Dominik Tolksdorf

Dîrektorê Bernameya Têkiliyên Derve û Ewlehiyê ya HBS Washingtonê

Dominik Tolksdorf ji bernameya Têkiliyên Derve û Polîtikayên Ewlehiyê ya ku bi giranî di bin sernavê têkiliyên transatlantîk, Ewropaya Rojhilat, Tirkiye û Rojhilata Navîn de proje lê tên meşandin berpirsyar e.

Beriya ku beşdarî Heinrich-Böll-Stiftung Washington DC’yê bibe, Tolsdorfê ku li saziyên ramanî yên li Munîh û Brukselê ji bo enstîtuyên akademîk xebitî, li ser Ewropaya Rojhilat û Balkanan, siyaseta YE û têkiliyên wê yên derve û li ser pêşgaviyên ji bo çareseriya aloziyên navneteweyî lêkolîn kirin. Di navbera salên 2012-2014’an de li SAIS Navenda Têkiliyên Transatlantîk, Institut français des Relations Internationales û li Enstîtuya Aştiyê ya DYA di warê Têkilî û Ewlehiya Navneteweyî de wekî Peywirdarê Lêkolînê yê Piştî Doktoraya Transatlantîk peywir girt. Gelek gotarên wî yên akademîk ku di kovarên bihakem de hatine weşandin, gelek lêkolînên ku bi peywirgirtinê pêk anîne, bêhejmar gotarên siyasî û qunciknivîsên ku wî nivîsandine hene. Di sala 2012’an de pirtûkeke li ser polîtîkayên destekkirina reformên Yekîtiya Ewropayê yên li Bosna-Hersekê (Nomos) weşand.

Ji Zanîngeha Munih Ludwig Maximillian xwedî dereceya doktorayê ya di warê Zanista Siyasetê û ji Zanîngeha Turku (Finlandiya) di warê Siyaset, Ekonomî û Hiqûqa Ewropayê de xwedî dereceya lîsansa bilind e.