Di eslê xwe de femînîzm çi ye?

Teaser Image Caption
Di nav axaftinan de dîk, çêlek, sîsirk, li pişt girê kumê dengbihîstîna avê aîdî we ye…

Ev nîvîsandin, pîştî salek pir zor,di betlana hefteyekê de hat nivîsandin. Bi eslî betlana em tê de bûn wek kampê bû.Emê bihna xwe vekin, û bi dilê xwe biaxifin. Gelek caran di KAMERê de, em di nav xebateke wer zêde ne kû bi rehetî em nikarin biaxifin. Ev kamp ji bo me wê pir baş be.Ji bo axiftinê me çend babet diyar kir.Yek jiwana jî FEMÎNÎZM bû. Bi despêka axiftina li ser Femînîzmê, me çarçoveyekê çêkir. Di jiyanê de ji bo Femînîzm çi îfade dike. Ji bo femînîzm li ser pirsgirêka Tirkiyeyê, pirsgirêka jinan, pirsgirêka di nav jiyana me de, li ser dîtînê me tê çi maneyê? Me biryara axiftina xwe li ser vê çarçoveyê da.Eger em femînîzmê li ser jîndîn û ceribandinê bidin rûniştandin, wê axiftina me çêtir bê fêmkirin û bal bikşîne.

Di 13 yê tirmehê roja dûşemê, piştî taştêya serê sibê me teyiba xwe vekir û dest bi axiftinê kir. Me hewce nedît kû em navê xweyî eslî binivîsînîn. Çi girîngiya navan hebû? Axaftin girîng bû.Di nav axaftinan de dîk, çêlek, sîsirk, li pişt girê kumê dengbihîstîna avê aîdî we ye…

TAVA KÛ DIŞEWITÎNE: Ez ketim konferansekê. Konferans li ser razandina menkûlan bû. Axaftvan mîmarekî nasdar bû. Di cîhekî axaftina xwe de "di nav gel de parazwaniya yekem, jin û zarokan em bidin ber çavên xwe û li wê gorê em bixebitin", ez dîn bûm. Saloneke mezin, jimareke zêde mîmar, razandwan, xwediyê şîrketa menkûlan, rêveberê gelemperî, rêveberê bankayê, herkes li wir e. Ez li çar aliyên xwe dizîvîrîm, lê mixabin nikarim têkîlî bikim. Ez bi nawbendiya kesekî li wir im, kesî bang min nekiribû. Di dawiyê de beşdarwanê konferansê, em giş li xwarinê hatin cem hev. Xwediyê wan axaftina ne li gel me bû, lê belê xwendekareke  wî ya jin li cem me bû. Min xwast ez axiftinê bînîm ser axiftina mamosteyê wê. Axaftina mamosteyê wê min anî ziman. Min hîs kir kû cihêbûna di nav axaftina xwe de aniye ziman. Ji ber kû nikaribûn bibêjin "çi di vê de heye" bi "tiştekî wisa negot" xwe parastin. Min got, sedesed metnek axaftina wî ya nivîskî heye, bînîn em lê binêrin. Gotin "em nikarin bidin kesên derve". Lê belê dijberiya min gihandibûn axaftwan, di xwarina êvarê de hat ez dîtim. Min axiftina wî anî ziman û min jê re got, te wiha got. Axaftwanê dûayen şaş bû û got "ji min re binivîsîne, ezê metnê ji te re bişînîm. Min tiştekî wiha negotiye. "Paşê jî, tû carî li min negeriya û li min wenegeriya. Hevalê mînî kû axaftvan ji nêz de nas dikir, demeke dawî ji min pirsî: "ji mamoste agahî ji te re hat?" Min got, "Na, şandina wî ya metnê ne girîng bû. Haydarbûna wî ya ji vê yekê girîng bû. Di texmîna min de wî ferk kir."

XAKA KEVN: Ez difikirim kû yên kû em ji xwe re dibêjin femînîst, li dijî hinek ferkiyet û rexneya me xwe ragirtîne. Em dibêjin qey me wê yekê fêm kiriye, li cihê rast û çekirinê de xeletiya me tûne. Mixabin difikirim emrê me wê têra fêhmkirina her tiştî neke. Heta nifşeya piştî me jî, gelek tiştan gerek fam bike. Belkî nifşeya piştî wan ,di halekî baş de be. Eger em dev ji ferqbûnê berdin û rexneyê qebûl nekin, emê wegerînek zû bijîn. Kes ne mecbûr e bibe model. Ger yekî bikî model,ew model dibe hiyerarşî. Em giş bi ceribandinê fêr dibin.

ÇIYAYÊ BI MIJ Û DÛMAN: Ceribandina mine dawî ev e, akademîsyenek li cîhekî dinyayê dibêje "ez feminîst im" û xebatekê li cîhekî feqîr, di nav tûndiyê de xebatekê dike. Pîştî xebatê hinek rexne distîne û xwe bextewar nabîne. Belkî ji bo bê bextewarî gelek sedemên wî hene. Zimanekî rast û nêzîkbûn nehatiye dîtin. Çarçoveya xebatê baş nehatiye danîn. Di têkîliyan de bêsînorî heye. Belkî xebatkarên qadê hesas in. Akademîsyena femînîst ji bo kû li xwe binihêre û hinek ferkên di xwe de bibîne, ji bo bê bextewariya xwe tûndî û feqîriyê ji xwe re dike mane û derbas dike. Halbûkî ji bo kû xwe ferk bike firsendeke mezin li ber wê bû. Wêya nenirxand, nezîkbûna wê ya pirsê "min her tişt fam kir, ez xeletiyan nakim."

XAKA KEVN: Di vê demê de li Tirkiyeyê hinek partiyên nû tên damezrandin û bila bên damezrandin. Ji ber kû li vê qadê valayî heye. Femînîsta siyaset çêkirina li qadê û şeklê siyasetê tarîf kiriye, dîsa jî halê partiyên siyasetê û xebata wan bi merak dişopînîm.Yek mesûlê ji wan damezrênerê nû, di bernameyeke TV de digot "sîstem bi giştî hilweşiyan, rexna kevnayiyê, em karin bikin. Madem waye, partiyên nû yên siyasî, dinyaya nû, bira bên avakirin. Me, bi pêkhatinekê dest pê kir. Xebatek meya bi beşdarî heye, di rojewa me ya damezrêneran de, pirsgreka astengkar ya xwezayê û ya jinan heye" Wê hevo ka dawî daxûyanî kû, wek dûbarekirina kevnî ne. Ez li bendê me, rojekê despêkek wê çêbibe. "Em jin û mêr pisgirêka cînsiyeta gel lêpirsîn dikin û awakirinekê dest pê dikin." Jin ne qada xebata saziyên nû ne. Sazkirinê nû jin û mêran bi hev re, jintî û mêrtiya wan karibin bi hev re lêpirsîn bin, wê demê ewê nû bin.

AVA BI PÊL: Yê kû ji jor binêrin û xwe negûherînin, ezê wek avê bimînîm, hiyerarşî û femînîzm ev e, nedin ber lêpirsînê, fêr bikin, lakîn fêr nebin, ji ber wan jinan, hinek jin dibêjin "kû femînîzm ev be, ez ne femînîst im".

XAKA KEVN: Min digot qey heywan û nebat jibo bextiyariya însanan hene. Hiyerarşiya ewil û femînîzm bi hakimiyeta li ser xwezayê dest pê kir. Zîndiyek li bin darê, li şûna dara avayî ya heta ezman dirêj dibin çêkirin û vê jiyana pêk anîne.

TAVA KU DIŞEWITÎNE: Û ji wan daran îzin jî nestandin.

XAKA KEVN: Belê erdekî gilower û li ser wê zindî hene.Zindî însan in; heywan in û nebat in. Ferka me û wan mejiyê me ye. Me mejiyê xwe ji bo hikumraniyê çêkiriye û me dinya aniye vî halî. Ji bo mîn ferqa 5 salên dawî ev e. Anha em bi temen dibin; dînya jî kevn dibe. Me dînya pir gemarî û kevn kir; ji niha pê ve vê çi bibe nizanim.

GIRÊ BI QÛM: Ez dixwazim di hertiştî de bi raman, feqet ezê çawa bi ser bixim nizanim. Mînak, ez rûpelekî dixwînim û difikirim, di xwendinê de hinek tiştan ferq dikim, nikarim nav lê deynim. Ez vê êşê dikşînîm. Bi serê xwe nikarim raman çekbikim.

XAKA KEVN: Tu nikarî ramanan çebikî? Dî kîjan babetî de mesela?

GIRÊ BI QÛM: Belê yekcaran gava ku ez ferqê dibînim, nikarim bînîm ziman.

XAKA KEVN: Li gor min tu fikr û ramanê xweş çêdikî. Li gor min ji bo ramançêkirinê fêrbûn lazim e. Tu di derheqê fêrbûna mabetan de pir xweş ramanan çê dikî, û ê ku neket serê te, tu dikarî şirove bikî. Mînak, li ser xebata tundiya teknîkî tu pir baş î. Tê bîra te. Di gera te ya qadekê de ji reva tûndî jinek hate ba tê û heya hun neketin menzela hevdîtinê tu pê re neaxifî. Ji ber ku te zanibû çîroka her jinê bi taybet û bi dizî ye. Jinê ku tên bingehê wan tiştan nizanin, lê em dizanin. Ji ber wî hawî em menzela hevdîtinê amade dikin. Tu dixwazî hertiştî bi carekê fêr bibî, di her babetê de raman çêbikî. Me gotibû femînîzm meraq û fêrbûn e, lê hertiştî di heman gavî de tu nikarî fêr bibî. Li gor min zanebûn û ferbûna hertiştî jî, ne pêwîst e.

GIRÊ BI QÛM: Belê, pirsgrêkên dinyayê giştî min eleqeder dikin. Heya kêzikê di nav gîha de jî dimeşe. Li gor min femînîzm fêrbûn e. Lê carcaran fam nakim ya jî kêm dimîne.

ÇIYAYÊ BI MIJ Û DÛMAN: Deh sal bû ku tu hatiyî KAMERê. Te mantî çêdikir. Wexta ku tû hatî.anha tû xebata mehella dikî. Li gor min tû rêyek pir mezin meşiyayî.Her kes dikare hertiştî fêr bibe? Yan jî bi carekê hertiştî emê karibin perwerde bibin? Li gor min, di destpêkê de meraq, paşê hînbûn, dawiyê ji fêrbûn û tecrûbeyê xwe parvekirin. Bi carekê hertişt nabe.Yek mînakekê bide, di kîjan babetê de tu nikarî ramanan çêbikî?

GIRÊ BI QÛM: Mînak, pirsa Kurd û rêya çarenûsê şîrove dibe. Hinek şîroveyan gohdar dikim û tiştê kû ez rast nabînim hebe, lê nikarim bînîm ziman.

TOFANA BÊDENG: Li gor min, ew tiştê tu dibejî ne raman çêkirin e, tiştekî din e. Metirsîna ''ez bibêjim, ewê çi bibe'' ye. Ev jî perwerdeya hiyerarşî û sîstema cinsiyetê ye. Li gor min tu pir xweş ramanan çêdikî.

GIRÊ BI QÛM: Na, nikarim bahs bikim.

FISTIQA BI QALIK: Pirsek, li gor te femînîst mecbûr in hertiştî zanibin û fêr bibin? Yan jî em mecbûr in di her civîne de biaxivin?

XAKA KEVN: Em giş vê yekê dijîn. Mînak, min piştî ku têkîliya însan û xwezayê ferq kir, min dest bi xwendinê, nihêrtinê û şopandinê kir. Dawiya hînbûnê jî tûne. Bes em bi zimanekî mûtlaq nebêjîn em hertîştî fêrbûn û zana ne. Wê demê em xwe didin dest.

STÊRKA BERIQANDÎ: Ez vêya baş dizanim ku ez dixwazim bibim femînîst û jiyana xwe ya mayî bi ferdî bijîm. Bi rastî hewla min ev e. Min çiqas xwe, jiyana xwe gel pirsiyar kir û gûhert,  xwaz bûm. Min, nihêrî pevajoya mine cudatiyê xilas nabe. Ev qas sal tiştên fêrî min kirin, hevaltî, dostanî, jin û mêrtî, dayîkatî çi anî serê min? Dixwazim yek yek pirsiyarî bikim û biguhirînim. Lê ji ber fikr û tevgera min ne bi hev re ye dikevim nav belê-nayê.  Guherina xwe dibînim û bi xwe re şer dikim. Ji ber tirsa tenê mayînê tersî hev dikevim.

XAKA KEVN: Li gor min Femînîzm li tersî hev ketine. Ne wiha be emê çawa derkevin dervayê sîstemê? Emê tersî hev ketin bifikirin paşê jî, jî bo ûnsûrê xwe tevgerekê bibînin. 

STÊRKA BERIQANDÎ: Nizanim, ya ez bê sebir im ya jî firehbûna der û dora min guhertinê zor dike.

XAKA KEVN: Bê gûman zor e. Lê ji bo te anîn derê me xebata zimanê  nû tevgera bi zorê çênakin. Fikra me însanên din bê cûdatiyê najîn, ûnsûra meya gerdûnî fikrandin û lokal xebat heye. Emê van deynin ber xwe û tiştê ku me ferq kiriye, em “çava bidin ferqkirinê” bixebitin. Em ûsûlê fire dikin. Yan jî emê dest bi şerê dinê bikin.Niyeta me ne li rezvan xistine, trî xwarin e. Der û dorê ku nayê gûhertin bi cûdayetiya xwe di nav de jiyan zor e. Lê belê me tercîhek kir, li dijî giştî zordariyê emê xebata wê cûdayetiyê çebikin. Ev jî şolê sebr û ûsûlê ye.

STÊRKA BERIQANDÎ: Salek berê ez difikirîm, min digot herkes çima min fêm nake? Anha ne li wê noqteyê me. Min ferk kir ku ji bo axaftina heman zimanî hîn heye. Ya girîng ji çêkirina xwe ya heja em tawîz nedin.

TAVA KU DIŞEWITÎNE: Li ser teslîmiyetê ez fikirîm. Fikra min lihevxistin, niqaş, cûda ketinê ku em berdin ew jî teslimiyet e.

STÊRKA BERIQANDÎ: Zorbûna hewla xwe dizanim.Çiqasî biwestim jî qesta min ne teslîmiyet e.Tersê wê, tekoşîn rihê min xurt dike. Bi zêdayî min însanan fêm kir. GIRÊ GIRÊ BI QÛM: Zorî ji nakokiyê me dizê. Lazim e em nakokiyên serê xwe bibînîn û wan vekin.

TAVA KU DIŞEWITÎNE: Belkî jî, ji şûna qaîdeyên civakê hêjayî yên ku parastina me ne, em derxin pêş, ewê bibe çareserî. Gotina min, tevgereke mine dijîtî, li tesdîqkirina civakê, li ser hiyerarşiyê  dê çêbibe, ji yekî bi temen dengdar- li dijî tevgera min reaksiyonek çêbibe, hêjayî ya rastî û ewîniya însan datînim navê û bi hawî dixwazim şer hindik bikim. Li alîkî jî vê tekoşînê digirim çavê xwe ji aliyê din jî, armanca min ne li ser avê ez binvîsim. Eger em pişketinê ferq bikin, wê betlandinê, emê hindik bijîn.

AVA BI PÊL: Belkî jî, di hinek rojên hatinê de, rojek em bibêjin “ê dî çêbû” wê were.

TAVA KU DIŞEWITÎNE: Lê ev têr nake.Betlandin û piştî wê derketina hîsê tenêbûnê, ji bo însanek pir zêde ye.

AVA BI PÊL: Wexta tu ferq bikî, tu tenê dimînî. Her yek ji me, ji rûyê ferqkirinê, hîsê bê cîh û bê welatî em najîn?

XAKA KEVN: Belê li gor min, me dinyayeke nû çêkiriye. Li her derê em zêde dibin. Li der û dorê, piştevanî ya ku em bikin, emê hîsê bê cîh û bê welatiyê têk bibin.Yan jî, dostanî, hevaltî, biratî û merivatî, wê têrê neke. Di despêkê de, dostanî û ê dinê ji nû ve em bişeklînin.

STÊRKA BERIQANDÎ: Ez bawer dikim li gişî dijwariya, bi hev re û bi zelalbûnê, eme ji heq derkevin.

XAKA KEVN: Bê şansiyek te de heye. Têkiliya te û merivatiyê, pir ketine nav hev û tu nikarî jê derkevî. Ev têkîlî zehmetî tîne û çêdike. Heroroj bê tesdîqkirina te, tu dibî şahidê hinek tiştan û daîm tu di nav şer de yî. Di wî halî de, tu pir dibetilî. Ya ku Kamer, ji şaşî cûdatir dike ev e. Ne wek xebata daîreya zerîbê ye.Tu nabêjî mesaî qediya, ji kar derketim yan ha li malê me. Xebateke daîmî ye ev. Ji ber ku em ji bo jiyanê tiştekî çêdikin.

TOFANA BÊDENG: Ji bo akademîsyena femînîstî hîn jî zor e. Ferqkirin û ferqkirina xwe dan qebûlkirinê. Ferqkirinê û vê ferqkirinê, tu b xwazî dom bikî, ew dem femînîstî ji bo akademîsyenan hîn zortir e. Hewcedariya her însanî bihurtina “ez”ê, û zahmetkişandina, xerakirina karîzma wî heye. Di nav gel de xistina cîhekî cûda, dibe pirsgirêkeke mezin. ”EZ” wek pîvazê, lazim e bê qeşartin. Lê qatê wê parêzwanî zêde ye. Ji ber wê jî qeşartin zêdetir zor e. Civak te pîspor dizane, ji televîzyon û rojnameyan re “daxûyanî” didî. Di femînîzmê de problem bi tenê ne pratîka kesan, di jiyana me de, neferqkirina tûndî û cihêbûnê ye, ferqkirina çêkirina me ya tundî û cihêbûnê û domkirina vê ferqê ye. Femînîzm pêwajoyek e, ne ku ez bûm femînîst û xilas bûm.

XAKA KEVN: Bi eslî li gor min du rewş hene: yek jê, wer dike, rastî ferq nekiriye, ya din jî, ferq kiriye, tevger û fikrê wî ne dinav hev de ne. Ya yekem ji min re xirab nayê, ya duyem xirab e.

PELÊ KESK: Wek sextekarî.

TAVA KU DIŞEWITÎNE: Jê cûda, di heman wextê de, em mirov di nav tevra pisporî de jî dibînîn.

ÇIYAYÊ BI MIJ Û DÛMAN: Bi min, em nebêjin sextekarî. Li jiyana xwe ya berê li femînîzmê binihêrin. Em jî sexteker in. Dayik derewekê dibêje, tu derewekê. Tu diçî hevdîtina dildara xwe, lê dibêjî ez çûm ezmûnê, Xebata dersê, di şertê zor de derewan dike. Kes li dijî yê din nikare vekirî û rast gotî be.

PELÊ KESK: Belê min vêya bi dayîka xwe re axivî. Ez jê re rast dibêjim, ew dibêje tu carek din wê nekî. Ji ber wiha dibe, ez jî mecbûrî derewan dibim.

XAKA KEVN: Hah ji te re..Tevahiya me xera dikin. Nexşa te, bernameya te, fikir û hîsê te cûda cûda ye. Çêkirina tiştê te hîn cüda ye. Ji aliyê din sazkirina yekparebûna xwe femînîstî, di rêya biryara xwe dijîn û bi sîtemkarî rexne dibin. Ez vê dizanim. Di van qadê ku ji bo azadiya jinan em dixebitin, ew qad, ne qadên azadiya me ne. Ez wiha jiyam. Ev tercîhek e. Carcarna qadên ku hereke jinan afirandin, hineka wan qadan ji bo azadiya xwe bi kar anîn. Tengasiya wan jî em bi giştî jiyan. Xwezî em karibin van yekan di nav xwe de biaxivin. Ji ber ku em nikarin biaxivin “femînîzma hemû kesî jî derewan e” dibejin û derbas dikin.

AVA BI PÊL: Ji rûyê van tevgeran, ramana “femînîst e, wê çi bike.” serdest bû.

TOFANA BÊDENG: Di femînîzma Kamerê de du noqte yên girîng hene ji bo min.Yekem, ferqkirina kedê û teşvîka pirsyarkirina pêvajoyê qed naqede. Duyem, çêkirina qada azadiyê ji bo jinên din ku mafê wan e, pircaran qada azadiya xwe teng dikin. Di vê derê de, di ferqa hesasiyet û taybetmendiyên mehelî de hurmet û xebat pir girîng in.

GIRÊ BI QÛM: Yan jî pencereya ku ez lê dinêrim û ya dayîka min lê dinêre ne yek e. Ciyê ku ew lê dinêre, mirov ji wê derê binêre û wê têbigihîje.

ÇIYAYÊ BI MIJ Û DÛMAN: Bi danîna empatiyê.

GIRÊ BI QÛM: Ji ber ku guhertina dayika min wê pir ne rehet be.

STÊRKA BERIQANDÎ: Femînîstî li ser navê tevgera pêşandana, bi ûslûba darêzkera mêran sûcdar bikin, yan jî di tevgera kesî bi tiştekî nehesibandin, nezîkkirinek lê vegerandin e, biçûkkirin û hêsankirina babetê ye. Femînîzm, ji bo xwe, paşê jî ji bo guhertin û gîhaştina civakê ye. Bê jibîrkirin xebat pêwîst e.

XAKA KEVN: Pêşiya civakbûnê dibire, marjînalkirin çêdike.

HESÎNÊ DIŞIXULE: Vê demê ez xwe tu li deran nabînîm. Nizanim hîsek çawa ye. Di nêzî min de sê mêr hene. Bavê min, birayê min û mêrê min. Ji ber ku li dîjî min bizav kirin, ji min hez dikin dibêjim qey bê cinsiyet in. Paşê dinêrim dibêjim ew pir bi hev di keve. Mêrê min beriya ku zewacê pir cuda bû.

FISTIQA BÊ QALIK: Sî sal berê zewicîm. Beriya bizewicim, sal û nîv em bi hev re jiyan. Dema ez zewicîm min digot wê mêrê min, min û dinyayê xilas bike. Lehengê min bû. Ji min re digot “neçe, li mal bimîne, tu nexweş î,emeliyatkîrî yî, derve talûke ye.” Wî, ji bo xwe kar saz kir, dest bi tîcaretê” kir, min jî zanko berda li mal rûniştim. Paşê min nihêrî, çûyûn û hatina minî Kamerê wî dibeecîne û di nav me de xirabiyê çêdike. Rûniştim, min ji wî re Kamer vegot. Min got, dinyaya nû li ser vê, ewê saz bibe. Bi rastî, pir xweş filan got. Lê mixabin ew mirovê nûwaze li ku ye, wiha ripîrast bû.

PELÊ KESK: Pîştî min li Kamer’ê dest bi xebatê kiribû, li hemberê cadeyê, min mêrê xweyî kevn dît. Beriya em hev berdin, li ber çavê min zilamekî pir mezin bû. Min lê nihêrî, ew mirovê kamdirêj çiqas biçûk bûye. Ji min hûrtir xuya ye. Min ji dayika xwe re got “dayê, mêrê min çiqasî hûr bûye, hatiye bejna min.

Paşê min fêm kir ku ne ew hûrik bibû û ne jî ez mezin bibûm. Min peydekirina hertiştî di zerengiya rastiya femînîzmê de dît.