Bernameya Bûrsê ya Komeleya Heînrîch Boll Stîftung

Em wekî Komeleya Heînrîch Boll Stîftungê (KHBS) ji Adara 2008an heta niha ji bo alternatîfên pêşxistina gundewarî û enerjiya tê nuh kirin / enerjiya berdartir xûrt bibe, bernameyekî bûrsê bi rêve dibin. Ji wan xwendekarên ku dixwazin beşdarî bernameya me ya bûrsê bibin daxwaza me ya serekî ew e ku têzên xwe yên ku di der haq pêşxistina gundewarî û enerjiya tê nuh kirin / enerjiya berdartir de amade dikin divê ji nirxên esasî ya bernameya bûrsê ya KHBSê dûr nebe û bi nêrînekî sosyo-polîtîk ku bingeha xwe ji zanistî digre, alîkariya bernameyê bike.
Tarîxa ku ji bo dewreyekî pişt re hatiye diyarkirin, 26 Hezîran 2015!
Yên serîlêder;
Divê hemwelatiyên Komara Tirkiyê bin,
Her weha qeyda wan di bernameyekî lîsansa bilind ya zanîngehekî Tirkiyê de hebe û her weha ev zanîngeh jî divê ji alî Konseya Xwendina Balayî (YOK) jî bête naskirin,
Lêkolîn û babeta têzên wan divê bi giranî li der haq pêşxistina gundewarî û enerjiya tê nuh kirin / enerjiya berdartir de bibe.
Sêrîlêder dikarin bi riya posteyê, kargoyê an jî bi riya e-posteyê serîlêbidin.
Encamên li der haq serîlêdanê wê herî dereng heta 31ê Tebax 2015 an ji maîlê serîlêdan re bi riya e-posteyê were şandin.

Bûrs

Niwêneriya Tirkiye ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung (HBSD), ji Adara 2008an vir ve, ji bo alternatîfên pêşxistina gundewarî û enerjiya berdartir û tê nuh kirin programek bûrsê dimeşîne.

Dema dawîn ya serlêdana Bernameya Bûrsê ya Komela Heinrich Böll Stiftung; 14.12.2013