Bankaya Dinyayê û Fînansekirina Suruştê: IMF û Bankaya Dinyayê dikarin dermanê çareseriyê bin? (II)

Barbara Unmußig, Hevseroka Komeleya Heinrich Böll Stiftung

Konseya Suruştê ya Dinyayê û IMF, bêyî ku ji hev hayîdarbin tiştên wekî hev dibêjin: Dewletên herî xizan û xizanên civatên herî paşdemayî, hem ji aloziya suruştê, hem jî ji aloziya gilover ya aboriyê û ya fînansê, zêdetir mexdûr bûne. Di vê rewşa bêçare de Bankaya Dinyayê, wekî dermana çareseriyê tê wezîfedarkirin. Ji ber vê yekê deynên ku wê di sê salên pêşî de bide (nêzîkî 100 mîlyar dolar) zêdekir. Her weha ji bo banka û tîcaretê jî bernameyên nû yên krediyê amadekir. Barbara Unmußig, Hevseroka Komeleya Heinrich Böll Stiftung

Lê Bankaya Dinyayê dixwaze di fînansekirina suruştê de jî bibe rêber. Berî civîna salane ya li Stenbolê çêbe, bi navê “Pêşveçûn û Vegûhestina Suruştê” rapora pêşveçûna dinyaya nû amadekir. Bankaya Dinyayê di vê rapora xwe de bi peyvên balkêş ji welatên pêşveçûyî daxwaza alîkariya aborî dike ku ji bo veguhestina suruştên welatên Nîvqada Başûrê rawestîne û ev welatên han bikaribin derbasî erkên nûjen bibin. Tenê ji bo xebatên vegûhestina suruştê divê mîlyarên bi sê reqemî bêne amadekirin. Bankaya Dinyayê dixwaze heta ku jê bê, rêvebirina van mîlyaran bi ser hisabên xwe rêve bibe.

Pêwîstiya fînansê ku tu bingeha wê tune ye

Ji bo gûhastina fînansê hê biryarekî nehatiye dayîn. Her weha ji bo xebatên vegûhastina suruştê reqemên dirafê her çiqas bilind bin jî, nêzî 10 mîlyar dolarê didin welatên bipêşvediçin (www.climatefundsupdata.org) ku mirov li van reqema binêre, dibîne ku li hember pêwîstiyê hene, ev pere kuna diranan jî tijî nake. Ji alî din dixuye ku van krediyên ku ji vê derê bên dayîn, wekî fînansmanên ji hesabên Fona Ramedana Suruştê (CIF) hatine dayîn, ango wê krediyên bi deyn be. Bi gor vê peyrewê, divê van pereyê han ji şûnde bên wergerandin.

Her çiqas di aloziya suruştê de kêm an zêde tu para wan tune be jî, welatên paşdemayî jî ketine bandora vê aloziyê û her weha ji bo ji aloziya suruştê xwe biparêzin jî deyindar dibin. Bi qasî misqalî zerre têkîliya vê rewşa han ji alî gelhejmarên îro ji alî edaletê ve, ji bo neslên dahatû jî ji alî mayîndebûnê ve tune ye. Dîsa li vê derê divê bê zanîn ku ew gûhestinên pereyê ne wekî kredî, divê wekî alîkariyekî bête dayîn; ev pêwîstiyekî ye.

Berî Civîna Bilind ya Suruştê ku li Kopenhagê çêbe, ji bo tekoşîna bi vegûhestina suruştê ya li Nîvqada Başûr, tenê Yekîtiya Ewropa nêzî 15 mîlyarê soza alîkarî da. Welatên pêşweçûyî yên din hê jî naxwazin behsa reqemekî çavdîtî bikin. Welatên paşdemayî û yên bipêşvediçin jî, ji bo daxistina rêzaya gaza karbondîoksîtê şert didin ber wan û daxwaza pereyekî mezin dikin. Gûhastina pere, di navbera Başûr û Bakûr de bûye babeta herî girîng ku bi awayekî dijwar tête bazarkirin.

Bankaya Dinyayê dikare suruştê biparêze?

Lê babetekî din ya girîng jî heye: Ji bo krediyên ku van welatana ji aloziya suruştê û aboriyê derkevin bên dayîn, wê çawa bê bikaranîn? Ango tiştên ku heta niha hatine pêkanîn, di polîtîkayên çewt ya “pêşveçûnê” de van krediyên han bikarbînin? Belê, şikekî weha her tim heye. Banka, hê jî li welatên paşdemayî de alîkarî dide bikaranîna ardûyên fosîl. Bi vî awayî jî ji dêvla ku bibe beşekî çareseriyê, dibe sedema domandina pirsgirekê.

  • Bi gorî raporekî WWF’ê Brîtaniyan, Bankaya Dinyayê di navbera salên 1997 û 2007’an de nêzî 26 mîlyar ton emîsyona gaza karbondîoksîtê fînanse kiriye. Ev emîsyon, ji emîsyona salane ya Brîtanyaya Mezin, 45 qat zêdetir e.
  • Ji bilî Bankaya Dinyayê, Koma Bankaya Dinyayê ku Soft-Loan-Filiale IDA, beşa sektora taybetî ya vê dezgeyê IFC û Acenteya Sîgortayê Radanê jî di vê komê de ne, di nav şîrketên navnetewî ku ji sala 1994’an vir de yê santralên komirê fînanse dikin, rêza sêyemîn de ne. Banka heta niha bi şîrikatiya Bankaya Pêşveçûna Asyayê (BPA) û Bankaya Radana Ewropayê (BRE) ve bi radanekî nêzî 11,7 mîlyar dolar 58 projeyên ardûyên fosîl fînanse kiriye.
  • Bankaya Dinyayê di sala 2008’an de bi tevî beşdarbûna Bankaya Pêşveçûna Asyayê ve, ji bo santralekî komirê yê li herêma Gujarat ya Hindîstanê bête çêkirin (Projeya Tata Mundayê) krediyekî nêzî 850 mîlyon dolarê pejirand. Ev santrala projeya ewilîn e ku wê li Hindîstanê hê neh santralên din jî bi van fînansa bêne çêkirin. Bi riya van santralan di 50 saliyên pêş de her sal nêzîkî 26,7 mîlyon ton gaza karbondîoksîtê belav bibe ku emîsyona karbondîoksîtê yek ji emîsyonên mezin a dinyayê ye.
  • Ji Fona Teknolojiya Paqij (CTF) ku girêdayî Bankaya Dinyayê ye û ji bo xetera vegûhastina suruştê ji holê rabe dixebite jî, santralên komirê yên bi vî rengî re hatine fînanse kirin. Santralên komirê  yên bi vî rengî de, piştî karanîna hin teknolojiyan heke emîsyon hinek jî bête kêmkirin, alîkarî tên dayîn.

Lê divê Bankaya Dinyayê ku ji heyiyên hemwelatiyan tê fînansekirin, bi riya CTF’ê tenê teknolojî û radanên emîsyona sifir fînanse bike.

Bêaramiya tevayî

Bankaya Dinyayê bi xîretkêşiyekî mezin dide zanîn ku sala aboriya herî dawî de bi 3,3 mîlyar dolarê ve sedî 40’ê hebûnên erka heyî hatiye nûjenkirin û berdewamiya vê erkê bi sererastî hatiye rêk û pêkkirin. Lê van reqemana tevayî çîrokê eşkere nake; ji ber ku Banka, santralên hîdrolîk ku bi awayekî kêm be jî paqij e û ardûyên fosîl yên din jî dixe vê kategoriyê. Her weha ne carbon offsetê (kêmkirina emîsyonê) ku li welatên pêşketî tête çêkirin, lê îstatîstîkên li welatên paşdemayî û bipêşveçûyî jî di bin vê kategoriya erka nûjenkirî û adana erkê de nîşan dide.

Ji dêvla ku rola Bankaya Dinyayê ku di warê erka nûjenkirî û adana erkê de bête ecibandin, divê di dorhêla erka welatên paşdamayî de çareserî bê dîtin û ji dêvla erka fosîlê derbasî erka paqij bibin. Di vî warî de polîtîkayê Bankayê bêîstikrar e. Ji alîkî ve ji bo parastina suruştê heyiyên nû dixwaze, ji alî din jî xebatên ku berê dikir qet nagûherîne. Lê rastî ev e ku saziyekî heyiyên hemwelatiya bikartîne, ango Banka, divê di vî warî de rolekî sereke bilîze.

Fînansmana suruştê ya avadaniya nû

Hukumet û saziyên dorhêl û radanê yên welatên paşdamayî û bipêşvediçin, ji bo parastina suruştê dixwazin heyiyên nû ji alî YN ve, ango bi gorî Peymana Vegûhestina Suruştê (UNFCC) bête dîtin û her weha rêvebirina van karan jî ji alî UNFCC’ê ve bête pêkanîn. Di vî warî de mirov dikare fonên sektorî û Peymana Vegûhestina Suruştê (UNFCC) ya li dorhêla Bankaya Dinyayê jî ji bo hin karan bifikire.

Di rewşekî weha de divê peymana nû ya Protokola Piştî-Kyoto, li dorhêla UNFCC’ê de avadaniyekî nû ya fînansa suruştê bifikire. Lê tê dîtin ku Bankaya Dinyayê tiştekî weha nayne ber çavê xwe û demekî dirêj e jî ji bo nûjeniyekî pêkbîne tiştên ji destê wê tê dike. Banka heta niha di konferansên dorhêlê de ji bo belavkirina fonan herdem destê xwe vekiriye. Encama vê tevgerê ev e ku, Banka heta niha di navbera bernameyên cûda yên dorhêl û suruştê de maye û koordînasyona navbera wan jî her ku çûye kêm bûye.

Heyiyên hemwelatiya ku wê li hember vegûhestinên suruştê bête bikaranîn, herî dawî wê bighîje reqemên gelek mezin. Lê yên ku vê fînansê amade bikin –çi Bankaya Dinyayê û bankayên radanê yên din ya navnetewî, çi fînansorên dudewletî– divê xwe herî kêm bi gorî krîterên jêr nûjen bikin:

* Ji bo babetên ku em li ser difikirin divê heyiyên nû amade bikin û ev heyiyên nû jî divê ji bo xercên hevkariya pêşveçûnê neyêne bikaranîn.

* Divê fînansman ne wekî kredî, lê wekî alîkariya ku carekî din wê şûnde neyê girtin, bête dayîn.

* Fînansmana heyî, divê pêşî ji bo pêşîlêgirtina xizanî û parastina sîstema dorhêlê bête xerckirin.

* Di gûhestina fînansmanê de, divê krîterên sosyal ya cinsiyeta civakî jî li ber çav bê girtin.

Têbiniya Agahî:
World Bank, World Development Report 2010: Development and Climate Change, r. 365 û dumahiya wî, The World Bank: Washington DC 2009. Çavkanî: www.worldbank.org