Programa Pevguhertina Rojnamevanên Tirkiye û Ermenîstanê

Image removed.

Programa Pevguhertina Rojnamevanên Tirkiye û Ermenîstanê

Weqfa Hrant Dînk ya Navneteweyî, bi alîkariya Komeleya Heinrich Boll Stiftung di Gulana 2009an de, bi armanca ku di nav rojnamevanên Tirkiye û Ermenîstanê de têkiliyan xurtir bike, di pêşerojê de hevkariyên nuh ava bikin û di nav her du welatan de agahdariyek rast bi rêyên baştir pêk bînin derket rê.

Wek tê zanîn sînorê di nav Tirkiye û Ermenîstanê de girtî bû û her du welatan jî ji hêla siyasî hevdu nas nedikirin. Yek ji sedemên van pirsgirêkan jî tunebûna diyalogê bû û ev yek ji teref gelek siyasetmedar û lêkolînvanan hatibû ziman.

Ji bo ku pirsgirêka kêmasiya diyaloga di nav her du welatan de çareser bibe, di van salên dawîn de derdorên hunerî û rêxistinên civakî yên sîwîl hin projeyên girîng li dar xistibûn. Di hevdîtina 6ê Îlonê ya bi sedema maça fûtbolê ya li Ermenîstanê de serokkomarên her du welatan û paşê jî di hevdîtinên di nav wezaretên her du welatan de ev kêmasiya diyalogê di her firsendê de hat ziman.

Ji bo ragihandinê medya hewcedariyek sereke ye, medya jî ji bo diyaloga di nav Tirkiye û Ermenîstanê de dikare roleke girîng bilîze. Lê mixabin heta aniha ji bo medya û rojnamevaniyê tu programek berfireh an jî çalakiyek çênebûye. Di van salên dawîn de ji bo rojnamevaniyê hin hewldan hene, hin gav tên avêtin. Em pê bawer in ku wê ev Programa Pevguhertina Rojnamevanên Tirkiye û Ermenîstanê, ji bo diyaloga her du welatan û têgihîştina mirovên ji medyaya her du welatan re alîkariyek erênî ya mezin bike.

Beşdarvan, wê bi ziyaretên xwe hevdu nas bikin. Li hêla din bi saziyên medyaya welatên din re wê têkiliyan saz bikin ku di pêşerojê de wê bibin zemînê hevkariyên hîn baştir.

Di vê programa ku wek Programa Pevguhertina Rojnamevanên Tirkiye û Ermenîstanê (TEGP) tê bi nav kirin ya hefteyî (7 roj) de, ji rojnamevanan şerdên wek xebata nûçevaniya çalak û ji 35 salî cîwantir bûn tên xwestin. Sedema ku şerdê ji 35 salî piçûktir bûn tê xwestin ev e; divê beşdarvan di 10 salên li pêş karibin bi awayekî çalak tev li vê têkilî û xebatê bibin. Em difikirin ku yên beşdarî vê programê bibin nûçevan an jî rojnamevanên di beşa nûçeyên derve de bin wê baştir be.

Rojnamevanên tev li vê programa gerê bibin, wê li welatê din bi hevkarên xwe re werin cem hev, hevdu bibînin. Yek ji armanca vê programê jî ev e; di salên pêş de ji wan re bingehek bê ava kirin û li ser vê bingehê bi awayekî tekûz karibe karê xwe bike.

Çima medyaya nivîskî?
Îro li her du welatan jî çapemeniya nivîskî di nav medyayê de roleke cuda dilîze. Ji ber ku çapemeniya nivîskî hîn populer e, niqaşa ramanî lê pirtir e û xwediyê girseyeke xwenede ye; di dema piştî vê programê, dikare hîn pirtir bandorê li pêvajoya diyaloga di nav Gelên Tirk û Ermen de bike û ji bo pirek ramanî di nav gelan de pêk bê wê pirtir karibe bibe alîkar.

Saziyên medyayê yên wek radyo û telewîzyonan, bêyî ku tev li vê programê bibin dikarin bi Ermenîstanê re têkiliyan çêbikin. Lê em wisa difikirin ku bandora erênî ya ku çapemeniya nivîskî wê derxîne holê, wê radyo û telewîzyonan jî ber bi vê mijarê delk bide. Em wisa difikirin ku di sala yekem ya vê projeyê de, wê navgînên medyayê yên dîtinî û guhdarî roleke erênî pêk bînin. Wê ji bo salên li pêş yên vê projeyê bibe şaxek. Bi vê projeyê em bandora medyayê ya li ser raya giştî didin ber çav û armanc dikin ku, wê him rojnamevanên cîwan yên Ermenîstan û Tirkiyeyê hevdu nas bikin, him jî jiyana siyasî, aborî û siyasî ya welatên ku ziyaret dikin nas bikin. Têkiliyên bi vê projeyê wê pêk bên, wê ji bo hevpar kirina zanînên pêşerojê jî bibin alîkar.

Armanca giştî ya vê projeyê ev in: Pêşxistina têkiliyên di nav her du welatan de. Bi vî awayî serast kirina ramanên çewt yên raya giştî yên li dij hev. Ji bo armanca pêvajoya aşitiyê ya Weqfa Hirant Dînk ya Navneteweyî re alîkarî .

Di vê programa di nav her du welatan de wê pêk bê de, wê ji her du welatan 10 rojnamevan beşdar bibin. Rojnamevan, wê li her du welatan saziyên çapemenî, nûnerên saziyên civaka sîwîl û şexsiyetên xwedî bîr û bawerî ziyaret bikin. Di dema van ziyaretan de, nûnerên saziyan wê axaftinek ku xwe û xebatên xwe dide nas kirin bikin, paşê jî wê hevdîtinek înteraktîf ya ji pirs û bersîvan pêk tê bidome. Nivîsên rojnamevanan yên di derheq van hevdîtinan de, wê di vê malperê de bi awayekî giştî bên weşandin