Dilê Berlînê

Ceribandin

Carinan tixûbê di navbera biyanîbûn û jiwirbûnê da ji nişka ve ji holê radibe. Goristana Elewîyan a li Hermanstrasseyê, derîyê aîdbûnê li nivîskareke şanonameyan a femînîst a ku nû ji Tirkiyeyê hatiye vedike.

alevi mezalığı

Ez careke din bere gavên xwe didim derve. Hema bêje her roj ez derdikevim meşe û pirî caran ez nagihêjim cihekî. Bawerîyeke wisa sosret bi min ra çêbûye, ez dibêjim qey heke ez têra xwe bimeşim, ez ê karibim hemû tiştên ku destên xwe xistine qirika min li pey xwe bihêlim.  Gavên bê ser û bê dawî li pey hev dibezin.  Gelo ez li vir mayende me yan jî hema rêya min bi vir ketiye.  Ez hewl didim ku xwe bi vî bajarî bigirim. Wekî nivîskareka şanonameyan, femînîst, lezbiyen, muxalîf, bi her nasnameya xwe yaku pêleka nû ya koçberî ye, min hewl da xwe bi vî bajarî ve bigirim, hê jî hewl didim.  Nasyarbûna navên xwarinan têrê nake ku li cihekî ku dinasim ez pê dikim ta ku ez di nava ewlehîyeka têkûz da me.  Tu dibê qey bi derbasbûna di kuçeyan ra dê kêşeyeka min a der barê mafê rûniştinê da çareser bibe yan jî dema ku ez bikevim kuçeyeka nenas û paşê rêya xwe dîsa bibînim dê rewabûna min a li vir zêde bibe, her ku hejmara cihên nas zêde dibe, ez ê bibim yeka ji vir û ew diltengîya nedîyar dê bi meşa min ra bi dawî bibe. Lê belê îcar cihê ku ez ê herim diyar e. Ji roja ku ez hatime Berlînê bi vir da ew cih her ku ez di ber ra derbas dibim wekî bîrekê min ber bi xwe ve dikişîne, bangî min dike û ez xwe li kerîyê datînim anku ez diçim Goristana Elewîyan, ber bi wî cihê mirovên ku gihaştine Heq ve dimeşim.

Goristan bi kêrî çi tên? Ez nizanim. Wekî ku bi rastkêşekê hatibe kişandin, rêyek rast diçe nava goristanê. Wekî ku ez li kolaneke bi tevger bim, mirov çep û rast di ber min ra derbas dibin.  Ên ku bi hev ra sihbetê dikin, ewên ku hatine çavekî lê bigerînin, ewên ku li ser rêya xwe serîyek li vir dane. Ez wisa difirim ku ew goristan zindî ye. Dîsa jî dema ku darên li çep û rast ên ku serê wan digihêje esmanan û devîyên ku qama wan digihêje navtenga min, silavan li min dikin, di serê min da her ew pirs heye; goristanek bi kêrî çi tê? Û li goristaneka li Berlînê çi karê min heye?

Piştî meşeka ku yek du xulekan didome, li alîyê rastê yê rê çend çavên bê tirs û xem bi awirên geş û xweş dizivirin ser min;

 

Wills du auch essen? Lokma und ayran?

Ji biçûktîya min ve ev tişt her tim tê serê min. Xelk dibêje qey biyanî me. Her kesek ji kesên din ra wekî biyanî xuya dike, lê belê bi westa bêwelatîyê ya ku bêhn li min teng kiriye, ez ê nekarim li hemberî mirovan dadwer bim.  Ez ne biyanî me. 

Ez bi tirkî dizanim.

Ê baş e. De were bi hev ra bixwin.

A rast, ez jî elewî me… lê elewîya ereb. Ne ku ez bi tiştekî dizanim…

Dev jê berde, were.

Ev vexwendina bi kanîyekê zelal ji min vê diltengîya xerîb rizgar dike. Ez vê daweta hevparkirina loqmeyê ya jinên ku nas nakim, wekî heval û hogirekê hembêz dikim. Li ser bankên textîn ên ku li rex hev hatine rêzkirin mirovên ku gelekî dişibin hev rûniştine.  Zarokên ku bi kincên rengo rengo dişibin şekirnokan bêyî ku guh bidin kesên li derdorê, bi ken û şahî li derdorê bi vir da wir da baz didin. Hin caran bi almanî, hin caran tirkî hin caran jî bi kurdî ji hev ra tiştinan dibêjin, di nav kêliyên goran da carinan xuya dikin, caran jî winda dibin.  Ez dibêjim:

Dewrî daîm be.

Dibêjin:

Bila dost û heval sax bin.

Li vî bajarê ku ji roja ku ez hatimê bi vir da min nekarîye lê bi cih bibim, tu dibêjî qey ez li serîyekî bankê ya ku bi taybetî ji bo min vala hatiye hiştin ez niha aram im.  Ji roja ku ez ji Stenbolê bi rê ketim ew xema giran a ku hat û li ser nîveka laşê min bi cih bû, kêm dibe.  Loqme, dew û mirov… Baş li min tên.  Ev mirovên ku hê nû hezkirîyekî/e xwe ji dest dane, li hal û rewşa min dipirsin.  Yek ji wan dibêje, “dem”, “bi demê ra her tişt ber bi başîyê diçe.”  Vê gotinê ji min ra dibêje, yan ji xizmên xwe ra, ez tam pê dernaxim. Dibe ji me hemûyan ra dibêje.  Ji bo danîna jana xwe, ji girtina şîna xizmên xwe yên ku cihê wan nayê dagirtin û ji bo bicihbûna li bajarekî, pêdivîya me hemûyan bi demê heye.  Yeka “kok” dibêje û wiha pê da diçe, “li ku were danîn, kulîlk li wir vedibin.” Pê ra jî loqmeyekê diavêje devê xwe û dibêje, “Binêre ew ê li dera han binaxkirî bapîrê min e, ya li nik wî jî dapîra min e. Ew keçika ku bi vir da û wir da baz dide û ji kurikan çalaktir e jî keça min e.  Tu hinekî din loqme naxwî? Tu kengî hatî?”

Koçberî mîna muzîk an jî wêneyan e: An teveka jiyana mirov te dagir dike yan jî qet tê da cih nagire. Sihbeta me jî kêm zêde wê rewşa me diyar dike. Dibistana zarokan, xêr û bera karê ku nû hatiye avakirin, pirsa ka sîgorte çi digire nava xwe, çi nagire, pirsa ka parêzereka ku bi tirkî dizane heye yan tune ye, dijwarîya peydakirina xanîyekî kirê, rewşa berê ya Kreuzbergê, zehmetîyên yên ku pêşî hatî kişandine, bi bîra kesên ku li vir hatine dinyayê tê xistin ka ew ji nifşa çendan in,  rewşa kesên nû hatine, rewşa welêt, rewşa welêt, rewşa welêt…

Berlîn normalîze dibe. Loqme û dew diqedin.

Mala we ava.

Xweş helal be, tu bûyî hevpara jana me.

Ez dimeşim, ber bi gorên dilnizim ên ku hê nû kulîlk li serê vedibin ve. Sadebûna li vê derê her kesî dawetî li ber rawestan û lê temaşekirinê. Peywendîya di navbera me û kesên mîna Güllüzar û Hüseyin, Cemîle û Alî yên di salên 60, 70, 80 û 90’î da hatine vir, bi tenê li ser kêlê gorê navê wan maye, niha hê baştir xuya dibe.  Tiştên ku em anîne vir ne dem e, ne jî cih û war e. Ew peywendîya ku bi gotinan nayê ravekirin, tiştekî din ku me tîne bal hev, ew belkî bi çêja ku li teveka devê min belav dibe ya loqmeya ku min berî çend xulekan xwar,  tirşîya dewê ku min vexwar û sihbeta ku ez serdanpê xistim xistim bin tesîra xwe karibe were ravekirin. 

Bi min wisa tê ku ev goristan bihurek e. Ne tenê ji kesên ku niha di nav me da ne, ji bo kesên zindî jî bihurek e. Rêyeke ku ji biyanîbûnê ber bi jivirbûnê ve diçe.  Kesên temenê xwe li vir derbas kirine, niha bûne ax, demekê “mêvan”, paşê “biyanî” bûn û niha jî bûne “hembajarî”  ji kesên ku nû hatine ra derîyê bajêr vedikin.

Heke em li Tirkiyeyê bûna, gelo min dikaribû bi van mirovan ra werim cem hev. Ez ne bawer im. Heke ez ne elewî bûma, ez ê têketama vê goristanê. Bawer nakim. Belkî hîç bi hebûna vê goristanê jî nehesiyama. Tiştekî ecêb e, elewîtîya min a ku ez zêde li serê nefikirîme, li Berlînê birîna min derman dike. Hemû nasnameyên min ên din ku dixwazin xwe bi vî bajarî ve bigirin, niha betilî û hêvîşikestî ne, lê belê alîyekî min ê ku min bêxwedî hiştibû anku elewîtîya min îro dike ku li Berlînê ez xwe di mala xwe da hîs bikim. 

Bi saya serê kesên ku berî min hatine vir, bûne ji vir û niha ji min ra mazûvanîyê dikin, îro îhtimal xuya dibin. Penaber, koçber û karkerên mêvan ên ku bi salan e hewl didin ku li Almanyayê, li Berlînê bi cih bibin, pêşî rêya min vedikin, paşê jî dilê min geş dikin. Tu dibêjî qey ez hinek parçeyên ku min li welatê xwe winda kiribûn, li vir peyda dikim. Çîroka min ne tenê çîroka îro ye. Ev çîrok di salên 1960î da bi kesên ku serî li bûroya têkiliyan a ku Almanyayê li Topxaneya Stenbolê vekiribû dan û bi “Kaxiza Almanyayê” ya ku ji wir girtin çûn Îstasyona Trênê ya li Sîrkecîyê, ji wir piştî rêwîtiya bi trênê ya sê rojan bi bawilên textîn gihaştin Almanyayê, ewên ku di karên ku kesî nedixwest bikirana da xebitîn, li “Heim”an man, name dan nivîsandin, ji bo ku wêneyekî bi bixin nav nameya xwe hewl dan, dest pê dike û dê bi kesên ku piştî min werin jî berdewam bike. Ez êdî dengê dilê Berlînê dibihîzim an jî ez êdî li Berlînê dengê dilê xwe dibihîzim. Ez berê xwe didim derîyê derketinê. Ji roja ku ez hatime vê derê bi vir da cara pêşîn e ku ne gavên lê lingên min erdê digirin. Ez wêrek dibim.   

Hûn dikarin xwe ji vir bigihînin almanîya wê nivîsê.