50 Saliya Darbeya 27ê Gulanê û Bandora wê ya Li Ser Siyaseta Tirkiyê

Image removed.

50 Saliya Darbeya 27ê Gulanê û Bandora wê ya Li Ser Siyaseta Tirkiyê

Stenbol, 21-22ê Gulanê 2010an
Salona Çamlicayê ya Navenda Kongreyê ya Stenbolê
Harbiye-Stenbol

Ew darbeya ku 27ê Gulanê 1960an de çêbû, her weha darbeya ewil ya di dîroka Komarê de ye. Ev dîroka her weha pêşî li darbeya 1971 û 1980an jî vekir ku her 10 sala carekî gel bi darbeyeke eskerî re rûberû bûn. Ev yeka her weha bû sedema kevneşopekî siyasî ku jiyana civakî û siyasî ya Tirkiyê û di ser de sazûmana huqûqî ya welat jî ji vê bandora heyî bêpar nema, ev mantalîta xerab di rehên welat de cîhê xwe girt. Salên 1990 û 2000an her çiqas vê mantalîta 10 salî xerakiribe jî, divê mirov carekî din jî bifikire ku çêbûyînên di salên 1997 û 2007an de ev car bi riya saziyên yasayî pêkhatin, wekî darbeyeke eskerî nebe jî, bandorekî li ser gel danî û ev yeka ji alî tu welatên demokratîk ve naye qebûlkirin.
Darbeya 1960an ku di dîroka 50 saliya dumahiyê ya Tirkiyê de, herî kêm bi awayekî şeklî be jî wekî destpêka darbeyan tê qebûlkirin, di jiyana siyasî ya Tirkiyeyê de hê jî bi awayekî giştî nehatiye redkirin. Ji alî hin beşên civatê ve, ji alî derdorên siyasî û akademîk ve, hê jî dilxwaziyekî ji darbeya 1960an re tê nîşandan. Her weha tê dîtin ku hin derdorên siyasî dema tahlîlên darbeya 1960an dikin û darbeyên din ku piştî vê darbeyê çêbû dinirxînin, darbeyên çêbuyî wekî darbeyên “kêrhatî-nekêrhatî” ji hev vediqetînin.
Hilweşandina hukumeteke ku bi riya hilbijartinan hatiye ser hukum, her weha ji nav endamên hukumetê sê kesên bijare yên wekî Serokwezîr, Wezîr û pêşketiyên din ya hukumetê, piştî dadigehên ku vê darbeya eskerî hatine damezrandin de bi awayekî nehuqûqî hatin darizandin û sêdarekirin, di dîroka nêz ya Tirkiyê de bandorekî nedîtî çêkirî ye. Mirov dikare bi vê bandorê ve tesîra darbeyê binirxîne û giraniya wê ya li ser civata Tirkiyê ji ser vê bandorê bibîne.
Destpêkirina xebatên Qanûna Esasî ya piştî darbeya 1960an, xebatên din ya li Anqere û Stenbolê ku li ser vê Qanûna Esasî destpêkirî bûn, reşnivîsê ku di dumahiya van xebatan de hatiye amadekirin, ango Qanûna Esasî ya 1960an, di nav tevgerên Qanûna Esasî ya Tirkiyê de, hê jî wekî qanûneke esasî ya azadîxwaz û demokratîk tê hesibandin. Bêgûman, di vê nêrînê de rastiyekî heye, lê divê neyê jibîrkirin ku ev Qanûna Esasî di mercên darbeya eskerî de hatiye amadekirin. Ev yeka, pişt re jî rê li darbeyên din vekiriye û ji bo sazûmanekî “nû” ya zagonî re jî bûye sedem. Her weha ji vê kevneşopê, Qanûna Esasî ya 1961an jî bandora xwe wergirtiye. Ango qanûnên îro bingeha xwe her çiqas ji 1961an werbigrin jî ew îro bi guherînekî mezin xwe gîhandiye roja me.
Darbeya 1960an, di vê konferansa du rojî de, hem ji alî aktorên wê demî ve, hem jî ji alî bandora xwe ya ku xwe bi hin xususiyetên xwe ve gîhandiye roja me, ango ji aliyên zanyariyên huqûqî û civakî ve jî bête nirxandin û gengeşîkirin.
Ji bo bernama tirkî bitikînin: (PDF 1,85MB, 4S)