Nebahat Akkoҫ kî ye

Xatûn Nebahat Akkoҫ li 23ê Sibata sala 1955an li Rojhilatî Turkiyê hate dinê. Ew li bajarokê Karlıova, yê ser bi navçeya Bingolê veye ҫêbû. Heft xuşik û birayê wê bûn. Ew weke zaroka sisyan li malbateke pir zarok de, heşt xuşik û bira,  mezin bû. Ew li wir dijiyan jiber bavê wê  li wir fermanberê dewletê bû.

Ewê Perwerdeyiya xwe ya seretayî(yekemîn/ bingehî) li taxên Hazro û Silvan li bajarê Amedê bi dawî aniye. Paşê derbasî dibistana xewê ya keçan li Mêrdînê bû, ya ku şagirtên keç û mamosteyên dibistanên seretayî tê de perwerde dibin. Di sala 1970-yî de di çarçeweya bernameya (Integrasiyona-Rojhilat-Başûr) de ji bo dibistana xewê ya keçan li Manîsayê li herêma Agayê hate şandin, ku li wir perwerdehiya xwe ya karmendî di warê mamostetiya dibistanên seretayî de bi dawî anî.

Di dema karê xwe de weke mamosteyekê di du salan de xwendineke xwelipêşxistinê di Zanîngeha Anadolu de li Eskişehirê bi dawî anî.

Nebahat Akkoç di 18 saliya xwe de zewicî û ji wê re keç û kûrek çê bûn. Dora 22 salan, mamosteyê ne tenê li navenda bajarê Amedê kar dikir, lê bi dirêjahî li gund û bajarokên tevaya parêzgehê jî ew kar dikir.

Beriya Derbeya Leşkerî di sala 1980-yî de ew di warê siyasetê de çalak bû û derbasî  Hevbenda Mamosteyên Tirk (TÖB-DER, Türkiye Öğretmenler Birliği Derneği) de bû, ya ku çeperew bû. Derbeya Leşkerî û encamên wê, qedexkirina hemû rêxistinan û şepêlên mezin ên binçavkirinê, di jiyana xanim Akkoç de xaleke guherînê bû.

Herwiha hevjînê wê di nav kesên binçavkirî de bû. Di dema serdana xwe de ji bo zindanê, rastî gelek jinan dihat, ku ne dikarî bûn bixwînîn û binivîsin, ne bi tirkî bipeyivin. Wê hewl dida alîkariya jinan bike. Di hevpeyivînên xwe de li gel van jinan, jê re hat zanîn, ku ev jin duqat dinalin.: Hem stemkariya siyasî û hem jî ya malbatê bi xwe jî bandoreke negatîv li jiyana jinan dikir.

Dema di sala 1990-î de Sendîkeya Perwedehî û Zanînê  (EĞİT-SEN, Eğitim ve Bilim Emekçileri Sendikası) li bajarê Amedê şaxekî din vekir, ew bû seroka taxê ya vê sendîkeyê. Lê di sala 1993-ê de wê nikarî bû di sendîkeyê de tu çalakiyan di warê perwerdekirinê de pêk bîne. Piştî ku şer rawestiyan. Mamosteyên jin û mêr ji aliyê kesine nenas ve dihatin reşkuştin. Ji ber daxuyaniyên wê yên çapemeniyê, ku ev tewankariyên hovane riswa dikirin, li dijî wê vepirsînên navxweyî û asayîşê pêk hatin.

Di sala 1993-ê de hevjînê wê jî li ser riya dibistanê hate reşkuştin. Piştî mirina hevjînê wê, kete rewşa vehesînê, da ku bikare di warê mafên mirovan de bi awayekî çalaktir kar bike. Bû Endama Serokatiya Herêmê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD, İnsan Hakları Derneği) û bû nûnera wê li Herêma Amedê. Piştî bûyereke kurt bû weke endameke partiyaeke siyasî; di sala 1994-ê de bû weke endameke cîgir di civîna mezin a Partiya Gel a Demokrat a Kurd (DEP, Demokratik Halk Partisi) de.

Di Sebata 1994-ê de xanim Akkoç 12 rojan hate binçavkirin. Di girtîgehê de rastî azarîkirinên taybet ên jinan hat. Wê di wan rojan de êdî biryar da, ku bi xwe xurtî û tevayî bi jinan va mijûl bike.

Ji sala 1994-ê ve heya sala 1997-ê bi tevayî 15 caran hate girtin û bi dijwarî dihate azarîkirin. Li dijî tenaviya azadiya nêrîna xwe, ravekirina reşkuştina hevjînê xwe, girtin û azarîkirina xwe, wê li ba Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropî li Strassburgê bi qezencî gilî kir. Doza wê di doseyekê de hate komkirin û wê ev doz di sala 1999-ê de qezenc kir.

Doza Akkoç ne ya yekê li Tirkiyê ye, ku derbasî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî dibe, ew yek ji herdu dozên, ku li Strassburgê hatin pejirandin, bêyî ku riya istînafê (berdewamiya dozê) bi dawî bê.

Akkoç di sala 1996-ê de odeyeke mala xwe kir nivîsgeh û ji wir dest bi çalakiyên xwe di warê jinan de kir. Di sala 1997-ê de KAMER ava kir, paşê bû weke hevpargeheke qeydkirî. Da çalakiyên KAMERê berfireh bibin, KAMER di sala 2005-ê de bû dezgeh.

Bi hev re li gel jinên KAMERê, KAMERê li 23 bajarên (Başûr-Rojhilat û Rojhilatê Anadolê) şaxên xwe vekirin, da li wan deran berevaniya mafên mirovan ên jinê bikin. Ji sala 2005-ê ve KAMER dest bi bernameya (Her jineke pêdviya wê bi derfetekê heye) kir. Wisa jinan ji gund, bajarok û bajaran derfet bi dest xistin, ku xwe ji stemkariyê rizgar bikin, rolên xwe yên gerdişî tê bigihin û biguhêrin.

Xanim Akkoç, ya ku hêzên ji bo KAMERê dan pêş, aniha bûye pirîka sê neviyan. Şahrezahiya xwe di dehsalên borî de di warê karê jinê de bi van gotinan derdibire:

“Dema ku jin şer dikin, ku me ji stemkariya li ser me rizgar bikin, em nêrîn û şahrezahîne nû qezenc dikin û di hema demê de diyar dikin, ku Cîhaneke nû dibe; ango mumkin e’’