Civîna 3. ya Hewldana Pêşketina Gundewarî

Hewldana Pêşketinvanên Gundewarî, bi alîkariya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, di 3-4ê Tîrmeha 2009an de, li navçeya Seferîhîsar ya Îzmîrê, bi navê “Di Pêvajoya YE de Rewşa Cotkarên Piçûk û Qadên Pirsgirêkan” wê civîna xwe ya sêyem li dar xîne.

Hewldana Pêşketinvanên Gundewarî; ji kesên li gunda dixebitin, saziyên civaka sîwîl, mirovên zanyar û aktîwîstan pêk tê. Ev hewldan; di rewşeke ku bêkarî, koçberî, feqîrî, siyasetên nediyar pêşketine û hewcedariya pêşketina gundewarî pirtir bûye de derketiye holê.
Ev hewldan bi giranî li ser 3 babetan xebatan dike:
- Niqaş û berfirehtir kirina Hewldana Pêşketinvanên Gundewarî.
- Niqaşa pirsgirêkên gundewarî ya bi beşdarvanan re.
- Dîtina çalakî û metodên pêşketina gundewarî yên li herêmên cuda û parve kirin.

Bi van armancan em hewl didin ku hemû derdorên dikarin alîkar bin tev li van xebatan bibin û li hêla din jî di rêya YE de, di derheq programên IPARD û LEADER de agahdarî pêşkeve. Em daxwaz dikin ku hîn pirtir kes bibin endam û bi wan re pêşeroja xwe niqaş bikin. Em dixwazin civînekê jî li herêmek din pêk bînin da ku em ceribandinên wê derê jî bibînin û parve bikin..

Ji bo programê li dosyaya pê ve xînin.