Demokratîzebûn

Em li Tirkîyê ji bo demokrasîyê dixebitin...
Komela Heinrich Böll Stiftung, li Tirkîyê dixwaze ku tev li hewldanên ji bo parastina maf û azadîyên mirovî bibe, li dij cudatîyên etnîkî, dînî û cinsî derkeve, aştîya civakî û wekhevîya mafan daxwaz bike. Piştgirîya demokrasîyeke azadîxwaz, zelal, beşdarîvan û dikare hesab bide dike; ji bo pêşxistina demokrasîyeke wisa hewl dide û vê yekê ji xwe re dike armanca sereke.

Demokratîzebûn »

Ekolojî

Dinya bi qeyraneke (krîz) îklîmê ya mezin re rûbirû ye: Guherîna îklîmê ya kûreyî, jîyana gelek jîndarên li dinyayê tehdîd dike. Bikaranîna hebûnên xwezayî ya bêserûber, lênepirsîna mezinbûna aborî û hwd dibin sedem ku gelek pirsgirêkên hawirdorê yên mezin û herêmî derkevin holê. Berdewamkirina sîstema aborî ya ku anuha li kar e, pirsgirêkan hîn mezintir dike.
Komela Heinrich Böll Stiftung, ekolojîyê wek qadeke sereke ya sîyasî dibîne. Ji bo jîyaneke tê berdewam kirin, di warên pratîk û ramanê de guherînên radîkal yên ku hewce ne niqaş û lêpirsîn dike, hewl dide ku di van waran de sîyasetan ava bike û bimeşîne.
Bernameya me ya ekolojîyê; ji van sernivîsan pêk tê: Guherîna îklîmê, enerjî û pêşketina gundewarî.

Ekolojî »

Polîtîkayên Derve û Emnahiyê

Komela Heinrich Böll Stiftung, xebatên ku alîkarîya sîyaseta derve ya zelal, demokratîk û aştîxwaz dike dimeşîne. Piştgirîyê dide projeyên ku têkilîyên Tirkîyê bi YE û aktorên din yên herêmî re hîn xurt dikin, hewl dide ku projeyên ku dîyaloga di nav civakên sîwîl de bi ser kevin û têkilîyên civakên sîwîl baştir û xurttir bibin. Ji bo ku sîyaseta Tirkîyê ya derve ji teref civaka sîwîl baştir bê fahm kirin, pirtir bê lêpirsîn kirin û guherandin, kar û xebatan dike; konferans, weşan û çalakîyên lêkolînê li dar dixîne.

Polîtîkayên Derve û Emnahiyê »