Hevpeymana Tirkiye û Almanyayê ya hêza karkirinê 60 salî ye

Çîrokeke malbatî

30ê çirîya pêşîn a sala 1961ê di navbera Tirkiye û Almanyayê da Hevpeymana Hêza Karkirinê hate şanenavkirin. Ev dîrok îro jî teşeyê dide her du civakan.  Salvegera 60emîn a vê hevpeymanê hem ji bo pîrozkirin û birûmetkirina serkeftinên temendirêjî yên “karkerên mêvan” û nifşên piştî wê derfetek e, hem jî wê derfetê dide ku mirov serederîyê ji çewtî û dijwarîyên raborî û îroyîn ra bike. Nivîskarên vê dosyaya ku bi almanî û tirkî hatiye amadekirin, digel rûdanên siyasî û civakî  yên heyî, der barê alîyên ku mirov berê kêm li serê fikirîne, hinek hûrbînîyan pêk tînin.  

Li vir em bi zimanê kurdî jî cih didin hinek nivîsên vê dosyayê, hûn dikarin ji vir xwe bigihînin hemû nivîsên vê dosyayê.