Çarçoveya Curbicuriya Biyolojîk ya Gerdûnî ya nû… çima û ji bo kê?

Analiz

Di ser diyarkirina Armancên Curbicuriya Biyolojîk ya Aichi ya têkildarî Peymannameya Curbicuriya Biyolojîk re teqrîben 10 sal bihurîn û di halê heyî de delîl destnîşan dikin ku çalakiyên ji bo pêkanîna wan armancan têrê nekirine. Baş e, lê divê Çarçoveya Curbicuriya Biyolojîk ya Gerdûnî ya nû çawa be?

Di sala 2010’an de li seranserî cîhanê aktîvîstên ekolojîst, biryara dîrokî ya di nav Peymannameya Curbicuriya Biyolojîk (PCB) de hatî qebûlkirin, pîroz kirin. Peymannameyê ji bo salên 2011-2020’an, bi rêya Armancên Curbicuriya Biyolojîk ya Aichi, plansaziyeke[1] kar ya nû ya divê bê tetbîqkirin diyar kirin. Ev plansazî, parçeyê çarçoveya curbicuriyeke biyolojîk ya şimûl ya tevahiya sîstema Neteweyên Yekgirtî bû.  

Îro, di dawiya plansaziya kar ya 10 salan de, delîl destnîşan dikin ku bizavên hatî kirin, ji bo pêkanîna van Armancan têrê nekirine, kêm mane; ji bo têkbirina fişarên li ser curbicuriya biyolojîk divê demildest û bi awayekî karîger dest bi xebat û tevgerê bê kirin. Nirxandina nîvserdemê, berevajî plana ku hatî kirin, nîşan dide ku tu armanc dê pêk neyên, tenê îstisnayeke vê yekê heye, ew jî Armanca 16’emîn ya Protokola Nagoyayê ye. Di Komcivîna 6’emîn ya Platforma Zanist-Polîtîkayê ya Navhikûmetan de, ji bo ku siyasetsaz bikaribin xizmetguzariyên curbicuriya biyolojîk û ekosîstemê yên li jêrdeveran binirxînin, gelek kurteraport hatin weşandin. Hemû raport, ji bo xweşî û xweşguzariya mirovan, behsa girîngiya curbicuriya biyolojîk dikin, lê ligel vê behsa fişarên li tevahiya deveran jî dikin; bo nimûne behsa veguherîna îklîmê, cureyên biyanî yên dagirker, qirêjî û xerckariya nedomdar[2] tê kirin.

Nirxandina Curbicuriya Biyolojîk ya Gerdûnî ya dawî ya ji aliyê Platforma Navhikûmetan ya Xizmetguzariyên Curbicuriya Biyolojîk û Ekosîstemê ve hatî amadekirin û di Komcivîna 7’emîn ya Parîsê de hatî qebûlkirin, nirxandineke herî berfireh ya derbarê vê meseleyê de ye. Nirxandin piştraş dike ku di halê heyî de milyonek cure di bin talûkeya tunebûnê de ne û siruşt bi lezeke ku di dirêjahiya tarîxa mirovayetiyê de nehatiye tecrûbekirin, tê xerabkirin.   

Di nirxandinê de peyama sereke ew bû ku hate diyarkirin, siruşt gelek zêde xwarin-vexwarin, enerjî û zad dide mirov, lê wisa zêde dide, dibe ku di dahatûyê de nikaribe êdî vê peywira xwe ya dayînê cîbicî bike. Her wisa bi hin nimûneyên konkrêt hatiye destnîşankirin ku ew tiştê siruşt dide mirov, di nav mirovan de bi awayekî yeksan nayê belavkirin. Belku metirsiya herî mezin hilberîna xwarin-vexwarinê ye: ji bo pêdiviyên gerdûnî yekûna xwarin-vexwarinê têra pêdiviya cîhanê dike, lê îro ji %11’ê nifûsa cîhanê kêm tê xwedîkirin.   

Divê ev tiştê girîng jî bê diyarbikin, Kurteya Ji bo Siyasetsazan wextê behsa meseleya faktorên ku dibin egera hilweşîna siruştê dike, gotinên aşkera bi kar anîne: zêdebûna nifûsê ya domdar, zêdebûna hêza kirrînê û mezaxtina kesane/serane. Kurte bi awayekî aşkera diyar dike, êdî ne mimkun e ku her tişt wek berê dewam bike, divê demildest bi awayekî cidî em berê xwe bidin reformên piyasayî.

Di sala 2020’an de di Konferansa Aliyên 15’emîn (COP 15) ya Peymannameya Curbicuriya Biyolojîk de dê Çarçoveyeke Curbicuriya Biyolojîk ya Gerdûnî ya nû bê diyarkirin ku di têkoşîna li dijî kêşeyên lezgîn de bikaribe delîveyên nû pêşkêş bike. Biryara[3] hejmara 14/34 ya COP 14’an ya li Şarm El Şeyhê hatibû organîzekirin, çarçoveya pêdiviyên ku divê heta COP 15’an bên kirin aşkera kiriye. Bi vê biryarê ji bo ku bikaribe piştî sala 2020’an piştgiriyê bide avakirina Çarçoveya Curbicuriya Biyolojîk ya Gerdûnî, komeke xebatê ya vekirî û navrûniştinan hatibû avakirin û Komcivîna Neteweyên Yekgirtî di sala 2020’an de di asta Dewlet û Serokên Hikûmetan de ji bo pêkanîna lûtkeyeke curbicuriya biyolojîk hatiye vexwendin. Di heman demê de, li dor hin prensîbên diyarkirî, nexşerêyek hatiye diyarkirin û biryara destpêkirina proseya şêwreke vekirî ji bo civaka sivîl hatiye dayîn. Di vê proseyê de ji bo serlêdana civînên şêwrê, bi rêya serlêdanan derbarê belgeyên gengeşeyan yên ku ji aliyê Sekreteryaya Peymannameyê ve hatiye amadekirin, şîrove û pêşniyaz dikarin bên pêşkêşkirin.

Bandora civaka sivîl li ser PCB’yê

Divê em aşkera bikin ku PCB ji bo civaka sivîl gelek vekirî ye. Lê divê em vê yeke ji bîr nekin ku, kengî ji xwedîheq û hîsedaran re dergehek bê vekirin, ihtimal e ku ji bo berjewendiyên şexsî, dergeheke mezintir jî bê vekirin. Mixabin her ku diçe bandora kompanyayan li ser derdora rêxistinên NY’yê û PCB’yê zêdert dibe. Di sala 2017’an de komeke rêxistina civaka sivîl, ragihandin ku, ji bo ku bikaribin beşdarî forûmeke şarezatiyê ya ji aliyê Sekreteryaya PCB’yê ya fîrmayeke PR’yê ya teknolojiya biyolojîk ve li ser înternetê tê lidarxistin bibin, hin kes hatine peydakirin, van kesan dê derbarê Biyolojiya Sentetîk de rêberî û şêwirmendiyê bikirana.[4] Delîl destnîşan dikin ku her çend ev kes wek şareza hatibin pêşkêşkirin jî, ji bo ku ew bi hev re tevbigerin û bandorê li gengeşeyan bikin, ew bi awayekî aşkera hatibûn beralîkirin. Ji ber ku civaka sivîl wê demê demildest çalak bibû, COP 14’ê, di komên xebatan de ji bo ku rê li ber berjewendiyan bigire anku wan îdare bike prosedûrek qebûl kir.[5] Di rastiyê de ev gav, gaveke gelek girîng bû, lê di tevahiyê Peymannameyê de bi tena serê xwe nikare rê li ber bandora kompanyayan bigire û wan bi dawî bike.

Di bin van şert û mercan de, wextê ku Çarçoveyeke Curbicuriya Biyolojîk ya Gerdûnî ya nû tê diyarkirin, beşdarbûna civaka sivîl di vê proseyê de, gelek girîng bûye. Di rûniştina yekem de, hin meseleyên hevpar yên ji aliyê hin rêxistinan ve hatî derbirrîn, hatin qebûlkirin.[6] Di nav wan de evan bi cih girtin:

  • Divê faktorên ku dibin sedema wendakirina curbicuriya biyolojîk bên hilsengandin. Têkildarî proseya majorîtekirinê, di vê mijarê de tenê hin kavdanên biçûk û navincî hatine tomarkirin; di demeke nêzik de, ji bo avakirina plansaziyeke daîmî, komeke xebatê hatiye damezirandin.     
  • Divê mekanîzmayeke karîger ya hesabdayînê ne tenê ji bo PCB’yê, her wiha ji bo hemû peymannameyên girîng bê damezirandin; divê ew mekanîzma bikaribe teahûdên hemû aliyan bide cîbicîkirin.
  • Rexneyên li Çarçoveya Curbicuriya Biyolojîk ya Gerdûnî yên dişibe daxilkirina pergala teahûdê ya dilxwaz ya di Peymannameya Parîsê ya di bin Çarçoveya Peymannameya Veguherîna Îklîmê ya NY’yê de cih digire. Hin kesan digot, ev pergal dê îradeyeke polîtîk ya pêwîst ava bike, lê hin kes jî behsa dezavantajên vê pergalê dikin. Bo nimûne cudahiyên di navbera “tiştên ku divê bên kirin” û “tiştên ku alî pesend dikin ku dê bikin” de cudahî hene. 

Hinceta herî xurt ya helwesteke heqane, parastina jiyanê ye

Hin rêxistin di hevbîr û hevraman in ku divê Çarçoveya Curbicuriya Biyolojîk ya Gerdûnî xwe bispêre helwesteke heqane û ji bo vê yekê gelek hincetên wan ên maqûl hene. Sala 2017’an ji bo aktîvîstên siruştê sala herî xwîndar bû, li gorî raporta Global Witnessê[7] herî kêm 2017 kes hatine kuştin û gelekê wan jî bi endûstriya cotkariyê re têkildar in. Mirov nikare fehm bike gelo çima ji bo arêzûya qezencê evqas mirov dimirin, lê ji ber sedemên heman arezûya pareyê, nifşa hin cureyan, 1.000 û 10.000 qatî leztir ji rêjeya asayî tê tunekirin. Gelo kî yê van candarên bêzar û bêziman biparêze?  

Hemû cure bi hev ve girêdayî ne. Dibe ku em nikarin têkiliya wan a bi hev ve bibînin an “xêra” wan a ji bo mirovahiyê bipîvin, lê ev nayê wê maneyê ku ew candar kartêkê li nîzam û hewsenga gerdûnê nakin. Siruşteke bijûn beriya her tiştî, mafekî mirovî ye. Ji bilî sûdgirtina mafekî sereke, ew siruşta bijûn jiyaneke aştiyane jî misoger dike. Her ku diçe delîl piştras dikin ku kêmbûna curbicuriya biyolojîk û tunekirin û texrîbkirina ekosîstemê, dibin sedema qeyranên civakî û mirovî, her wisa rê li ber pevçûnên leşkerî û çekdarî vedikin. Di vê meseleyê de nimûneya herî berçav zuhabûna Gola Çadê ya li Afrîkayê ye, ku di encamê de nêzikî 2 milyon kes ji cih û warên xwe hatin vederkirin û hin civat bêparastî man û di encamê de pevçûnên çekdarî dest pê kirin.

Di qebûlkirina Çarçoveya Curbicuriya Biyolojîk ya Gerdûnî ya nû de divê hin detayên teknîk neyên piştguhkirin, lê eger curbicuriya biyolojik teqabulî jiyanê bi xwe bike, divê plansaziyên derbarê wê de jî li ser vî esasî bên kirin. Ji bo parastina jiyanê, pêdiviya me bi edaletê heye, ji bo berterefkirina rêbazên pêşketinê yên ku gefê li jiyanê dixwin, pêdivî bi çalakiyên konkrêt hene.   


[1] UNEP/CBD/COP/DEC/X/2

[2] Ji bo agahiyan li vê navnîşanê binihêrin: https://www.ipbes.net/outcomes

[3] CBD/COP/DEC/14/34

[5] CBD/COP/DEC/14/33  

[6] Ji bo zêdetir agahiyên derbarê nêrînan, li vê malperê binihêrin: https://www.cbd.int/post2020/submissions/

[7] Global Witness. (2017). At What Cost? Irresponsible Business and the Murder of Land and Environmental Defenders in 2017. https://www.globalwitness.org/en/campaigns/environmental-activists/defen...