Perspectives
Di derbarê weşanê de
Rojeva Tirkîyê bi lez û bez diguhere. Ev guherîn, xwe di her qada civakê de dide his kirin. Ji aborîyê heta çand û sîyaseta hindur, ji pirsgirêkên hawirdorê heta sîyaseta derve, di gelek qadan de guherînên civakî, qanûnî û sîyasî derdikevin holê.
Ji bo fahmkirina civaka Tirkîyê, ji bo têgîhaştina bandora guherînan ya di qadên sîyasî û civakî de, bi taybet karekî girîng dikeve ser milê medyayê. Divê medya li gor prensîbên rojnamevanî tev bigere, xwendevanên xwe zêdetir agahdar bike û rê li ber veke ku xwendevan karibin analîz û şîroveyên xwe bînin ziman, bi raya giştî re par ve bikin.
Ev kovara ku wê ji sê mehan carekê bê weşandin, ji bo civaka sîwîl ya li Tirkîyê û bi taybet jî ya li Ewropa, kesên ku biryaran didin, serokên ramanan û kesên ku pêşketinên li Tirkîyê dişopînin û dixwazin fam bikin, bibe çavkanîyeke sereke û bingehîn, armanca me ji vê kovarê ev e. Di her hejmarê de li gel mijara dosyayê, nûçeyên di derbarê ekolojî, demokratîkbûn, çand, sîyaseta navneteweyî û HBSD wê cî bigirin. Li hêla din, em hewl didin ku di ser çîroka jîyana kesekî re, tesîra guherîna civakî ya hêla mirovî bînin rojevê.
Kovara Perspectives, tenê bi analîz û şîroveyên sîyasî yên Tirkîyê namîne, em hêvî dikin ku wê zemîneke niqaş û gotûbêjan ya zindî û berdar çêbike ku ji bo avakirina pêşerojeke Tirkîyê ya aştîxwaz, demokrat û berdewam bibe alîkar. Ji bo mijarên dosyayên Perspectivesê, em ê civînên vekirî û berfireh çêbikin, em ê bi we xwendevanên delal re, di derbarê van mijaran de, danûsitendineke ramanî ya berdar pêk bînin.
Weşana me, tenê bi Tirkî û Îngilîzî derdikeve.
Li ser navê tîma Perspectives ya Nûnertîya Komela Heinrich Böll Stiftung
Dr. Ulrike Dufner
Nûnera HBSDê
* Kovara Perspectives bê pere ye. Ji bo abonetîya kovarê hun dikarin serî li navnîşana info@tr.boell.org bixînin û navnîşana xwe ya posteyê bidin.
Perspectives
Çalakî
Di vê serdemê de tu çalakiyek tune ye.