Forûma Pêşketin û Jîngehê Polîtîkaya Çandiniyeke Şirîk ya Piştî 2013yê(GAP) Daxuyaniya Koma Xebatê ya Zad û Çandiniyê

December 13, 2010

Heziran 2010

Wextê polîtîkayeke adîl, bi jîngehêre dost, bi berpirsiyariyeke kureyî û nû ya çandiniya Ewrûpayê hatiye

Forûma Pêşketin û Jîngehê
Polîtîkaya Çandiniyeke Şirîk ya Piştî 2013yê(GAP)
Daxuyaniya Koma Xebatê ya Zad û Çandiniyê

Wextê reforma mezin hatiye. Çandinî bi dijwariyên ku dive werin derbaskirin re rû bi rû maye: Guhertina îklîmê, wendabûnên mezin yên cûreyên nebat û heywanan, arîşeya avê ya ku hîn jî çareseriya wê nehatiye dîtin, hewcedariyên civakê û çandiniyeke di navenda ekonomiya dinyê de, rêjeya bêkariyê ya ku li hinek herêmên gundewar zêde bûye û li kêleka bêhêvîtiyê, qrîza çandiniya ku her diçe giran dibe. Her bergiriya reformê ya ku wê Yekîtiya Ewrûpa bigre wê encamên kureyî derxe hole. Di bazara çandiniya dinyê de YE ji hêzên herî mezin yek e, loma dive bi awayekî ku berpirsiyariya xwe bi cî bîne tevbigere. “Bi heman şêweyî dewam” ne di warê çewligvaniyê de, ne jî di warê pêşketinê de êdî nikare were qebûl kirin. Armanca vê daxûyaniyê ew e ku polîtîkayên pêşketinê di Polîtîkayên Çandiniya Ewrûpayê de, dibin sebeba kîjan guhertinan û girêdayî vana jî ronî kirina arîşeyên polîtîkayên cotkaran û jîngehê ye. YE ji bo ekonomiya kureyî xwe bi xwe xistiye pêvajoya reformekê û di sanayiya zad û çandiniyê de, teahuda karîna rekabeta di qada navneteweyî de daye. Çareseriya hemû arîşeyên çandiniyê, di nav zêdekirina hilberîn û îxracatê û di wezîfe parvekirina navneteweyî de dibînin. Ev helwest encamên giran derdixin hole:

• Berên şîr, goştê berazan û heywanên pine, ava fringiyan û berên din, bi buhayên ku gelek di bin maliyeta hilberînê de tên îxrac kirin ev jî bandoreke neyinî li asta qezenca cotkarên welatên ku bi pêş dikevin û mafên wanên gihîştina zadan dike.

• Bi taybetî, di serî de soya û nebatên rûn yên din, êmên bi protein yên ku di heywanxwedîkirina YEyê de tên bikaranîn ji sedî 78 tên îthal kirin. Ji ber vê encamê, li welatên ku soya jê tên, bi taybetî jî li Amerîkaya Başûr gundî û cotkarên biçûk yên ku hilberînerê zadan e ji piyaseyê wenda dibin, ji bo çandiniyê berê xwe didin daristanê Amazonê û cûreyên heywan û nebatên li ser wan erdan tune dikin.

• Berîdayîna zêdeyiya hilberînê û ji ber ku teşvîkeke têr û tijî nadin standatrên ekolojîk yên aktîf, bandoreke neyînî li cûreyên heywan û nebatan dike, dibe sebebê qirêjbûna avên bin erdê bi nitrate , zuwabûna çirav û erdên birewa, herikandina erdan, rêbazên xwedîkirin û starkirina heywanan ku di heywanxwedîkirinê de ji bo cûreyên heywanan nayên qebûl kirin û dibin sebeba gelek bermayiyên ku xisareke mezin didin tebeqeya ozone û bandoreke neyînî li pergala îklîmê dikin. Germahiya kureyî herî zêde bandorê li cotkarên nîvkureya başûr dike, li ber ku ji arîşeya germahiya kureyî herî hindik ew berpirsiyar in jî, berdêla hewldanên berlêgirtin û lihevanîna guhertinên kureyî di stûyê wan de dimîne. .

• Polîtîkaya Zad û Çandiniya YEyê, di rêjeyeke bilind de li ser berên zadan yên hatine bikaranîn e û ji ber ku li ser ekonomiya kureyî ye, dive YE hilberîna madeyên xam yên çandinî hîn jî zêde bike. Ji ber wê jî, ji bo îxracata berên heywanan yên hatine bikaranîn dive ji parzemînên din, hîn zêde êm îthal bike. Ji ber ku YEyê berê xwe daye ekonomiya dinyê, cotkarên Ewrûpî her diçe hîn zêde dikevin nav zîncîra hilberîna ku her diçe fireh dibe û bi peyman û sîstemên yekgirtî re hîn zêde tên girêdan. Di encama wê de jî cotkar yan divê wê karên xwe mezin bikin yan jî tune bibin. Ji ber rewşa xwe ya li bazarê ya xurt yên ku hilberîneran dikirin, bi pirranî zorê didin cotkaran ku buhayên xwe daxin bin buhayê maliyetê. Yên ku ji vê polîtîkayê îstîfa dikin jî, di serî de şîrketên bikaranînên çandiniyê, şîrketên madeyên xam yên ku li ser îxracatê dixebitin û şîrketin mezin yê bazirganiyê ne.

Helwesta Polîtîkaya Çandiniya YEyê li vê derê cot standart e: Ji aliyek ve çandiniya xwe û bi taybetî jî sanayiya zadan diparêze, ji aliyê din ve jî bi peymanên bazirganî yên pirralî welatên xizan mecbûr dihêlin ku berên çandiniyê yên jêderên wan Ewrûpa ne îthal bikin. YE li dinyê di îxracata çandiniyê de yekemîn jimar e. parastina vê rewşê û heta xurtkirina wê, bi awayekî eşkere hedefa polîtîkayên Çandiniya YEyê ne û bikaranîna xwe wisa dimeşîne. Di 50 salên derbasbûyî de, bernameyên destekê yên bi bêjimar milyaran dihatin meşandin jî ji bo pêkanîna vê hedefê bûn. Di çandiniyê de hilberîna yekem û sanayiya bikaranîna zadan bi pîvaneke mezin hatiye biçûk kirin û ji bo karibe rekabeta navneteweyî bikin hatine xurt kirin. Sazîbûna sektorên çandiniya YEyê, û wek mînak li Amerîkaya Bakur û Başûr, li gorî herêmên bicihbûnê yên nû û Savanayê li hember cûrbicûrbûna şertên hilberîna cîgehî, kirina rekabeteke navneteweyî dikare bibe sebeb ku ji bo gelek beran guh nedin jîngeh û mukelefiya bacê û gelek cotkarên ku di sektora çandiniyê de dixebitin betal bimînin û kilîtê li deriyê kargehên xwe bixin. Ji ber wê jî, gava Polîtîkayên Çandiniya Şirîk Ya YE hedefên xwe wek ketina bazara kureyî û rekabetkirina navneteweyî diyar bike ev nêrîneke gelek xelet e.

A. Polîtîkaya Çandiniya YEyê ya ku heta niha dihat bikaranîn xwe îspat nekiriye.

- Mucadeleya bi xizaniyê re û temînata zad

Welatên YEyê di wateya qamûyî de, temînata zadan ya kureyî, wek hedefeke grîng ya polîtîkayên Çandiniya Şirîk û pêşniyarên xwe yên reformê nîşan didin. Ji bo vêya jî hilberîn û îxracata çandiniya YEyê zêde kirine û dikevin parastina ku divê em zêdebûna îxracata zadan ya kureyî bibersivînin. Lê ev nêrîn bûye sebeba ku jimara însanên birçî qasî 100 milyonî zêde bibin û derseke grîng ya ku divê ji qrîza zadan hildin paşt guh dikin: Temînata zadan ya berdewamî encax û encax gava welatên bi pêş dikevin kapasîteya hilberîna xwe xurttir bikin, girêdana îthalatê kêmtir bikin û karibin li ber pêlên buhayên bazarên çandiniyê yên kureyî û li hember îthalata erzan xwe biparêzin wê pêk were. Têrkirin û xwedîkirina dinyayê ne karê polîtîkaya me ya zad û çandiniyê ye. Libendemayîneke wisa jixwe bêwate ye. Lewra çandiniya YEyê bi pirranî li ser îthalata êm dimeşe û ji ber wê jî di wê rewşê de ye ku nikare nufûsa xwe jî têr bike. Ji bo welatên bi pêş dikevin pêkanîna pêdekirina zadan di nav polîtîkayên derve yên çandiniya YEyê de xuya nakin. Berevaciyê wê, Polîtîkaya Çandiniya Şirîk(GAP) bi îxracateke êrîşkar û bi gelek mekanîzmayên ku bazaran bi dest dixin, pêşî lê digre ku welatên bi pêş dikevin, ew bixwe hilberîna zadên ku wê têra wan bikin bibersivînin. Tesîra damping teşvîkên îxracatê sebebeke grîng e lê bi tena serê xwe ne sebeba tekane ye. Wek mînak bilindkirina qotayên şîr, dibe sebeb ku gava hewce bike erz zêde bibe û bilez buhayên hilberîner yên li YEyê dakevin jêr. Halbihal buhayên îxracatê yên kêm tam jî bi van buhayên hilberîner yên kêm ve girêdayî ye. Encama polîtîkayeke li ser hilberîna bêsînor, wê bibe sebeb ku rewş her biçe xerabtir bibe. Ku di armanca sanayiya şîr de rakirina qotayê heye, ew ê jî heman encamê bide. Sebebeke din ya bandora dampingê jî ji ber bikaranîna diravdayîna teşvîkan ya rasterast e. Teşvîkên ku li gorî mezinahiya qada çandiniyê tên diyar kirin, ji bo cotkarên ku gelek hindik personel didin xebitan din, derfetê dide wan ku berên xwe di bin buhayê maliyeta hilberînê bifroşin. lê pirraniya cotkarên ku di rewşeke zor de ne, her çiqas teşvîkên rasterast hildin jî bi forotina vî buhayî nikarin qezenceke baş bi dest bixin. Teşvîk li ser cotkaran bandorên guherbar dikin, di sanayiya zad û çandiniyê de jî ji bo bersivandina maliyetên madeyên xam buhayên hilberînê berjêr dikişînin. Pirraniya teşvîkên rasterast ji sektora çandiniyê ber bi sektora sanayiya zad ve cî diguherîne, ji ber wê jî dest bi îxracata çandiniyê dikin. Ev rewş, teşvîkên ku niha em behsa wan dikin gava girêdayî hilberînê (miqtar, buha, hatin, şertên girêdayî ber, mecbûriyeta hilberînê)nedin dayîn derdikevin hole. Bandora dampîngê ji bilî wê ji gelek polîtîkayên teşvîkên razemeniyê jî derdikevin hole. Mesela teşvîkên razemeniyê yên ku ji bo lêkirina axuran didin, digihîje ji sedî 40ê maliyetê. Ji bilî teşvîkan mijareke din jî balê dikişîne; Bermayiyên hilberinê yên ku ji ber heywanên pînê, goştê berazan û zêrzewatan dimînin, yên ku ji ber ku êdî serfkarên YEyê hilbijêr tevdigerin û ew tecîh nakin jî hene. Lewra wan bi buhayên gelek erzan difroşin derveyî welat. Bi zêdebûna jimara beran, buhayên piyaseya berên duyem kêm dibin û bi wî awayî derfetên îxracata piyaseyên ku sefkarên wan ne hilbijêr in û li bendî bendewariyên cûda ne, derdikevin hole.

Li ciyê hilberîna bingehîn, bi saya baca îthalata ku li piyaseya YEyê tê bikaranîn, buha bilind dibin, gava karên bazirganiya bi vî tewrî tê kirin, ji dewletê jî alîkarî digrin. Bi vî awayî buhayên ku li hundirê welat bi desteka dewletê bilind dibin, ji bo berên kêm tên xwestin yên fîrmayên mezin ku hilberîna zadan dikin, dibe sebeba hildana teşvîkên “çeprast.” Bi hemû van bikaranînên xwe YE li ser buhayên piyaseya kureyî pêkutiyeke mezin dike. Qezenca cotkarên biçûk û xizan yên li welatê din ji destên wan distîne û bi vî awayî li welatê bi pêş dikeve asta feqîrî û birçîbûnê bilind dike. Lêkolînên mînak jî destnîşan dikin ku, ji ber ku YE toza şîr îxracî Bûrkîna Faso, Kamerûn û Bengladeşê, ava firingiyan îxracî Ghanayê, parçeyên heywanên pînê îxracî Ghana, Benîn, Togo û Kamerûnê dike, piyaseyên cîgehî yên wan welatan serûbin bûne. Bi bikaranînên bi vî tewrî mafê gihîştina zadan bi du awayî dikeve bin xeterê: Ji aliyek ve bi awayekî tund pêşî li ber derfetên firotinê, buhayên hilberînê, qezenca cotkarên biçûk û xwedîkirineke birêkûpêk tê girtin, ji aliyê din ve jî, welatên bi pêş dikevin, bi awayekî zêde bi bazarên dinyê ve tên girêdan. Lê gava buhayên piyaseya kureyî zêde dibin, serfkarên xizan di pêdekirina zadên kêmbuha de gelek astengiyan dikişînin. Di warê polîtîkayên pêşketinê de, bi tenê ne ji ber ku polîtîkayên zad û çandiniya YEyê li ser îxracatê ye, di heman demê girêdayî îthalata êmê erzan e ku ew jî parçeyeke ji vê bikaranînê ye û dibe sebeba aloziyan. YE niha hema bibêje ji sedî 80 êmê biproteîn îthal dike. Çandina soyaya ku ji bo heywanxwedîkirina YEyê, li derveyî welat dibe sebeba 20 milyon hektar qada çandiniyê. Ev jî beranberî ji sedî 10ê hemû qadên çandiniya YEyê ne. YE ji sedî 65ê îthalata soyayê bi tenê ji Arjantîn û Brezilyayê pêde dike. YE soya, hubûbat, îthalata nebatên rûn ji bo xurekên nirxbilind bi kar tîne û ji pêşeroja nêz û vir ve, ji bo ardûyên ku ji berên çandiniyê bi dest dixe, ji aliyê çewligên mezin ve di miqtareke gelek zêde de îthalata nebat û zadan tê kirin û bi vî awayî hilberînerên çewligên biçûk tên tunekirin. Ji ber vê sebebê, polîtîkayên çandiniya ku em ê di salên pêşiya me de bi kar bînin divê muheqeq girêdana me ya îthalata zad û nebatan yan em pê hilberîna ardû û êm dikin ya welatên bi pêş dikevin kêm bikin. Encax bi vî awayî, kapasîteya hilberîna welatên din wê rast were bi kar anîn û bikaribe xelkê xwe têr bike.

Îklim

Di halê hazir de, li ber ku standartên parastina jîngehê di bikaranînê de ye jî, li YEyê hema bibê ji sedî 15 qadên çandiniyê di bin xetereya erozyonê de ne. Li Almanyayê ji sedî 13 bermayiyên gaza ku dibin sebeba bandora serayê ji çandiniyê û bi taybetî ji ji bikaranîna zibilên mîneral, ji bo çandiniyê bikaranîna çirav û qadên kesk û ji gaza metana ku hilberîna wê dewarên mezin dikin, pêk tê. Gava em li vana, gazên bandorê li serayê dikinyên ku ji ber barkêşiya îthalata êmê bi proteîn, ji bo qadên çandiniyê tunekirina daristanên tropîkal jî lê zêde bikin. Di bermayiyên gaza bandorê li serayê dike ya ji çavkaniya wê YE ye de, para çandiniyê her diçe zêde dibe. Wezareta çandiniya Alman di serê sala 2010î de daxuyaniyekê da û got, ji bo hemû însan karibin têra xwe zad pê de bikin, divê rîska bermayiyên gaza ku bandorê li serayê dike ya ji hilberîna zadan çêdibe jî bide ber çavan. Encax di warê îklîmê de, di navbera rêbazên bikaranîna dermanên kêzikan û zibila çêkirî û çandiniyeke cîgehî û ekolojîk de cûdahiyên gelek mezin hene. Bermayiyên Azot Protoksîdî(gaza dikenîne) ku ji bikaranîna zibilên mîneral çêdibe û nehiştina erdên şûv û tunekirina hûmûsê jî ji sebebên guhertina îklîmê ne. Ya grîng ew e ku em li welatê xwe hevkêşeya polîtîkaya îklîmê biguherînin ji bo vêya divê armanc ev be: Kêmkirina hilberîna gpşt û şîr, bikaranîna zibilê zêde yê xisarê nade îklîmê, zêdekirina Parastina axê û bikaranîna qadên kesk. Bikaranînên çandiniya ku pergala îklîmê diparêzin ji bo polîtîkayên pêşketinê jî hewce dikin, lewra guhertna îklîmê ji niha ve bi taybetî jî li Afrîka û Amerîkaya Başûr bandoreke neyînî li hatina bênderê û girêdayî wê jî li temînata zadan dike.

Li qadên gundewar kargeh û temînata qezencê

Ji ber ku berê polîtîkaya çandiniya şirîk li mezinbûn û piyaseyên kureyî ne, ne bitenê cotkarên biçûk yên li welatên bi pêş dikevin, gelek cotkarên Ewrûpayê jî xisarê jê dibînin. Erzankirina berên çandiniyê, gelek kargehên çandiniyê bi xetereya tunebûnê re rû bi rû dihêle. Ji sala 1992yê û vir ve, li 15 de welatên endamên YEyê nîvî kargehên çandiniyê ji dest derxistine. Rêjeya yên di hemû rojê de dixebitin, ji sedî 30 kêm bûye. Rewşa cotkarên Alman bi rastî jî zor e. Lewra qezenca wan li gorî xebatkarên din gelek kêm e. Li Almanyayê di çandiniyê de qezenca navîn, di navbera salên 2005-2007 an de hema bibê ji nîvê qezenca navîn ya hemû welat kêmtir e. Ji bilî wê li YEyê şertên gelek karkerên demsalî yên ku di sektora çandiniyê de dixebitin, qasî ku meriv nikaribe qebûl bike xerab in.

Li Îtalya û Îspanyayê karkerên koçber yên afrîkî û ji Rojhilatê Ewrûpayê yên di hilberîna fêkî û sebzeyan de dixebitin ji bo vêya mînakên baş in. Sîstema teşvîkên ku heta niha YEyê bi kar aniye bûye sebeb ku kargeh biçûk bibin û ciyên xebata kar kêm bibin. Bi vî awayî, kargehên mezin yên çandiniyê yên bûne sanayî serê kesê dixebite 12 000 Avro rasterast teşvîkê digrin, lê di navîna hemû kargehan de serê kesê dixebite 10 000 Avro dikeve. Kargehên gelek biadan, bi saya diravdayinên teşvîkên rasterast, ji ber teşvîkên ku bidest dixin kar nekin jî êdî dikarin bi pirraniya kargehên din re rekabetê bikin. Ji ber wê jî, diravdayînên ku li gorî mezûnbûna kargehan wek qabele didin wan, li YEyê bi tenê nabe sebeba kargehên çandiniyê yên ku jimara karkerên wan gelek zêde ne, nikaribin rekabetê bikin, dibin sebeb ku bi van buhayên hilberînê encax û encax kargehên gelek biadan li piya bimînin, Teşvîkên rasterast bi vî awayî wek navgîneke stratejîk tê bi kar anîn û him derfetê dide sanayiya zadan ku bikaribe rekabeta navneteweyî bike him jî rê dide ku bi buhayên di bin maliyeta hilberînê de îxracatê bike.

B. Daxwazên Forûma Pêşketin û Jîngehê.

„Bi heman şeklî dewam“ ne hilbijartineke berdewamî ye. Forûma Pêşketin û Jîngehê, daxwaz dike ku di polîtîkayên çandiniya şirîk de guhertinên bingehîn çêbibin. Divê serdestiya zad berî îxracatê were. Paşeroja çandiniya YEyê, di polîtîkayên piyaseyên serfkaran yên neteweyî û di hilbijartinên serfkaran de veşartî ye. Ji ber ku li YEyê nufûs gelek tîr e, ne bi madeyên xam yên sanayiyê yan jî bi hilberîna bilez yan berên heywanan, encax û encax bi berdewamiya hilberîna zad ya ku hewcedariya herêman dibersivîne û guh dide qelîteyê, yanî daxwaza berdewamiya zadan dike. Bitenê, bi parastina tevna celeban, bi destekkirina parastina xweza û jîngehê, ji bo her heywanî temînkirina şertên musaît, bi awayekî baş bikaranîna eraziyên çandiniyê û di heman demê de, ji bo bigihîje hedefên pêşketina mîlenyûmê alîkariyan bike û encax bi reforma çandiniyê ya ku mafên însanê sosyal jî diparêzê, dikare butçeya YEyê ya ku salê bi 50 milyon Avroyan bi hatinên baca bilind tê fînanse kirin piştrast bike. Divê YE berpirsiyariya xwe ya navneteweyî ya ji bo piyaseyên çandiniya kureyî û pêşxistina gihîştina zadan ya kureyî qebûl bike.

Daxwazên me yên bingehîn ev in:

1. Divê berpirsiyariya navneteweyî ya hedefên bingehîn ya Polîtîkayên Çandiniya Şirîk, bi vî awayî werin salix dayîn: „Li dinyê wek îthalatkar û îhracatkarê herî mezin YE, him bi rêbaz û şertên polîtîkaya çandiniya navneteweyî ya berdewamî, him jî pêdekirina gihîştina zad ya kureyî û di mijara pêşketina hevkêş ya piyaseyên çandiniya kureyî de berpirsiyariyê digre. Polîtîkaya Çandiniya Şirîk di heman demê de mafê bidestxistina zad jî di platformên navneteweyî de derdixe pêş.“ Lihevanîna polîtîkayên çandiniya YEyê û hedefên pêşketina mîlenyûmê, di warê polîtîkayên pêşketinê de, divê bi awayekî maqûl pêşketina standartên hilberîn û berên navneteweyî were temîn kirin û li gorî huqûqa navdewletan, li derveyî YEyê jî di nav de, li her ciyî, ne ku pêşî li ber mafên sosyal yên wek gihîştina zadan bigre, destekkirina wê jî di nav de ye.“

2. Divê hemû paşdedayinên ji bo îxracatê bên rakirin û wek navgîneke zagonî ya pergala piyaseyan ji holê bê rakirin. Vê gava ku wê bê avêtin, ne ji bo lihevhatina DTOyê û bi vêya ve têkildar ne bi şert û şûrtên ku tawîzên hinek sazî û dezgehên din bin. Di şûna teşvîkên îxracatê de, divê navgînên ku îxracatê teşvîk dikin yên wek krediyên îxracatê, navgînên firotanê zêde dikin û ji bo li piyaseyên nû vebibin Şirîkatiyên Qamû û Sektora Taybet bên bi kar anîn. Cûreyeke destekê ya ku divê ji bin ve bê rakirin jî teşvîkên ji bo hilberînê ne ku tu armanceke wan ya ji bo ekolojiyê tune ne.

3. Divê OTP ji bo cotkar karibin berên xwe bi buhayeke adîl bifiroşin û ji bo bi rêjeyeke bilind xwe bi teşvîkên YEyê ve girê nedin, divê çarçoveyeke ku herkes qebûl bike bê danîn.
Diravdayinên qamûyê divê ji niha pê ve, bi tenê ji bo xizmet û berên qamûyê bên kirin. Di parastina jîngeh, xweza û heywanan de bi cî anîna şertên aktîf, afirandina îstîhdameke xurt û parastina wê jî di nav de ye.
Belavkirina teşvîkên bi şêweya qabele yên niha, bandoreke neyinî li yên li herêmên gundewar îstîhdamê çêdikin yan jî îstîhdamê diparêzin, yên heywanan li gorî celebên wan xwedî dikin, hemû cotkarên ku xwezayê, bîocelebiyê pirrcelebiyê diparêzên dikin. Di şûna vêya de vê yeka sosyal û li gorî performansa ekolojîk ya kargehan, sîstemeke derecekirinê bê saz kirin.

4. Divê gerîneka buhayên kêm yên li piyaseya hundir bi dawî bibe. Îxracata kêmbuha ya ji bo piyasayê sêyêm û ji bo berlêgirtina buhayên bilind yên di asta bilind de, ji bo piyaseya şîr hewcedarî bi rêbazên nerm, hilberîna li gorî hewcedariyê werin bi kar anîn.
Divê armanca vê bikaranînê ev bin: Hilberîna ji bo piyaseya hundir, dûrsekinandina ji îxracata kêmbuha, buhayên hilberîner yên adîl, di wateya ekolojîk de hilberîna şîr ya bikêr û li gorî qelîteyê buhayên hilberîner yên maqûl. Ji bo vêya YE, ji bo him hilberîner him jî serfkar di mîqtara hilberînê de bi awayekî pêkûrêk bibin xwedî gotin divê çarçoveyeke zagonî were çêkirin.

5. Tedbîrên zêdekirinê yên di warê ekolojîk de bi kêrî modernkirina kargehan nayên yên wek karîna rekabeta navneteweyî divê ji holê werin ra kirin. Bi taybetî, wek mînak, hilberîna berazan, heywanên pînê û zad, wek hilberîna şîr ya ku ji bo zêdekirina îxracatê, divê alîkariyên razemeniyê yên ji bo zêdekirina kapasîteya hilberînê werin rakirin. Ji bo herêmên rewşa wan zor, jibo pêşxistina gundewar, bernameyên bikaranîna zeviyan û parastina jîngehê divê di polîtîkaya pêşketinê de wek xetên bingehîn werin qebûl kirin. Halbihal ev niha di polîtiya derve ya şirîk ya YEyê û polîtîkaya ewlekariyê de bi tenê wek beşeke biçûk cî digrin.

6. Berên çandiniyê, divê ji bo ber bi teşvîkên taybet, bi baca gumrukê yanjî bi eyarkirina miqdar bê destek kirin yan jî parastin û di heman demê de ji bo destekkirina îxracatê jî bibe alîkar. Bi gotineke din, di hilbijartina çavkaniya teşvîkê de, gava aloziyekê bê çareserkirin divê nebe sebeba aloziyeke din. Ji bo grûbên beran yên ku ji sedî 20î zêdetir bi baceke gelek bilind destekê digrin, divê îxracata berên duyem yan bê qedexe kirin yan jî bi asta destek bi temamî ji holê were rakirin re hevkêş, baca îxracatê li ser were danîn, yan jî di diyarkirina miqdar de, qasî ku hewce dike divê were kêm kirin. Ev bikaranîn ji bo nirxzêdeyiya berên ku di heman şeklî de tên bikaranîn jî derbas dibe.

7. Divê reform hevkêşeya polîtîkaya îklîmê ya çandiniya YE niha didomîne jî biguherîne. Divê dev ji heywanxwedîkirina girseyî û bikaranîna zibila zêde ya ku xisarê dide îklîmê berdin. Divê ji bo rêjeya humûsa eraziyên çandiniyê bê zêdekirin û parastina qadên kesk rêbaz û teşvîk bên pêş xistin. Divê ev reform, têra xwe destekê bide çandiniya cîgehî ya ku hilberîna dexl û zadên ji bo êmên biproteîn dike û girêdana êmên îtxal kêm bike. Ji bo vêya jî, divê peymana Blair Housea ku ji YEyê re qedexe daniye ser baca îtxalata soyayê bê fesih kirin. Ji bilî wê divê bi cî anîna rêbaz û tedbîrên parastina hevkêşeya îklîmê bê temîn kirin. Bermayiyên gazên ku bandorê li serayê dikin yê ji çandiniyê pêde dibin, heta sala 2020î divê qasî sedî 40 bên kêm kirin.

8. Kirrînên bi armanca destekê yên ji sektorên qamû û taybet bitenê dive ji bo miqdarên kêm û di nav demên sînorkirî de bi cî werin. Ji derveyî vana hemûyan dive zagonekê bê amade kirin, bikaranîn dewletên din /dewletên endam jî bidin ber çav, ji bo demên qrîzê dive tedbîrên asagarî bên amadekirin.

9. YE di qadên çandiniyê de dive ji polîtîkaya bazirganî ya ku wek “Ewrûpaya Kureyî” bi nav dike dev jê berde. Lewra ev polîtîka ji bo mal, xizmet û razemeniyên YEyê li ser vebûna piyaseyeke yekalî tevdigere. Bi taybetî jî, li welatên bi pêş dikevin de, mafên însanan yên sosyal û rêbazên parastina jîngehê, di bikaranîna rêbazan de dive pêşiya azadiyê neyê birrîn. Li hember îthalata erzan, parastina piyaseyên çandiniyê yên welatên xwe, li ser erdên xwe kontrolkirina bicîbûna zincîrên supermarketên Ewrûpiyan jî di nav de ye.

10. Berên ku di hilberîna xwe de standartên ekolojîk yên ku di qada navneteweyî de hatine qebûl kirin yên wek Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî(ILO) û di çandiniya ekolojîk de saziya sîvan (IFOAM) bi cî tîne, YE ji bo bigihîje piyaseyên biqelîte divê di bacên îthalatê de şertên îmtiyazê pêşkêş bike. Ji bilî vêya jî, zêdebûna baca gumrukê ya gelek zêde divê ji holê bê rakirin. Lewra ev bikaranîn, îthalata berên hatine bikaranîn yên ji welatê bi pêş dikevin tên, li gorî îthalata madeyên xam yên nehatine bi kar anîn bi neyînî bandor lê dibe. Di diyarkirina standartan de jî divê ji usûlê neyê derketin.

11. YE û welatên endam di sanayiya zadan û bazirganiya perekende de, ji bo karibin li hember pêvajoyên bilez dibin yek û mezin dibin derkevin, gava huqûqa rekabetê bi cî tînin, divê hîn zêde guh bidin rêbazan. Lewra ew ji ferqa mezin ya di navbera buhayên hilberîner û serfakaran hinek berpirsiyar in. Divê hukmatên YEyê qedexe bîne bikaranînên kirrîna bêrêbaz ya supermarketên Ewrûpa û navbeynciyên wan. Lewra ev bikaranîn di hemû pêvajoya zincîra hilberînê de, mafên însanan îhlal dikin yan jî di hundirê YE yan jî li derveyî wê xisarê didin jîngehê. Ji bo kontrolkirina vêya divê şîrketên li Ewrûpayê dixebitin zincîra pêdekirina xwe diyar bikin û îspat bikin ku xisarê nedane him standartên sosyal him jî yên ekolojîk.

12. Ji bo berpirsiyariya xwe ya navneteweyî bi cî bîne, divê YE polîtîka xwe ya navneteweyî ji Polîtîkaya Çandiniya Şirîk serbixwe bimeşîne. Di hevdîtinên ji bo peymanên çandiniyê yên navneteweyî de, divê YE ji bo parastina çavkaniyên xwezayî, ji rêbaz û çarçoveyên zagonanên ku rê didin sûdê werbigre. Divê ji bo parastina pirrcelebiya bîolojîk ya nebatên çandiniyê, çandiniyeke ji bo îklîma hestiyar, ji bo mafên însan û sendîqayan, di polîtîkayên gundewar de ji bo rêvebiriyeke baş, di polîtîkaya pêşxistinê de diyarkirina standartên aqilane û divê helwesta xwe ji bo piyaseyên çandiniya kureyî yên hevkêşe deyne. YE di peymanên tên îmze kirin de, ji bo welatên kêm pêşketî, di platformên navneteweyî de, ji bo berjewendiyên wan çêtir bên parastin, divê alîkariya pereyî bike. Îcar van welatên kêm pêşketî jî, di warê qelîteya hilberîn û beran de, divê li gorî standartên teknîkî û huqûqî tevbigerin, Mesela di rewşeke nexweşiyên şewbî de polîtîkayên ku wê werin bikaranîn, divê li gorî rêbazên bîoewlekariyê, zagonên jîngehî û polîtîkaya bazirganiyê be, ji bo bikaribe sazkirinên navneteweyî bikarbîne, divê ji derfetên ku butçeya çandiniya YEyê pêşkêş dike destekê bigrin.