Mîlîtarîzm: Nîşane û Şiyane - Demokratîzebûn

 

Metna axaftina Dr. Ulrîke Dufner e

Mêvanên hêja, axaftvanên birêz,

Hûn bi xêr hatin konferansa me ya di siyaseta Tirkiyê de rola artêşê.

Emê du roj ser hev li ser pêywendiya siyaset û artêşê rawestin ku ev pirsgirêk wekî gomekî mezin li ber riya demokratîzebûnê de rawestiya ye û asteng e. Emê di vê konferansê de encama xebatên lêkolînerên birêz guhdar bikin, da ku vê goma mezin wê çawa ji ser riya demokratîzebûnê bête rakirin.

Axaftvanên me yên birêz, ez ji niha ve sipasiya we dikim ku hûnê di vê konferansê de ray û ramanên xwe yên hêja bi me re parve bikin û rê nîşanî me bidin.

Dema min vê axaftina xwe amadekir, li lîteraturên zanistî nihêrim, da ku ez bizanibim ka li Almanyayê û li welatên din yên endamên Ewropayê, pêywendiyên siyaset û artêşê, ango bi nêrînekî dehî fire, gengeşiyên li ser pêywendiyên artêş, siyaset û qada hemûyî çawa tê meşandin? Di vê xebatê de nişkava lê hay bûm ku ez jî di nav gengeşiyên xwe yên kevin de me; pişt re di bin bandora nûjeniyê û gengeşiyên li ser wan de mam. Lê dema ku min gavekî bi şûnve avêt û min li rojeva dagirtî ya Tirkiyeyê nihêrî, gengeşiyên li Almanyayê didomin ji min re “wekî lîstikekî hat.” Bi gorî Hefrîed Munklerê ku di vî warî de lêkolînan çêdike, em dikarin civata Almanyayê wekî civatekî ‘post heroic’ –civatekî post leheng- binavbikin.
Civatekekî ku lehengan red bike, ango çi civata sîvîl û çi jî civata leşkerî, nikare lehengên mirî qebûl bike. Ango, civatekî bi vî rengî, hem ji endamên artêşa Almanyayê ku li Afganîstanê şer dikin de çi miriyên Alman û çi jî miriyên sîvîl yên Afganî qebûl nake. Civatekî ku lehengên xwe nebîne û red bike, leşkerên xwe yê mirî re jî nabêje ‘şehîd’. Lê dîsa jî divê wateyekî van mirinan hebe:

Gengeşiyên zanistî û siyasî yên li ser pêywendiyên artêş-siyaset-qada hemûyî ya li Almanyayê îroyîn, li ser bîrdariya ku li îlona 2009’an de li Berlînê –ango paytaxtê- ji bo leşkerên ku li ser kar jiyana xwe windakirine, çêdibûn.

Babeta gengeşiyê duyemîn jî ew bû ku wê leşkerên ciwan li kê derê sond bixwin? Wê di leşkergehên xwe de an jî wekî ku ji sala 1996’an vê de her ku diçe zêdetir tê dîtin, li ber qada hemûyî sond bixwin? Wekî mînak, em dikarin bêjin ku sondxwarina leşker îsal li ber avahiya Reichstagê –ango avahiya nû ya meclîsê- hate çêkirin.

Babetekî din ya gengeşiyê jî ew e ku ev dêrîndeziyên, ango merasîmên leşkeran çima di 20’ê Tîrmehê de tên çêkirin? Di 20’ê Tirmeha 1944’an de çend zabitên Wehrmachtê artêşa Alman, li hember Hîtlerê hewldan ku suîkastekî pêkbînin. Sedema dêrîndeziyên sonda tê gengeşîkirin, ku çima tam di roja salvegera suîkastê de tên çêkirin.

Ango di navbera dêrîndeziyê sondan û suîkastê de nêzîkayiyekî tê nîşandan û bi vî awayî leşker yeko yeko bi wîcdana xwe ve tên girêdan? Di rewşekî wiha de heke pêwîstiyekî wîcdanî bivê, wê gavê tê xwestin ku nîşanîzekirina xelekê rêvebiriyê ji holê rabe?

An jî dixwazin rola neyînî ya Wehrmachtê artêşa Almana ya dema Naziyan ji holê rakin û carekî din di nav gelê Alman de li derhaq leşkeran îmajekî ‘erenî’ pêkbînin û bi vî awayî leşkeran zêdetir bi civatê bidin qebûlkirin?

Ji ber guherîna rola artêşa Almana, êdî dêrîndeziya sondan li ber qada hemûyî tên çêkirin, avahiyên bîrdariyê tên danîn û artêş bi hin bûyerên serkeftî ji nû ve tê nîşanîzekirin. Bi vî awayî tê xwestin ku civata Alman carekî din bikaribin bi nêrînekî germ li şer binêrin û her weha hînî mirinên leşkera bibin. Ango tê xwestin ku ev rewşa nû bê qebûlkirin; her weha dixwazin wateyekî bidin mirina leşkeran ku ev yeka ji malbatên wan re jî bibe peyamekî.

Artêşa Alman ne ji bo parastina Almanyayê li Afganîstanê ye, -ji alî peyvên fermî jî tê gotin ku herî kêm-  ji bo parastina demokrasiya navnetewî û mafê mirovan di şer de ye. Rewş ku ev be, dewletên Ewropî û Almanya divê bi riya hin dêrindeziyan nîşanên nû biafrînin û bi van nîşanan qada hemûyî hînî van nîşanan bikin.

Gengeşiyên ku li Almanyayê îroyîn tê meşandin, ji bo Tirkiyê jî girîng e. Tam di rewşekî wiha de wekî ku di rojnameyên hefteyên çûyîn de jî bi zêdeyî cîh girtibû, ango ji malbatên leşkerên ku li herêma kurda leşkeriya xwe kirine û di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane re, mirov dikare çi pêşniyar bike? Divê wateyekî van mirinan hebe. Dê û bav, zarok û jin, tehamul nakin ku hezkiriyên xwe, bêyî ku sedemek hebe winda kirine. Ji bo ku birînên wan kûr nebe, êş û janên wan kêmtir bibe, divê sedemekî leşkeriyê, an jî sedema pevçûnên ku merivên xwe tê de winda kirine, hebe. Ev yeka ji bo leşkerên ku di şer de cîh digrin jî derbasdar e. Divê bizanibin ku bi çi sedemî jiyana xwe davêjin xeterê.

Heta niha darbestên wan bi ala netewî tê pêçandin, di cenazeyan de sirûda netewî tê xwendin. Ango bi awayekî, wateyekî ‘netewî’ ji van çêbûyînan re hatiye dîtin.

Hemû hukumet her ku hejmara miriya zêde dibin ji bertekên gel ditirsin. Ji bo wê jî li ser girîngiya şer û sedema pevçûnên çêdibin, zêdetir diaxivin û nîşanên netewî derdixin pêş. Bi nîşanên netewî, an jî wekî ku di şerê Afganîstanê de jî tê dîtin, bi riya hin nîşanên din ji van mirinan re wate dibînin, li wateyan digerin.
Dema ku pêwîstî bi polîtîkayekî din hebe, divê zimanekî nû û nîşanên nû bête ecibandin. Ango ji dêvla kevin, pêwîstî bi nîşan û gavên siyasî yên nû heye ku divê vana ji alî civakê ve jî ji bo aştiyekî ‘bihevre’ bête parvekirin.

Gavên ewil yên vî babetî ew e ku divê artêş her ku diçe zêdetir bikeve bin kontrola sîvîlan, siyaset wekî qadekî sîvîl bête bilêvkirin, qada siyasetê divê ji nîşanên leşkerî bête paqijkirin û herî dawî jî divê ji civakê re rê bête vekirin ku bikaribe siyaset û viyana xwe pêşve bibe.

Nûçeyên li derhaq kudetayên leşkerî ku me çendekî berê xwendibû, ciyê tirsehêziyê ye û di demokrasiyan de tu car naye qebûlkirin. Navê TESEV jî (Weqfa Aborî û Lêgerînên Civakî ya Tirkiyê) di van planên kudetayê de derbas dibe; lê divê bê zanîn ku boxtan û tomarkirinên li derhaq TESEV’a hêja ku vê konferansê jî em bi hev re amade dikin, bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Hukumet, partiyên siyasî, mirovên zanistê, saziyên civata sîvîl û hemû parezvanên demokrasiyê divê li hember kiryarên artêşê ya dijî demokrasiyê dengê xwe bilind bikin da ku di civatê de ji dêvla tirsê nêrînekî nû derkeve holê. Artêşa Tirkiyê di dîrokê de kîjan rolê lîstibe bila bilîze, divê di Tirkiyeyekî domekratîk de xwe ji siyasetê û ji qada siyasî paşve bikşîne.

Di Tirkiyeyekî demokratîk de çi rola artêşê û karmendên artêşê, di siyasetê de tune ye. Di qada hemûyî de nikare li derhaq siyaseta dewlet û hukumetê de beyanekî bide. Di derhaq polîtîkayê parastin û biryarên artêşê de, yên ku biryar didin divê ne artêş bi xwe be. Em ji Almanyayê mînakekî bidin: Di dema aştiyê de qada biryardar ya artêşê ya herî bilind, wezîrê parastinê ye. Di dema şer de ev biryardarî derbasî destê şansolyeyê Alman dibe. Li derhaq hejmara leşkeran parlamento biryar dide, wezîrê parastinê bi xwe jî di vî warî de biryardar nîne. Karmendên artêşê ku dema li ser wezîfê bi tawanekî re rûberû dibin, derdikevin ber dadgehên sîvîl. Lê heke leşker li dervayî welat bi tawanekî re rûberû bibin, wê demê dadgehekî leşkerî tê sazkirin.

Tirkiyeyê îroyîn ji rewşekî wiha gelek dûr e. Ev konferansê me jî wê rewşa îroyîn tesbît bike û bikaribe, wê ji bo pêşerojê hin pêşniyaran biafrîne. Li rûniştina roja yekşemê jî, wê TESEV encamên lêkolîna Reforma Sektora Ewlehiyê û Rapora Siyasî bi me re parve bike.

Bi taybetî ji TESEV’ê re, ji ber ku vê konferansê bi me re rêvebir, sipas dikim.

Hêvî dikim ku emê bi riya vê konferansê wê goma mezin ya ku li ber riya demokratîzebûna Tirkiyeyê de asteng e, bikaribin rakin.

Sipas ji we hemûyan re.

Ulrîke Dufner
Stenbol, 20.11.2009