Ekolojî

Placeholder Image for Video Content

Dinya bi qeyraneke (krîz) îklîmê ya mezin re rûbirû ye: Guherîna îklîmê ya kûreyî, jîyana gelek jîndarên li dinyayê tehdîd dike. Bikaranîna hebûnên xwezayî ya bêserûber, lênepirsîna mezinbûna aborî û hwd dibin sedem ku gelek pirsgirêkên hawirdorê yên mezin û herêmî derkevin holê. Berdewamkirina sîstema aborî ya ku anuha li kar e, pirsgirêkan hîn mezintir dike.
Komela Heinrich Böll Stiftung, ekolojîyê wek qadeke sereke ya sîyasî dibîne. Ji bo jîyaneke tê berdewam kirin, di warên pratîk û ramanê de guherînên radîkal yên ku hewce ne niqaş û lêpirsîn dike, hewl dide ku di van waran de sîyasetan ava bike û bimeşîne.
Bernameya me ya ekolojîyê; ji van sernivîsan pêk tê: Guherîna îklîmê, enerjî û pêşketina gundewarî.