Dîrok

Heinrich Boll Stiftung saziyek civakî ya sîwîl ya tevgera Keskan e. Weqfek federal e, ji 16 weqfên eyaletan pêk tê. Xebatên xwe li gor serxwebûnek zagonî, li ser hîma ramana eşkere dimeşîne. Armanca weqfê ya sereke ev e: Li nav û derveyî welat demokrasî û xebatên perwerdeya siyasî yên ku bi baweriya berpirsiyariya civakî, diyaloga navneteweyî armanc dike. Ekolojî, demokrasî, piştgirî û dijîtiya li hember zordariyê di hemû xebatên weqfê de nirxên sereke ne.

DÎROKA WEQFÊN NÊZÎKÎ PARTÎYA KESKAN
Partiya Keskan ya Almanyayê, berî 1983yan li eyaletan xwediyê weqfên ku nêzîkî partiyan tevdigeriyan bû. Ev weqif jî berî 1983yan hewl dan ku li seranserî welat weqfekê saz bikin. Jinên di nav tevgera jinan de cîh digirtin, hewl dan ku “Weqfa Jinan” (Frauenanstiftung) damezirînin. Karên destpêkê Konferansa Grûbên Serbixwe yên Aşitiyê (Bundeskonferenz Unabhängiger Friedensgruppen) û Kongreya Grûbên Çalakiya Siyaseta Pêşveçûnê ya Almanyayê (Bundeskongress entwicklungspolitischer Aktionsgruppen) dikirin.

Hewldana Damezirandina Heinrich Boll Stiftung (Initiative zur Gründung der Heinrich-Boll-Stiftung), bi alîkariya siyasetmedarên Partiya Keskan Lukas Beckmann û Christa Nickels dest pê kir. Ev hewldana ku li derveyî partiyê dihat pejirandin di 14 Îlon 1986an de li Kolnê nasnameyek saziyî stend. Di 26 Tîrmeh 1988an de bi navê Keskesor (Regenbogen) yekîtiyek weqfan hat damezirandin. Lê nûnerên weqfan yên eyaletan di demek hîn pêş, di 1 Tîrmeh 1988an de, li binê sîwana Federasyona Qelemzirîça Rengîn (Buntstift-Föderation) hatibûn cem hev. Di 15ê Tebaxê de Rêvebiriya Partiya Keskan ya Federal yekîtiya weqfên Keskesor (Regenbogen) wek weqfa siyasî nêzîkî xwe pejirand.

Xebatên ji bo weqfên ji hev cuda ne yekîtiyekê pêk bînin û wek Heinrich Boll Stiftung bibin saziyek, di sala 1996an de li civîna li Mainzê ya partiya federal dest pê kir. Wekheviya jin û mêran wek hewcedariyek giştî û vatiniyek civakî di destûrê de cîh girt. Ji bo gay û lezbiyenan helwestek erênî ya ku dijayetiya li hember wan şermezar dike hat pejirandin. Pirsgirêka koçberiyê wek babetek siyasetê ya sereke hat pejirandin. Pêşniyarên damezrandinê bi piraya dengan hat pejirandin. Navê weqfa federal ya nuh wek "Heinrich Boll Stiftung" hat pejirandin. Heinrich Boll Stiftung bi vî awayî hat damezirandin, di 1 Tîrmeh 1997an de li Hackesche Hofe ya dîrokî û li nav dilê Berlîna payîtext cîh distîne, li navenda xwe ya nuh dest bi xebatên xwe kir.
Buroya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, ji sala 1994an vir ve li Tirkiyeyê xebatên xwe didomîne. Li Tirkiyeyê komeleya me ji bo van karan hewl dide; demokrasî û parastina mafên mirovatî û ekaliyetan, ji bo guhertina av û hewayê stendina tevdîran, ji bo hilberîna enerjiyê divê ji dêvla ardûyên fosîl yên wek komir, gaza xwezayî û neftê yên tên nuh kirin wek roj, ba pirtir bên bi kar anîn; pêşketina gundewarî divê bi xwezayê re li hev be, pêşketina domdar, pêşxistina siyasetên herêmî û kûreyî. Komeleya me di van waran de alîkarî û teşwîka hemû hewldan û xebatan dike. Di van xebatên xwe de em bi Saziyên Civakî yên Sîwîl û mirovên zanyar re hevkariyê dikin.

Navenda Buroya Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, li Stebolê ye. Ev 15 sal e li gor prensîbên li jor tevdigere. Cudatiya di nav mirovan ya cinsî, etnîkî, olî û rengî red dike; ji bo sîstemek civakî ya demokratîk û li gor prensîbên zagonî hewl dide û alîkariya hewldanên bi vî awayî dike.

Qadên xebata Komeleya Heinrich Boll Stiftung:

  • Demokrasî.
  • Ekolojî. 
  • Siyasetên derve û ewlekariyê.

Nivîsgeha Tirkiyeyê, ji bo xurtkirina civaka sîwîl hewl dide, alîkariya pêşxistina diyaloga di nav derdorên siyasî û civakê dike, ji bo kûreyîbûyina bi dadmendî saz bibe hewl dide.

Li Derbarê Me

Nivîsgeha Tirkiyeyê, ji bo xurtkirina civaka sîwîl hewl dide, alîkariya pêşxistina diyaloga di nav derdorên siyasî û civakê dike, ji bo kûreyîbûyina bi dadmendî saz bibe hewl dide.

Çalakî

Di vê serdemê de tu çalakiyek tune ye.