Waşanên Me

Perspectives #2.12

Perspectives – Ji Tirkîyê analîz û şîrove, ji sê mehan carekê bi awayekî tekûz derdikeve. Em hejmara xwe ya duyem bi kêfxweşî pêşkêşî xwendevanên xwe dikin. Di vê hejmara me de ev mijar hene: Mijarên sîyasî yên rojane, sîyaseta derve, li gel aborîyê sîstema sîyasî, hawirdor, ekolojî, huner û gelek mijarên din. Di weşana me ya duyem de mijara dosyayê di beşa sîyaseta derve de “Rojhilata Navîn û Tirkîye” ye. Ji bo vê mijarê, Solî Ozel, Bayram Balci, Sedat Aybar, Şah Îsmaîl Bedîrhanoglû, Sezgîn Tanrikûlû ji me re nivîsîn. Nîdal Ozdemîrê ku li Hatayê dijî jî bi çavdêrîyên xwe yên sererast tev li vê mijarê bû. Li derveyî mijara dosyayê, wek her tim li ser ekolojî, demokrasî û çandê nivîsên ku ji bo Tirkîyê me girîng dîtin hene. Nirxandina dadmendî ya Fîkret Îlkîz ya di derbarê doznameya KCKê de, nivîsa Bulent Şik ya li ser li Tirkîyê bikaranîna pestîsît hin ji van nivîsan in. Em hêvî dikin ku hun ê bi dilê xwe vê hejmara me jî bixwînin… Hun dikarin weşana me bi Tirkî û Îngilîzî bixwînin.

Perspectives #1.12

Perspectives – Ji Tirkîyê analîz û şîrove, bi hejmara xwe ya yekemîn derket. Di vê hejmara destpêkê de mijara dosyayê “Dewleta Kûr” e, li gel vê mijarê li ser sîyaseta derve, çand, ekolojî û demokrasî jî nivîsarên ji Tirkîyê hene. Em hêvî dikin ku hun ê bi kêfxweşî bixwînin… Hun dikarin weşana me bi Tirkî û Îngilîzî bixwînin.

Leşker-Siyaset

Di vê pirtukê de pêşkeşî û gengeşiyên ku Komeleya Heînrîch Boll Stîftung di 20-21ê Çiriya Paşînê 2009an de li Stenbolê bi navê “Di Siyaseta Tirkiyê de Rola Artêşê: Têkîliyên Leşker-Sîwîl, Sektora Ewlekariyê û Kontrola Sîwîl” çêkiribû cîh digrin. Hûn pirtûkê dikarin ji rupela me ya webê bidestxin. Her weha hûn dikarin şiklê PDFê jî ji vê de rê daxînin.

Li Tirkiyeyê Kurd

Di pêvajoya aşitiyê de hewcedariyên sereke.Di vê pirtûkê de, axaftin û niqaşên di konferansa li Diyarbekirê ya di sala 2007an de, bi navê “Li Tirkiyeyê Kurd: Ji bo Aşitiyê Hewcedariyên Sereke” hatine weşandin

Pirtûka Destan ya ji bo Pêşketina Gundewarî

Weşana Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, Stenbol, Cotmeh 2007.Di vê pirtûkê de me xwest ku, em di derheq pêşketina gundewarî ya li YE û Tirkiyeyê we agahdar bikin. Hun dikarin ji malpera me ya înternetê vê pirtûkê sîparîş bikin

Li Tirkiyeyê bi paşerojê re hesab dîtin: Ziman û metod

Ev nivîs ji civîna ku Komeleya Heinrich Boll Stiftung, di 5 û 6ê Nîsana 2008an de li Stenbolê bi navê “Li Tirkiyeyê bi paşerojê re hesab dîtin: Ziman û metod” û ji civîna di 17-18yê meha yanzdem ya 2007an de li Mêrdînê bi navê “di fotograf de jin jî heye!” hatiye berhev kirin

Li Tirkiyeyê Niqaşên Cinsî yên Civakî

Ev konferans ji teref Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung û Baroya Diyarbekirê bi hevkarî hat li dar xistin. Li vir, ji bo çareseriyek sîwîl ya pirsgirêka Kurd ramanên nuh tên pêşniyar kirin 

Gava pirsgirêka Ermenan tê niqaş kirin

Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, di Adara 2006an de bi navê “Gava pirsgirêka Ermenan tê niqaş kirin” pirtûkek weşand. Hun dikarin vê pirtûkê ji malpera me sîparîş bikin