JI DO HETA ÎRO LI TIRKIYEYÊ SAZÎBÛNEKA NÎVLEŞKERÎ: PERGALA CERDEVANIYÊ

Image removed.

Xebata Enstîtûya me eve ji du salan zêdetir e li ser Cerdevaniya Gundan dikir giha encamê û ew encam wek kitêbeka 200 rûpelî bi sê zimanan hat çapkirin. Ji bo ko em vê encamê li civakê bidine nasîn em ê li roja Şemîyê (9.10.2013), di navbera siet 11.00 û 13.00ê de, li Navenda Çandê ya Cegerxwînî, li Parkormana Kayapinarê ya Diyarbekirê, bi hatina Prof. Dr. Şemsa Özar û Dr. Nesrin Uçarlarê panelekê çêbikin.

Ev lêkolîna bi navê li Tirkiyeyê Sazîbûneka Nîvleşkerî: Pergala Cerdevaniyê, bi çavê dîrokê û civakê li pergala cerdevaniyê dinêre û lêdikole ka çawa li Tirkiyeyê, dewletê çek dane hinek sivîlan û bi vê yekê komên ''alîgirên dewletê'' û yên ''dijminê dewletê'' çêkirine.

Ev xebat paşxaneya sazîya nîvleşkerî ya li demên paşiyê yên osmanîyan, Alayên Hemidîyeyê û dewama wê, pergala ''nûjen'' ya li sala 1985ê hatî çêkirin li ber çavan zelal dike. Nêzîkî 30 salan e ko cerdevaniya gundan hem bê xelaskirin hem jî ji bo hemî siyasetên dibine desthilatdar hêzeka çekdar e ko wan hemiyan xwestiye ev pergal dom bike. Em da ko bibînin sebebên/binasên heyina van herdu rewşan ka çi ne, me lêkolîna xwe li ser Belgeyên Meclisê û Çapemeniyê domand.

Hûn ê li vê lêkolînê bibînin ko pergala cerdevaniyê ne bi tenê rêyeka desthilatbûna desthilatan e, an jî ne bi tenê rêyek e ko kurdan dike komên ji hev cida, ew bi xwe kêşeyeka civakê ye û ceribandineka li ser şikênandina mirovatiyê ye.

Ev xebateka welê ye ko cara pêşiyê lêkolîneka bi vî rengî, bi berê fireh, di nêv civakê de hatiye kirin, ev xebata ko xwe dispêre hevdîtinên rû-bi-rû yên li gundan bi cerdevanan, jinên wan û zarokên wan re hatîn kirin, li ber çavan didane û zelal dike ko hinek kes bi dildarî, hinek bi mecbûrî, hinek kes bi rengekê cerdevanên dildar ew ''mecbûr'' kirine, hinek kes ji ber rola xwe ya di civakê de û şexsiyeta xwe ya bi dewlet, PKK an jî nasnameya xwe ya kurdî ve têkildar di nêv vê pergalê de cih girtine.

Ev lêkolîn ne bi çavên ko divê pergala cerdevaniyê bê tunekirin û islah kirin li cerdevaniyê dinêre, ev lêkolîn dîyar dike ko divê li dema destpêkirina pêvajoya bêçek û bêşer bi rêyên li-mafên-xwe-geranê û temînata civakî bê çareserkirin. Ji ber vê yekê ye ko beşek heye, eşkere dike gelo li welatên ji hev cida saziyên nîvleşkerî bi kîjan rêyên siyasî, hiqûqî û civakî bi rêlibergirtinên biserneketinê hatine tesfîye kirin.
Ji bo em bi hev re biserkeftina vê lêkolînê bibînin em ê gelekê bextewar bibin ko cenabê te jî bê panela me ya danasînê.

Dem:9ê Mijdarê 2013
Cih û Siet: Hola Konferansan ya Cegerxwînî, 11:00

Têkîli: Murad Akıncılar: 0534 9340106
Atalay Göçer: 0555 3371834