Perspectives- ji Tirkîyê analîz û şîrove. Hejmara kovara me ya 6. bi dosyaya “Gazap Uzumlerî – li Tirkîyê guherîna çandinî û qada gundewarî” li hember we ye. Mijarên rojane yên sîyasî, sîyaseta derve, aborî, sîstema sîyasî, hawirdor, ekolojî, huner û çend mijarên din di hejmara 6. ya weşana me de cî digirin. Mijara dosyaya vê hejmara me, di bin sernivîsa ekolojî de reformên dewam dikin yên ji bo qada çandinî û pêşketina gundewarî dinirxîne. Di derbarê vê mijarê de nivîskarên wek Gokhan Gunaydin, Abdûllah Aysû û Sîbel Caşkurlu hene, li gel vê mijara me ya sereke, nivîsên di derbarê sîyaseta derve, demokrasî û çandê de jî hene. Li hêla din nivîsên li ser Berxwedana Gezî ya ku li hemû derdorên Tirkîyê belav bûye û çend mijarên ku ji bo Tirkîyê girîng in jî hene. Em hêvî dikin ku hun ê bi dilê xwe bixwînin…
Hun dikarin weşana me bi Tirkî û Îngilîzî bixwînin.
Weşana Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, Stenbol, Cotmeh 2007.Di vê pirtûkê de me xwest ku, em di derheq pêşketina gundewarî ya li YE û Tirkiyeyê we agahdar bikin. Hun dikarin ji malpera me ya înternetê vê pirtûkê sîparîş bikin