Bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdeyê de mafekî mirovî ye. Gelek ji wan deqên ku çarçoweya huqûqa hevçerx diyar dikin, perwerdeya bi zimanê zikmakî wekî mafekî destnîşan dikin ji bo mirovan; herwiha dabînkirina vî mafî wekî berpirsyariyeke dewletê ya xizmetguzariya yeksan a li hemwelatiyan dibînin. Lewma, bar û berpirsiyariya dewletê ye ku hewl bide şert û tedbîrên ji bo îstifadekirina ji vî mafî teqez û cîbicî bike.
“Kula Ziman” hêvîdar e ku piştevan û hander be ji bo berdewambûn û kûrtirbûna nîqaşên ku îro derheqê bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdeyê de têne gerandin û, herwiha, li Tirkiyeyê –bikaranîna kurdî di perwedeyê de jî tê de - têgihiştineke pirzimanî bê pêşxistin di perwerdeyê de.
Di pêvajoya aşitiyê de hewcedariyên sereke.Di vê pirtûkê de, axaftin û niqaşên di konferansa li Diyarbekirê ya di sala 2007an de, bi navê “Li Tirkiyeyê Kurd: Ji bo Aşitiyê Hewcedariyên Sereke” hatine weşandin