Hikûmeta nû ya Almanyayê li Ewropayê dikare çawa polîtîkaya xwe ya derve ya nirxparêz bimeşîne?

Analîz

Almanya, wer dixuye ku bi hikûmeteke nû ya koalîsyonê wê bêtir li Ewropayê bi cesaret pêşketinê bi dest bixe.

Hikûmeta nû ya Alman navê “Cesaret bike ji bo Bêtir Pêşketinê” (“Mehr Fortschritt wagen”) li peymana koalîsyonê kir. Sernav, referanseke sivik e ji bo meyla selteneta 16 salî ya Angela Merkel a li ser mihafezekariyê û helwesta wê ya nîspeten hêdî û biendaze a ku kesên ku hereketkirina lezgîntir dixwestin hêvîşikestî dikirin. Mebestên polîtîkaya derve yên koalîsyona ku bi navê “Koalîsyona roniyên trafîkê” (ji ber rengên sê partiyan bi vî awayî hatiye binavkirin) tê bi navkirin nîşanên wehda ku koalîsyon wê rojeveke pêşverû bide ber xwe dihewînin. Koalîsyonê di peymana xwe de, entegrekirina ramanên guherîna avhewayê li cur bi cur qadên polîtîkaya derve, mafên mirovan û zêdekirina hewldanên ji bo kontrolkirina çekan û teahûdên pejirandina polîtîkayeke derve ya femînîst anî zimên. Teahûdên din ên ku anîne zimên nîşan didin ku hin rêgezên sereke yên polîtîkaya Berlînê ya derve yên ku ev demeke dirêj e hene wê li cihê xwe bimînin, yanî piştgiriya ji bo Yekîtiya Ewropayê û polîtîkaya wê ya derve, piştgiriya ji bo pergaleke navneteweyî ya li ser bingeha piralîtî û rêzikan, piştgiriya ji bo têkiliyên transatlantîk û NATO’yê ku parçeyekî bivênevê yê ewlehiya Almanyayê ye.

Olaf Scholzê ku ketiye şûna Merkelê, ji koalîsyoneke ku ji partiya wî ya çepgir a navendgir a bi navê Partiya Sosyal a Demokrat (bi tîpên pêşî yên Almanî SPD), partiya bêtir meyl-çep Partiya Kesk û ji Demokratên Azad ên alîgirê bazirganiyê re serokatiyê dike. Dema ku em hin cudahiyên vê komê yên di hin qadên polîtîkayê de bidin ber çav, ne komeke pir ahengdar e, îcar di demên pêş de wê were dîtîn bê ev yek wê çawa bandora xwe li ser polîtîkaya derve ya hikûmeta nû bike.  Lê belê yekemîn wezîra jin a karên derve û hevseroka Keskan Annalena Baerbock, di rexnekirina Kremlînê de texsîr nake û hewlesteke tundir a li hemberî Çînê diparêze. Dibêje ku ew “polîtîkayeke derve ya nirxparêz” a ku “diyalog û tundiyê” digihîne hev ji xwe re dike mebest, lê ya rast hê jî tê nîqaşkirin bê ev yek wê tam çawa çêbe.

Di her halî de, ev nêzîktêdayîn, bendewariyan bilindtir dike ku Berlîn wê bi awayekî xurttir bi ser paşverûtiyê de biçe û li hemberî rejîmên otorîter û hikûmetên bawerhişk dengê xwe bilindtir bike. Digel ku polîtîkaya hikûmeta nû ya li hemberî Çînê hêjayî raçaviya ji nêzîk ve ye (Çînê di eniyên cuda de bi awayê hevpişk, hevrik û hevrika sîstemîk bi nav dike) rêbaza wê ya îdarekirina bexçeyê xwe yê paş, wê niyeta wê baştir nîşan bide. Wer dixuye ku têkiliyên bi Rûsya, Belarûs, Tirkiye, Polonya û Macarîstanê (her duyên dawî endamên YE ne) re di hin eniyan de dîsa bikeftûleft bin. Lê belê ji aliyekî ve girêdana bi rêgez û nirxan ve û ji aliyê din ve lêgerîna diyalogên avaker ne li dijî hev in.

Peymana koalîsyonê, digel pirsgirêkên polîtîkaya derve ya ku YE bi welatên cîran re dijî her wiha dudiliyên wê jî tarîf dike. Ev peyman, nirxandineke geşedanên otorîter û hişkbawer ên di nav û derdora Ewropayê de dike, helwesta wê ya giştî ya li hemberî Rûsya, Tirkiye û welatên din ên ku otokrat dibin jî li gorî peymanên kolîsyonên hikûmetên pêşî tundtir e.

Dengbilindkirina li hemberî tahdeyê

Koalîsyona nû, mebest dike ku di hin qadên wekî avhewa û polîtîkayên hawirdorê de bi Rûsyayê re pêwendiyên biîstikrar û erênî ava bike û hevkariyê bike, her wiha bi awayekî vekirî sînorkirina mafên bingehîn û azadiyan û astengên ku li pêşiya civaka sivîl tên danîn li Rûsyayê rexne dike. Ev nîşan dide ku Berlîn wê li hemberî bergiriyên tahdekar ên ku civaka sivîl ji xwe re dikin hedef li Rûsyayê dengê xwe bêtir bilind bike. Hemleya pêşî dibe ku bersivdayîneke xurt be ji Kremlînê re ji ber hedefgirtina wê ya nedîtî ya Memoriala ku komeke mafên mirovan a herî kevin û sereke ye li Rûsyayê. Li ser daxwaza zordest a Rûsyayê ya girtina vê rêxistinê hin siyasetmedarên Alman ên endamên kevin û nû yên hikûmetê hêj nû fikarên xwe anîn zimên. Piştgiriya peymana koalîsyonê ya ku dide civaka sivîl ne bi tenê di gotinê de ye; rojnameger, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de qala hin bergiriyên pratîk ên destekkirina aktorên civaka sivîl ên li derveyî welêt dike. Wekî mînak hevpişkên koalîsyonê mebest dikin ku şertên têketina YE ji bo kesên ku rîska tahdedîtina wan zêde ye hêsan bike û serîleder li ku derê bin jî di pêvajoya vê serîlêdanê de wan di ewlehiyê de bigire. Di çarçoveya vê mebestê de dikare bernameyên wekî Pêşgaviya Elisabeth Selbert ku ji bo parêzvanên mafên mirovan tê hizirkirin bi pêş bixe û li balyozxaneyên Alman (lê peyman nabêje bê balyozxaneyên li kîjan welatan) pozîsyonên bêtir ên ku li ser mafên mirovan disekinin saz bike.

Di peymana koalîsyonê de yekser behsa xeta boriya enerjiyê ya Nord Stream 2 nayê kirin; ev mijar sernavê herî binîqaş e di pêwendiyên Alman-Rûs de û di heman demê de hêmaneke acizker e di pêwendiyên Almanyayê yên bi DYA û Ûkraynayê re; ji ber ku Nord Stream xeta boriyê ya ku ji Rûsyayê di ser Ûkraynayê re diçe YE dide sekinandin. Lijneya Almanyayê ya vesazkirina enerjiyê Ajansa Tora Federal niha sertîfîkasyona beşa dawî ya xeta boriyê ku wê digihîne Almanyayê di ber çav re derbas dike. Di gava peyre de Komîsyona Ewropayê ya ku organa rêvebirinê ya YE ye wê li ser mijarê nêrîna xwe ragihîne. Koalîsyon di peymana xwe de destnîşan dike ku divê projeyên wê yên enerjiyê bi zagona enerjiyê ya Ewropayê re lihevkirî bin. Ev derbirîn fikra ku hikûmet wê nêrîna Komîsyona YE ya li ser mijarê qebûl bike bi mirov re çêdike. Lê rastiyên siyasî jî diyarker in: Di rojên çûyî de Baerbock wekî bersivdayîna li ser bicihkirina leşkerên xwe ya Rûsyayê li ser sînorên Ûkraynayê hişyarî da ku di rewşa bilindtirbûna rageşiyê de Nord Stream 2 wê nekeve xizmetê. Michael Roth (SPD) serokê nû yê Komîteya Polîtîkaya Derve ya Parlamena Alman anî zimên ku Nord Stream 2 bi tenê ne projeyeke ekonomîk e, her wiha aliyên wê yên siyasî jî hene.

Li gorî van geşedanan û tona peymana koalîsyonê wer dixuye ku Berlîn wê helwesteke dûrketinê ji paradîgmaya “guherîna bi riya bazirganiyê” ya ku demeke dirêj e polîtîkaya Almanyayê ya ji bo Rûsyayê karakterîze dike nîşan bide. Hikûmeta nû bi tehdîteke leşkerî ya Rûs a li hemberî Ûkraynayê re rû bi rû ye û Kremlîn di salên pêş de li hemberî Kîev û hikûmetên din ên li herêmê (wekî Moldovayê) yên meyldarî Rojava wê polîkayên xwe yên dijminane yên wekî manîpulasyonên veguhastina gazê û kampanyayên dezerformasyonê û êrîşên sîbêr bidomîne.

Berlîn û hikûmetên din ên Ewropayê, ji ber vê yekê, ji bo ku li welatên ku bi Rûsyayê re di nav têkiliya cîrantiya hevpar de ne rê li ber zêdebûna pevçûnan bigirin û ji bo ku ji serxwebûna welatên cîranên YE re rêz were girtin wê mecbûr bimînin ku bi Moskowê re li hev bikin. Dema ku niyeta Berlînê ya xurtkirina polîtîkaya derve ya YE li ber çav were girtin, dibe ku Berlîn YE wekî navbeynkareke sereke di van pevçûnan de bi awayekî xurttir destek bike. Têkiliyên bi Rûsyayê re bi awayekî zelal nîşan dide ku hikûmeta nû di sepandina polîtîkayeke ku “diyalog û tundiyê” digihîne hev de wê bi dijwariyên çawa re rû bi rû bimîne.

Têkiliyên bi Tirkiyeyê re

Berlîn wê di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re jî bi dijwariyên wisa re rû bi rû bimîne. Hikûmeta koalîsyonê ya Alman muhtemelen wê rewşa sînorkirina mafên bingehîn û azadiyan a ku di dema Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de tê pêkanîn bi dengekî bilind rexne bike. Beşeke mezin a civaka Tirk jiholêrakirina standardên demokratîk, serdestiya hiqûqê, mafên kêmar û jinan her ku diçe bêtir rexne dike. Hikûmeta nû, wekî mînak bi berfirehkirina bernameyên piştgiriya civaka sivîl û bernameyên pevguherîna ciwanan dibe ku piştgiriyê bide van aktoran. Her wiha hikûmet ji bo serbestberdana Osman Kavalayê xêrxwaz ê ku girtîbûna wî berî demeke nêzîk bû sedema destpêkirina pêvajoya binpêkirinê ya Konseya Ewropayê ya li dijî Tirkiyeyê jî wê fişara li ser Enqereyê bidomîne.

Lê doza Kavala bi tenê beşa xuya ya çiyayê qeşayê ye. Tirkiye hêj jî gelek rojnameger, siyasetmederên dijber û aktîvîstan di girtîgehê de digire. Doza Kavala were çareserkirin jî Almanya bi YE û welatên ên endam re di nav koordînasyoneke xurt de wê bangewaziya li Enqereyê ya ji bo serbestberdana hemû girtiyên siyasî bidomîne, digel ku ev yek bibe sedema gefxwarina hikûmeta Tirk a rawestandina peymana koçberiyê ya ku YE di 2016’an de bi Tirkiyeyê re girê dabû. Li vir Berlîn dîsa digel bangewaziya ji bo rêzgirtina ji mafên mirovan re bi hikûmeta Erdogan re ya ku sala bê bi hilbijartineke muhtemel re rû bi rû ye ji bo ku diyalogê bidomîne dibe ku riyeke têkel bide ber xwe.

Tirkiyeyê bêguman berteka YE ya li hemberî rewşa koçberên li Belarûsê yên li ser sînorê Polonya û Lîtvanyayê ji nêzîk ve şopandiye; Aleksander Lukaşenko ji ber mueyîdeyên li ser Mînskê di ser van koçberan re lê xebitîbû ku şantajê li YE bike. Hevpişkên koalîsyonê wê manîpulekirina penaberan bi armancên jeopolîtîk û rêlibergirtina şantajan ji xwe re bikin mebest. Ferq nake bê rewşa li ser sînor wê bi kîjan aliyî de bibe, wer dixuye ku Berlîn wê piştgiriyê bide hêzên demokratîk ên li Belarûsê û wê fişarê li ser rejîma Lukaşenko bike da ku hemû girtiyên siyasî serbest berde. Wê bangewaziyên hikûmeta berê yên li Polonyayê yên li ser mijara ji bo pêkanîna mercên mirovî yên pêwîst ji bo penaber û koçberên li ser sînorê Belarûsê jî bidomîne.

Helwesteke tundtir ji bo mijara Macarîstan û Polonyayê?

Peymana koalîsyonê bi giştî balê dikişîne ser hevkariya Almanyayê ya ku wê bi cîranên xwe yên li Ewropaya Navîn û Rojhilat re pêk bîne. Hem wezîra derve hem jî şansolye di rojên xwe yên pêşî yên karkirinê de çûn serdana Varşovayê. Partiyên îktîdarê dil heye ku berjewendiyên ewlehiyên welatên herêmê, bi taybetî ewlehiyên di warê têkiliyên bi Rûsyayê re cidî bigirin û bi biryar in ku rola xwe ya ku bibe potansiyela astengkereke biewle bidomînin. Heke di navbera Polonya û Rûsyayê de kêşeyên cidî derkevin, piştevaniyeke bi vî rengî wê girîng be.

Li aliyê din giregirên partiyên îktîdara nû ya Almanyayê, hikûmeta Merkelê gelek caran rexne kirin ji ber helwesta wê ya sist a li hemberî tehdîtên li ser serdestiya hiqûqê yên serokên Macarîstan û Polonyayê yên ku her ku diçe otokrattir dibin. Ji ber vê yekê qet nabe surprîz ku peymana koalîsyonê der barê mijara bicihanîna standardên serdestiya hiqûqa YE de bi awayekî nerasterast helwesteke tundtir nîşan bide. Yanî hikûmeta Alman wê di hewldana xwe ya parastina nirx û serdestiya hiqûqê de li hundir û derve bi biryarî piştgiriyê bide YE û wê Komîsyona YE di van mijaran de teşwîq bike ku navgînên xwe yên qanûnî bêtir bi hevgirtî û lezgîn bi kar bîne. Muhtemel e ku Berlîn ji berê bêtir wê piştgiriyeke xurt bide saziyên YE di nîqaşên xwe yên digel endamên YE de ku li gorî standardên yekîtiyê yên serdestiya hiqûqê tevnagerin. Koalîsyona roniyên trafîkê, nemaze wekî bergiriyeke li hemberî bidestxistina kontrola li ser saziyên darazê ya Polonya û Macarîstanê mebest dike ku piştgiriyê bide helwesta Komîsyona YE ya ji bo dayîna foneke xelaskirina YE ya bi milyaran avroyan da ku li welatê ku wê fonê digire pergaleke edlî ya serbixwe saz bibe. Muzakereyên di navbera Komîsyona YE û hikûmeta Polonyayê de didomin.

Diyalogeke li ser mijara berjewendiyên hevpar ên di nava YE de ya ku di navbera Berlîn û Varşovayê de were bipêşxistin, di heman demê de wê bibe riyeke maqûl ji bo rêlibergirtina rageşiyan. Polîtîkayên li hemberî tehdîtên sîber ên ku wê ji faktorên derveyî YE werin û li hemberî fealiyetên din ên xêrnexwaz dibe ku bala hikûmeta Polonyayê bikişînin. Wekî mînak Berlîn û Varşova dikarin bi hev re piştgiriyê bidin dij-bergiriyên bibandor ên ku di asta YE de bên girtin. Ji bo xurtkirina kapasîteya parastina nirxên demokratîk ên YE li hundir û derve hevkariyeke bi vî rengî dibe ku bibe çenteyekî alavan ê bibandortir.

Ev gotar cara pêşî di 22 Berfanbar 2021’ê de di Just Security de hatiye weşandin.