Xetên Şêlû: Di Serdema Guherîna Avhewayê de Polîtîkaya Derve

Analîz

Di danişîna sêyemîn a 22. Konferansa Heinrich Böll Stiftung a Polîtîkaya Derve de, panela berî ya dawiyê wê li ser xetên şêlû yên di navbera têkiliya Almanya-Hindîstan û pirsgirêkên hawirdor û avhewayê de bisekine.

Nêrînên ku di vê gotarê de tên zimên bi tenê aîdî nivîskar in. Dibe ku ew nêrînên Heinrich Böll Stiftung an jî beşdarên din ên 22. Konferansa Polîtîkaya Derve neyînin zimên.

Di maweya 1. Konferansa Böll Stiftung a Polîtîkaya Derve de, guherîna avhewayê ji aliyê gelek pisporên polîtîkaya derve ve ne mijareke hêjayî fikarê bû. COP’ên ku rêzeya sereke ya konferansên avhewayê yên NY bûn hê çend salî bûn. Welatên G7 ên ku ji saziyên navneteweyî yên diyarker re serokatiyê dikin, guherîna avhewayê ji xwe re nekirin mijareke pêşekî û çawa ku Almanyayê di rojeva serokatiya G7 de kir wan bi tu awayî qala “qeyrana avhewayê” nekir.

22. Konferansa Polîtîkaya Derve ya Böll Stiftung li dinyayeke cuda pêk tê. Êdî konferanseke polîtîkaya derve bêyî ku qala guherîna avhewayê bike nikare tu mijarê hilde dest. Paneleke li ser mijara bazirganiyê heye? Nexwe tam wext e ku li ser vesazkirinên sînorê karbonê û kulubên avhewayê were axaftin. Paneleke li ser mijara ewlehiyê heye? Girîng e ku were fikirîn bê guherîna avhewayê wê bandoreke çawa li ser operasyonên leşkerî bike û bandorên avhewayê rageşiyên heyî wê çawa zêde dike. Em ê li ser hevrikiya di navbera hêzên mezin de bikin? Heke em jeopolîtîka enerjiyê ya ku tê guherîn û veguherîna enerjiyê, potansiyela wê ya afirandina koalîsyonên nû yên navneteweyî hilnedin dest, nîqaş wê kêm bimîne. Têgiha “polîtîkaya derve ya avhewayê” jixwe kete peymana hikûmeta nû ya koalîsyonê.

Bûyereke mînak: Têkiliyên Almanya-Hindistanê

Panela beriya ya dawî ya wê rojê, wê pisporên ji Almanyayê (Franziska Brantner û Dirk Messner) û ji Hindistanê (Sunita Narain) bîne ba hev. Bi lênêrîna vê têkiliya durexî mirov dikare gelek tiştan hîn bibe bê welatên pêşketî û yên nûpêşketî çawa meseleyên sereke yên polîtîkayên derve yên avhewayê di perspektîfeke firehtir de dibînin.

Dîsa mijareke bi heman awayî, fînansmaniya avhewayê ya ji aliyê welatên pêşketî û welatên nûpêşketî ve mijareke sereke bû par di COP26’a li Glasgowê de. Li gorî raporeke ku Qanada û Almanyayê bi hev re amade kiriye, welatên dewlemend ji bo fînansmaniya avhewayê heta sala 2020’an soza xwe ya sala 2009’an a ji bo di salê de dabînkirina 100 milyar dolarî neanîne cih û heta 2023’yan nagihîjin wê hedefê. Hin welatan di dema ku konferans nêzîk dibû de îlan kiribûn ku ew ê fînansmaniya xwe zêde bikin. Almanyayê got ku ew ê fînansmaniya xwe ji 4 milyaran derxe 6 milyaran, Komîsyona YE ji bo salên 2021-2027’an soza 4 milyar dolarên din da û fînansmaniya xwe ya di pêvajoyê de derxist 28 milyar dolarî.

Ev gav erênî ne, lê belê ne bes in. Wekî mînak Îtifaqa Dewletên Biçûk ên Giravan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pêwîstî bi piştgiriyeke lezgîntir û zêdetir heye. Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî bi awayekî zelal got ku hedefa 100 milyar dolarî ya ku negihîştinê pir biçûk e û wiha pê de çû: “Hindistan li bendê ye ku welatên pêşketî di demeke kurt de wekî fînansmanên avhewayê 1 trilyon dolarî dabîn bikin.”

Her wiha digel bexş û krediyên gelemperî, sermayeya taybet a birêkxistî bi tenê parçeyekî biçûk ên aloziya fînansmaniya avhewayê ne. Ji bo Net Sifirê 450 şîrketên ku Îtifaqa Fînansî ya Glasgowê pêk tînin fona bi qasî 130 trilyon dolarî temsîl dikin, ji ber vê yekê heke beşeke biçûk a pereyan ji bo projeyên parastina avhewayê were veqetandin, ew ê bandora bicihanîna teahûda 100 milyar dolarî di bin siya xwe de bihêle. Hem ji bo Almanyayê hem ji bo Hindistanê riya beralîkirina fonan a ji bo parastina avhewayê, bi pêkhateyeke polîtîkayên vesazkirin, bac, bazirganî, şefafiya fînansî û tedarikê dikare pêk were. Her wiha fînansmaniyeke avhewayê ya ku di peywenda hevpariyên bipêşketinê de tê mezaxtin heye. Li gorî vê, Almanyayê di COP26’an de daxuyand ku ew ê ji bo Hindistanê fînansmaniyeke din a 1,2 milyar dolarî ya bipêşketinê bike. Hevkariya Hind-Alman a bipêşketinê giraniya xwe dide ser sê qadan. Rêvebirina çavkaniyên sirûştî yên berdewambar, pêşketina bajarî, derbasbûna çavkaniyên venûker. Ji bo ku germbûnê di bin du pileyan de bigire, pêwistiya dinyayê wê bêtir bi hevkariyên zêdetir û xurttir ên têkildarî avhewayê yên bi vî rengî hebe.

Ji aliyê dahatûya neteweyî ya nesade ve Almanya û Hindistan her çi qasî ji hev cuda bin jî, bi heman dijwariyan re rû bi rû dimînin. Her du welat jî pir hindik petrol û gasê hildiberînin û ji ber vê yekê girêdayî îtxalata enerjiyê ne. Ev yek rengê xwe dide polîtîkaya wan a derve ya ekonomiyê û dibe sedemeke din ji bo lezandina berbelavbûna çavkaniyên enerjiya nûveker ya xwecihî.

Her du welat jî girêdayî komirê ne. Li Almanyayê hîn jî santralên komirê ji %20’ê zêdetirê elektrîkê hildiberînin û ev yek dibe asteng li ber veguherîna stratejiya enerjiyê ya derketina ji komirê ya Almanyayê ku bi giranî dimeşe û diviya heta sala 2030’î bihata qedandin. Hindistan ji bo ji sêyan du parên elektrîka xwe hilberîne komirê dişewitîne. Her wiha muzakerevanên Hindû di metnê Peymana Glasgow a Avhewayê de bi hewla bicihkirina “kêmkirina bimerhale” ya li şûna “derketina bimerhale” di COP26’an de derketin manşetan. Girîngiya komirê ya li her du welatan bi tenê ne ji ber rola wê ya tedarika elektrîkê ye, her wiha ji ber cihê wê yê di ekonomî-polîtîkê de ye. Li eyaletên Alman ên wekî Brandenburg û Saksonyayê endustriya komirê ji bo ekonomiya herêmî cihê xwe diparêze, her wiha ji bo Rêhesinên Hindû yên aîdî dewletê jî barkêşiya komirê çavkaniyeke dahatê ya bivênevê ye.

Hawirdor, avhewa, yan her du jî?

Partiya Keskan a Alman gelekî berî endîşeyên berbelav ên ji ber emisyonên gaza serayê, di 1980’yî de hat avakirin. Hingê di hişê mirovan de ne pirsgirêkên avhewayê, lê belê pirsgirêkên wekî yên hawirdorê, av û hewaya paqij, bermayiyên nukleer hebûn. Geşedanên dawî yên li Almanya û Hindistanê nîşan didin ku pirsgirêkên avhewa û hawirdorê bi awayekî xurt têkildarî hev in.

Wekî mînak em binêrin bê li Delhiyê çi qewimîn. Di Sermaweza 2021’ê de otorîteyên Hindû şeş santralên komirê yên li derdora paytexta welêt girtin; lê ne ji bo ku emisyonên karbonê kêm bkin, ji bo ku dûxana jehrî kêm bikin. Delhî ji ber astên partîkulên zirav ên xeternak (PM 2.3), paytexta herî qirêj ê dinyayê ye. Dr. Sunita Narain digel hempîşeyên xwe yên li Navenda Zanist û Hawirdorê bi deh salan e ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dixebitin. Wekî mînak dixwazin ku gaza kompres a ku paqij dişewite were bikaranîn di otobûsên li Delhiyê de. Yan na bandorên emisyonên gaza serayê wê werin taloqkirin û ew ê li hemû dinyayê belav bibe. Pirsgirêka têkildarî wê qirêjiya hewayê pirsgirêkeke acîl û herêmî ye, yanî tê wê wateyê ku belkî hêsantir be ku mirov ji bo ketina nav tevgerê werin motîvekirin li şûna çûnehata bêpere. Mirov bi paqijkirina sektora enerjiyê ya gerdûnî dikarin hewaya ku digirin jî paqij bikin.

Ji ber para xwe Almanya bi problemên curbicur ên qirêjiya hewayê re rû bi rû ma di salên dawî de, qismen ji ber motorên dîzel û emisyonên partîkul ku di navenda skandala emîsyonên Wolkswagenê de bûn. Stuttgartê û Hamburgê li hin deverên bajêr bikaranîna wesayîtên kevin ên dîzelê qedexe kir. Di bin serokatiya Dr. Dirk Messner de Ajansa Hawirdorê a Alman bangewaziya xwe domand ji bo bergiriyan ên wekî zêdekirina bikaranîna wesayîtên tomerî û bilindkirina buhayê karbonê yên ku hem ji bo avhewayê hem jî ji bo derdorê sûdmend in.

Koalîsyona nû ya “Ampel” çawa nêzîkî têkildariya avhewa-hawirdorê dibe? Hikûmeta nû berpirsyariyên wezaretê yên di mijarên avhewa û hawirdorê de ji nû ve nirxandin. Çav li rê ye ku berpirsyariya polîtîkayên avhewayê yên navneteweyî ji Wezareta Hawirdorê derbasî Wezareta Karên Derve ya Alman a ku di bin rêveberiya Wezîra Karên Derve Annalena Baerbock de ye bibe. Peywira hikûmetê ew e geşdarkirina Almanyayê bi awayê ku ekonomiya wê di nav sînorên gerstêrkê de bixebite ji nû ve beralî bike.

Bêguman sînorên zirav û şêlû yên di navbera pirsgirêkên hawirdor û avhewayê de, dema ku pêşekî cuda bin wê bibin sedema neliheviyê. Pêşniyara Komîsyona Ewropayê ya ji bo naskirina hin razemeniyên di enerjiya nukleer de ya wekî “berdewambar” nîqaşek da destpêkirin di navbera wan dewletan de ku endamên YE ne ku nukleerê destek dikin wekî çavkaniyeke hêza kêm-karbonî (ji bo avhewayê baş) û wan kesan ku destnîşan dikin ku ji bo serîderkirina bi bermayiyên nukleerî re riyeke çareseriyê ya demdirêj (ji bo hawirdorê xerab) hêj nîn e. Hem Almanya hem jî Hindistan divê li dinyayeke wisa hereket bikin ku mutefîk û hevkar xwedî helwestên cuda ne der barê kêmkirina emisyonan de. Bo nimûne Hindistan plan dike ku heta sala 2024’an 9 reaktorên nukleerî yên nû li fîloya xwe ya nukleerî ya 22 santralî zêde bike.

Ji bo hemû hikûmetan ev rewşeke dijwar e

Hawirdor, fînans, bipêşketin, dîplomasî… guherîna avhewayê bandorê li ser van hemû warên biarîşe dike. Çawa ku Wezareta Karên Derve ya Alman di 2020’î de nivîsand, “polîtîkaya avhewayê êdî bi tenê ne polîtîkaya hawirdorê ye, ji zû ve derbasî navenda polîtîkaya derve bûye.”Axiverên pispor ên di 22. Konferansa Böll a Polîtîkaya Derve de wê lê bixebitin ku bi hev re van hemû mijaran binirxînin li dinyayeke ku polîtîkaya derve ya Kesk ji her çaxî girîngtir e .