Pirsa kurdî pirsekî demokrasî û edlahiyê ye

Sezgîn Tanrikulu

Di Kovara Guncel Huqûqê Jimara Çiriya Pêşîn 2009/10-70’an de û di Rojnama Radîkalê, 19-22 Çiriya Pêşîn 2009’an de hatiye weşandin.

VEBÛNA KURDÎ: DI PIRSA KURDÎ DE HUQÛQ Û EDLAHÎ

Ji bo çareserkirina pirsa kurdî, ji bilî guherînên kiryar û mantalîteyê pê ve, divê di zagon û Makezagonê de jî hin guherînên pêwîst û girîng bêne çêkirin. Hê ku xebatên li derhaq vebûna demokratîk didomin, Serokwezîr Erdogan diyar kir ku wê dema nêzde li hin rêgeznameyan guherîn bêne çêkirin, guherînên zagonî û Makezagonî jî ji bo dema nîvekê difikirin. Lê tê zanîn ku AKP bi tena serê xwe nikare di Makezagonê de guherînê çêbike, jimara parlamenterên wî têrî vî guherînê nake. Lê divê di kîjan zagonan de guherîn bên çêkirin? Sezgîn Tanrikuluyê Serokê Baroya Diyarbekir yek ji wan kesan e ku xwestekên herêmiyan çî ye, baş dizane. Di nivîsa Sezgîn Tanrikuluyê ku li kovara Guncel Huqûqê de bi navê ‘Vebûna Kurdî: Di Pirsa Kurdî De Huqûq û Edlahî’ hate weşandin de, di vî warî de hin agahiyên girîng hene.

Komara Tirkiyê ji damezrandina xwe heta niha bi pirsa kurdî re mijûl e. Rêvebirên welat ev pirsgirêka ku di 25 salên dûmahiyê de piranî wekî şerê çekdarî derketiye pêş, her dem xwestine ku bi polîtîkayên ewlekariyê çareser bikin. Lê eşkereye ku ev polîtîkayên han, ji çareserkirinê pirsgirekê wê de, pirsgirekê zêdetir tevlihev kiriye. Piştî ku hat dîtin pirsa kurdî êdî bi polîtîkayên emnahiyê naye çareserkirin, rêvebirên siyasî destpêkirin li riyên din geriyan. Ev pêvajoya ku berî niha bi navê “Vebûna Kurdî”, dû re jî bi navê “Vebûna Demokratîk” li ser tê axaftin, divê bi vê nêrînê han ve bê nirxandin. Ji alî din ev pêvajo, ji ber ku aliyên din a pirsê, ango aliyên azadî, huqûqî û edlahiyê ya pirsê jî li ber raya giştî eşkerekir, girîng û biqîmet e.

Mirov dikare bêje ku du aliyê pirsa kurdî heye. Pirsa kurdî ji aliyekî ve pirsa demokrasiyê ye, ji alî din ve jî pirsa edaletê ye. Bi vî re girêdayî, yên ku dixwazin pirsê çareser bikin, divê hem ji bo pêşketin û bihêzbûna demokrasiyê û hem jî ji bo ku edaletekî giştî, ango ji bo ku herkes bikaribe jê sud bigre, hewlbide. Ji bo bihêzkirina demokrasî û pûçkirina bêedaletiyê jî, hem li Makezagonê û hem jî li zagonên din de hin tiştên ku divê bêrawestan bêne nirxandin û guherandin hene.

Ji bo hûn bikaribin dumahîka nivîsê, ango orjînala nivîsê bixwînin bi kerema xwe bitikînin vê derê. (PDF, 12 Rûpel, 285 KB)