Xelata Anne-Klein ya Jinan, di 2015an de Nebahat Akkoçê sitend

Teaser Image Caption
Barbara Unmüßig.

Dostên Anne Klein yên hêja,

Nebahat Akkoça delal,

Sibel Kekilliya delal,

Mêvanên hêja,

Anne Klein û Nebahat Akkoç qet li hev rast nehatin. Lê hek wan hev naskiribûyan, em qet şik jê nakin ku wan ê pir baş li hev bikirina. Tiştekî din yê em baş jê bawer in heye ku, Anna Klein ê pir pê serbilind bibûya ku, xelata jinan ya çeremîn ku li ser navê wê tê dayin Nebahat Akkoçê sitendiye.

Ya ku wan digîhêjîne hev, ne tenê ew e ku her duyan jî berî demeke kurt rojbûna xwe pîroz kirine –Anne bûye 65 salî û Nebahat jî 60 salî. Na, ya ku wan digîhêjîne hev ev e ku, her du jî di jîyana rojane û di rewşên şer de, li dij neheqî û şideta li ser jinan derketine.

Peyama “Femînîzm Herêma Kurdan Fetih Dike”, nûçeyeke pir xweş bû, lewra her tim nûçeyên xerab ji wê herêmê dihatin, herêm ji hêla sîyasî û eskerî ve di rewşeke dijwar de bû û Nebahat jî ji wê herêmê ye. Şideta ku li ser navê nasnameya etnîkî, netew, dîn û cinsîyetê tê bikaranîn, di nav serpêhatîyên Nebahat Akkoçê yên jîyanê de cî digire.

Ez dixwazim li vir bînim ziman ku, Xelata Anna-Klein îsal çiqas guherînên girîng bi xwe re derxistiye holê. Hek em bînin bîra xwe: Imelda Maruffo Nava, di sala borî de ev xelat sitendibû, ew ji Ciudad Juarezê ye ku li sînorên Dewletên Yekgirtî yên Amerîka û Meksîka dimîne. Ev xelata ku sitend, bû sedem ku, Imelda Maruffo li Meksîkayê li dij bêcezabûnê piştgirîya raya giştî bi awayekî girseyî bi dest xîne. Hemû sazîyên çapemenîyê li welêt di derbarê mijarê de nûçe amade kirin. Tew di ser de jî, Imelda Maruffo di payîza borî de Xelata Mafên Mirovan ya Şaredarîya Meksîko jî bi dest xist. Ev pêşketin bû sedem ku li Meksîkayê Imelda û jinên hevalbendên wê hîn xurt bibin û bêcezabûna kesên ku sûcê şidetê kirine neyê pejirandin.

Nebahat Akkoç ji Amedê ye; ev bajar û herêma ku tê de ye, bi dehan sal e ku ji ber şer û şidetê bêzar bûne. Artêşa Osmanî, sed sal berê bi hevkarîya Împaratorîya Alman, nifûsa Ermen ya li vê herêmê ji holê rakir. Di van 30 salên dawîn de, tu maleke Kurd tuneye ku ji van bûyeran bêzar nebûye. Anuha jî bi sed hezaran Iraqî û Sûrîyeyî, ji ber zulma rejîma Esed û Dewleta Îslamî direvin û tên li vê herêmê disitirin.

Li her dever û herêmên Tirkîyê şideta li hember jinan tê bikaranîn heye. Li gor rêxistinên mafên jinan, şideta li hember jinan li gor salên borî kêmtir nebûye, berevajîyê wê pirtir bûye. Însan li seranserê Tirkîyê li dij vê şidetê pêşandanan li dar dixin. Ozgecan Aslana ku xwendekara derûnîyê bû, di 11ê Sibata 2015an de, piştî hewldaneke tecawuzê hatibû kuştin, ev jî bûbû sedem ku reaksîyoneke tund li seranserê Tirkîyê derkeve holê. Ozgecan gava ku vedigerîya mala xwe di dolmîşê de hatibû kuştin. Qedera keçika ciwan ya xerab ew bû ku, di dolmîşê de bi tena serê xwe bimîne.

Rêxistinên mafên jinan texmîn dikin ku, di rojekê de herî kêm du jin bi şidetê re rûbirû dimînin. Pêşandanên protestoya kuştina Ozgecanê, li seranserê welêt belav bûn û rewşeke protestokirina hikûmetê jî girtin. Hikûmeta Tirkîyê, bi awayekî ne rasterast, jinan ji van bûyerên şidetê berpirsîyar dibîne: Hek kincên qut li xwe bikin û bi awayekî ne li rê bikenin, ew ê bibin sedem ku ev bûyerên şidetê bên serê wan. Ev qalib li her deverê dinyayê tê dîtin- li vir jî rewş wisa ye.

Rêxistinên femînîst yên bi şideta li hember jinan re şer dikin, pirî caran bi êrîş û helwestên neyarî rûbirû dimînin. Ev rêxistin dikevin rewşeke wisa dualî ku bêçare dimînin. Jixwe Nebahat Akkoç jî, di pirtûka xwe ya bi navê “di OHALê de Femînîzm” ya di sala 2012an de hat weşandin de, di gelek hevpeyvîn û dokumentan de vê yekê tîne ziman.

Nebahat, her roj piştgirîya keç û jinên bi şidetê re rûbirû mane dike. Bi hevalên xwe yên ku pev re dixebitin re, 20 sal berê li herêmên ku Kurd lê dijîn, KAMER ava kirin, li dij şideta li hember jinan ev navenda yekemîn e.

Di vê nabênê de divê em bibêjin ku, gavên KAMERê yên destpêkê bi damezirandina Ofîsa Heinrich Böll ya Turkîyê re ji nêzîk ve têkildar e. Di wê demê de, gava ku me ofîsa xwe li Stenbolê vekir û me Nebahat nas kir, me dît ku ev jin di dema pirsgirêka Kurdan ya herî dijwar de, şideta li hember jinan tînin rojevê û em bûbûn heyranê cesaretê van jinan.

Em îro li Tirkîyê him piştgirîya pêvajoya aştîyê dikin û him jî alîkarîya jinên ku li vê pêvajoyê xwedî derdikevin dikin. Li gel KAMERê, em piştgirîya rêxistinê mafên jinan yên wek Mor Çati ku li herêmên Tirkîyê yên Kurd dixebitin jî dikin, em her tim bi wan re ne û alîkarîya wan dikin. Him piştgirîya çalakîyên li dij şideta li hember jinan dikin û him jî piştgirîya xebatên ji bo mafên LGBTİ dikin.

Anne Klein, xwest ku piştî mirina xwe jî, cesaretê bide jinan. Ev xelat, piştgirîya hewldanên ji bo dinyayeke ku cûdakarî û şidet lê tuneye dike.

Xelata Anne Klein ya Jinan ku Nebahat Akkoçê sitendiye, armanc dike ku li Tirkîyê ji bo mafên jinan û zewaca mecbûrî bibe peyamek. Em ne tenê ji bo îro bi wê re di hevkarîyekê de ne. Ofîsa me ya Stenbolê, di rojên li pêşîya me de jî wê li cem Nebahat Akkoçê cî bigire û heta ku ji me bê em ê piştgirîya doza wê bikin.

Nebahata delal, jurî û em hemû kesên ku li vir in, ji bo ku di sala 2015an de tu bûye xwedîyê vê xelatê, em gelekî dilşad in.

Ji ber ku axaftivana me ya ku ew ê axaftina pesnê bike jî di nav me de ye, em pir kêfxweş in. Em wê ji fîlmên wê yên wek bi navê ‘Li Dij Dîwêr’ nas dikin, du caran di qategorîya lîstikvana herî baş de, Xelata Sînemaya Alman sitend. Li Tirkîyê di festîwala fîlman ya herî girîng Pirtûqala Zêrîn de xelata lîstikvana herî baş bi dest xist. Ew îro ji bo ku, xwedîya xelatê bangî ser dikê bike di nav me de ye. Tu bi xêr û xweşî hat Sibel Kekilli!

Gelek spas.