Dr. Halil Can

Halil Can li Tirkiyeyê hate dinyayê, di dawîya salên 60î da wekî zarokekî tevî dê û bavê xwe yên bi statûya karkerên mêvan, ji gundekî li Anatolîya Rojhilat, koçî alîyê rojava yê Berlîn kir ku hingî Berlîn du parçe bû. Ji vî nifşî yek ji wan kesan e ku perwerdehîya zanîngehê wergirtiye. Li Zanîngeha Frei Universitätê û li Zanîngeha Enqereyê zanista siyasî xwend.  Paşê jî li Humboldt Universitäta li Berlînê di çarçoveya bernameya Etnolojîya Ewropayê da li ser mijara “Di domana koçberîya raser-neteweyî ya di navbera Tirkiye û Almanyayê da, li mekanên koçberîyê pêvajoya nasname-wergirtin, tecrûbeyên marjînalkirin û pratîkên xwexurtkirinê yên malbatên bi statûya karkerên mêvan” doktora xwend.  Wekî aktîvîstekî ku xebatên civaknavendî dike, ew bû yek ji danerên kovara bi navê “Kauderzanca” û tora xurtkirinê ya bi navê “MoveOnUp” ku di asta federal da xebatan dike. Ew niha jî bi awayekî azad-demî perwerdehîyên ji bo xurtkirina bikeran dide û di warê çareserîya nakokîyan da navberkarîyê dike û ji bilî van jî nivîskarîyê dike.  Li gel van tiştan li Zanîngeha Teknîk a Berlînê di projeya lêkolînê ya bi mijara di rêxistina polîsan a Berlînê da cudakarî û regezperestîyê de wekî lêkolîner dixebite.