Heinrich Boll

Image removed.

Heinrich Boll, di nav nivîskarên Almanyayê yên herî girîng û herî navdar de cîh distîne. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, ji hemû nivîskarên Alman pirtir bandor li edebiyata Alman kiriye, adetî mohra xwe lê xistiye. Dikare bê gotin ku qet tu nivîskarê Alman bi qasî Boll li tevaya dinyayê nehatiye fahm kirin û pejirandin. Heinrich Boll, di sala 1972an de xelata Nobelê stendiye. Ev xelat, ji bo nivîskarê li Kolnê hatiye dinyayê, wek teqdîr kirina van hewldanên wî ne jî: Êş, keder û hêviyên mirovên li kuçeyan aniye ziman; pênûsa xwe li dij otorîte, zordarî û sûcdariya ji paşerojê hatiye wek rim bi kar aniye; di van hewldan û helwestên xwe de her tim durustî, kesayetiyek hevgirtî û nûjeniyek bi prensîp parastiye.

HEINRICH BOLL – JIYAN Û BERHEMÊN WÎ
Heinrich Boll (1917-1985), di edebiyata Komara Almanyaya Federal de yek ji şexsiyetên herî girîng, herî navdar e. Bi gotina wî ew, “wek nûjenekî di dema xwe de, bi tiştên di serê qirnekî re derbas bûne, bi tiştên dîtiye û bihîstiye re sadiq maye.” Ew, dîrokvanek bû, bi helwestek rexneyî dîroka Alman ya navîna sedsala 20. nirxandibû. Boll, bi roman û çîrokên xwe di sala 1972an de layiqî Xelata Edebiyatê ya Nobelê hatiye dîtin.

Heinrich Boll – Çîrokek kurt ya jiyana wî

1917-1945 Salên Zaroktî, Cîwanî û Şer

1917
Heinrich Boll, di 21-12-1917an de, di dema Şerê Cîhanê yê Yekem pir dijwar bûbû, wek zarokê 6. yê xerat û peykervanê textîn Viktor Boll û jina wî Maria li Kolnê hatiye dinyayê. Bav û kalên bavê Boll, çend sedsal berê ji ber sedemên olî ji Îngilîstanê koç kirine Almanyayê. Ev xeratên keştiyan li herêma Rena Nizm li bajarê Xantenê bi cîh bûne. Yên ji hêla dê jî osteyên çêkirina bîra û cotkar bûne.

1924 - 1928
Boll, li Kolnê dest bi xwendegeha seretayî dike.

1928
Boll, li Kolnê, li Lîseya Kaiser Wilhelm ya Dewletê perwerdeya xwe didomîne.

1929
Ji ber aloziya aborî ya dinyayê malbata Boll, qedera 3 milyon bêkarên li welat hevpar dike: Mal û mulkên xwe rehîn didin û deyin dikin, karmendê heczê tê deriyê wan, karên heczê êdî bûye perçeyek ji jiyana wî ya rojane.

1933 - 1936
Di 30-01-1933an de Adolf Hitler, dibe Şansolyeyê Almanyayê. Terora Nazî li Kolnê belav dibe. Li malbata Boll bûyerên siyasî pir û bi dilekî vekirî tên axaftin. Dêya Boll, hilbijartina Hîtler bi gotina “ev tê wateya şer” şîrove dike. Li mala malbata Boll komeleyên cîwanan yên Katolîk civînan çêdikin. Piştî mirina wî nivîsên destîn (helbest û çîrokên kurt) yên di terekeya wî de hat dîtin, nîşan dide ku Boll di sala 1936an de xwe li nivîskariyê rakşandiye.

1937 - 1939
Boll, di 1937an de lîse xelas dike. Di wê salê de ji bo perwerdeya firoşkeriya pirtûkan hewl dide lê piştî salekê dev ji vê perwerdeyê berdide û di sala 1938an de dewlet wî distîne xizmeta xebatê. Di demsala havîna 1939an de qeyda xwe li Zanîngeha Kolnê çêdike, di payiza wê salê de wî distînin leşkeriyê.

1939 - 1945 – Şerê Cîhanê yê Duyem.
Boll wek piyade dişînin bereyên Rojava (Fransa, Almanya) û Rojhilat (Polonya, Yekîtiya Sowyetê, Romanya, Macarîstan). Bollê ku leşker e, hima hima her roj ji malbata xwe û hevala xwe ya ku wê di 1942an de pê re bizewice, Annemarie Cech re name dinivîsand.

1944
Dêya Boll ji ber bombebaranek hewayî qrîza dil derbas dike û wefat dike. Boll dixwaze ku ji leşkeriyê xelas bibe, di dema şer de hewl dide ku ji vî karî derkeve. Ji bo ku perwerdeya xwe ya zanîngehê bidomîne, pêşî serî lê dixîne ku ji xizmeta leşkeriyê derkeve, paşê ji bo ku bi hin nexweşiyan “bikeve” hewl dide, kaxizên destûrê yên sexte çêdike. Boll, di şer de çar caran birîndar dibe.

1945
Boll, vedigere Kolnê.

1945 - 1952 Salên Destpêka Kariyerê ya Edebiyatê
Boll, ji bo ku fîşa xwarinê bistîne cardin qeyda xwe li Zanîngeha Kolnê çêdike. Li ciyê xeratiya malbatê ya ku birayê wî bûye berpirsiyarê wê dest bikar dike. Jina wî karê mamostetiyê didomîne. Boll, romanên wek Xaça Bêevînî - Kreuz ohne Liebe – ya di sala 2003an de hat çap kirin û ya ku piştî mirina wî hat çap kirin Milyaket bêdeng bûn - Der Engel Schwieg – di vê demê de nivîsand. Li gel van gelek çîrokên kurt jî dinivîsîne. Ev hemû berhem di dema Nazî û şer de an jî piştî şer de derbas dibin.

1947
Boll, di meha Adarê de ji çend rojname û kovaran re çîrokên xwe yên kurt dişîne, ji Zanîngeha Kolnê ji bo dewranekê destûrê distîne, lê careke din li zanîngehê venagere. Lawê Boll yê pêşî Raimund tê dinyayê.

1948
Boll, di meha Hezîranê de jibo çîrokên xwe yên kurt şeşsed Marqê Alman distîne, lê ji ber ku di demek kin de reforma pere çêdibe, ev pere qîmeta xwe wenda dike. Lawê wî yê duyem tê dinyayê.

1949
Çîroka wî ya bi navê Tam Seeta Trênê bû -Der Zug war pünktlich- tê weşandin. Ji ber ku mafên telîfê têra debara jiyanê nake, Boll serî li gelek karên din dixe. Li nameyek ji edîtorê xwe re dişîne wisa dinivîsîne: “Li hember malbata xwe ez nikarim wisa bijîm. Hek hin caran ez bawer dikim ku ji bo edebiyatê karên ez bikim hene jî, lê ji bo edebiyatê ez naxwazim qet carekê jî jin û zarokên min demeke xerab derbas bikin.”

1950
Boll, li Beşa Îstatîstîkê ya Şaredariya Kolnê wek karmendekî alîkar dixebite. Di wê demê de cîltek wî ya ji çîrokên kurt pêk tê çap dibe. Lawê wî Vincent tê dinyayê.

1951
Boll, ji teref yekîtiya nivîskaran Gruppe 47 ve ji bo civîna li Bad Durkheimê tê vexwandin. Boll, bi çîroka xwe ya bi navê Mîhên Reş -Die Schwarzen Schafe- layiqê xelata edebiyatê ya yekîtiyê tê dîtin. Romana Boll ya bi navê Lawê Adem Tu Li Ku Bû? -Wo warst du, Adam?- tê weşandin.

1952
Boll, bi weşanxaneya li Kolnê ya navdar Kiepenheuer & Witsch re peymanekê îmze dikin.

1953 -1959 Romanên Navdar
Boll hîn pirtir serê xwe li ser pirsgirêkên rojane yên Almanyayê diêşîne; di vê demê de fikrên wî yên di derheq siyaseta komara cîwan pirtir tên dîtin.

1953
Romana wê ya bi nav Û Wî Qet Tu Tişt Negot -Und sagte kein einziges Wort- hat weşandin. Boll, dibe endamê Akademiya Ziman û Edebiyatê.

1954
Romana wî ya bi navê Malên Bêbav -Haus ohne Hüter- tê weşandin.

1955
Malên Bêbav, ji teref weşanxaneyên Frensî ve layiqî xelata romana herî baş ya biyanî tê dîtin. Boll, dibe endamê beşa Federal Almanya ya P.E.N. Komeleya Nivîskaran.

1956
105 şexsiyetên navdar yên çanda dinyayê (Albert Camus, Pablo Picasso, Arthur Kostler, Jean Paul Sartre, Heinrich Boll û gelek şexsiyetên din) li dij tevgera Yekîtiya Sowyetê ya li hember serhildana Macarîstanê û ya Îngilîstan û Fransayê ya li hember aloziya Suweyşê ya li Misirê bangekê dikin.

1957
Rojnivîska Îrlandayê -Irisches Tagebuch- tê weşandin.

1958
Boll, layiqî çend xelatan tê dîtin. Xebata wî ya bi navê Nameyek Ji Cîwanekî Katolîk re -Brief an einen jungen Katholiken- hatibû diyar kirin ku wê di radyoyê de bê weşandin, ji ber ku helwesta civaka Katolîk ya li Almanyayê bi awayekî tund rexne kiribû nayê weşandin. Bi sernivîsa Kuliyata Bêdengiya Doktor Murke -Doktor Murkes gesammeltes Schweigen und andere Satiren- guldesteya (antolojî) nivîsên mîzahî tê weşandin.

1959
Romana Boll ya bi navê Bîlardoya di Neh û Nîvan de -Billard um halbzehn- tê weşandin. Boll, di wê salê de layiqî gelek xelatên din jî tê dîtin û di nav damezrênêrên Pirtûkxaneya Dîroka Cihûtiya Alman, Germania Judaica de cîh distîne.

1960
Boll, dibe edîtorê Kovara Labyrinth ya ku li ser hîmê Îsewîtiyê alternatîfekê li dij sîstema civakî û siyasî ya heye pêşniyar dike. Bavê Boll li Kolnê wefat dike.

1961
Piştî ku Dîwarê Berlînê ava dibe, di derheq tevgerên nivîskaran yên wek “wîjdanê neteweyê” dihatin bi nav kirin de nîqaşên tund dest pê dikin. Tev li Boll 23 nivîskar, bang li YN (Yekîtiya Neteweyan) dike ku hemûya Berlînê bikin navenda YNyê.

1962
Çîrokên wî yên bi navên Gava Şer derket -Als der Krieg ausbrach- û Gava Şer Qediya -Als der Krieg zu Ende war- tên weşandin. Boll, di mehên Îlon û Cotmehê de Yekîtiya Sowyetê ziyaret dike.

1963
Romana wî ya bi navê Palyaço -Ansichten eines Clowns- tê weşandin.

1964 - 1969 Almanyayekî Cûda
Çalakvaniya siyasî ya Boll di vê demê de zêdetir dibe; ewqas dibe ku hejmara nivîs û axaftinên wî yên wek ceribandinê, li gor roman û çêrokên wî pirtir dibin.

1964
Çîroka wî ya bi navê Gava Ji Yekîtiyê Veqetiya -Entfernung von der Truppe- tê weşandin. Boll, di dersên vegotina helbestî yên Zanîngeha Frankfûrtê de teoriya “estetîka layiqî mirovatiyê” pêş ve dixîne.

1965
Boll, ji bo êrîşên li dij Wolf Biermann (helbestvan û gotindanêr) rojnameyên Komara Almanya ya Demokratîk bi rêya çapemeniyê şermezar dike.

1966
Çîroka wî ya berfireh ya bi navê Dawiya Seyaheta Vatiniyekê -Ende einer Dienstfahrt- tê weşandin.

1967
Boll, ji teref Akademiya Ziman û Edebiyata Alman ve layiqî Xelata Georg Büchner tê dîtin. Ji ber nexweşiyên hepatît û diyabetê bi mehan di nav livînan de dimîne.

1968
Komeleya Nivîskarên Çekoslowakyayê Heinrich Boll, Louis Aragon û Jean Paul Sartre dawetî Komara Çekoslowakyaya Sosyalîst dike. Boll di meha Tebaxê de vê dawetê qebûl dike, dibe şahidê dagir kirina Çekoslowakyayê ya ji teref welatên Bloqa Rojhilat û bi dawî hatina pêvajoya demokratîk bûyinê ya ku Hukûmeta Dubçek dest pê kiri bû.

1969
Boll, li civîna damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Almanya (VS) axaftina xe ya bi navê “Dawiya Diltenikiyê” dike.

1970 - 1980 Nivîskarê bi xelata Nobelê wergirtiye ku ji peyva xwe nayê xwarê
Boll, di dema Şansolyetiya Willy Brandt de, difikire ku siyaseta Rojhilat, bi taybet di vê demê de li gor berê hîn pirtir li ser hîmên exlakî dimeşe. Ji ber pêla terorê ya ku bilind dibe, rewşa siyaseta Almanyayê her ku diçe dijwartir dibe. Di vê rewşa ku tevdîrên ewlekariyê pirtir derdikevin pêş de, Boll û rewşebîrên wek wî difikirin ji teref hin siyasetmedar û çapemaniya nêzîkî van siyasetmedaran wek alîkarên terorê yên manewî tên îlan kirin.

1970
Heinrich Boll, di kongreya yekem ya Yekîtiya Nivîskarên Alman de, li ber Willy Brandt di derheq “îtifaqa munzewiyan” de axaftinekê dike. Boll, wek serokê komeleya PENa Almanyayê tê hilbijartin.

1971
Boll, ji bo dadgeha li dij Angela Davis ya li Amerîkayê mafên sîwîl diparêze hatiye vekirin, bangekê li raya giştî ya Amerîqayê dike. Romana wî ya bi navê Di fotograf de Jin Jî Hebû -Gruppenbild mit Dame- tê weşandin.

1972
Di tevgerek berfireh lêgerînê ya bi armanca girtina terorîstan de li mala Boll jî digerin. Heinrich Boll, layiqî Xelata Edebiyatê ya Nobel tê dîtin.

1973
Di lêpirsînên neheq yên di derheq nivîskar û rewşenbîran de li tevaya dinyayê pirtir dibin; Boll li hember vê rewşê, bang li siyasetmedarên Rojhilat û Rojavayî dike ku bila dev ji durûtiya xwe ya wek “prensîba tev li karên hundur yên welatên din nebin” berdin. Di lîsteya Boll ya ku welatên ku li wir rewşenbîr di bin taqîbatê de ne de Yekîtiya Sowyetê, Tirkiye, Îspanya, Brezîlya û Portekîz jî heye.

1974
Aleksandr Soljenitzin tê girtin û tevî protestoyên tund jî hebûn, ji Yekîtiya Sowyetê hat derxistin, paşê xwe avêt mala Heinrich Boll. Çîroka wî ya bi navê Rûmeta Binpêkirî ya Katharina Blum -Die verlorene Ehre der Katharina Blum- tê weşandin. Boll, ji teref Yekîtiya Mafên Mirovan (Liga für Menschenrechte) ve layiqî Xelata Carl-von-Ossietzky hat dîtin.

1975
Derhêner Volker Schlondorff, filîmê Rûmeta Binpêkirî ya Katharina Blum kişand.

1976
Boll, ji dêra Katolîk vediqete.

1977
Cara yekem filîmê Di Fotograf de Jin Jî Hebû hat temaşe kirin. Piştî ku serokê Sendîqaya Karsazên Almanyaya Federal Hanns Martin Schleyer hat revandin û kuştin, li hember Boll û rewşenbîrên din ve li raya giştî cardin kampanyayek dest pê dike.

1978
Qomîteyek navneteweyî ya ku Boll jî di nav de ye, ji bo nivîskar Kim Chi Ha yê ku bi salan e di hefsê de ye, “ji bo mirovatiyê” berdana wî ji Serokê Dewleta Koreya Başûr daxwaz dike.

1979
Rojnamevan Rupert Neudeck, bi navê Ji Bo Wîetnamê Keştiyek - Ein Schiff für Vietnam – qomîteyek alîkariyê dadimezirîne, Boll jî endamê vî qomîteyê ye. Armanc ew e ku kesên ji Wîetnamê reviyane û li nava deryayê mane keştiyek bê kirê kirin e. Boll, ji teref Serokkomariya Almanyaya Federal ve layiqî Xelata Liyaqatê ya dereceya yekem tê dîtin, lê vê xelatê red dike. Romana wî ya bi navê Dorpêçkirina bi Armanca Parastinê -Fürsorgliche Belagerung- tê weşandin. Gava di meha yekem de diçe seyeheta Ekwadorê, di çîpa wî yê rastê de nerihetiyek damarê pêk tê; Boll, li Quitoyê emeliyat dibe.

1980
Boll, Li Almanyayê cardin emeliyat dibe, perçeyek ji lingên wî yê rastê tê stendin. Boll, bi delegasyonek ku ji jinên Bolîwyayî pêk tê hevdîtinekê dike. Paşê daxwaz dike ku Hukûmeta Almanyaya Federal, serî li Yekîtiya Neteweyan bixe ku, ji bo rewşa piştî mûdaxeleya leşkerî ya Bolîwyayê lêkolîn bike, qomîsyonek lêkolînê ya navneteweyî bê damezirandin.

1981 - 1985 Mafên Sîwîl, Tevgera Aşitiyê û Kesk
Ji ber nerihetiyên xwe, êdî Boll ewqas nikare tevbigere. Di vê demê de di tevgera aşitiyê de çalak e û alîkariya Partiya Keskan dike.

1981
Nivîsa Boll ya biyografîk ya pêşîn Wê Rewşa Vî Zarokî Çawa Bibe? An Jî Tiştekî Bi Pirtûkan re Têkildar -Was soll aus dem Jungen blo? werden? Oder: Irgendwas mit Büchern- tên weşandin. Boll, alîkariya banga nivîskarên Ewropî ya li dij bombeya notronê û çekdarîbûyinê dike, di xwepêşandana aşitiyê ya herî mezin de li hember girseyek ji 300 hezaran pêk tê diaxive. Havîngeha Boll tê talan kirin.

1982
Boll, li civînek çapemenî ya li Kolnê, rejîma leşkerî ya li Polonyayê û rewşa siyaseta neyînî ya li nav Polonyayê protesto dike. Mirina lawê wî Raimund. Piştî pêvajoyek dijwar, Meclîsa Şaredariya Kolnê di meha 11. de mafê hembajariya rûmetî dide Boll. Di wê salê de Eyaleta Ren Vestfalyaya Bakur, navdariya profesortiyê dide Boll.

1983
Boll, di nameya vekirî ya ji Andropov yê ku Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst ya Yekîtiya Sowyetê re dişîne de, daxwaz dike ku biryara surgûnê ya di derheq Andrey Saharov yê ku xwediyê xelata Nobelê ye rake. Nivîskarên şeş welatan yên ku Boll jî di nav de ne, hewldanên hukûmeta DYE yên ji bo hilweşandina hukûmeta Sandinîst ya Nîkaragûayê şermezar dikin. Boll, di hilbijartinê de alîkariya Keskan dike. Di meha Îlonê de di nav protestovanên li dor yekîneyek Amerîkaniyan de Boll jî heye.

1984
Wezîrê Çandî yê Fransayê Jack Lang, xelata Commandeur de Ordre des Arts et des Lettres dide Heinrich Boll. Di wê salê de Boll, li Danîmarqayê ji teref Şanoya Odinê layiqî xelata Jens-Bjørneboe tê dîtin. Boll, pereyê xelatê dide Qomîteya Doktorên Canxelas yên Almanyayê.

1985
Ji bo salvegera 40. ya teslîm bûyina artêşa Alman, berhema wî ya bi navê Ji Çar Lawê Min Re Name an jî Çar Pisqilêt -Brief an meine vier Sohne oder vier Fahrräder- tê weşandin. Boll, di serê meha Tîrmehê de cardin emeliyat dibe. Di 15yê Tîrmehê de ji bo amadekariya emeliyatek din tabûrcî dibe. Di 16yê Tîrmehê serê sibê li mala xwe ya li gundê Langenbroich yê li herêma Eifel, jiyana xwe wenda dike. Boll, di 19ê Tîrmehê de bi beşdariya gel, hevkar û siyasetmedaran (Serokkomar Richard von Weizsäcker jî beşdar dibe) ve li Bornheim-Merten ya nêzîkî Kolnê tê veşartin.

Piştî wefata Boll, gelek xwendegehên li Almanyayê navê wî distîne. Di meha 11. ya 1987an de bi tevgera dostên wê Waqfa Heinrich Boll tê danezirandin.