All Content

Alîkarîya demokrasîye – Hemû Nivîs

Li 1 - 16 ê Bitikînin 16

Li Tirkiyê Dînamîka Tevgera Queer

Protestoyên Geziyê bu sedem ku tevgera LGBTİ [1] ya li Tirkiyê lezeke nuh û domdar bi dest xîne. Lê dîroka vê tevgerê digîhêje heta destpêka sedsala borî.

By Zülfikar Çetin

Tevgera Jinên Kurd û Femînîzm

Gengeşiyên Femînîzmê ya Amargî, 31ê Adarê roja şemiyê bi gengeşiyên Tevgera Jinên Kurd û Femînîzmê ew ê bidome. Tevgera jinên kurd ku li Tirkiyê di nav tevgera jinan de xwe bi awayekî herî bi bandor û girîng daye xuyakirin, ji alî dîtînên femînîzmê ve û her weha pratîkên rêxistinbûna vê tevgerê ve were nirxandin. Di civînê de ji bo azadiya jinan çi dîtînên cûda hene, berê ew ê bi pêşkeşiya Denîz Şîmşek û Fîgen Arasê ve were nirxandin û dû re jî li ser vê babetê gengeşî werin pêkanîn.

Jinên Dîndar û Femînîzm

7ê Nîsanê 2012an ew ê “Jinên Dîndar û Femînîzm” were gengeşîkirin. Destpêka tevgera jinên Musulman, pêywendiya wê ya bi tevgera femînîst re, “nêzîkbûn” û “dûrbûna” femînîzma Îslamî, ezmonên rêxistinbûna li Tirkiyê, bi pêşkeşvaniya Feyza Akinerdemê ve were niqaşkirin.

Ekolojî û Femînîzm

Şeşemîn civîna Amargî Stenbolê ku bi alîkariya Komeleya Heînrîch Boll Stîftûngê ve têne çêkirin, wê bi mijara “Ekolojî û Femînîzm” bidome. Civîna “Ekolojî û Femînîzm”, ew ê 28ê Nîsanê, roja şemiyê bi beşdariya Kizilca Yurur û Mîne Selîn Sayanê ve were pêkanîn.

Dij-Mîlîtarîzm û Femînîzm

Gengeşiyên Amargiya Stenbolê ku bi alîkariya Komeleya Heînrîch Boll Stîftûngê tê domandin, 21ê Nîsanê roja şemiyê seet di 13.00an de bi babeta “Dij-Mîlîtarîzm û Femînîzm” were domandin.

Karkeriya Seksî

Heftemîn civîna Amargî Stenbolê ku bi alîkariya Komeleya Heînrîch Boll Stîftûngê ve têne çêkirin, wê bi mijara “Karkeriya Seksî” bidome. Civîna “Karkeriya Seksî”, ew ê 5ê Gulanê, roja şemiyê bi beşdariya Şevval Kiliçê ve were pêkanîn.

Gengeşiyên Femînîzmê 2012

Komeleya Hevkariya Jinan ya Amargî ji sala 2011an heta niha, gelek civîn û hevdîtîn pêkaniye. Di van hevdîtînan de ji derketina femînîzmê heta niha guherîna wî ya li tevayî cîhanê pêkhatiye, gengeşiyên li ser femînîzmê û ezmona wî ya li Tirkiyê bûye mijara gengeşiyê. Di vî warî de bi akademîsyen û aktîvîstên femînîst re ji bo berhemdariya nivîskî xebat hatine kirin û bi ezmonên van beşdarvanan re dîroka femînîzmê nû ve ji çav hatiye derbaskirin. Her weha ji bo sînora polîtîkayên femînîst were berfirehkirin gotin û rêbazên nû bi awayekî rêk û pêk hatiye gengeşîkirin.

Femînîzma Radîkal

24ê Adarê roja şemiyê, seet di 13.00an de li Kooperatîfa Jinan ya Amargî de Ayşe Duzkan û Handan Koç, ji şopa Valeri Solanas, Shulamîth Fîrestone, Andrea Dworkîn ve Chrîstîne Delphy bimeşin û ew ê li ser “Femînîzma Radîkal” biaxivin. Femînîzma radîkal li hember çi û çawa derket? Dîtinên cûda yên femînîzma radîkal çi ne û navbera wî û femînîzma sosyalîst de çi cûdahî hene? Femînîzma radîkal li Tirkiyê çawa hat pêşwazîkirin? Malbat, seks, evîn, berlêçûna cinsî, keda jin û hin tiştên di der haq van babetan de, ray û ramana femînîstan çi ne, ew ê bi riya van pirsan ve were gengeşîkirin.

Di Siyaseta Tirkiyê de Rola Artêşê

Di Siyaseta Tirkiyê de Rola Artêşê: Têkîliyên Leşker-Sîwîl, Sektora Ewlekariyê û Kontrola Sîwîl 21-22 / 11 / 2009, Stenbol Di kevneşopiya dewleta Tirkiyê de, artêş di rewşeke...

Konferansa Şer, Bîr û Cînsiyeta Civakî

Xebatên Cînsiyeta Civakî û Foruma Xebatên Jin ya Zanîngeha Sabanci, ew ê di 22-23ê Gulanê de Konferansa Şer, Bîr û Cînsiyeta Civakî çêbike. Amanca vê konferansê ew e ku şerên di...