Ji Alî Penaberên Ku Ji Suriyê Hatine Rewşa Tirkiyê

Nejat Taştan

Li Suriyê ev du sal û nîv e ku şer û pevçûnên navxweyî didomin. Ji ber şer dehhezaran însan jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn, bi mîlyonan kes jî ji cîh û warên xwe bûn. Şer û pevçûnên ku di Adara 2011’an destpêkir, di serî de li welatên cîran û niha jî hema bêje li tevayî Rojhilata Navîn bû sedema trajediyekê însanî û ev trajedî hê jî didome. Amanca vê nivîsê ew e ku rewşa penaberên Suriyê yên ku li Tirkiyê cîhwar bûne ji alî însanî ve binirxîne. Analîzên siyasî yên li der haq şerê Suriyê her çi qas li derveyî mijarê me be jî divê wekî tespîteke esasî were zanîn ku şerên ku di serî de li navbera hêzên hukumet û muxalefetê de pêkdihatin, niha ber wekî şerekî ber bi navbera etnîsîte û baweriyên cûda ve diçe. Ciyê gotinê ye ku ev rastiya, li der haq penaberên di welatên dorhêl de cîhwar bûne ji alî polîtîkayên însanî ve rasterast bi bandor e û em tenê bi nêrînekî bi vî rengî dikarin rewşa Tirkiyê bi hêsanî analîz bikin.

Piştî ku li Suriyê şer destpêkir hukumetên Lubnan, Misir, Urdun û Tirkiye eşkere kirin ku ew ê ji ber sedemên însanî polîtîkayên “deriyê vekirî” bimeşînin. Lê ev polîtîkayên wan vegeriya û bû polîtîkayên sînora vekirî. Di encam de jî ji ber ku penaber bi hêsanî dikaribûn ji sînoran derbas bibin, qeyda wan nehat girtin û ev jî bû sedema aloziyan. Di vê heyamê de ji ber ku hejmara penaberan her ku çû zêde bûn hin dewlet ji derbaskirina sînoran re asteng derxistin. Hukumeta Tirkiyê jî ji ber ku hejmara penaberên Suriyê zêde bûn û her weha şer û pevçûn li Bakûrê Suriyê belav bû û li Reyhanliyê teqîneke mezin a bombeyî pêkhat, bi taybet ev şeş mehên dûmahî dev ji polîtîkayên deriyê vekirî berda û xwest ku sînorên Suriyê carekî din bi tundî kontrol bike. Ev guherîn her weha bu sedem ku li aliyê Suriyê ji bo kampa penaberan bên çêkirin û alîkariyên însanî li Suriyê werin belavkirin, destpê bike.

Tirkiyê du peymanên navnetewî ya li der haq penaberan, ango Peymana Cenevreyê ya Li Der Haq Rewşa Hukukî ya Penaberan û Protokola Newyorkê ya Li Der Haq Statuya Penaberan beyî ku hin xalên wan neecibîne mor kiriye. Bi gorî van xalên ku nehatine ecibandin, Tirkiye tenê statuya penaberî yên kesên ku ji Ewropayê tên nasdike. Ji bo kesên ku ji dervayî Ewropayê hatine jî tenê heta ku bikaribin biçin welatekî sêyemîn nas dike û bi gorî rewşê mafê rûniştinê dide wan.

Tirkiye ji penaberên Suriyê re statuya penaberî nade. Lê bi polîtîkaya deriyê vekirî rê li vegera bi zorê digre, ji dema mayîna wan a Tirkiyê re astengî dernaxe û di kampan de alîkariyên însanî didomîne.

Hukumeta Tirkiyê ji bo koordînasyona kar û barên penaberên Suriyê Serokatiya Rêvebirên Kar û Barên Afat û Lezgîniyê (AFAD) ku girêdayê Serokwezîriyê ye berpirsiyar kiriye. Di koordînasyona AFAD’ê de ji wezaretên Hûndirîn, Derve, Tendûristî, Kar û Barên Çandinî û Gundan û Maliyeyê û her weha ji Ewlekariya Giştî, Diyanet, Musteşariya Gumrukê û ji Kizilayê nûner hene û ev nûner ji bo kar û barên penaberan bi hev re dixebitin. Ji bilî vana 21’ê Îlonê 2012’an de waliyekî ji alî serokwezîr hatiye tayînkirin ku ev jî koordînasyonê birêve dibe.

Ji alî AFAD’ê bi taybet li bajarên ser bi sînorên Suriyê ji bo penaberan hin navendên penaberan hatine çêkirin. Heta meha Îlona 2013’an li Hatay, Dîlok, Kîlîs, Riha, Mereş, Osmaniye, Edene, Mêrdîn û Meletî 15 navendên ji çadiran û 6 jî ji konteyneran, ser hev 21 navendên penaberan hatine amadekirin. Tê zanîn ku rewşa penaberên li Tirkiyê ji welatên din baştir in. Li hemû navendên penaberan pêwîstiyên jiyanî a penaberan, ango pêwîstiyên însanî yên wekî tenduristî, perwerde, xwardemenî, peywendî û hwd. ji alî dewletê ve tê cîbecî kirin.

Li Tirkiê hejmara penaberan bi tevayî naye zanîn. Bi gorî beyana fermî ya AFAD’ê ku di 26’ê Îlonê 2013’an de eşkere kir, li Tirkiyê 381 hezar û 274 penaberên ji Suriyê hene. Ji van penaberan 181 hezar û 240 kes vegeriyane Suriyê û yên mane jî, ango 200 hezar û 34 penaber jî li wan navendên penaberên yên binavkirî de dimînin. Ev hejmarên fermî tenê kesên ku qeyda xwe li navendan çêkirine, yên wan e. Ji bilî vana yên ku ji sînoran derbas bûne û li navendên penaberan namînin, ne di nav wan de ne. Li ser hejmara penaberên bi serê xwe hatine û bêqeyd in, tu agahiyek fermî tune ye. Hin çavkanî hejmarên penaberên li Tirkiyê di navbera 600 û 800 hezaran de nîşan didin. (1) Ev hejmar her roj diçe zêdetir dibe. Bi texmîna herî hêsa em dikarin bêjin ku 400 hezar penaber jiyana xwe bi taybet li bajarên mezin wekî Stenbol, Îzmîr Mersîn û Ankarayê û li bajarên din yên kurda, ango li Riha, Mêrdîn, Amed û Êlîhê didomînin. Tê gotin ku tenê li Stenbolê 100 hezar penaber dijîn. Lê ji ber ku penaberên ne li kampa ne nayên qeydkirin, hejmara wan û pêwîstiyên wan nayên zanîn. Ew xebatên ku ji alî UNHCR’yê (2) ve li Urdun, Iraq, Lubnan û Afrikaya Bakûr tên kirin, li Tirkiyê nehatine çêkirin.

Piştî ku penaber ber bi Tirkiyê ve hatin, hukumet sal û nîvên ewil alîkariya saziyên navnetewî û saziyên civaka sîvîl paşgo kir. Wekî mînak têkîliya bi WFP’ê (3) re tenê ev salek e daniye. Ew saziyên ku dixwazin li Tirkiyê jî karbikin, hê jî nikarin bi hukumetê re tevbigerin.

Bi gorî xabetên ku hatine kirin, penaber ji ber neçûyîna xwe ya kampan van sedeman bilêv dikin;

Kardîtin û xebat; Pirî penaberan usa bawer dikin ku ew ê li bajarên mezin karek bibînin û ew ê bi vê derfeta karkirinê zêdetir bikaribin azad bijîn.

Rewşa fîzîkî û emnahî; Di hin kampan de ji ber lawaziya rewş, di çadir an jî konteynerek de ji yek zêdetir malbat dimînin. Her weha kampên ku li ser sînor in nêzî şer in û ev jî ji alî emnahî ve pirsgirêk derdixin.

Îzolasyon û astengkirina azadiyan; Kontrolkirina ketin û derketina kampan, kontrolkirina peywendiyên derve yên ku li navendan tên hewandin û ji ber ku kampên penaberan ji saziyên navnetewî û saziyên sîvîl yên Tirkiyê re hatine girtin.

Rîska cûdaxwaziya bi gorî etnîsîte û baweriya dînî; Penaberên ku ji alî etnîsîte û baweriyên dînî ve cûda ne (Xiristiyan, Alewî, Kurd, Roman, Çerkez û hwd.) ji ber ku kamp piranî di destê Erebên Sunnî de ne û usa bawer dikin ku ew ê di bin bandora wan de bin, naxwazin li kampa bimînin.

Cûdaxwaziya li hember zayend û dijwarî; Ji ber ku rewşa kampan derfet dide ku ji jin û zarokên keç re destdirêjî were kirin, bi taybet jinên tenê û yên ku bi zarokên xwe re hatine li mayîna kampan re germ nanêrin.

Ramanên li hember bêlayeniya kampan; Malbat piranî ji ber rewşa siyasî ya kampan naxwazin zarokên wan di bin bandora hêzên siyasî de bin, an jî zarokên wan bi awayekî zorî neyên alîgirkirin, ji kampan dûr dikevin.

Yên ku ji ber sedemên jorîn naçin kampan, dizanin ku tu polîtikayên ji alî hukumetê ve hatiye eşkerekirin tune ye. Penaberên ji ber van sedeman neçûne kampan bi hêzên xwe yên lawaz û bi alîkariya kesan jiyana xwe li derveyî kampan didomînin. Kesên ku li derveyî kampan dijîn ji dewletê tu alîkarî nagrin. Her weha çi saziyên sîvîl jî alîkariya van kesan nake. Di rastiya xwe de kesên ku bêqeyd hatine Tirkiyê û li derveyî kampan dimînin, bi tu awayekî nayên tespîtkirin jî; ango berhevkirina agahiyên li der heqa wan gelek zor e.

Piraniya penaberan bi tirkî nizanin û her weha dema pêwîst be ew ê biçin ku derê, serî li kê derê bidin nizanin. Astengiyên penaberan bi gor bajar û bajarokên ku lê dijîn jî digûherin. Lê pirsgirêkên wan ên hewandin, tendurîstî û xwetêrkirin jî wekî hev in. Bihevnekirina çandî û rewşa perwerdeya zarokan û dervekirina bandora civakî jî tesîra xwe li malbata kirine.(4)

Ji ber rewşa tendûristî hukumet berî niha biryar dabû ku yên li kampan dimînin dikarin ji nexweşxaneyên fermî bê qere îstîfade bikin. Lê piştî Îlona 2013’an hukumet ev biryara xwe berfireh kir û niha hemû penaber dikarin xizmeta tendûristiyê bê pere bigrin. Ev biryar, her çiqas nayê zanîn ku ew ê bi çi awayî were sererastkirin, dîsa jî divê were zanîn ku biryarekê rast e

Heta ku vê biryara hukumetê hat eşkerekirin, penaber tenê bi perê xwe yên şexsî dikaribûn ji nexweşxaneyan îstifade bikin. Yên ku ji bo tedawiyê pereyê wan têr nedikir, nikaribûn ji nexweşxaneyan îstîfade bikin; an jî pirî caran tedawiya wan nîvçe diman. Di nav penaberan de hin kesên ku nexweşên daîmî ne, yên bi heml in, kêmendam, zarok û kal û pîr in hene. (5) Bi awayekî giştî mirov dikare bêje ku ji ber rewşa paqijîî û kêmasiyên penaberan, ev kamp hene.

Hinek ji penaberan di bajarên ku lê dimînin de li parkan an jî li xerabe û çadiran dimînin. Her weha malbatên ku li mal an jî odeyên kirêkirî de bi hevre dijîn jî gelek in. Malên ku tên kirêkirin ji alî paqijî û tendurîstî ve ne baş in, her weha îcara wan jî gelek bûha ye. Di taxên ku dimînin de ji alî cîranan ve nayên qebûlkirin, hin caran jî tên îzolekirin. Piştî ku penaber hatine taxan, malbatên niştecî gazindan dikin, bilindbûna îcara malan dikin sedem û her weha ji ber ku zar û zêçên penaberan li kolanan dilîzin û ji nişteciyan alîkarî daxwaz dikin, ecizî nîşan didin û wan ji xwe dûr dixin, cûda dikin. Hin caran jî malên ji bo îcarê nadin penaberan.

Penaberên ku nikarin malan îcar bikin li parkan, li rawestgeha otobosan, di bin piran de dijîn. Di sê mehên dûmahiyê de nûçeyên bi vî rengî li çapemeniya Stenbolê jî derketin. Rewşa penaberên din jî ji vî alî ve ne baş in. Zivistan nêz dibe. Divê ji alî penaberan ve tedbîrên lezgînî bên stendin.

Li Tirkiyê êdî zivistan destpê dike. Di serî de penaberên bê mal, jiyana hemû penaberan ew ê bikeve rewşekî xeternak. Ji ber zivistanê ew ê rewşa penaberên li çadiran jî dimînin ew ê bikevin astengiyê. Pêwistiyên zivistanê ji niha ve divê were sererastkirin. Em pê dizanin ku pêwîstiyên germbûnê, tunebûna cil û libasên zivistanê û rewşa nebaş ya  paqijî û tenduristiyê, bi xwe re ew ê gelek nexweşiyan jî bîne.

Penaberên ku dixwazin kar bikin hene. Lê çi îzna xebatê ya penaberan tune ye. Pirî wan ji bo bikaribin îzna karkirinê bistînin nikarin belgeyên pêwîst jî berhev bikin. Ji ber vê yekê di rewşên gelek dijwar de bi qaçaxî dişoxilin. Yên di rewşekî wiha de dişoxilin rojê herî kêm deh seat li ser kar in. Pirî caran jî beyî ku perê wan bidin, penaberan ji kar jî derdixin. (6) Penaber ji ber ku kaçax dişoxilin û li der haq karkirina penaberan de çi agahiya wan tune ye, bêçare dimînin.

Penaberên jin piranî di kar û barên rojane de dixebitin û incax bi qasî 5’an 1’ê jinên Tirkiyê dikarin pere werbigrin. Hin ji wan jî li malên xwe, di karên fason de dixebitin û bi pereyekî gelek kêm kar dikin.

Li Stenbolê gelek penaberên zarok jî di rewşekî xedar de û bi pereyekî gelek kêm dixebitin.

Her çi qas penaber bi kaçaxî bişoxilin jî pereyên ku digrin têrî wan nake. Ji ber vê yekê mecbûr dimînin ji der û dor alîkarî daxwaz dikin, ji bo pêwîstiyên jiyanê an jî îcarên xaniyên xwe li kolanan pey alîkariyê digerin. (7) Jin û zarokên ku li kolanan daxwaza alîkariyê dikin, bi xeterên mezin re rûberû ne. Ji alî jin û zarokan tu hewceyiyên parastinê tune ne. Pirî zarokên ku di emrê perwerdeyê de ne, ji perwerdeyê bêpar in.

Li çapemeniya Tirkiyê ji alîkî ve li ser pirsgirêkên penaberan nûçe tên çêkirin; lê ji alî din ve jî di nûçeyan de li der haq penaberan tiştên nebaş tên nivîsîn. Ev nûçeyên han piranî li ser jin û zarokên li kolanan alîkarî daxwaz dikin, li ser wan in. Vana ji alî çapemeniyê ve wekî parsek ûhwd. tên binavkirin.

Lêkolînên li ser penaberên ku di kolanên Stenbolê dijîn hatine çêkirin de tên dîtin ku vana piştî şer ne bi temamî be jî ew ê bi piranî vegerin welatên xwe. Hin penaberên li Tirkiyê dijîn, di lêkolînan de behsa mayîna Tirkiyê an jî derbasbûyîna welatekî sêyemîn jî dikin.

Li ser encamên ku îro derketine holê tê dîtin ku divê polîtîkayên Tirkiyê yên li ser penaberiyê carekî din were nirxandin. Piştî şerê Suriyê, Tirkiyê deriyên xwe ji penaberan re vekir. Ev biryareke li cî bû. Lê piştî hatina penaberan gelek tiştên çewt jî li pey hev hatine kirin.

Çewtiya herî mezin ew e ku Tirkiye penaberên ji Suriyê hatine wekî komekî homojen nirxand û pirçandî, pirolî û piretnîsîteyiya Suriyê berçav negirt; penaberan bi gorî van rastiyan dizayn nekir. Hem kamp û hem jî rewşa kampan piranî bi gorî esasên erebên sunnî hatine amadekirin. Ji ber vê yekê gelek penaberên ji alî çand, ol û etnîstiyan ve cûda ne, naxwazin biçin li kampan bimînin. Tirkiye, penaberên ku li derveyî kampa ne, berçav nagre, bi gorî daxwaz û pêwîstiya wan tevnagere.

Ji ber ku rewşa bawerî û etnîsîteyên cûda yên li Suriyê nayên dîtin û her weha têkiîliya van cûdayiyan berbiçav nayênirtin;

Ji ber ku penaberên tên Tirkiyê bi gorî sîstemekî rêk û pêk nayên qeydkirin û di vî warî de UNHCR di serî de alîkariya çi rêxistinên navnetewî û saziyên sîvîl piştgo dikin;

Ji ber ku kampên penaberan bi zêdeyî nezî li ciyên şer diqewimin hatine çêkirin û ji derve hatiye îzolekirin, ku pirî caran ji bo van kampan îddîayên alîkariya lojîstîk ya şer jî derketine holê;

Ji ber ku di bajarên kamp hatine damezrandin de agahiyek têr û tije ji gel re nehatiye dayîn, her weha wekî li Hatayê hatiye çêkirin, ciyê kampa û cûdahiya gelên herêmê berbiçav nehatiye girtin;

Ji ber ku ji bo dûr û dirêjiya şerê Suriyê planekî esasî nehatiye çêkirin û alîkarî jî bi gor van pêwîstiyan nehatiye dîzayn kirin;

Ji ber ku li şerê Suriyê di navbera etnîsîte û baweriyên cûda de layengirî hatiye kirin;

Ji ber ku belavkirin û pêkanîna alîkariyan de rêgezên vekirîbûnê berbiçav nehatiye girtin, bi taybetî jî ji ber ku alîkariyên hatine berhevkirin tenê ji derdor an jî herêmekê re hatine şandin,

Ji ber ku penaberên li derveyî kampan dijîn tune hatine hesibandin, di îstatîstîktên fermî de jî cîh nedayîna wan û bi taybetî jî di tendûristî û îstîhdamkirina penaberan de dereng mayîn;

Ji ber ku di wîlayetan de ji bo penaberên ku naçin kampa qeyd nehatine çêkirin, navendên alîkariyên civakî nehatine organîze kirin û çavkaniyên herêmî di dema xwe de nehatine karanîn;

Hevşîrîkiya organîzasyonên sîvîl yên navnetewî û hevgirtina organîzasyonên sîvîl yên Tirkiyê ji bo alîkariya însanî nehatine sererastkirin. Ev jî herî kêm ji bo hin penaberan dramekî mezin derxistiye holê.

Ji bo Tirkiyê herî tiştê pêwîst ew e ku di demekî herî kin de planekî dûdirêj amade bike, ji hevkariya sîvîl re vekirî be, bernameyekî alîkariya însanî ya berdewamî pêkbîne.

Nejat Taştan, ESHİD

Têbinî

  1. “Di 10 wîlayetan de li 22 kampan 200 hezar kes bi awayekî fermî dimînin. Bi texmîna me 600 hezar, hetta 800 hezar penaber hene.” Bi Waliyê Koordînator Weysel Dalmaz Re Hevdîtîn; Raporta Sînor ya ÎHD (Komeleya Mafê Mirovan), Îlon 2013
  2. Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Yekîtiya Milletan
  3. Bernameya Xwardemenî ya Dinyayê
  4. “Me li van dera heznakin, tên ji cama me tiştna davêjin hundir, dibêjin hûn çima hatine vê derê.” (Emînonu, Jin, 56 salî) Lêkolîna Stenbol, Îlon 2013
  5. “Em 7 kes in, 4 zarok in, yek ji zarokan keç û 3 jî kûr in. Keç nexweş e. Bi awayekî giran ketiye tayê. Di mejiyê zarokekî kûrik de xebîs heye. Ev 2 meh e em li Tirkiyê ne.” Penaberên Suriyê ku Li Stenbolê Dijîn: Yên Hatine Paşgokirin, Adar 2013
  6. “2 kûrên wî yên dixebite, berê di karekî din de bûn. Li ciyên kar nebaşî lê kirine, ji kar derxistine. Perê xwe jî nikarin bigrin.” Lêkolîna Stenbolê, Îlon 2013
  7. “Ev 15 roj e ku malbat hatiye Stenbolê. Bi cil û colên gelek kêm, di avahiyekê neqedyayî de dimînin. Zarokê 11 mehî de nexweşiya kezeba reş heye. Dema çûne nexweşxaneyê ji wan re gotine ji bo pitik bijî divê xwîna wî were guherandin. Ji bo muayeneyê 36 lîra ji malbatê girtine. Ji bo tevayiya tedawiya nexweşiyê jî 4 hezar lîra daxwaz kirine. Ev pereyê ku malbat bide doxtor tune ye. Ji bo wî jî carek din neçûne nexweşxaneyê.” Lêkolîna Stenbolê, Îlon 2013