7-8.12.2012, În
Cih: City Hotel Ankara
Turan Güneş Bulvarı No: 19 Yıldız-Çankaya-Ankara
Em di heyameka welê de ne ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd siyaset xetimiye û hesta jihevbûnê di nav tirk û kurdan de hingî diçe aşkere dibe. Digel ku derheqê meseleye de gelek civîn, lêkolîn û hevdîtin tên kirin, em dibînin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêşketineke berbiçav çênebûye.
Di vê heyama xeter de, em, Enstitûya Diyarbekirê bo Lêkolînên Sîyasî û Civakî û Komeleya Heinrich Böll Stiftungê, hizir dikin ku civînekê çêbikin da ku aliyên cihêreng ên pirsgirêka kurd binêrin û guftûgo bikin û ji tecrûbeyên neteweyên cuda sudê wergirin. Mijarên sereke ku wê di vê konferansê de bên guftûgokirin ev in: têgihîştinên cuda û hesta jihevcudabûnê, erk û mesûliyetên kesan, sê behrê jî yên sîyasetmedaran ku ew aktorên pêvojoya çareseriyê ne, şertên çareserkirinê, dawîanîna şer û pevçûnan, rê û rêbazên danûstandin û mûzakereyê û rol û peywira medyayê bo çareserkirina pirsgirêkê.
Jiyan - Têgihan – Jihevbûn
Hesasiyetên civaka tirkan gelek caran wekî sedema nenaskirina mafên kurdan ên di standartên navneteweyî de tên diyarkirin. Lê belê hesasiyetên civaka kurdan, malvêranbûna civakî piştî şerê li herêmê, ne ji aliyê medyayê ve û ne jî ji aliyê sîyasetmedaran ve tên dîtin û gotin. Di vê panelê de em dê bala xwe bidin ka kêşeyên “rojane” dê çawa bi tecrûbeyan bêne gotin û mijarên ku di medyayê de cih nagirin ka dê çawa di gengeşiyên rojane de cihê xwe bigirin.
Edaleta civakî û pêkanîna aşîtiyê an jî edaleta di demên derbasbûnê de
Ji ber ku prosedûrên fermî û hiquqî ji bo danîna edalatê di nav civakê de têra xwe deng venadin, xebatên li ser mekanîzmayên bo aşitî û edalatê ku bal û giringiyê didin mexdûran û civakê, pêş ketine. Ev xebatên ku li ser xerabûnên civakî û siyasî ku şer û pevçûnên dûr û dirêj bûne sebeb disekinin, wekî edaleta di demên derbasbûnê de û bi taybetî jî wekî edaleta başker di lîteraturê de cih digirin. Ev xebat ji bo ku kes û civakên ku hesta edaletê bîra kirine di nav pêvajoya aşitiyê de roleke aktîf bigirin ser milê xwe û qadên demokratik û gelemperî ava bibin, hatine kirin. Ji ber ku ew li ser şopên mexdûrbûnên berbehs diçin û hewl didin têgehên xweser bo edalet û aştiyê di nav civakê de belav bibin, xebatên bi vî rengî ji bo ku li Tirkiyeyê riya aşitiyê bê avakirin gelek girîng in û teqez divê bên kirin. Heta ku kes û civakên ku mexdûr bûne nebin xwedî mafên axaftinê û rasterast qise nekin, ne gengaz e ku em mexdûrbûna wan telafi bikin, li rastiyê bigerin, daxwazên wan ên ji bo bicihanîna edaletê fêm bikin, û ne jî em dikarin riyên muzakereyên di navbera têkiliyên fermî de xweş bikin. Ev panela ku dê bi van xweziyên berbehs bê çêkirin, dê cih bide tecrûbeyên mexdûran, daxwaz û hêviyên wan ji bo beşdarbûna pêvajoya aşitiyê û fikr û ramanên wan ên ji bo bicîhanîna edaletê.
Rolên partiyên siyasî bo çareserkirina pirsgirêka kurd
Di vê dema ku gengeşî li ser Destûra Bingehîn tê kirin ku a heyî kêrî pêdiviyên siyasî, civakî û çandî yên Tirkiyeyê nayê, xuya ye pirsgirêka kurd meseleya sereke ye ku nîqaşan diyar dike. Li ser pirsgirêka kurd, nêrîn û nîqaşên partiyên siyasî yên di “Lijneya Lihevhatinê bo Destûra Bingehîn” de cih digirin, nîşan didin ka pêvajoya amadekirina destûreke nû çiqas zehmet e. Tarîfeke nû ya welatiyê, meseleya zimanê zikmakî, modelên birêvebirina herêman bingeha nîqaşan pêk tînin. Ji bilî xebatên çêkirina Destûra Bingehîn helbestên partiyan bo mûzakereyên bi PKK’yê re, sedemeke din e ku rê xetimandiye. Di vê pêvajoyê de, partiyên siyasî da ku bi hilbijêrên xwe (yên tirk) re li hev nekevin li ser mijarê dudil in. Ev yek jî rê li ber partiyên siyasî digire ku gav biavêjin da ku pirsgirika kurd bi riya diyalog û mûzakereyê bê çareserkirin. Di vê panelê de, em dê li ser bersiva vê pirsê bisekinin: gelo em dikarin çi bikin da ku ev riya siyasî ku xetimiye vebe?
Çareserkirina şer û pevçûnan û mûzakere
Hikûmet hizir dike ku heke PKK çekan berde, pirsgirêka kurd dê çareser bibe. PKK jî dîyar dike ku ew jî riyên tûndiyê naxwazin, lê ji bo ku pirsgirêka kurd bikeve rojava raya giştî, tu rê û rêbazên wan ên din tûne ne. Di vê rûniştinê de, em dê ji tecrûbeyên wan dewletên ku pêvajoyên mûzakereyê borandin sûdê wergirin û ji bo çareserkirina pirsgirika kurd rola diyalog û mûzakereyan guftûgo bikin.
Armanca me ya ji vê konferansê ev e ku mijarên li jorê hûr û kûr bêne gengeşîkirin û ev yek alîkarî bike ku li Tirkiyeyê ji bo aşitiyê gav bên avêtin.
07.12. 2012 În
09.30-09.45Qeyd
09.45-10.00 Axiftinên destpêkê
Necdet İpekyüz, Enstitûya Diyarbekirê bo Lêkolînên Sîyasî û Civakî
Ulrike Dufner, Komeleya Heinirch Böll Stiftungê
10.00-12.30 Panêla yekemîn: Jiyan û Têgihan
Kurdbûn li Tirkiyeyê
Özlem Özdemir, Komeleya Hestyariya Civakî
Serpêhatiyên ciwanên kurd li heremê, ji 90’an heta îro
Rojin Canan Akın, Nivîskar
Şer û pevçûnên li heremê û jin
Zozan Özgökçe, Komeleya Jinan li Wanê (VAKAD)
Birêveber: Nurcan Baysal, DİSA
12.30-14.00 Navber
14.00-17.00 Panêla duyemîn: Edaleta civakî û pêkanîna aşitiyê
Banga ji bo edaletê: Hevaltiya polîtîk
Nesrin Uçarlar, Lêkolîner
Giringiya bibîranînê di edaleta demên derbasbûnê de: Navenda Bîrê
Özgür Sevgi Göral, Navenda Heqîqet, Edalet û Bîrê
Têgihanên Diguherin û Rola Saziyên Sîvîl
Ayşe Betül Çelik, Zanîngeha Sabanciyê
Birêveber: Yılmaz Ensaroğlu, Weqfa SETA’yê
08.12. 2012 Şemî
10.00-12.30 Panela sêyemîn: Pirsgirêka kurd û perspektîfên çareserkirinê
AK Partî, Orhan Atalay, Endamê Lijneya Neteweyî bo Perwerdehî, Ciwan û Sporê
BDP, Sırrı Süreyya Önder, Endamê Lijneya Amadekirina Destûra Bingehîn
CHP, Atilla Kart, Endamê Lijneya Amadekirina Destûra Bingehîn (nav hîn ne diyar e)
Birêveber: Cengiz Çandar, Rojnamevan
12.30-14.00 Navber
14.00-17.00 Panêla çaremîn: Çareserkirina şer û pevçûnan û mûzakere
Rê û rêbazên mûzakereyên demokratîk
Didem Akyel Collinsworth, Koma Hewarê ya Nêvneteweyî
Koma Navbeynkaran û Diyalog
Şahismail Bedirhanoğlu, GÜNSİAD
Mînaka Îrlandayê
Angela Mickley, Zanîngeha Potsdamê
Birêveber: Mithat Sancar, Zanîngeha Enqereyê