Maratona hilbijartinê li Tirkîyê dest pê kir

Teaser Image Caption
Polîsan hebûna xwe ya li kuçeyên Stenbolê, di hilbijartinên herêmî yên Adara 2014an de jî diyar kirin

Her çiqas ku, divê girtina gelek rojnamevan û lîstikvanan ya di dawîya hefteyê de (14.12.2014), bê şermezarkirin jî, ev tiştên ku diqewimin tu kes şaş nekir. Berî vê bûyerê bi çend rojan, Fuat Avniyê1 ku bi awayakî anonîm raya giştî agahdar dike, bi rêya Twitterê agahî dabû ku wê pêleke girtinê ya berfireh çêbe. Şer û pevçûnên Hikûmetê yên li dij Tevgera Gulen hîn jî berdewam in. Jixwe hikûmetê bi van êrîşên xwe, skandala dizî û bêrêtîyên ku Tevgera Gulen eşkere kiribûn, bi awayekî da jibîrkirin. Herwiha berî salekê, bi hezaran polîsên ku di nav hikûmetê de cî girtibûn, bi taybet yên di beşa sûcên organîze de dixebitîn, ji karên xwe hatin avêtin an jî sirgûnkirin.

Lê bi van êrîşan, rê li ber bandora Tevgera Gulen nehatiye girtin: Bi taybet, bi saya torên ragîhandinê yên girseyî yên ji gelek rojname û telewîzyonan pêk tên, bi helwestên xwe yên rexnegirî bandora xwe ya li ser raya giştî dewam kir. Hikûmeta AKPê, di vê salê de her hewl da ku vê yekê bi raya giştî bide qebûlkirin: Tevgera Gulen bi êrîşên polîsan yên li hember endamên hikûmetê û kesên ji malbatên wan dixwaze bi derbeyekê hikûmetê hilweşîne; lê raya giştî qanî nebû ku ev kes “tewanbar û gunehkar” nînin û “pak û zelal” in.

AKP êdî hetikî bû. Ev raman bû sedem ku partîya hikûmetê û giregirên wê nikaribin bi rehetî hilmê bistînin. Êrîşa ser navgînên çapemenîyê ya çend rojan berî salvegera vê skandala dizî û bêrêtîyê, ji ber vê sedemê dibe ku wek hewldana heyfhilanînê xwiya bike. Bi vê hewldanê re, rê li ber hat girtin ku çapemenî karibe van mijarên dizî û bêrêtîyan eşkere jî bike. Tew di ser de jî, vê hewldanê firsend da çapemenîya hikûmetê ku karibe hîn pirtir Tevgera Gulen bi hewldana derbeyê tewanbar bike û vê dîtina hikûmetê di nav raya giştî de berfirehtir bike.

wek ku Hikûmet mexdûr be

Fuat Avni, do careke din tweet nivîsî û got ku pêşandan ê bên çêkirin: Hikûmetê hewl dida ku prowokatoran têxe nav pêşandêran. Prowokatoran ê bi xwe re nivîsên dîndarên tundrew tev li pêşandanan bikirina. Ji bo ku hikûmet karibe êrîşî qulên dîndarên tundrew bike, ji van pêşandanan baştir firsend çêdibû? Bi vî awayî, hikûmet ê karibûya hewldana li dij Tevgera Gulen, li hember “Rojava” maqûl bida xwiyakirin. Di van rojan de kî dixwaze tev li nav derdorên sîyasî yên dînî bibe ku? Û tew di ser de jî, hikûmet ê tewanbarîyên ji bo ku bi DAIŞê re têra xwe şer nake jî berteref bikira.

Di eslê xwe de, gelek mijarên din hene ku bi vê hewldanê re têkildar in: hilbijartinên 2015an li ber derî ye. Tiştekî ku em ji hilbijartinên borî hîn bûne hebe ew jî ev e; di van salên dawîn de krîzên sîyasî, hewldanên derbeyan yên qaşo, an jî tehdîtên di derbarê ewlekarîya hindur de li Tirkîyê bûne perçeyên şerê hilbijartinan. Gava ku ev pêk tê jî, hikûmet di destê mixalefeta nankor û talûke de dibe “mexdûr”. Pêşandan, protesto an jî nûçeyên rexnegirî wek komployên li dij hikûmetê tên xemilandin û krîmînalîzekirin.

Hikûmet bi vî awayî hewl dide ku, piştgirîya gel bi dest xîne, mixalefetê bêrûmet bike û wek “dijminê” gel rê bide. Jixwe hikûmetê skandala dizî û bêrêtîyê û protestoyên Gezîyê bi awayekî fermî wek “hewldana derbeyê” bi nav kir û xwest ku wisa bide xwiyakirin. Di pêşandanên di serê meha Çirîya Paşîn ya 2014an de, ji çelî zêdetir însan hatin kuştin, hikûmetê berpirsîyarîya van hemû kuştinan xist stûyê HDPê. Ev hemû hewldanên hikûmetê, wekî din çawa dikarin bên îzehkirin? Pêşandan, pêvajoyên qanûnî yên ji ber dizî û bêrêtîyan dewam dikin, nûçeyên ku hikûmetê rexne dikin û her cure mixalefet ji teref hikûmetê wek hewldanên derbeyê tên dîtin û hikûmet dibêje divê ku xwe û rejîmê li hember van hewldanan biparêze.

Di mehêm li pêşîya me de, em ê bibînin ku protestoyên demokratîk yên din jî bi awayekî tên rûreşkirin. Lewra şerê hilbijartinê hewce dike ku, têkeve dewsa hikûmetê û bibe desthilatdar.


 Li ser navê Fuat Avni, di derbarê planên kesên li derdora hikûmetê de, bi awayekî serast peyamên Twitter tên nivîsandin. Hîn ne diyar e ku, kî bi navê Fuat Avni van peyaman dinivîse.