Li Tirkiyeyê Niqaşên Cinsî yên Civakî

For free

Ev konferans ji teref Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung û Baroya Diyarbekirê bi hevkarî hat li dar xistin. Li vir, ji bo çareseriyek sîwîl ya pirsgirêka Kurd ramanên nuh tên pêşniyar kirin.

Pirtûka bi navê “Li Tirkiyeyê Niqaşên Cinsî yên Civakî” ji teref Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung ve bi Îngilîzî û Tirkî di Tebaxa 2007an de hat weşandin. Hun dikarin ji malpera me vê weşanê siparîş bikin.

Komeleya Heinrich Boll Stiftung, di sala 2006an de, bi navê “Demokrasiya di nav cinsiyetan de” û paşê jî di konferansek navneteweyî de dît ku li Tirkiyeyê hewcedarî bi niqaşa li ser mijara cînsiyetê heye. Ji bo ku mijara cînsiyetê ewqas nayê niqaş kirin, di vê mijarê de jin û rêxistinên jinan li ser dîtineke hevpar nayên ser hev û kêmasiya weşanên di derheq vê mijarê de me ev pirtûk weşand. Di vê pirtûkê de ne tenê newekheviya cinsiyetê, di eynî demê de ceribandinên navneteweyî jî tê de cî stendine.

Di vê pirtûkê de, dîtin û ramanên Ulrike Allroggen jî hene. Di derheq vê mijarê de nivîsek ku ray û ramanên Komeleya Heinrich Boll Stiftung tîne ziman jî di vê pirtûkê de heye. Di vê pirtûkê de ji Fîlîstîn, Pakîstan û Polonyayê jî hin nivîsên komeleyên Heinrich Boll Stiftung hene.

Komeleya Heinrich Boll Stiftung, ji bo ku di sala 2007an de hilbijartin hebû, kampanyaya ku Ka-Derê di meha Adarê de bi navê “jinên bi simêl” li dar xist, xwest ku bi du awayan binirxîne. Ev kampanya, him di çapemeniyê him jî di warê siyasetê de bû sedemên gelek niqaşan. Terefên oldar û ne oldar jî ev mijar niqaş kirin.

Di meha Nîsanê de, li Îzmîrê civînek bi navê “Hevdîtina Jinên Egeyê ya Sêyem” çêbû. Nivîsên Nazik Işik û Îlknûr Ustun yên di vê civînê de hatin xwendin jî di vê pirtûkê de hene.

Ev pirtûka ku mijara cinsiyeta civakî bi gelek aliyan dinirxîne ji van sernivîsan pêk tê:

- Li Almanyayê Cinsiyeta Civakî, Ulrike Allroggen 
- Li Polonyayê Cinsiyeta Civakî, Izabela Kowalczyk 
- Li Fîlîstînê Cinsiyeta Civakî, Nadia Hajal / Backleh 
- Cinsiyeta Civakî û Jiyana Xebatê, Aysun Sayin 
- Cinsiyeta Civakî û Perwerde, Mina Goguş Tan 
- Cinsiyeta Civakî û Malbat-Ol-Civak, Nîlgun Yildirim
- Cinsiyeta Civakî û Siyaset, S.Nazik Işik 
- Ji bo dest pê kirina demeke nuh ya di siyasetê de, S.Nazik Işik
- Helwesta Jinan ya Siyasetê, Îlknûr Ustun
- Nankoriya Şerê Strotîp, Fatma Bostan Unsal
- Wekheviya di Tevlêbûna Siyasî de: “Siyaseta bê simêl” mumkun e?, Sînem Coşar

Product details
Date of Publication
Tebax 2007
Publisher
HBSD
Number of Pages
112
Licence
Language of publication
Tirkî
ISBN / DOI
978-975-00954-2-9