Serokatîya Femînîst a Kolektîf: Devjêberdana gotina Ez, Ez, Ez

Dema ku gotin dikevin rewşa modayê, divê em bipirsin bê statuko tiştekî ku veguherandina statukoyê ji xwe re dike armanc li xwe tîne yan na.  Ev gotar hewldanek e li ser bingeha serokatiya femînîst a kolektîf ku nivîskarê(n) wê qebûl dikin ku di nava xwe de kakilê femînîzmê dihewîne û desthilatiyeke veguhîner a kolektîf e ku ji bo berjewendiya hevpar a tevahiya xwezayê dixebite. Ev lêkolîna kolektîf û bibaldarî bi tenê bi saya hînbûnên berfireh, têkoşîn, zanatî, zanîn, analîz û nêrînên cur bi cur ên ku ji pratîk, belgekirin û diyalogên kom, rêxistin, tevger û qadên kolektîf ên ji çar aliyên dinyayê derketine holê pêkan bûye.

Ji bo ku em dakevin rehên binyatî yên paradîgma û vegotina serokatîyê ya berbelav, serê pêşîn divê em li wêneyê giştî binêrin; ango, li civaka hegemonîk a heyî ya di bin desthilatiya Rojava de ku bingeha xwe ji pergala pederşahî ya (neo)kapîtalîst a mêtînger û neolîberal digire ku her cure cudaparêzî, şidet, tahde û zordariyê di nava xwe de dihewîne. Ev pergala hegemonîk dixwaze hikmî tevahiya pergala dinyayê  bike û taybetmendiya sereke ya vê pergalê ew e ku xwe dispêre takekesîtî û hevrikîyê.

Em bi diyarkirina bê serokatîya femînîst ne çi ye dest pê bikin: Serokatîya femînîst nayê wê wateyê ku jin bibin CEO; bibin serokên bandorker ên ku pêşengiyê bikin an jî rê li ber guhertinê vekin; ne pêşandana karîzmayê ye û bi tenê ne meseleyeke têkildarî jinan e.

Di vegotinên berbelav û sazûmanî de tiştê herî aloz ê têkildarî serokatîya femînîst a ku qala wê tê kirin ew xetere ye ku ev axaftin di çarçoveyeke takekesî û neolîberal de tên derpêşkirin. Em bi fikra ku peyva serokatîyê tê wateya hêza afirandina guhertinê, bawer dikin ku bingeha serokatîya femînîst kolektîfî ye. Qesta me ji kolektîfê hêza hevpar a veguherîn û afirîneriya hevpar e; ne “pêvekeke” şîrîn a awayê desthilatiyê û serokatîya pederşahî ya desthilat e ku li her derê ye. Ji wê jî girîngtir, divê ev bi awayê ku bi tenê jin wê bibin serok neyê şîrovekirin – serokatîya femînîst têkildarî her kesî ye, nemaze ji aliyê binyatî ve bi nasnameyên çewisandî û marjînalkirî re û bi nasnameyên ku di pêvajoya afirîneriya hevpar de roleke sereke dilîzin re têkildar e.

“Serokatîya femînîst a veguherîner qebûl dike ku di pêvajoyeke guherînê de her kes xwedî kapasîteya serokatîyê ye, ji ber ku serokatî têkildarî teahûdkirina wê guherîna mezin û hilgirtina berpirsyariya wê guherînê ye ku her kes ji bo wê guherînê li gorî xwe tevkariyê lê dike.” Heke serokatiya femînîst di çarçoveya feraseta takekesî ya tîpîk a rêxistin û vegotinên pergala pederşahî ya neolîberal de were nirxandin, ew tê wê wateyê ku hêza wê ya veguherîner ji holê tê rakirin. Em nehêlin ku ev yek pêk were! Ji bo ku em nehêlin ku statuko me li xwe bîne, xurtkirina çîrokên serokatiya femînîst gelekî girîng e; li gorî me serokatiya femînîst = serokatîya femînîst a kolektîf e.

Tevahiya sirûşta serokatiya femînîst têkildarî avakirina serokatiya kolektîf û desthilatiyê ye, bi vî awayî dînamîka serok/şopîner, karakterê sereke/temaşevan, sîyasetmedara/ê leheng/hilbijêr hwd. dernakeve holê. Ev paradîgmaya “seroka/ê navdar/leheng/bandorker” ji ber ku bi vîzyona siberojeke femînîst re ji binî ve nelihev e, divê li ser vê mijarê were sekinîn.

Serokatî bi tena serê xwe peyveke aloz e. Desthilatî jî wisa. Ji ber ku ev peyv bi awayekî berbelav tên bikaranîn û navgînkirin, me bi zanebûn ev peyv hilbijartin û em serokatiya femînîst a kolektîf wekî navgînekê dibînin ji bo veguherandina wate û sepanên van peyvan.

Dema ku tiştek bi awayekî radîkal veguherandina statukoyê dike armanc, ew tişt dikeve xetereya ku ji hêla statukoyê ve were bidestxistin. Û heke tiştek bi awayekî radîkal veguherîner be, nexwe di wî tiştî de veguherîneke hundirîn, jibîrkirina tiştên hînkirî ya bi awayê kolektîf, berpirsyariya kolektîf û biryardarî heye. Ev veguherîn di asta hundirîn de dest pê dike, li ser kesaniyê dixebite; di qadên femînîst û saziyên heyî de bi hînbûn û sepandina serokatiya femînîst a bi hev re pêk tê, awayê têgihiştin û sepandina serokatiyê vediguherîne; ji bo ku saziyan bixe rewşeke guncav a li gorî nêrîna serokatiya femînîst a kolektîf û ji bo ku xebîtîna serokatiya kolektîf li ser bingeha birêxistineke xurt, pêewle, berpirsyariya kolektîf û binbariya kolektîf bidomîne veguherandina wê didomîne.

Çima Pêdiviya Me bi Serokatiya Femînîst a Kolektîf heye?

Qeyranên ku bi awayekî berbelav di demokrasiyên roja me de tên dîtin, bi siyaseta ku di heman demê de bi wan qeyranan re hatiye dubendîkirin, berbelavbûna hêz û serokatiya sîyasî ya ku hatiye takekesîkirin û navendîkirin û derketina tevgerdariyên rêxistinkirî yên neteweperwer, populîst û antî-femînîst re têkildar in. Digel vê yekê, em dibînin ku pêdiviya tevgerên civakî yên xurt, domdar, nenavendî û xweragir xwe bi awayekî zelal dide der. Nenavendîtî bi tenê ne ji bo ku hêza rayeyê li giştî were belavkirin, hesapdayîn û hevkarî hebe, -- her wiha ji bo ku li hemberî tevgerên bertekî yên ku zêdetir dibin û li hemberî civakên ku hatine dubendîkirin jî ji bo ku parastineke kolektîf pêk tîne pêwîst e.

Em difikirin ku divê em pergalên rêveberiyên serwer ên demokratîk ên heyî veguherînin ser pergalên ku giraniyê didin ser pergalên civatên birêxistinkirî ku bi awayekî kolektîf, piranîparêz, nenavendî ji bo menfaeta hevpar a tevahiya xwezayê dixebitin û em difikirin ku hêmana bingehîn a vê veguherînê serokatiya femînîst a kolektîf e. Lewma divê em vegotina desthilatiyê, wateya ku ew dihewîne û awayê sepandina wê veguherînin. Divê em Xwe ava bikin.

Yanî heke em gotinên Audre Lorde bi awayekî din bînin zimên, em nikarin dinyaya “nû” bi hevrikî û navgînên heyî yên pergalên çewisîner ava bikin. Em nikarin bikin ku “serokên sîyasî” yên navendîparêz ji bo guherînê îlhamê bidin; heke guherîn pêk were, divê “ji bin ve,” ji binî, bi hînbûna bê em ê çi çawa bikin, guherîna kolektîf û bi afirandina çîrokên veguherînê pêk were. Em ji dîroka “nefermî” dizanin ku guherîna sîstemîk a veguherîner bi vî awayî çêdibe; ev tevgerên guherînê, xebatên kolektîf, bi gihîştina hev a meseleyên bi welçekên piçûk û xebatên domdar ên demdirêj derdikevin holê, lê vegotinên berbelav hê jî vê guherînê negirîng dikin, em jî hêj hînî “îdol”, “îkon” û “girseyan dibin.

Divê em girîngiya sereka ya hêza xwe ya kolektîf, berpirsyariya xwe, dilsoziya xwe ya ji hev re, pêgiriya xwe ya beranber û binbariya xwe ya kolektîf ji nû ve îfade bikin û divê em vegotin û rêxistinên ku kesên din teşwîqî hilgirtina berpirsyariyê û beşdariya qadên cur bi cur ên kolektîf dikin bi hev re ava bikin. Divê di vegotina serokatiya neolîberal a sîstemîk de ya ku ji aliyê medyaya berbelav û bi taybetî ji aliyê medyaya civakî ve tê hilberîn û bi berdewamî tê gurkirin û nayê zanîn bê kî û çi girîng e û diyar dike bê çi serkeftin e û kî serkeftî ye ji binî ve û ji serî heta binî paqijî were kirin û divê em xwe ji wê pak bikin û xwe baş bikin.

Ev di heman demê de tê wê wateyê ku em xwe ji vegotina serkeftina takekesî ya neolîberal xelas dikin, em xwe ji pîvanên rasterast yan jî nerasterast ên ku me dixin bin fişara ku divê em bibin a/ê herî ciwan, herî wêrek, yekemîn û hwd. jî xelas dikin. Di vê pergala xweperest a xelatkirin/taltîf de (ev pergal li ser ego, kêmpeydatî, îtibar, bendewariyên ji kesan (ên dîtbar û nedîtbar) û xweavakirinê hatiye rûniştandin) kesekî derdixin pêş û îtibarî wî dikin; a girîng ne bandor e, ne sedem e, a girîng kes bi xwe ye. Ev vegotin, tehakumê, hevrikiyê, tahdeyê, hemû tiştên ku divê em femînîst ji holê rakin hildiberîne û dike ku ew werin domkirin.

Ji bo xelasiya ji vê pergalê, serokatiya femînîst a kolektîf “çawa”yeke cuda diafirîne; wateyeke girêdayî rêgezên cuda, rêgezên femînîst, rêxistin û pêvajoyên guncav ên ji bo pênasekirina serokatî û desthilatiya van rêgezan diafirîne.

Em Dikarin Çawa Serokatiya Femînîst a Kolektîf bidomînin?

Avakirina serokatiya femînîst a kolektîf nayê wê wateyê ku desthilatiya takekesî, hesapdayîna takekesî û berpirsyariya takekesî tê piştguhkirin bi teqezî. Yek ji hêmanên sereke ya serokatiya femînîst a kolektîf ew e ku pêbaweriya hevpar, zelalî û di radeyekê de koordînasyon û organîsazyonê pêk bîne.  Serokatiya femînîst a kolektîf nayê wateya azadbûna ji rêxistinbûnê. Ji bo domandina serokatiyeke bi vî rengî ya di pratîkê de bi awayekî bingehîn giranî dikeve ser berpirsyariya kolektîf, hesapdayînê û xurtkirina helwesta nerm û her kes xwedî roleke diyar e ku bikaribe pê enerjî, behremendî û azwerîya xwe bijî. Di navbera rolan û navgîn û pêvajoyên biryardayînê de zelalî û pêwendî heye, ji bo tespîtkirina pevçûnê û çareserkirina wê digel feraseteke durist a radîkal di navbera mîsyon/armanc/menfaeta hevpar û perwerdehiya kolektîf û hesabdayînê de hevsengiyek heye.

Li ser navê berjewendiya hevpar a her tiştê li xwezayê, ji bo avakirina siberojeke hevpar a femînîst serokatiya femînîst a kolektîf şert e. Heke em hemû bi feraseteke femînîst bi hevparî serokatiyê bikin, ew ê hîmê civateke ku tê de tahde, şidet û cudakarî nîn e pêk bîne. Ew ê bibe safikî heke em bibêjin ev qad wê ji dînamîkên newekhev û hêzên tahdekar paqij be, lê ji bo kontrolkirina vê qadê û ji bo derxistina holê ya van dînamîkan bingeha vê ferastê wê li ser girtina berpirsyarî û bergiriyên hevpar be. Ji bo ku em xwe wekî heyberên parçeyekî kolektîfekê bibînin, divê em paradîgmaya serdest bi temamî ji jiyana xwe derxin, bi hewldaneke biisrar û domdar divê em feraseteke cuda bi pêş bixin. Meseleya bi hev re avakirina qadên femînîst ên ku wê vê pratîkê bidin domandin gelekî girîng e.

Divê em bi taybetî vê yekê bibêjin: ev ne tiştekî nû ye. Li tevahiya dinyayê, nemaze di nav tevger û civatan de, ev tişt bi gelek awayên cur bi cur hatiye sepandin. Tiştê ku divê bê kirin ew e ku em tiştekî ku berê hatiye kirin hîn bibin, parve bikin, lê bînin, tiştên nû lê zêde bikin, bi hev re biafirînin û pratîkan bînin ba hev, riyên ku em van pratîkan di peywendiyên xwe yên cihêreng de bigihînin hev peyda bikin. Li vê derê mesele ne ew e ku em teoriyeke razber têxin pratîkê, wê rave bikin an jî bînin zimên. Tiştê ku em qala wê dikin “çawa”yeke wisa ye ku bi qurmên xwe bi awayekî şidandî bi pratîkê digire.

Hînbûna Radîkal a ji Xwezayê

Ji me hemûyan re bi awayekî hate hatin ku ev ê bi kêr neyê, ne wisa? Wê bes be ku ji gumankeran re bê gotin ku paradîgmaya serokatiyê ya serdest a takekesî ya di roja me de ji aliyê mirovan ve wekî parçeyekî  statukoyê hatiye avakirin û rûniştandin û her tiştê ku hatiye avakirin dikare were veguherandin! Ji bo pêkanîna vê veguherînê gelekî cesaret û nefsbiçûkî pêwîst dike; ji civatên beriya kapîtalîzmê, ji civatên niştecih, ji tevgerên veguherîner, ji komên xwedî rêveberiya nenavendî, ji civatên ku xwe bi xwe bi rêxistin dikin û xwe bi xwe bi rê ve dibin, ji gelek tevgerên li tevahiya dinyayê yên ji gelek peywendiyên cuda û ji tiştên ku em ji heyberên din ê li xwezayê hîn bibin wisa berfireh û wisa cure cure ne ku tiştê ku em bikin ew e ku em dilên xwe vekin û ji xwe re meydanê bixwazin, bêyî ku em hikim bikin, bêyî ku em bineqînin an jî bêyî ku em li gorî berjewendiyên xwe şîrove bikin divê em wan hîn bibin û tiştê ku em hîn bûne parve bikin.

Kirina vê yekê pêkan e, di gelek peywendiyên cuda de, bi gelek tarîf, tecrûbe, formul û hwd. hatiye kirin jixwe. Gelek tiştên ku em ji candarên din ên di xwezayê de hîn bibin hene. Li gorî ku em ji pirtûka Adrianne Maree Brown a bi navê Emergent Strategy (Stratejîya Acîl) hîn bûne, çivîkên koçber jî ji van candaran in: “Refê zirzûlan refekî wisa ye ku bi hev re bi senkronîze hereket dike, bi hev re bi zelalî û hevgirtî dide û distîne, bi hev re ji dil û can di nav têkiliyeke xurt a pêbaweriyê de ye û serokatiya kolektîf raberî me dike. Her çivîkek bala xwe dide ser heft cîranên xwe û bi wî awayî refeke mezin a ku ji gelek zirzûlan pêk tê (carinan ji milyonekê zêdetir) bi tevgerên bi pisporî yên ahengdar û yekdemî bi rê de diçin.” Sierra Pickett

“Di xwezayê de her tişt di nav hevkariyê de dixebite. Hin çivîkên biçûk û kulîlk divê bi koordîne hereket bikin, lewre ji bo ku bijîn ew pêwîstiyê bi hev dibînin. Heke me bi koordînasyon û hevkariyeke bi vî rengî hereket bikira, tevgera me wê çi qasî enerjîk, geş û serkeftî bûya.” -Karissa Lewis

Em dinêrin bê heyberên din ên di xwezayê de çawa xwe birêxistin dikin û çawa bi kolektîfî xwe bi pêş dixin û em ji wan hin tiştan hîn dibin; lê candarên –mirov jî di nav de- ku ji aliyê serokekê/î ve tên berpêdan, ên ku li dora rêxistinên desthilat ên hevrikîdar û takekesî xwe birêxistin kirine ji bo ku jiyana xwe bidomînin her ku diçe bêtir li têdikoşin. Awayê birêxistinkirina me ya civata hegemonîk, digel têkiliyên me yên bi xwe re, bi hev re û bi hemû xwezayê re dibe sedema rûxandina dinyayê.

Pandemiya Kovîd-19’ê û encamên ku wê derxistine ev hemû bi awayekî zelaltir nîşan dan - pêwîstîya me bi civatekê û bi hestê aîdiyetê heye. Êdî bêtir diyar e ku avakirina siberojeke femînîstiyeke kolektîf a adîl û wekhev a bi hev re rasteqînîyeke acîl e (di pratîkê de, di cih de û gav bi gav) e. Bi baweriya me mimkun e ku demokrasiyên femînîst ên xwedî rêbaz û sepanên piranîparêz ên xweserî xwe ku di bin desthilatiya serokatiya femînîst a kolektîf û vê feraseta serokatiyê de werin birêvebirin hebin.

Ev gotara ku ji aliyê Lucy Richmond, Kim Kaborda, Ria Ryan, Giulia Meneghetti ve Giulia Bruzzone ve hatiye sererastkirin, ji nivîsên ku ji aliyê heman kesan ve bi awayê kolektîf hatine nivîsandin pêk tê û van nivîsan ji xwe re bingeh digire; analîz û agahiyên di vê gotarê de xebata hevpar a her kesî ye ku di Feminist Hiking Collective de cih digirin.

Feminist Hiking Collective û Srilatha Batliwala berî demeke kurt pêşgaviyeke bi navê Ji Min ber bi Me da destpêkirin. Ev pêşgavî înîsiyatîfeke kolektîf e û armanca wê ew e ku nexşeyeke afirîner a ku sepanên serokatiya femînîst a kolektîf tevî hev dike û wan pênase dike derxe û parve bike bi bangeke vekirî ya ku her sal daxuyaniya wê tê kirin. Em gazî we dikin ku hûn bêtir agahiyan der barê vê pêşgaviyê de hîn bibin û heke pêkan be, hûn di projeyê de pêşkêşiyan bikin, em rica dikin ku hûn vê pêşgaviyê bi kom û civatên din bidin hisandin:vê gavê malperên me yên bi zimanên îngilîzî, frensî, portekîzî û îspanyolî hene, bi van zimanan sêrîlêdan tên kirin.

Em spasî û minetdariyên xwe pêşkêşî van kom, kolektîf, organîzasyon û tevgeran dikin ku bi xebatên xwe bûne îlham û bingeh ji fikir û spanên me re: JASS, CREA, FRIDA The Young Feminist Fund, Iniciativa Mesoamericana de Mujeres Defensoras de Derechos Humanos (IM-Defensoras), Movimiento de Mujeres Indígenas por el Buen Vivir, AWID, FAMM Endonezya û hîn gelekên din.