Li Buroya Komeleya Heinrich Böll Stiftung ya Tirkîyê Derfeta Stajê

Hek ji bo stajê berendamên maqûl hebin û daxwazê ji me bikin, em ê wek Buroya Komeleya Heinrich Böll Stiftung ya Tirkîyeyê kêfxweş bibin.

Di pêvajoya stajê de, hun dikarin di derbarê xebatên komeleyê yên sîyasî de agahdar bibin, tev li xebatên lêkolîn û analîzan bibin, di her sê qadên xebatê yên komeleyê de (ekoloji, demokrasi û têkilîyên derve) û xebatên hevpar yên ji bo dîyaloga Almanya-Tirkîyeyê piştgirîya me bikin.

Wexta serlêdanê ya dawîn û dema stajê:

Dema stajê herî kêm sê meh û herî zede şeş meh e. Her çiqas ji bo serlêdanê wexteke dawîn tunebe jî, ji ber ku gelek serlêdan çêdibin hun çiqas zû serlêdanê bikin wê baştir be. Hilbijartina stajyeran berî ku dema stajê dest pê bike bi şeş mehan dest pê dike.

Pêdivîyên serlêdanê:

Kesên ku dixwazin serlêdana stajê pêk bînin divê dokumentên li jêr, bi postaya elektronîk ji navnîşana info@tr.boell.org re bişînin û li beşa mijarê jî wisa binivîsin: “Serlêdana Stajê+nav”

Dokument:

  • Kurtejîyaneke (CV) ku du rûpelan derbas neke.
  • Bi qasî ku rûpelekê derbas neke xwe bidin naskirin.  Hun ji bo çi dixwazin li Komeleya Heinrich Böll Stiftung stajê bikin û li komeleya me hun dixwazin çi hîn bibin? Ji bo bersîvên van pirsan nivîseke kurt binivîsin.
  • Projeyeke ku ya we ye pêşnîyar bikin (dibe ku hun bixwazin vê projeyê di dema xebata we ya di Komeleya Heinrich Böll Stiftung de pêk bînin, ev proje dikare lêkolînek, xebateke analîzî an kurtefîlmek û hwd be). Li ser projeya xwe hun dikarin nivîseke ku bersîva pirsen li jêr bide binivîsin, divê nivîsa we rûpelek be: Armanca projeyê çi ye? Di dawîya projeyê de çi encam ê (gotar, fîlm û hwd) derkevin holê? Ji bo demê planeke we heye? Hun ê kîjan çavkanîyan bi kar bînin û hun ê bi kê re bixebitin?

Lê miqate bin ku posteya elektronîk (e-mail) û dokumentên ku hun dişinin ne pir mezin bin û hemû dokumentên we bi formata .pdf hatibin amadekirin.

Piştî ku serlêdana we bigîhêje ber destê me heta hefteyekê em ê we agahdar bikin.

Kî dikarin serlêdanê bikin?

Bernameya stajê ji bo kesên ku di bernameyên şaxên sereke de li ser mijarên navneteweyî di asta lisans û lisansa bilind de perwedreyê dikin derbas dibe. Beşa ku hun perwerdeya wê dibinin ne ewqas muhîm e, ya muhîm ew e ku mijarên xebata we û yên Komeleya Heinrich Böll Stiftung wek hev bin, ango bi hev re têkildar bin, bi Tirkîye û/an herêmê re têkildar bin. Hek hun karibin vê yekê bi dokumentan bi cî bikin baştir dibe. Ji bo me xebata ji dil her tim pir bi rûmet e û ji bo pejirandina stajê sedemeke muhîm e. Zanîna Tirkî muhîm e, zanîna Almanî û Îngilîzî ya pir baş hewce dike. Xwendekarên ku wê serlêdanê bikin divê di wexta stajê de qeyda wan li zanîngehekê hebe. Pejirandina xwendekarên ku qeyda wan li zanîngehên Tirkîyeyê hene, ji ber dada civakî ya Tirkîyeyê mixabin ne mumkun e. Di rewşên awarte yên ku sedemên wan ên maqûl hene de, serlêdana bernameya stajê ya kesên ku zanîngeh xelas kirine jî tê qebûlkirin, lê divê ji şeş mehan zêdetir wext di ser xelaskirina wan a zanîngehê re derbas nebûbe.

Em çi pêşkêş dikin?

Komeleya Heinrich Böll Stiftung, rê li ber we vedike ku hun karibin hemû qadên xebatê yên weqfeke sîyasî nas bikin, hun ê derfetê bibînin ku di derbarê civaka sîwîl ya Tirkîyeyê û cihana sîyasetê de agahdar bibin. Xebatkarên me bi zanînên xwe yên pisporî û têkilîyên xwe yên muhîm ji bo ku alîkarîyê we bikin û hun karibin projeya xwe bi dawî bînin amade ne. Stajyer gava ku dest bi stajê dikin peymaneke perwerdeyî îmze dikin, di navîn û dawîya dema stajê de li ser projeya xwe bi awayekî berfireh agahdar dike. Û -hek bê xwestin- ew ê di mijara hevkarîya navneteweyî/têkilîyên derve de ji bo derfetên karîyerê piştgirîyê bi dest xînin.

Ji bo sala 2015an noteke muhîm:

Ji ber ku rêvebirîya komeleyê hatiye guhertin, staja yekemin ê di Çileyê Paşîn an Sibata 2016an de dest pê bike.

Hilbijartina ji bo stajê wê di dawîyê meha Çileyê Pêşîn ya 2015an de pêk bê.

Divê serlêdan di nabêna Hezîrana 2015an û 20 Çirîya Paşîn 2015an de pêk bên.