Karkeriya Seksî Heftemîn civîna Amargî Stenbolê ku bi alîkariya Komeleya Heînrîch Boll Stîftûngê ve têne çêkirin, wê bi mijara “Karkeriya Seksî” bidome. Civîna “Karkeriya Seksî”, ew ê 5ê Gulanê, roja şemiyê bi beşdariya Şevval Kiliçê ve were pêkanîn.
Ekolojî û Femînîzm Şeşemîn civîna Amargî Stenbolê ku bi alîkariya Komeleya Heînrîch Boll Stîftûngê ve têne çêkirin, wê bi mijara “Ekolojî û Femînîzm” bidome. Civîna “Ekolojî û Femînîzm”, ew ê 28ê Nîsanê, roja şemiyê bi beşdariya Kizilca Yurur û Mîne Selîn Sayanê ve were pêkanîn.
Dij-Mîlîtarîzm û Femînîzm Gengeşiyên Amargiya Stenbolê ku bi alîkariya Komeleya Heînrîch Boll Stîftûngê tê domandin, 21ê Nîsanê roja şemiyê seet di 13.00an de bi babeta “Dij-Mîlîtarîzm û Femînîzm” were domandin.
Potansiyelên Polîtîk ya Anarko-Femînîzm Gengeşiyên femînîzmê bi alîkariya Komeleya Heînrîch Boll Stîftungê ve bi mijara Potansiyelên Polîtîk ya Anarko-Femînîzmê ve didome.
Jinên Dîndar û Femînîzm 7ê Nîsanê 2012an ew ê “Jinên Dîndar û Femînîzm” were gengeşîkirin. Destpêka tevgera jinên Musulman, pêywendiya wê ya bi tevgera femînîst re, “nêzîkbûn” û “dûrbûna” femînîzma Îslamî, ezmonên rêxistinbûna li Tirkiyê, bi pêşkeşvaniya Feyza Akinerdemê ve were niqaşkirin.
Tevgera Jinên Kurd û Femînîzm Gengeşiyên Femînîzmê ya Amargî, 31ê Adarê roja şemiyê bi gengeşiyên Tevgera Jinên Kurd û Femînîzmê ew ê bidome. Tevgera jinên kurd ku li Tirkiyê di nav tevgera jinan de xwe bi awayekî herî bi bandor û girîng daye xuyakirin, ji alî dîtînên femînîzmê ve û her weha pratîkên rêxistinbûna vê tevgerê ve were nirxandin. Di civînê de ji bo azadiya jinan çi dîtînên cûda hene, berê ew ê bi pêşkeşiya Denîz Şîmşek û Fîgen Arasê ve were nirxandin û dû re jî li ser vê babetê gengeşî werin pêkanîn.
Femînîzma Radîkal 24ê Adarê roja şemiyê, seet di 13.00an de li Kooperatîfa Jinan ya Amargî de Ayşe Duzkan û Handan Koç, ji şopa Valeri Solanas, Shulamîth Fîrestone, Andrea Dworkîn ve Chrîstîne Delphy bimeşin û ew ê li ser “Femînîzma Radîkal” biaxivin. Femînîzma radîkal li hember çi û çawa derket? Dîtinên cûda yên femînîzma radîkal çi ne û navbera wî û femînîzma sosyalîst de çi cûdahî hene? Femînîzma radîkal li Tirkiyê çawa hat pêşwazîkirin? Malbat, seks, evîn, berlêçûna cinsî, keda jin û hin tiştên di der haq van babetan de, ray û ramana femînîstan çi ne, ew ê bi riya van pirsan ve were gengeşîkirin.
Gengeşiyên Femînîzmê 2012 Komeleya Hevkariya Jinan ya Amargî ji sala 2011an heta niha, gelek civîn û hevdîtîn pêkaniye. Di van hevdîtînan de ji derketina femînîzmê heta niha guherîna wî ya li tevayî cîhanê pêkhatiye, gengeşiyên li ser femînîzmê û ezmona wî ya li Tirkiyê bûye mijara gengeşiyê. Di vî warî de bi akademîsyen û aktîvîstên femînîst re ji bo berhemdariya nivîskî xebat hatine kirin û bi ezmonên van beşdarvanan re dîroka femînîzmê nû ve ji çav hatiye derbaskirin. Her weha ji bo sînora polîtîkayên femînîst were berfirehkirin gotin û rêbazên nû bi awayekî rêk û pêk hatiye gengeşîkirin.
50 Saliya Darbeya 27ê Gulanê û Bandora wê ya Li Ser Siyaseta Tirkiyê 50 Saliya Darbeya 27ê Gulanê û Bandora wê ya Li Ser Siyaseta Tirkiyê Stenbol, 21-22ê Gulanê 2010an Salona Çamlicayê ya Navenda Kongreyê ya Stenbolê Harbiye-Stenbol Ew darbeya ku 27ê...
Pirsa kurdî pirsekî demokrasî û edlahiyê ye Sezgîn Tanrikulu Di Kovara Guncel Huqûqê Jimara Çiriya Pêşîn 2009/10-70’an de û di Rojnama Radîkalê, 19-22 Çiriya Pêşîn 2009’an de hatiye weşandin....