Cotkarên Koreyî çima li dijî panelên rojê ne?

Di demên dawî de zêdebûna di kapasîteya enerjiya rojê ya Koreyê ji aliyê gelê Koreyê ve hate ecibandin. Lê belê gelek kes, hawirparêz jî, bi sedema ku ne bes e polîtîkaya Moon Jae ya enerjiya rojê rexne dikin. Yi Hyun Kang sedemên vê yekê rave dike.

Güneş Paneli

Kapasîteya enerjiya rojê ya Koreyê ji 2016’an ve çar qatan zêdetir bûye; îro Kore ji tevahiya Fransa û Belçîkayê (bi qasî 18 GW) bêtir xwedî kapasîteya hilberînê ye. Bi tenê kapasîteya PV a rojê ya maweya peywirdariya Serok Moon Jae a ku di 2017’an de dest pê kir 13.903 MW ye. Ev yek jî nîşan dide ku polîtîkaya ku hikûmeta wî ji bo veguherîna enerjiyê dimeşîne bi kêr tê. Her wiha ev tê wê wateyê ku %75’î zêdetir kapasîteya panelên rojê yên heyî di pênc salên dawî de hatine sazkirin.

“Rewşa şer” di nav civatên çolterê de

Di sala 2017’an de hikûmeta Koreyê Nexşerêya Veguherîna Enerjiyê daxuyand ku mebest dike heta sala 2030’î para wê ya di hilberîna enerjiya elektrîkê ya nûveker de ji %7.6 heta %20’î (48,7 GW) derxe. Plana Enerjiya Nûveker a 3020’î plana berfireh a xebata vê nexşerêyê ye. Di vê planê de tê hedefkirin ku têkela enerjiya rojê û bayê ya di nav enerjiya nûveker de para firinên şewitandina bermayiyan a ku %25’ê kapasîteya tomerî ya enerjiya nûveker (3.8GW) pêk tînin kêm bike. Ev plan nîşan dide ku kapasîteya nûveker a ku nû hatiye sazkirin wê bi rêjeyeke bilind girêdayî projeyên welçek mezin (28.3 GW) – hêza PV (10 GW) be ku wê ji erdên çolterê were bidestxistin. Ji bo teşwîqkirina sazkirina panelên rojê, digel teşwîqên ji bo projeyên li erdên çolterê tarîfeya firotina elektrîkê ji şebekeyê re (FIT) hate sepandin.

Hikûmetê di vê plana xwe de rastiya ku ji nîvî zêdetir erdên çandiniyê hatine kirêkirin piştguh kiribû. Dema ku ji bo erdên çandinê yên ku bi piranî xwediyên wan li deverên din dijîn biryara sazkirina panelên rojê tê dayîn, cotkarên ku van erdan didin kirê çavkaniyên xwe yên debarê ji dest didin. Xebatên mutenakirinê yên bi vî rengî niha di nav gelek civatên çolterê de hene, heta cotkar ji bo pevçûnên ku zêde dibin têgiha “rewşa şer” bi kar tînin.

Enerjiya nûveker an ewlehiya dexlê?

Yujin Lee ya ku li Enstîtuya Veguherîna Kesk lêkolîner e û Hevseroka berê ya Partiya Keskan a Koreyê ye, di hevpeyvîneke ku da rojnameyeke Koreyê de angaşt dike ku “pêşgaviya heyî ya veguherîna enerjiyê bi awayekî xelet dest pê kiriye.”

“Enerjiya nûveker li gorî enerjiya nukleer û komirê xwedî tîriya enerjiya kêm e. Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku bi awayekî hesas faktorên wekî bandora wê ya li ser civatên xwecihî were nirxandin, destûra xwecihiyên deverê were girtin û piştre bi awayê tesîsên welçek biçûk were belavkirin. Di pêvajoya sêwirandina Plana 3020’î de piştguhkirina mijara “mekan û navbeynkaran” bû sedema pevçûnên cidî.”

Ji xeynî sêwirandina xerab a pêvajoyê ya ji aliyê siyasî ve xaleke din a rexneyê ew bû ku di pêvajoya biryargirtinê de beşdariya hemwelatiyan kêm bû. Jungseop Kimê ku li Enstîtuya Ekonomiya Çolterê ya Koreyê lêkolînerekî biqidem e, di heman hevpeyvînê de dibêje, “Ji bo daxuyandina Plana 3020’î tu hewldan nehate kirin. Di ser pêkanîna Planê re çend sal derbas bûn û êdî bi pardaran re kirina nîqaşeke rasyonel dijwartir e, ji ber ku ji niha de pirsgirêkên cidî derketine ji cotkaran re.”

Ji ber ku panelên rojê li ser erdê çandiniyê hatine sazkirin, di nav cotkaran de fikar zêdetir bûn ku ev tesîsên enerjiya rojê yên ku hejmara wan zêde dibe ji ewlehiya dexlê re bibe xetereyek. Li Koreyê ji ber ku bikaranîna erdan guherî, erdên çandiniyê zû bi zû kêm dibin û di berên giştî yên dexlî de rêjeya têrîkirina xwe bi xwe bi qasî %49 e. Ji ber ku konsensuseke siyasî yan jî civakî nîn e bê di navbera ewlehiya dexlê û berbelavbûna enerjiya nûveker de hevsengiyeke çawa wê were çêkirin, di navbera komên berjewendiya enerjiyê û komên berjewendiya çandiniyê de rageşî her ku diçe zêdetir dibe.

Her wiha ji ber rastiya ku piraniya elektrîkê û dexlê li bajarên ku nifûsa wan zêde ye tê mezaxtin, cotkar dibêjin ku divê barê hilberîna elektrîk û dexlê li civatên çolterê neyê barkirin û di navbera herêmên çolterî-bajarî de edaletek hebe.

Rêyên muhtemel

Lee dibêje ku heke biyogaz û germkirina berdewambar bi pergala enerjiya civatên çolterê re bê yekkirin, mimkun e ku pergaleke hilberîna dexlê ya pêewle û notrbûna karbonê bi hev re werin xermankirin. A niha gelek pêşveberên enerjiyê bala xwe bi giranî daye ser qezenca ku wê bi saya plana FIT’ê ji PV’yan were bidestxistin, lê belê ji bo stratejiya nûveker a çeşîddartir divê polîtîka ji nû ve were vesazkirin.

Piştgiriya ji bo projeyên enerjiyê yên ku civatên niştecihî ji xwe re dike hedef dikare çareseriyeke din pêşkêş bike. Plana 3020’î bi riya teşwîqên fînansî mebest dike ku projeyên welçek biçûk teşwîq bike, lê belê belavkirina PV’yê ya li deverên gundewar di nava xwe de nahewîne. Heke karê hilberîna enerjiya nûveker bidin civatên çolterê (ne bi tenê xwediyên erdan) û çavkaniyên wan ên debarê werin temînatkirin, veguherîna enerjiyê wê bêtir bikeve rewşa qebûlkirinê. Serokê Ofîsa Kooperatîfên Enerjiya Neteweyî ya girêdayî Kooperatîfa Alman û Konfederasyona Raiffeisenê, Andreas Wieg dibêje, sedema ku plana veguherînê ya Energiewende ya Almanyayê piştgiriyeke berfireh dibîne ew e ku karê hilberîna enerjiya nûveker bi riya kooperatîfan li gelek kesan hatiye belavkirin. Wieg dibêje, “Pîşekarên niştecih şîrketên xizmetê yên welçek biçûk û navîn û bankayên niştecih ji fealiyetên ticarî yên kooperatîfên enerjiyê rasterast sûdê werdigirin. Ev jî tê wê wateyê ku razemeniya ku di ser civatên niştecih re li enerjiya kesk tê kirin, ekonomiya herêmî geş dike û riya qebûlkirina veguherîna enerjiyê jî jixwe ev e.”

Hikûmeta Koreyê niha lê dixebite ku di bin banê Komîsyona Taybet a Polîtîkayên Çandinî, Masîvanî û Çolterê de bi avakirina komîteyeke notr a karbonê ya li deverên çolterî pevçûnên ku zêde dibin ji holê rake. Dev destpêkek e. Lê ji bo %40 kêmkirina emisyonên karbonê heta sala 2030’î, çawa ku di COP26’a li Glasgowê de ji aliyê Serok Moon ve hate teahûdkirin, niha tam wext e ji bo lezgînkirina derbasîbûna çavkaniyên enerjiya kesk.

Yi hyun Kang, li Université Saint-Louis a li Brukselê di çarçoveya xebatên piştî doktorayê de wekî peywirdara lêkolînê dixebite. Ew wekî rojnameger xebitî li Pressianê ku rojnameyeke Koreyê ya li ser înternetê ye. Bi pirsgirêkên guherîna avhewayê, guherîna av û polîtîkayê re mijûl dibe.

Ev gotar ji rûpelê Energy Transition-The global Energiewende hatiye girtin.