Kêmasîyên analîzên Dewleta Îslamî (DÎ)

Teaser Image Caption
Gava ku jin bi awayekî wekhevî tev li sîyaset, aborî û civakê bibin, mêr ê jî wek ku hewce ye tevbigerin.

Pêşketina ‘Dewleta Îslamî’, ne tenê encameke bidawîhatina Şerê Iraqê ye, tenê bi vê yekê nayê îzehkirin. Êdî divê şideta li ser jinan û sîstema pederşahî ya ku ji vê şidetê re dibe bingeh bê analîzkirin. Li hêla din pêdivî bi konseptên ku vê sîstemê ji holê radikin hene.

Gava ku xurtbûna ‘Dewleta Îslamî’ ya li Iraqê tê îzehkirin, argumenteke ku herî pir tê bikaranîn ev e ku, Sunî li Iraqê tev li desthilatîyê nebûne. Tê gotin ku, Sunî ji ber ku hêvîşikestî bûne, bi qasî hêza xwe tev li desthilatîyê nebûne û ji bo ku ji hemû îmkanan para xwe bigirin tev li ‘Dewleta Îslamî’ bûne.

Bi van argumentan îzeha vê pirsgirêkê qet ne rast e. Desthilatî, bandor û bidesxistina hin awantajên aborî jibo tevlêbûna komeke ku van tiştan pêşnîyar dike tê fahmkirin. Lê ev yek, nikare qetla însanan, kolekirin, firotin û tecawuza jinan îzeh bike.

Bi qasî ku em dizanin DÎ, tu cudatîyê naxîne nav jinên Misulman, Şîî an jî Êzîdî. Ev yek, di nav Kurdan de pir eşkere hat dîtin. Hemû jin tên tecawuzkirin, firotin û kolekirin. Fahmkirina ziluma ku li bakurê Iraqê hat serê Êzîdîyan pir zor e. Êzîdîyan, li Iraqê Sunî ji rêvebirîya navendî dûr nexistin, lewra jixwe ew ne desthilat bûn. Îzehkirina derketin û piştgirîya DÎ ya bi tevlihevî û kaosa di nav Iraqê de, ne wek pejirandina têgîna şidet û şideta dijber e? Ango li Iraqê şidet hebû, li hember vê şidetê jî şideta DÎ derket holê.

Jin li hemû dinyayê bi awayên cuda bi şidet û îşkencê rû bi rû dimînin û ji tevlêbûna sîyaset û aborîyê bêpar tên hiştin. Lê qet nayê heşê tu kesî ku, jin ê ji ber vê yekê dest bavêjin sîlehan, sîstemeke maderşahî ava bikin; şidet, îşkence û êrîşên cinsî yên girseyî pêk bînin.

Hek dixwaze bila şar an hurbîyekê bide serê xwe, hek dixwaze bila kincekî pir qut li xwe bike...

Ez ne yek ji wan jinan im ku, dibêjin di xwezaya jinan de aştîxwazî heye. Ez wek hin kesan nafikirim ku, mêr bi awayekî xwezayî nêzîkî bikaranîna şidetê ne. Ez wisa difikirim ku –hek di nav herêm û welatan de hin cudatî hebin jî- em di analîzên xwe de, parvebûna rolan ya di nav jin û mêran de paşguh dikin. Me ev bastûr ewqas ji dil û can pejirandiye ku, em qet nînin bîra xwe ku niqaşên me yên di derbarê şidet û tecawuzê de pir kêm in û ne pir tije û watedar in.

Ji kîjan dîn an jî etnîsîteyê dibin bila bibin, qet ne rasyonel e ku hin derdorên civakî yên diyar tev li tevgerên wek DÎ bibin û ev tevger jî desthilatîya xwe bi kuştin, zilum û bi taybet jî bi ziluma li ser jinan ya kovî li dar xînin. Dîsa, ramana ku li hember zilumê ‘ziluma dijber’ derdikeve an jî bi şideteke din bi dawî tê, qet ne rasyonel e.

Li gor min, li hember dîroka ziluma ku li jinan dibe û stratejîyên jinan yên li hemû dinyayê li dij vê zilumê derxistinin holê, vê yekê hewce dike ku, jin bi lez û bez bi awayekî wekhevî tevlêbûna aborî, sîyasî û jîyana civakî daxwaz bikin. Lewra tê fahmkirin ku, li hemû dinyayê stratejîyên hîn zîrek yên derveyî bikaranîna şidetê tên heşê jinan. Û dibe ku, ev yek jî bibe sedem ku, hemû mêrên li ser dinyayê karibin heşê xwe bidin serê xwe û nûdem bibin.

Di vê çarçowê de, jinan şar an hurbî dane serê xwe, an jî kincên pir qut li xwe kirine, qet ne muhîm e. Tenê îdeologên muhafizekar dibêjin ku, jinên sergirtî ji dil li gor daxwazên mêrên xwe tevdigerin û ji wan re stûyê xwe xwar dikin. Dîsa, tenê îdeologên muhafizekar dibêjin ku, ji bo ku mêr karibin daxwazên xwe yên cinsî û çalakîyên xwe yên şidetê kontrol bikin, divê jin wan tahrîk nekin.

Tenê gava ku jin bi awayekî wekhevî tev li sîyaset, aborî û jîyana civakî bibin, mêr ê wek ku hewce dike tevbigerin. Jixwe wekî din tu çareya wan jî wê nemabe êdî. Pêşketineke wisa wê bandoreke perwerdekarî lê bike û ev ê têrê jî bike. Wê gavê hiqûka nûdem, hiqûka cezayê û hwd wê wek ku hewce be bên serastkirin û bi vî awayî tevgerên wek DÎ, derveyî ku dilê wan bibijê, ew ê mecbûr bimînin ku guh bidin qanûnan, lewra wê gavê ew qanûn ê bên bicîanîn. Wê gavê ew ê neyê heşê tu mêrî ku jinekê bikire an jî bifiroşe. Lewra wê gavê ew ê hemû mecbûr bimînin ku jîyana hefsê tahm bikin.

Li Tirkîyê “bûkên zarok”

Lê, hek em jî li Almanyayê li hember xebatkaran bi awayekî wekhevî tevnegerin, kotaya jinan ya di aborîyê de bi awayekî cidî niqaş nekin; em ê nikaribin pêşketinên li Iraq, Sûrî an jî Tirkîyê fahm bikin û em ê nikaribin li hember van pêşketinan tevdirên maqûl bifikirin û pêşnîyar bikin.

Li gor min, têgîna ku DÎ encama Şerê Iraqê ye, tenê perçeyekî pirsgirêkê îzeh dike. Sîstema pederşahî ya li ser hîmê wekhevîyê saz nebûye, pirsgirêka esasî ye. Lewra şidet û tecawuz perçeyên stratejîyên şer in û di konsepteke pederşahî de cî digirin. Bikaranîna jinan ya wek xenîmeta şer û tecawuza jinan ya wek piçûkxistina dijminan, stratejîyên nas in. Dibe ku cudatîya mîlîtanên DÎ ya ji tevgerên şervan yên din ev be ku, ew bi her awayî êrîşî hemû jinan dikin. Ango wisa xwiya dike ku, tu motîfeke dînî an etnîkî ji ber êrîşên wan xelas nabe.

Çawa ku fantezîyên Esed an jî Sedam Husên yên desthilatîyê, ji vê heşmendîya civaka pederşahî pêk dihatin, tevgerên mêrên van deshilatîyan jî wisa ji ber vê heşmendîyê pêkan dibin.

AKP jî her ku diçe, bi hêza xwe ya pirtir dibe, culhet dike ku “exlaq”, “edeb” û “kevneşopî”yê bîne bîra jinan û bi gotinên “wek zilaman tevbigerin” bangî sîyasetmedarên jin yên HDPê bikin. Tew di ser de jî, Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez culhet dike ku vê bibêje: “Sedema hebûna bûkên zarok, qedexebûna mahra dînî ye.” Hun nikarin fahm bikin? Tiştekî vê gotinê ku bê fahmkirin tuneye. Parastina Gormez ev e: Hek mahra dînî ne qedexe bûya, zarokên naşî nedihatin tacîzkirin.

Gava ku mele zewaca zarokan qebûl dikin û di qada dînî de meşrû dikin, ev tevgerên wan li derveyî qanûnên ku anuha di rojevê de ne dimînin û ceza li wan tê birîn. Ango, mele û çalakîya mahra meleyan, ne çareserîya pirsgirêkê ye, pirsgirêk bi xwe ye. Zewaca bûkên zarok, ji derveyî tecawuzê ne tu tiştekî din e.

Berî demeke kurt, di derbarê pirsgirêka Kurdan û tesîrên wê yên li ser jîyana rojane de, min bi jineke çil salî re hevpeyvînek çêkiribû û bersîva wê ez şaş kiribûm:

“Gava ku wan ez zewicandim ez 14 salî bûm. Wan ez birim maleke din. Min fahm nekir ku çi bû. Heta wê rojê her tim dêya min porê min şeh dikir. Ez hîn balix nebûbûm. Pişitî ku sê sal derbas bûn, zarokê min ê ewil hat dinyayê. Her tişt pir bi xof bû.”

Trawmaya ku herî pir tesîr li vê jinikê kiribû, zewicandina wê ya di temenê zaroktî de û rûbirûbûna wê ya tecawuzê bûn. Ne zor û zilumên ji ber pirsgirêka Kurdan hatibûn serê wê bûn.

Ev tê çi wateyê? Heta ku em di analîzên xwe yên sîyasî de, faktora cinsîyeta civakî wek pirsgirêkeke dawîn bibînin, em fahm nekin ku şideta sererast an jî dorhêlî ji rewşa jinan ya di nav civakê de pêk tê û em otorîterîzma di nav pirsgirêkê de fahm nekin, analîzên me yên li rû, kêm û vala bimînin.

Ji pêkanîna kotayê wêdetir

Heta ku, em bi konseptên modernîst yên ji bo ji sedî pêncîyê nifûsa dinyayê cudatîyê dipejirîne bên ser,  bicîkirina civakeke demokratîk ne mumkun e. Ji ber vê yekê, divê êdî em daxwaz bikin ku jin bi awayekî wekhevî di deverên muhîm yên hêza aborî û sîyasî de cî bigirin, bi cî bikin û di analîzên xwe de paşguh nekin.

Divê em karibin konseptên nuh jî niqaş bikin. Ev konsept, di şerd û mercên sîyasî û aborî yên pir dijwar de jî dikarin têkevin dewrê. Di vê mijarê de, stratejîya partîya Kurdan HDPê ya li Tirkîyê, bi rastî jî balkêş e. HDP, bi pêkanîna kotayê ya di mijara berendamtîyê de nehatiye ser, gund jî di nav de di her yekîneya rêvebirîyê de sîstema hevserokatîyê bi cî kiriye (lê hat xwestin ku ev sîstem bi biryara dadgehê bê qedexekirin). Ev helwest, hîn bi qasî ku em nizanibin ku encamên wê yê çi bin nuh e, lê dîsa jî li derveyî pêkanîna kotayê, ji bo demokrasîyeke cinsî ya civakî ceribandinek e.    Û tew di şerdên sîyasî yên ewqas xerabtir de.

Divê em dev ji kûrbûna cinsîyeta civakî ya modernîst berdin, wê bavêjin ser sergoyê dîrokê û ber bi asoyê pêş ve biçin. Sîyaseta cinsî ya civakî, wek perçeyekî demokrasîyê, tê wateya cudatîyeke pir muhîm. Ji ber vê yekê, her analîza ku ji hêla cinsîyeta civakî ve kor e, tu pirsgirêkên civakî yên esasî çareser nake.

Sîstemên pederşahî – bi vî awayî an bi wî awayî, bi şidet û navgînên îdeolojîk yên din bi cî tên- li ser zor û zordarîyên ji hev cuda tên avakirin. Ez wisa difikirim ku, şidet ji bo pêkanîna berjewendîyan wek navgîn tê bikaranîn, ev yek di gelek civakan de “normal” tê dîtin û bi vî awayî di analîzên me de jî cî digire.