Ji Bo Gelek 15 Salên Din Bi Hevre ...

Ji Bo Gelek 15 Salên Din Bi Hevre...

Image removed.

Niwêneriya Tirkiyê ya Komeleya Heînrîch Boll Stîftûngê, 15 salên xwe yê ku bi awayekî dagirtî borandî ye, bi çalakiyekî taybet pîroz dike

Niwêneriya Tirkiyê ya Komeleya Heînrîch Boll Stîftûngê, 15 sal e xebatên xwe li Tirkiyê jî didomîne. Peyvên ku em her car dibêjin carekî din jî bêjin: Sedema hebûna me, hebûna we ye. Ji ber vê yekê ye ku em dixwazin bi şîrik û dostên xwe yên ku 15 sal e bi hev re çalakiyan dardixin, bi wan re carekî din vegerin paşeroja xwe û wan salên xwe yên bi rûmet bi hevre pîrozbikin.

Em dixwazin bi çalakiyekî rojane ku di 23’ê Çileya Paşînê 2010’an de emê pêkbînin, li ser pêşveçûyîna civaka sîvîl û rê û olaxên siyasetê ya li Tirkiyê bi hevre biaxivin.

Ji bilî vê yekê em dixwazin di vê çalakiyê de hawîrdor, berdariya enerjiyê û pêşketina gundewarî, jin û niqaşên cinsî ya civakê û her weha li derbarê çalakiyên ji bo demokrasiyê û pêşketina civaka sîvîl ya 15 salên dûmlahiyê jî bi hevre binirxînin. Çi bû? Çi gûherî? Serfiraziyên me çi ne? Amanca me ya ji bo pêşerojê çi ne? Herî dawî jî em dixwazin çavekî jî bavêjin li pêywendiya huner û pêşveçûna civakî: Çi tesîra wêje, fîlm, wêne û muzîkê ya li ser civakê heye? Emê li pêy bersîva van pirsan jî bigerin.

Heke hûn jî di vê çalakiya me de bi me re bin, emê dilxweşbin.

Cîh: Cezayir Restaurant, Hayriye Cad. No:12 Galatasaray Beyoğlu İstanbul
Program: (PDF,40KB)

Ji bo agahî: +90-212-249 15 54, boell@boell-tr.org   www.boell-tr.org

Bi dilxweşî...