Ewlada Şêr: Yekem Serokwezîra Jin a Gurcistanê Salome Zurabişvili

 

Cihê turîzmê

Gurcistana ku wek “navenda şerabê” tê zanîn, bi rêzeçiyayên xwe yên Qefkasyayê, bi dîroka xwe ya qedîm û bi paytexta xwe ya Tiflîsa şên ve, ji zû ve ye wek navendeke kulturî ye. Gurcistana ku berî niha di dema Sovyetan de wek navendeke betlaneyê û cazîbeyê bû, tenê ne bala geştyarên welatên cîran, her wekî din bala geştyarên Ewropî jî dikişîne. Dîsa jiyana şevane ya Tiflîsê, ji zû ve ye ji aliyê şevperestan jî hatiye keşfkirin.

Gurcistan

Gurcistan li Rojhilatê Ewropayê û li Qefkasyaya Başûr welatekî biçûk e. Nifûsa wê derdora 4 milyonan e. Gurcistana ku bi qasî Bavyerayê ye, li qeraxa Behra Reş e. Li ser sinorê wê Ermenistan, Azerbaycan, Rûsya û Tirkiye bi cih digire û wek civakî, polîtîk û aborî dixwaze xwe nêzikî Ewropayê bike.

Xewna Gurcistanê

Di salên 2000’an de, di bin rêveberiya Mihail Saakaşvili de, li Gurcistanê proseyeke modernbûnê ya mezin dest pê kir. Li Tiflîsê avahiyên bi cam yên gelek modern, nîşana şefafbûna vê proseyê, projeyên binesaziyê û reformên radîkal in. Ji bo ku mirov pêşveçûn û vebûna wî welatî bi hev re bibîne, cihê herî baş bêguman Tiflîsa paytext e. Bazirganê milyarder Bidzina İvanişvili, ji sala 2012’an vir ve rêveberiya Partiya Xewna Gurcistanê ya ku bi xwe damezirandibû, dike. Li aliyê din, motora reformên li Gurcistanê, peymana hevpar a ku di sala 2013’an de bi Yekîtiya Ewropayê re hatibû îmzekirin e.

Kariyera wê ya Siyasî

Saloma Zurabişvili, li Frensayê, wekî keçeke ji binemala gurciyeke penaber ji dayik bû. Di sala 2004’an de beriya ku ew bibe Wezîra Karûbarên Derveyî ya Gurcistanê, ew herî dawî di sala 2003’an de gelek salan li Tiflîsê, welatê xwe wek dîplomateke frensî temsîl kir. Di seranserî kariyera wê de her û her zilamên bihêz serpereştî ji wê re kirin. Serokê berê yê Gurcistanê Mihail Sakaşvili, ji bo ku Zurabişviliyê bike seroka dîplomata Gurcistanê, ji Serokkomarê Frensayê yê wê demê Jaques Chirac rica kir ku ew Zurabişvili ji serkariya dîplomatiya Frensayê azad bike.

Salek piştî destpêkirina wê ya serkariyê, wê bi Saakaşvili re di meydana girseyî de gengeşeyek kir û ji ber wê gengeşeyê ew ji kar hate bidûrxistin. Zurabişvili wek Wezîra Karûbarên Derveyî gelek navdar bûbû, lê wê xwe di siyaseta Gurcistanê de wek fîgûreke mixalif a serbixwe bi pêş nexist.

Di hilbijartinên parlemanê yên 2016’an de ew bû namzeteke serbixwe û ji aliyê Bidzina İvanişvili û Partiya Xewna Gurciyan a hevkarê hikûmetê ve hate destekkirin. Li devera hilbijartinê ya Zurabişvili, Partiya Xewna Gurciyan namzeteke dijber dernexist, ji ber wê jî Zurabişvili li bajarê kevnar ê Tiflîsê di hilbijartinê de bi ser ket û çû parlemanê. Dema mirov li rabirdûyê dinihêre, ev tecrûbe di proseya hilbijartinên serokatiyê yên 2018’an de ji bo Zurabişvili wek azmûnekê bû.

Kampanyaya Hilbijartinê ya Bêrû: Hilbijartinên Serokatiyê yên 2018’an

Di Tîrmeha 2018’an de Partiya Xewna Gurciyan, pêşnûmayeke yasayî ya nû di parlemanê de da qebûlkirin. Li gorî vê yasayê, ku eger hemwelatiya duyem bê redkirin, yên ku cot hemwelat in jî dê bikaribin bibin namzeda serokatiyê. Ev guhertina yasayî, ji bo ku Zurabişvili bikaribe bibe namzet hate birêkûpêkkirin.

Di sala 2012’an de, piştî hilbijartinên ku Partiya Xewna Gurciyan li şûna Tevgera Neteweyî ya Hevgirtî desthilatî bi dest xist, hilbijartinên herî bi heyecan û bi gengeşe, hilbijartinên serokatiyê yên par bû. Şert û mercên hilbijartinê ne adil bûn, çimkî hikûmet û İvanişviliyê milyarder, ji bo ku dengê hilbijêran bi pereyan “bikirre”, bi milyonan diyariyên hilbijartinê belav kirin. Ji bilî wê, kampanyaya hilbijartinê gelek negatîf û bi retorîk derbas bû.

Di navbera İvanişvili, Zurabişvili û ekîba Xewna Gurciyan, namzetê Tevgera Neteweyî ya Hevgirtî û Grigol Vaşadzeyê Wezîrê Karûbarên Derveyî yê berê (2008-20012) yê ku ji aliyê Mihail Saakaşvili ve dihat destekkirin, berberiyeke mezin rû da. Encam di tûra yekem de aşkera nebû û ev yek di hilbijartinên serokatiyê de cara yekem bû ku rû dabû. Vê encamê İvanişvili û Xewna Gurciyan, behitand û di tûra duyem de gotinên wan hîn tundtir kirin: li gorî wê, eger Vaşadze bi ser biketa, Saakaşvili dê dest ji peywirê bikişanda û îhtimalen jî li Gurcistanê şer dê dest pê bikira. 

Di vê proseyê de Salome Zurabişvili zêde xuya nebû. Di afîşên mêrên wek Bidzina İvanişvili û Irakli Kobaşidze yên ku rêveberiya siyaseta Gurcistanê dikirin de tenê navê wê hebû. Li gorî femînîstên gurcî, ev bêrêziyeke mezin bû, lê Zurabişvili bersiva rexneyan neda. Lê ev stratejiya siyasî ya semboleke îronîk ya Zurabişvili nîşan dida bi ser ket: di hilbijartinê de ew bi rêjeya ji %59,6 bi ser ket.

Piştî ku wê di 16’ê Kanûna 2018’an de dest bi serkariyê kir, guhertinên yasayî yên ku rayeyên serokkomar mehdûd dikirin, pêk hat. Qaşo ev yek ji bo bihêzkirina demokrasiya parlementeriyê bû, lê di rastiyê de armanc ew bû ku hêz û rayeya rêveberiya İvanişvili zêdetir bike. 

Li Gurcistanê Yeksaniya Zayendî

Proseya serokatiya Gurcistanê ya Salome Zurabişvili, li welêt fikren kulturî yên yeksaniya zayendî nîşan dikirin û klîşeyên rûniştî û yên berê bi hêztir dikirin. Temaya yeksaniyê, nemaze bi îqtîbaseke ji Şovalyeyê Pilingpost dihate aşkerakirin:

“Jinek jî dikare welatê me îdare bike,

Xwedê ew jî wek me xuliqandiye,

Wê kraltiyê jî bi şanazî îdare bike.

Bêşik û bêguman! Nebêje

Em şelafiyê nakin.

Ji niha ve kar û kiryarên wê

Wek zerafeta wê dibiriqe.

Ewlada şêr her û her şêr e,

Çi jin çi mêr e.”

                                                Şota Rustaveli

Li Gurcistanê di karên ji bo mêran minasib tê dîtin de jin jî dikarin bixebitin û ev yek ji aliyê civakê ve bi giştî hatiye qebûlkirin, lê ji jinan tê hêvîkirin ku ew ji çarçoveya diyarkirî dernekevin, bi dûr nekevin. Lewre yeksaniya di navbera jin û mêran de, ne rûniştî û nimûneyî ye. Di serê helbestê de dibêje ku “jinek jî dikare welat îdare bike”. Lê piştî wê, jin wek zayendeke xweşik/zerîf hatine terîfkirin, di dawiyê de jî ew wek esilzade hatine pênasekirin. Girîngiya zayendê, hêvî û baweriyê terîf nake, berevajî wê ew zayend tê bêqîmetkirin.

Salome Zurabişvili jî di vê çarçoveyê de hatiye mehdûdkirin û ew jî rola xwe di vê çarçoveyê de dilîze û mirov dikare bibêje ku rola wê wek “ewlada şêr” hatiye pênasekirin. Meseleya zayendê li Gurcistanê, yeksanî û modernbûnê nîşan dide û nemaze ev yek ji bo îmaja welêt a ji bo Rojava fersendeke mezin e. 

Li Gurcistanê Tevgera Femînîst

Piştî ku hin “tawanên namûsê” welat serûbin kir, ji sala 2014’an vir ve, tevgera mafên jinan li welat pir çalak û karîger e. Nemaze femînîstên ciwan, bangewaziyê li aktîvîstên mafên jinan yên berê dikin û ji wan daxwaz dikin ku ew zêdetir çalak bibin. Zanyara siyasetê û endama “Koma Femînîstên Azad” Eka İmerlişvili û Alla Parunosê di nav “Tevgera Yeksaniyê” û “Keskperestên Ciwan” de dixebitî, du nûnerên aktîvîzma femînîst a ciwan in.

Li gorî Eka İmerlişvili serokatiya jinekê, vê pozîsyona serokatiyê dike meseleyeke sembolîk: “Ewqas sembolîk e ku jinek jî dikare bê vê pozîsyonê.” Lê dîsa jî serokatî, rola heyî watedartir dike û delîveyan dide jinan ku ew bikaribin dengê xwe di meydana siyasetê de derxin.

Zurabişvili wek serok û wek jinekê, babetên girîng yên wek yeksaniya zayendî, kotaya zayendî û cudakariya aborî ya li dijî jinan xiste rojeva welêt, lê zêde bi rêxistinên mafên jinan re xebatên hevpar nekir. Li gorî daxuyaniya İmerlişvili, sîstema baviksalar zêde piştgiriya Zurabişvili nedikir û wê nedixwest di meseleyên wiha zêde ne populer de derkeve pêş, lewre dê piştgiriyê bi temamî wenda bike.   

Ji ber ku di raboriya Zurabişvili de frensîtî heye û gotinên bi gengeşe yên Saakaşvili di sala 2008’an de li Osetyaya Başûr şer dabû destpêkirin, ev yek bû sedema kêmasiya piştgiriya li wê. Zurabişvili di serdana Azerbaycanê de, di meseleya Qerebaxa Jorîn de li dijî cîranên xwe bi awayekî jeostratejîk nikaribû bêalî bimîne. Wê got ew devera ku ji Azerbaycanê cuda bûye, hatiye dagirkirin û ev yek jî ji aliyê Ermenistanê ve bû sedema aciziyekê.

Zurabişviliya hemwelatiya frensî ya berê û diplomateke xwedîtecrube bû û di nêzikbûna Gurcistanê ya ji bo Ewropayê de fîgureke baş bû. Partiya hikûmetê, zayenda Zurabişvili wek nîşaneya nêzikbûna Rojavayîbûnê didît. Ji ber ku Zurabişvili di siyaseta navxweyî de rê li ber bertekên navneteweyî bigire ew zayend bi kar dianî û Parunova ji vê yekê pir hêrs dibû. Li aliyê din, Parunova heq dida rexneyên li dijî Zurabişvili, lê wî digot ji ber ku ew jin bû û li Gurcistanê ji dayik nebibû, lewma ew zêdetir dihate rexnekirin. Li Gurcistanê xetaya mêran tê tolerekirin, lê berevajî wê gotin û kiryarên jinan, zêdetir tên rexnekirin.

Hêviya ji dahatûyê

Zurabişvili dikaribû li welêt piştgiriya jinên çak û çalak û tekûz bikira. Ev jin zêdetir dihatin vederkirin an ji hevpîşeyên xwe yên mêr zêdetir dihatin rexnekirin û bi ser de jî barê giran ê malbatê yê kevneşopî li ser milên wan bûn. Lê, herçend piştgiriya li jinên çak û çalak dihat kirin, li gorî ajanda û bernameya wê karîger be jî, serok heta niha ev fersend baş bi kar neaniye. Retorîkên din zêdetir ji ewlehiya neteweyî, parastin, tenduristî û perwerdehiyê pêk dihat. Lê hilbijêrên wê zêdetir jin bûn û loma jî divê zêdetir guh bida hêvî û bendewariyên jinan.

 

Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin ku kar û kiryarên wê yên di sed rojên pêşîn de, ji bo siyaseta jinan hêvîşikestineke mezin bû. Yekem Seroka welêt, ji bilî berjewendiya jinan, mîsyoneke rewşenbîr û modern ji bo xwe bes dibîne.