Axaftina pesnê ya ji bo Nebahat Akkoç – Sibel Kekili

Teaser Image Caption
Sibel Kekili

Gelî jin û mêrên rêzdar!

Mêvanên hêja,

Nebahat Akkoça delal!

Wehkevîya mafan, azadîya ray û ramanan, perwerde.

Keçika Kurd ya piçûk di sala 1955an de, li Kanîreşa ku navçeyeke herêma Enetolîya Rojhilat e hatiye dinyayê, di nav heyşt xwişk û birayan de ya sêyemîn e û qet haya wê ji van têgînan tunebû. Zaroktîya wê bi malbatê re derbas bû, çû dibistanê û paşê bû mamoste. Zewicî û du zarokên wê çêbûn. Keçika piçûk ya piştî gelek salên borî ji gund hat, di sîyasetê de çalak bû û bû jineke ciwan ya meraqdar. Di nav TOB-DERa çepgir de û bi hevalên xwe yên ku wek hev difikirîn re, xwe di qadeke azad de his dikir. Ev hemû berî derbeya eskerî ya 1980yî bûn. Heta wê demê jîyana wê, dinyaya wê di nav sîstemeke dîyar de bû.

Lê ev dinyaya bê qeda û bela, bi derbeyê re serobino bû. Bi awayekî bêhejmar komele û sazî hatin qedexekirin, qefleyekî mezin yê mêrê wê jî di nav de, kesên ku cuda difikirîn bi pêleke girtinê ya mezin re avêtin hefs û zîndanan. Ev ji bo wê serdemeke nuh bû. Nebahat Akkoçê ji wê rojê ve li hember hemû neyarên eşkere an dizî dest bi têkoşînê kir. Ji şer re amade bû. Ne tenê ji bo mêrê xwe, herwiha ji bo azadîya kesên din jî.

Nifteya azadîyê li gora wê perwerde û ronakbîrî bû. Di serlêdanên hefsê de alîkarîya jinên ku nexwenede bûn kir. Di nav van jinan de, jinên Kurd yên qet bi Tirkî nizanîbûn, nikarîbûn bi Tirkî bipeyivin jî hebûn. Di axaftinên xwe yên bi van jinan re de dît ku, ev jin ne tenê bi şideta sîyasî re beramber in, herwiha di nav malbatê de jî bi şidetê re rûbirû dimînin. Ji vê rewşê tenê encamek derdiket: Wek Seroka Şaxê ya Sendîqaya Kedkarên Zanyarî û Perwerdeyê dest bi tevgerê kir.

Ji ber şer û pevçûnan, heta sala 1993yan, bi awayekî rêk û pêk nikarîbû çalakîyên perwerdeyê bimeşanda, her kes ji van hewldanên wê ne razî bûn. Gelek mamoste li pê hev dihatin kuştin û qatilên wan dîyar nedibûn, her tim veşartî diman. Nebahat Akkoçê bi daxûyanîyên çapemenî ev kuştin bi awayekî tund rexne dikir. Ji ber vê yekê, ne tenê di nav sendîqayê de, ji hêla emnîyetê jî hat lêpirsîn.

Sala 1993yan wê ji bo jîyana Akkoçê bibûya serdemeke nuh. Mêrê wê gava ji dibistanê vedigerîya malê hat kuştin. Akkoçê ji bo ku hemû jîyana xwe têxe oxira mafên mirovatîyê dev ji karê xwe yê mamostetîyê berda, di hin partî û komeleyan de dest bi kar kir. Di sala 1994an de di seranserê 12 rojan de girtî ma û îşkence dît. Di wê demê de fahm kir ku, divê êdî bi hemû hêza xwe ji bo mafên jinan şer bike. Di nabêna salên 1994 û 1997an de 15 caran hat girtin û di her carê de zor û zulmeke mezin lê hat kirin.

Ji ber ku rê li ber ray û ramanên wê dihat girtin, ew diavêtin hefsê, îşkence lê dikirin û qatilên mêrê wê nedihatin dîyarkirin, serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa xist. Ev doza ku, di qada navnetewî de wek ‘Doza Akkoçê’ dihat zanîn, li dij Tirkîyê doza yekemîn bû û ji ber vê yekê jî, bi awayekî serkevtî bi dawî hat.

Akkoçê, di sala 1996an de di odeyeke mala xwe de KAMER ava kir. Û ev rêxistina mafên jinan, ji sala 2005an vir ve, xebatên xwe wek weqif didomîne. Li herêmên Enetolîya Rojhilat û Başûrê Rojhilat 23 şaxên KAMERê hene û jin li hemû şaxan ji bo mafên mirovahîyê biparêzin hewl didin, jê sûdê werdigirin. KAMER, ji sala 2005an vir ve bernameya bi navê ‘Ji bo her jinekê firsendek’ dimeşîne; ev bernameya navborî, firsendekê dide jinan ku, li gund, navçe û bajaran ji şideta di nav malbatê de dûr bimînin, ji kar û barên xwe yên kevneşopî rizgar bibin û jîyana xwe bi awayekî baştir bidomînin.

Gelek tişt hene ku ji bo me karên rojane ne, lê vê însanê ev kar ji bo xwe kiriye armanca jîyanê, hun çawa dikarin keseke wisa serbilind bikin? Dev ji jîyana xwe ya qaşo bi ewlekarî berdaye û li dij şideta li hember jinan dest bi têkoşînê kiriye; ji bo vê yekê cesaret, hêz û desthilatî lazim in. Bi taybetî jî, li welatekî wek vir ku dewlet ji bo hewldaneke wisa tavilê mirov dike neyar. Di çandeke xwedîyê kevneşopîyeke dûr û kûr de, rexnekirina vê kevneşopîyê û tevlêdana birînê ne karekî hêsan e û mixabin dibe sedem ku gelek neyarên nuh derkevin hember we.  Di van şerd û mercan de, jineke bi navê Nebahat Akkoç, di demeke kurt de, ji bo gelek mêran û pişt re jî ji bo dewletê dibe xetereke mezin. Xeyalkirina wê zor e, lê gava ku hun devê xwe vedikin, ji we re dibêjin ku tu xayinê welêt î û hun bi êrîşan re rûbirû dimînin. Nebahat Akkoç, heta ku gîhaşt vê astê ne tenê bi êrîşan re rûbirû ma, şidet û îşkence sererast di bedena xwe de dît. Ji şidetê jî ji îşkencê jî kêm nema.

Daxwaza têkoşîna ji bo kesên din û têkoşîna ji 35 salan dirêjtir ya ji bo mafên jinan û mirovan, qet ne tiştekî sivik e. Ji ber vê yekê çalakîyên wek yên îro yên ku wê û karên wê derdixin ber çavan, hîn girîngtir dibin. Nebahat Akkoça delal, divê em jinên wek te, di têkoşîna li dij şideta li hember jinan de bi tenê nehêlin.

Ez heyrana te me Akkoça Rêzdar, ji ber ku ewqas sal in ku te cesaretê xwe wenda nekiriye, di her carê de tu rabûye ser xwe û te şerê xwe dewam kiriye û tu hîn jî vî şerî dikî, ez heyrana te me. Tu her çiqas di rewşeke zor û dijwar de be jî, tu ji bo kesên din her tim şer dikî. Sedema ku gelek jin di nav malbatê de bi şidetê re rûbirû dibe an jî ji şideta mêrê xwe xelas nabe, ne tenê tunebûna cesaretê ye, bi qasî te ne xwedî zanîn in û wek te li xwe xwedî dernakevin. Tevî hemû astengan jî, li hember dijberên ku dixwestin te ji holê rakin, te dev ji şerê xwe berneda û tu di rêya xwe de meşîya. Ev rê hêja bû ku tu ewqas ber xwe bidî û her tim şer bikî. Ji ber vê yekê, ez li ser navê hemû jinan, ji dil û can spasîyên xwe pêşkêş dikim. Ji ber ku te bi her awayî ji bo dinyayeke hîn bi edalet şer kiriye, ez stûyê xwe li ber te bi rêzdarî ditewînim.