Ji şer ber bi aştîyê, ji pevçûnê ber bi çareserîyê

Komeleya Lêkolînên Sîyasî û Civakî ya Amedê (DÎSA), Weqfa Îsmaîl Beşîkçî û Nûnertîya Komeleya Heinrich Böll Stiftung ya Tirkîyê, bi alîkarîya Weqfa Civaka Vekirî, di 13 û 14ê Çileyê Pêşîn ê sala 2014an de, li ser navê “Ji şer ber bi aştîyê, ji pevçûnê ber bi çareserîyê”, du konferansên navneteweyî li pê hev li dar xistin. Di van konferansên payebilind de, sê mijarên sereke bi tecrubeyên navneteweyî re hatin niqaşkirin: Aktorên navneteweyî, çawa dikarin di hevdîtinên aştîyê de cî bigirin? Pêvajoya bêçekirinê çawa pêk tê û mijara cinsîyeta civakî bi kîjan rêbazê encama herî baş dide?

Ji Weqfa Serokatîya Gerdûnî Alvaro de Soto û ji Zanîngeha Johns Hopkins Francesc Vendrell jî beşdarî konferansan bûn, her du jî li ser navê Yekîtîya Neteweyan beşdarî gelek pêvajoyên aştîyê bûne, her duyan jî gotin ku tevlêbûna aktorên derveyî, gelek awantajan bi xwe re tîne. Lê ji bo ku ev awantaj bi dest kevin, divê her du terefên şer jî, di derbarê tevlêbûna aktorên derveyî de helwesteke erênî bistînin. Ev kes dikarin gelek karên cuda bikin; ji çavdêrîyê heta qeydkirina axaftinên di hevdîtinan de tên kirin, ji çavdêrîyê heta sazkirina têkilîyên di nav her du terefan de. Rola aktorên derveyî, di pêvajoya muzakereyê de, dikare ji çavdêrîyê derbasî moderatorîyê bibe. Awantaja aktorên derveyî pir eşkere ye: Di serî de, ji ber ku ji şer û pevçûnan sererast bandor nedîtine, bi taybet ew dikarin ji bo pirsgirêkên di dema muzakereyê de derkevin holê, bibin alîkar û helwesteke hîn rasteqînî bistînin. Lê pêvajoya aştîyê ya li Afrîkaya Başûr rê dide ku, bêyî ku aktorên derveyî tev lê bibin jî, meşandina pêvajoya muzakereyan mumkun e.

Dipuo Bertha Letsatsi-Duba, li ser navê ANC tev li delegasyona muzakereyan bûbû û di derbarê organîzekirina muzakereyên li Komara Afrîkaya Başûr de wisa peyivî: Ji bêçekkirinê heta mijarên qanûnî, civakî û aborî her cure pirsgirêk, bi her awayî di komîsyonên cuda de hatin niqaşkirin. Ya herî muhîm ew bû ku, gelek beşên civakê bi awayekî herî berfireh tev li pêvajoyê bûbûn.

Bi taybet di mînaka Tirkîyê de hat dîtin ku, ji bo ku hevdîtinên aştîyê pêş bikeve, divê li gel muzakereyan, raporkirina destkevtîyên heta wê demê jî bi awayekî sererast bi cî bibe. Gelek caran tê dîtin ku di vê mijarê de ray û ramanên cuda derdikevin holê.

Veşartîbûna muzakereyan jixwe şerdekî sereke ye. Ya muhîm ew e ku raya giştî di derbarê muzakereyan de bê agahdarkirin. Lê ji ber ku pêkanîna dadmendîyê têra xwe dijwar e û ev pêvajo hêdî hêdî dimeşe, şopandina raya giştî ya muzakereyan pir zehmet e. Çavdêrên navneteweyî, dikarin bibin alîkar ku muzakere bi armancên sîyasî neyê bikaranîn. Ev çavdêr dikarin bibin alîkar ku her du teref bi “eynî zimanî” bipeyivin.

Panela di derbarê bêçekkirinê de bi baldarîyeke mezin hat şopandin; jixwe hikûmeta Tirkîyê bêçekkirinê wek şerdê sereke yê ji bo dewama hevdîtinên aştîyê dibîne. Dîtinên pisporên navneteweyî di vê mijarê de pir zelal bûn: Qet tu muzakere tuneye ku bi şerdê bêçekkirinê, ango terefan dest ji çekan berdane çêbûye. Hin caran hikûmet, heta ku peymana aştîyê bi awayê herî dawîn nehatiye îmzekirin, peymana bêçekkirinê jî îmze nekirine. Lewra heta nîrê dawîn jî naxwaze opsîyona mudaxeleya bi çekan ji destê xwe derxîne. Şervanê ANC yê kevn Dipuo Bertha Letsasi-Duba dibêje ku, ji bo ku mijara bêçekirinê bê nirxandin, divê gelek mijarên din hatibin niqaşkirin û lihevkirin, gelek pirs û pirsgirêkên vî karî hene. Wek mînak; aqûbeta sîlehan wê çawa bibe? Ji bo vê mijarê jî gelek tiştên ku bên niqaşkirin û nirxandin hene.

Nimet Tanrıkulu, li gor biryara Yekîtîya Neteweyan ya hejmara wê 1325 e, qala tecrubeyên xwe yên di derbarê muzakereyên aştîyê kir. Li gor Tanrıkulu, jin pir kêm caran tev li pêvajoya aştîyê dibin û biryarên ku cinsîyeta civakî tev li pêvajoyên muzakereyan bibe jî pir kêm tên bicîkirin. Û li gor Hewldana Jinan ya ji bo Aştîyê, biryara Yekîtîya Neteweyan ya hejmara wê 1325 e, vê yekê wek şerd pêşnîyar dike. Ji Zanîngeha Cape Town Helen Scanlon, di belavoka xwe de got ku, pêvajoya dadmendîyê ya ku cinsîyeta civakî nabîne, dibe sedemê gelek encamên xerab. Li gor Scanlon, konsepta Komîsyonên Rastîyê yên li Afrîkaya Başûr cinsîyeta civakî tune hesiband. Jinên ku di Komsîyona Rastîyê ya Afrîkaya Başûr de peyivîn bi taybet di derbarê şideta (îşkence, rêlêvekirina mirinê û binpêkirinên din yên mafên mirovatîyê) ku li hevjîn û lawên wan hatiye kirin de peyivîn. Lewra di demên ewilî de, di têgîna sûcan de şideta cinsî û tecawuz tunebûn. Ji ber vê yekê, tevî ku Komara Afrîkaya Başûr di warê mafên jinan de xwedîyê qanûna esasî ya herî pêşketî ye jî, şideta li hember jinan jî li vî welatî di asteke herî bilnid de ye.  Hek berî 25 salan li ber Komîsyonên Rastîyê şideta cinsî jî hatibûya niqaşkirin, guhertineke heşmendî wê dest pê kiribûya, şideta li hember jinan wê ne wisa “karekî rojane” bûya. Yuksel Genç got ku, jinên HDPyî, ji bo ku jin di civakê de karibin mafên xwe bi dest xînin, gelek hewldanên bi bandor dikin. Dîsa got ku, ji bo ku ev pêvajo bigîhêje asta herî jêr jî, divê piştgirîya “ji jêr ve” pir xurt be û di vê pêvajoyê de, ev mijara herî zor e.

Nêzîkî sêsed kesan beşdarî van konferansên ku li Stenbol û Amedê pêk hatin bûn. Li her du bajaran jî, rewşeke niqaşan ya cidî hebû. Pir eşkere bû ku, di derbarê agahdarbûna rewşa rojane de daxwazîyeke mezin hebû. Gelek pirs û pirsgirêk, li Amedê hîn zêdetir girîng û ji bo çareserîyê lezgîn dibin, ev jî taybetîyeke Amedê ye û lewra jî tu kes li vê şaş namîne. Şika di derbarê cidîyeta hikûmetê ya ji bo mijara pêvajoya aştîyê jî, herwiha pir ber bi çav û eşkere bû. Pir bi hêsanî dikare bê gotin ku, ji ber rîska ku DAIŞê derxistiye holê, daxwaza bêçekkirinê zêde maqûl nayê dîtin.