûn, jinan dikir.

Vêga (niha) weha lêhatiyê, ku mêrek bi kotek bi jina xwe re raze, destdirêjiyê bike (tecawiz kirina dinav jin û mêr de), li Tirkiyê tê ceze kirin. Biryar û qerarê yasayî tên dan, jiboyî dûrkirinê piştî bikaranîna tund û tîjiyê (şdetê). Herwiha kuştina bi navê namûsê cezaye û bi kêmanî dibe ji 10 salan û bi serva ceza bê dan (ceza bibe). Dora 80% ji jinên tirk dibînin, ku tund û tîjiya (şdeta) malê nema asayî ye. Ev guhertina xwenasîn û hişmendî tenê di riya karê berdewamî û bêrawestan yê çalakvên mîna Nebahat Akkoc pêk tê. Ew bi xwe dibêje: „Jinek, ku were ba me, xwe diguher. Mêrek, ku lêdanê bike, her demê yê kevin dimîne.“

Em bi dana Xelata Anna-Klein a Jinan karê Kamer pîroz dikin, ew karê ku piraniya wî bi karê xanenîşe (bê alîkariya aborî) pêk hatiye, belê bi taybet rêzdar Nebahat Akkoc weke damezirênera wî. Nebahat Akkoc bi xwe beramberî tund û tîjiyê (şdetê) radiweste - her heya aniha jî – gefa lê dixwin û wê tedhdîd dikin – ew bêtirs li dijî tund û tîjiya (şdeta) regezî û newekhevîkirinê radiweste û nasepîne, wate qebûlnake. Di vê babetê ew tu cudahiyê naxe nabera tirk, kurd, ermen û yên din, fileh û misilmanan an xwedanên bawerîne din. Ew dibîne, ku tund û tîjî (şidet) bi şêwyî teayî û gelemperî tiştekî nayê pejirandin û sepandin, dûrî girêdana wê bi kîjan gerdiş çanda re. Ew mêrxasî, ceger û zirav dide jinan li Başûr-Rojhilatê Tirkiyê û jê û wê ve jî, ku bi awayekî çalak li dijî çi tund û tîjiyê (şidetê) derkevin û berxwe bidin. Wiha babilîsoka tundiyê dişikê û ev yek bandoreke erênî ya kûr li me dike.

Jury ya Xelata Anne-Klein a Jinan arziya van kesan e:

Barbara Unmüßig, Serokatiya Dezgeha Heinrich-Böll (Heinrich-Böll-Stiftung), Rêvebiragiştiya Jury

Renate Künast, Endama Perlemanê Fidralê Elmanya, Hevbediya 90/Keskan (Bündnis90/Die Grünen).

Prof. Dr. Michaele Shreyer, Cîgira Serokê Tevna Tevgera Ewropî li Almanyayê (Netzwerk Europäische Bewegung Deutschland).

Jutta Wagner, Parêzer, Seroka berê ya Kombenda Mafnasên Alman (Deutscher Juristinnenbund).

Thomas Herrendorf, Çêkerê Dîkorê hundur.

Berlîn, 10 Çiriya Pêşîn 2014.

____

Pêwendî û Kontakt

Ulrike Cichon
E-Mail: cichon@boell.de
Fon: +49 030 285 34-112

Ulrike Dufner / Yonca Verdioğlu

Fon: +90 212 249 15 54