Hûrgiliyên bernameyê

Image removed.

Em kî ne?

Komeleya Heînrîc Boll Stîftungê, saziyekî sîvîl e û serbixwe ye ku nêzî Keskan e. Em xwe wekî saziyekî ramyarî ya kesk û her weha wekî torekî kesk ku hemû dinyayê de belav bûye, didin nasîn. Di nav vê torê de heta niha; di demên berê de 2000, yê ku niha jî didomin 8000 bûrsiyer, cîhê xwe girtine. Di bernameya bûrsê ya Niwêneriya Tirkiyê ya Komeleya Heînrîc Boll Stîftungê de ku ji sala 2008an heta niha didome, 12 bûrsiyerên me hene. Di tevayî dinyayê de 34 ofîsên me hene. Nirxên me yên esasî ekolojî û domdarî, demokrasî, mafê mirovan û edlayî ne.

Niwêneriya me yê Tirkiyê ji sala 1994an heta niha piştgiriya hewldan û xebatên di derbarê demokrasî, mafên mirov û kêmneteweyan, enerjiya bi gor esasên ekolojiyê, guherîna suruştê û pêşvebirina domdarî, pêşvebirina polîtîkayên emnahiyê ya herêmî û giştî dike û ji bo van xebatan pêşve bibe, dixebite.

Wekî Komeleya Heinrich Boll Stiftungê; em dixwazin tev li hewldanên ji bo parastina çand û azadiyên li Tirkiyeyê bibin. Armanca me ya sereke, alîkarî kirin û pêşvexistina baweriya demokrasiyek azadîxwaz û beşdarî ye. Parastin û hilberîna çanda piralî, vatiniya demokrasiyê ya sereke ye. Em jî; gava li pirsgirêkên ku em dixwazin çareser bikin dinêrin, hemû ol û şiklên rêvebiriyê bi tevayî didin ber çav, bi gelek awayan bêtirs hewl didin ku riyên çareseriyê derxînin holê. Em mijarên ku li Tirkiyeyê wek tabû tên dîtin ji niqaşê re vedikin. Em dixwazin di pêvajoya demokratîk bûyinê de alîkariya derdorên ku dengên wan nayê bihîstin bikin; hewl didin ku cudatiyên etnîk, olî an jî cinsî ji holê rabin û ji bo derdorên ji hev cuda wekheviya firsendê daxwaz dikin. Wek Komeleya Heinrich Boll Stiftung; em ekolojiyê beşeke sereke ya siyasetê dibînin. Ji bo jiyanek domdar di warê pratîk û ramanî de cîh bistîne, bi awayekî radîqal em dikarin çi bikin? Em lêpirsîna vêya dikin û hewl didin ku ji bo vêya siyasetekê li dar xînin. Li Tirkiyeyê komeleya me ji bo van karan hewl dide; ji bo guhertina av û hewayê stendina tevdîran, ji bo hilberîna enerjiyê divê ji dêvla ardûyên fosîl yên wek komir, gaza xwezayî û neftê yên tên nuh kirin wek roj, ba pirtir bên bi kar anîn; pêşketina gundewarî divê bi xwezayê re li hev be. Di van xebatên xwe de em bi Saziyên Civakî yen Sîwîl û mirovên zanyar re hevkariyê dikin. Em ray û ramanên Heînrîch Bollê ku bi Nobelê hatiye xelatkirin û her weha me navê xwe jî ji wî girtiye, ango parastina azadiyan, bêîtaatiya sîvîl, xweşbînî û nirxên çand hunerê diparêzin.

Bendewariyên me:

Bûrsiyerên me di jiyana xwe ya perwerdeyî de xwe gelek baş gîhandine û her weha ji alî sosyopolîtîk de jî pêşketî ne. Em serfiraziya wan ne tenê bi gorî notên wan ên dersê dinirxînin; em wana bi gorî hestên wan ên civakî û taybetmendiyên wan ên kesayetî jî dinirxînin. Bûrsên me, ne tenê xelatkirina performansên baş in. Hetta ziddî vê yekê ye; ango ewên ku ji bendewariyê me hayîdar in; perwerdeya xwe bi gorî amancekî didomînin û dikarin bi berpirsiyariyekî berfireh bi angajmanekî sosyopolîtîk ve tevdigerin re alîkariyekî ye. Qesta me ya ku ji angajmanê sosyopolîtîk ew e ku di saziyekî civakî ya sîvîl de cîh digrin an jî saziyekî xwendekaran de niwêner in.

Bûrsiyerên me derî rêzê ne, nûjendar in, ji lêkolînên navbera dîsîplînên cûda re vekirîne. Di nêrînên xwe yên zanistî de rexnegîr û avaker in. Bi beşdarbûna xwe ya çalak ya bernameyên me yên piralî de, zengîniyekî ne. Dema ku bernameya bûrsê didome de ji bilî raporên xwe yên perwerdeyê ku her daîm di dema xwe de didin, Çileya Paşîna ewil ya ku piştî bernama bûrsê destpêkiriyê de li hember juriyekî ku ji rojnameger, akademisyen û niwênerên saziyên civaka sîvîl pêkhatiyê de li der haq têzên xwe de pêşkeşiyekî dikin. Em bendewarê wê yekê ne ku bûrsiyerên me bi alîkariya bernameyê bûrsê re, di derbarê pêşxistina gundewarî û enerjiya berdartir de xwedî nêrînekî pêşketî bin, metod û kêrhatîbûnên nû re hevnas bin. Bernameya bûrsê ji kiryarên jêrîn pêk tên:
Agahî wergirtina ji pisporan û parvekirinên agahiyê ya navbera bûrsiyeran.
Em bendewar in ku bursiyer di çalakiyên Komeleya Heînrîch Boll Stîftungê ku di der haq babetê têne çêkirin de, hem di dema amadebûnên de, hem jî di dema çalakiyê de bi awayekî çalakdar cîh bigrin.

Mebestên me:

Mebesta serekî ya bernameyê ew e ku hem di warê pêşketina gundewarî de, hem jî di warê enerjiya berdartir de em bikaribin piştgiriya pêşketinê bikin û her weha alîkariya ciwanên pêşerojê bikin da ku ew di rojên pêş de bikaribin biryarên polîtîkayên domdar bidin.
Amancên heyî:

  • Bi wan kesên ku di amanca bernameyê de ciyên serekî digrin re zêdetir têkîldar bin, bikaribin derfet çêkin da ku zêdetir bi çalakiyên der haq babetê re mijuldar bin û bi vî awayî jî bikaribin hem konsepta xwe derxin pêş û van konseptana jî bikarbînin.
  • Wan kesên ku di amanca bernameyê de ciyên serekî digrin ji pirsgir3ekan z3edetir agadar bibin da ku bikaribin di derbarê pirsgirêkan de biryarên çalakdar bidin.
  • Bursiyer hem di derbarê pêşketina gundewarî de û hem jî di derbarê enerjiya berdartir de ji hem rewşa Tirkiyê û hem jî ji potansiyela wî hayîdar bin.
  • Bûrsiyer bikaribin ji ezmonên welatên din agadar bin.
  • Di warê zanistî û polîtîkayê de hem zêdetir bikaranîna peyvên gundewarî û enerjiyê, hem jî pêşxistina baldariya ciwanan.
  • Pêşxistina pêşniyarên li derbarê pirsgirêkan bi awayekî çalakdar pêşvebirin.