Waşanên Me

Perspectives hejmara 9.

Perspectives – ji Tirkîyê analîz û şîrove. Hejmara kovara me ya 9. Derket. Di vê hejmarê de du heb dosya hene: Dosyaya me ya demokrasîyê ya ku rewş û stratejîyên aktorên sîyasî yên girîng yên berî hilbijartinên serokkomarîyê dinirxîne û dosyaya me ya cinsîyeta civakî û makroekonomî. Bi taybet dosyaya me ya duyem, wê ji lensa cinsîyeta civakî li civîna G20 ya ku wê di sala 2015an de di serokatîya Tirkîyê de dest pê bike binêre, em hêvî dikin ku ev dosyaya me wê ji bo vê yekê bibe xebateke destpêkê. Wek her tim, di derbarê ekolojî, sîyaseta derve û çandê de jî, nivîsarên me yên balkêş hene û em hêvî dikin ku wê bi dilê we bin. Hun dikarin weşana me bi Tirkî û Îngilîzî bixwînin.

DİSA Pirtûka "Kula Ziman" Hat Weşandin Kula Ziman: Kêşeya Bikarneanîna Zimanê Zikmakî di Perwerdeyê de û Serhatiyên Xwendekarên Kurd li Tirkiyeyê

Bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdeyê de mafekî mirovî ye. Gelek ji wan deqên ku çarçoweya huqûqa hevçerx diyar dikin, perwerdeya bi zimanê zikmakî wekî mafekî destnîşan dikin ji bo mirovan; herwiha dabînkirina vî mafî wekî berpirsyariyeke dewletê ya xizmetguzariya yeksan a li hemwelatiyan dibînin. Lewma, bar û berpirsiyariya dewletê ye ku hewl bide şert û tedbîrên ji bo îstifadekirina ji vî mafî teqez û cîbicî bike.  “Kula Ziman” hêvîdar e ku piştevan û hander be ji bo berdewambûn û kûrtirbûna nîqaşên ku îro derheqê bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdeyê de têne gerandin û, herwiha, li Tirkiyeyê –bikaranîna kurdî di perwedeyê de jî tê de - têgihiştineke pirzimanî bê pêşxistin di perwerdeyê de.

Perspectives hejmara 8.

Perspectives - ji Tirkîyê analîz û şîrove. Hejmara weşana me ya 8. Derket. Ev hejmara me, bi nivîseke nirxandina li ser hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê dest pê dike. Mijara me ya dosyayê jî li ser sermîyan û sermîyandarên Tirkîyê ye. Di dosyaya me de, ji Cemeta Gulen heta sermîyandarên herêma Kurdîstanê, gelek bastûr û grûbên cuda yên aborîya Tirkîyê cî digirin. Li hêla din, di beşa me ya demokrasîyê de, di derbarê qedexeyên internetê de nivîsek heye, herwiha di derheqê ekolojî, sîyaseta derve, çand û dîmenên mirovî de jî nirxandinên ji hev balkêştir hene. Bi kêfxweşî bixwînin. Hun dikarin weşana me bi Tirkî û Îngilîzî bixwînin.

Perspectives hejmara 7.

Perspectives- ji Tirkîyê analîz û şîrove. Hejmara kovara me ya 7. bi dosyaya "Ber bi hilbijartinan ve Guherîna Bajarî û Rêvebirîyên Herêmî”, ji bo xwendevanên me amade ye. Di vê hejmara me ya ku nivîskarên ji hev hêjatir bi nivîsên xwe tev lê bûne de, hun ê li gel mijara dosyayê, nivîsên li ser demokrasîya li Tirkîyê, çand, ekolojî û sîyaseta derve jî bivînin. Em hêvî dikin ku hun ê bi dilê xwe bixwînin. Hun dikarin weşana me bi Tirkî û Îngilîzî bixwînin.

Perspectives #6.13

Perspectives- ji Tirkîyê analîz û şîrove. Hejmara kovara me ya 6. bi dosyaya “Gazap Uzumlerî – li Tirkîyê guherîna çandinî û qada gundewarî” li hember we ye. Mijarên rojane yên sîyasî, sîyaseta derve, aborî, sîstema sîyasî, hawirdor, ekolojî, huner û çend mijarên din di hejmara 6. ya weşana me de cî digirin. Mijara dosyaya vê hejmara me, di bin sernivîsa ekolojî de reformên dewam dikin yên ji bo qada çandinî û pêşketina gundewarî dinirxîne. Di derbarê vê mijarê de nivîskarên wek Gokhan Gunaydin, Abdûllah Aysû û Sîbel Caşkurlu hene, li gel vê mijara me ya sereke, nivîsên di derbarê sîyaseta derve, demokrasî û çandê de jî hene. Li hêla din  nivîsên li ser Berxwedana Gezî ya ku li hemû derdorên Tirkîyê belav bûye û çend mijarên ku ji bo Tirkîyê girîng in jî hene. Em hêvî dikin ku hun ê bi dilê xwe bixwînin… Hun dikarin weşana me bi Tirkî û Îngilîzî bixwînin.

Perspectives #5.13

Perpectıves –Ji Tirkîyê analîz û şîrove. Hejmara 5. ya kovara me derket. Di hejmara me ya dawîn de mijara qapaxê ya taybet “Parka Gezî” ye, mijara me ya dosyayê jî “Mezinbûn û Encamên wê” ye. Di vê hejmara me ya nuh de, li gel mijara me ya dosyayê, em protestoyên bi hilweşandina Parka Gezî dest pê kirin û di seranserê mehekê de dewam kirin dinirxînin. Mijara me ya dosyayê ya ku me berî destpêka protestoyan hilbijartibû jî, bi mijara me ya qapaxê re bi awayekî xweş li hev hatiye. Em wisa difikirin ku, pirsgirêkeke ku bûye sedemê van protestoyan jî “fetîşîzma mezinbûyinê” ye. Ji ber vê yekê, nivîsên li ser “mûcîze”ya mezinbûna aborî ya ku me wek dosyayeke fireh amade kiriye, pêşketin, enerjî, sîyasetên malbatî û hewldanên mezinbûna jeopolîtîk wê ji bo fahmkirina rojeva sîyasî ya germ bibin alîkar. Nivîsên nivîskarên wek Denîz Ozgur, Cengîz Çandar, Hayrî Kozanoglu, Ayşe Çavdar û Fîkret Îlkîz hun ê di vê hejmara me de bibînin û wek her dem nivîsarên me yên li ser çand û sîyaseta derve jî hene. Em hêvî dikin ku hun ê bi dilê xwe Perspectivesê bixwînin, rexne û pêşnîyarên xwe ji me re bişînin… Hun dikarin weşana me bi Tirkî û Îngilîzî bixwînin.

Perspectives #4.13

Perspectives- Ji Tirkîyê analîz û şîrove. Hejmara 4. ya kovara me derket. Ev hejmara me bi dosyaya “Li Tirkîyê Tevgera Hawirdor” ji bo we xwendevanên delal amade ye. Gelek nivîskarên hêja bi nivîsên xwe tev li kovara me bûne, di vê hejmarê de, hun ê li gel mijara dosyayê, nivîsên li ser li Tirkîyê demokrasî, çand, ekolojî û sîyaseta derve jî bibînin. Me di vê hejmara xwe de guherînek çêkir û di beşa portreyê de, cî da hevpeyvînekê. Em hêvî dikin ku hun ê bi dilê xwe Perspectivesê bixwînin. Hun dikarin weşana me bi Tirkî û Îngilîzî bixwînin.

Perspectives #3.13

Perspectives – Ji Tirkîyê analîz û şîrove, ji sê mehan carekê bi awayekî tekûz derdikeve. Em hejmara xwe ya sêyem bi kêfxweşî pêşkêşî xwendevanên xwe dikin. Di vê hejmara me de ev mijar hene: Mijarên sîyasî yên rojane, sîyaseta derve, li gel aborîyê sîstema sîyasî, hawirdor, ekolojî, huner û gelek mijarên din. Di vê hejmara me ya sêyem de mijara me ya dosyayê, di bin beşa demokrasî de sernivîsa “Pirsgirêka Tirk” e. Li ser vê mijarê nivîsên van nivîskaran hene: Ahmet Însel, Dogû Ergîl, Evren Balta Paker, Încî Ozkan Kerestecî. Ji bo mijarên derveyî dosyayê jî, wek her tim li ser ekolojî, demokrasî û çandê hin nivîsên ku ji bo Tirkîyê girîng in cî digirin. Em hêvî dikin ku hun ê bi dilê xwe vê hejmara me jî bixwînin… Hun dikarin weşana me bi Tirkî û Îngilîzî bixwînin.