Dr. Ulrîke Dufner
Rêvebirê Buroyê

Contact

Ji bo têkildariyê;
ulrike.dufner@tr.boell.org

Dr.Ulrike Dufner, ji sala 2004an vir ve li Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung dixebite. Di van beşan de pispor e: Têkiliyên navneteweyî, siyaseta derve, çareserkirina pirsgirêkan, Tirkiye û welatên Rojhilata Navîn.
Du salan li Wezareta Derve ya Almanyayê, li maseyên Tirkiye û Qafqasyaya Başûr xebitiye.
Ji sala 1996an heta 2002an jî, li Parlemena Almanya, di grûba meclîsa Yekîtî 90 / Kesk de, şêwirmendiya têkiliyên navneteweyî, çareseriya pirsgirêkan û Tirkiyeyê kiriye.
Dufner, li Almanyayê di tevgerên femînîst, aşitî û hawirdor de bi awayekî çalak cîh stendiye. Lêkolînên xwe li Misir û Tirkiyeyê domandiye. Di sala 1996an de di beşên Zanyariyên Siyasî, Tirkolojî û Dîrokên Nuh de xelata doktorayê bi dest xistiye.