Yayınlar

Perspectives hejmara 9.

Perspectives – ji Tirkîyê analîz û şîrove. Hejmara kovara me ya 9. Derket. Di vê hejmarê de du heb dosya hene: Dosyaya me ya demokrasîyê ya ku rewş û stratejîyên aktorên sîyasî yên girîng yên berî hilbijartinên serokkomarîyê dinirxîne û dosyaya me ya cinsîyeta civakî û makroekonomî. Bi taybet dosyaya me ya duyem, wê ji lensa cinsîyeta civakî li civîna G20 ya ku wê di sala 2015an de di serokatîya Tirkîyê de dest pê bike binêre, em hêvî dikin ku ev dosyaya me wê ji bo vê yekê bibe xebateke destpêkê. Wek her tim, di derbarê ekolojî, sîyaseta derve û çandê de jî, nivîsarên me yên balkêş hene û em hêvî dikin ku wê bi dilê we bin. Hun dikarin weşana me bi Tirkî û Îngilîzî bixwînin.

Perspectives hejmara 8.

Perspectives - ji Tirkîyê analîz û şîrove. Hejmara weşana me ya 8. Derket. Ev hejmara me, bi nivîseke nirxandina li ser hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê dest pê dike. Mijara me ya dosyayê jî li ser sermîyan û sermîyandarên Tirkîyê ye. Di dosyaya me de, ji Cemeta Gulen heta sermîyandarên herêma Kurdîstanê, gelek bastûr û grûbên cuda yên aborîya Tirkîyê cî digirin. Li hêla din, di beşa me ya demokrasîyê de, di derbarê qedexeyên internetê de nivîsek heye, herwiha di derheqê ekolojî, sîyaseta derve, çand û dîmenên mirovî de jî nirxandinên ji hev balkêştir hene. Bi kêfxweşî bixwînin. Hun dikarin weşana me bi Tirkî û Îngilîzî bixwînin.

Perspectives hejmara 7.

Perspectives- ji Tirkîyê analîz û şîrove. Hejmara kovara me ya 7. bi dosyaya "Ber bi hilbijartinan ve Guherîna Bajarî û Rêvebirîyên Herêmî”, ji bo xwendevanên me amade ye. Di vê hejmara me ya ku nivîskarên ji hev hêjatir bi nivîsên xwe tev lê bûne de, hun ê li gel mijara dosyayê, nivîsên li ser demokrasîya li Tirkîyê, çand, ekolojî û sîyaseta derve jî bivînin. Em hêvî dikin ku hun ê bi dilê xwe bixwînin. Hun dikarin weşana me bi Tirkî û Îngilîzî bixwînin.

Perspectives #6.13

Perspectives- ji Tirkîyê analîz û şîrove. Hejmara kovara me ya 6. bi dosyaya “Gazap Uzumlerî – li Tirkîyê guherîna çandinî û qada gundewarî” li hember we ye. Mijarên rojane yên sîyasî, sîyaseta derve, aborî, sîstema sîyasî, hawirdor, ekolojî, huner û çend mijarên din di hejmara 6. ya weşana me de cî digirin. Mijara dosyaya vê hejmara me, di bin sernivîsa ekolojî de reformên dewam dikin yên ji bo qada çandinî û pêşketina gundewarî dinirxîne. Di derbarê vê mijarê de nivîskarên wek Gokhan Gunaydin, Abdûllah Aysû û Sîbel Caşkurlu hene, li gel vê mijara me ya sereke, nivîsên di derbarê sîyaseta derve, demokrasî û çandê de jî hene. Li hêla din  nivîsên li ser Berxwedana Gezî ya ku li hemû derdorên Tirkîyê belav bûye û çend mijarên ku ji bo Tirkîyê girîng in jî hene. Em hêvî dikin ku hun ê bi dilê xwe bixwînin… Hun dikarin weşana me bi Tirkî û Îngilîzî bixwînin.