Siyaseta Alman û Hilbijêrên Binyat-tirkiyeyî

Analîz

Li Almanyayê dîroka 60 salane ya mirovên binyat-tirkiyeyî, di heman demê da dîroka wan a peydakirina dengekî di nav siyaseta Almanyayê da ye jî. Salên ku derbas bûne kiriye ku kesên binyat-tirkiyeyî tercîhên xwe yên siyasî li gorî rewş û pozîsyona xwe ya li Almanyayê biguhêrin û curbicur bikin.

Yeşiller, FDP, SPD seçim pankartları

Nifşê pêşîn ê kesên binyat-tirkîyeyî ku bi statûya karkerên mêvan piştî hevpeymana hêza karkirinê ya ku sala 1961ê di navbera Almanyayê û Tirkiyeyê da hate morkirin hatin Almanyayê, bi salan ji mafê hilbijartin û berbijêrîyê bêpar bûn. Bi derbasbûna salan, gihaştina nifşên nû û pêlên nû yên koçberîyê ra, cihê wan ê di nava civaka alman da ji nû ve teşe girt û vê yekê bandora xwe li peywendîyên wan ên bi siyaseta alman ra jî kir.  Îro, dema ku qala hilbijartinên Almanyayê dibe, helwesta ku kesên binyat-tirkiyeyî digirin pirrengîyeke li gorî vê guherînê nîşan dide.

 “Mirov di jiyana civakî da cihê xwe dibînin”

Nifûsa binyat-tirkiyeyî demeke dirêj di siyaseta sazûmanî ya Almanyayê da ber bi perawêzê ve hatibû ajotin. Meclisên biyanîyan (bi navê xwe yê niha Meclisên Ahengsazîyê) ji salên 1970yî pê ve ji bo ku koçber di asta herêmî da beşdarî siyasetê bibin wekî çareserîyeke demdemî xebitîn. Her ku sal derbas bûn, kesên binyat-tirkiyeyî jî bi awayekî suriştî bûn parçeyekî civaka koçber a li Almanyayê, pê ra jî daxwaza wan a beşdarîya siyasetê zêde bû.  Ji salên 90î pê ve zêdebûna dijminatîya biyanîyan û êrîş û tevkujîyên nijadperest ên li ser wan, hişt ku kesên binyat-tirkiyeyî jî polîtîze bibin. Di sala 2000î da Zagona Hemwelatîyê ya ku kete merîyetê kir ku kesên binyat-tirkiyeyî bi awayekî girseyî bibin hemwelatîyên Almanyayê, vê yekê jî rêjeya beşdarîya wan a di siyaseta da zêdetir kir.  Ji sala 2021ê pê ve êdî ji girseya koçberên binyat-tirkiyeyî ku nifûsa wan nêzî 3 milyonan e, hejmareke bi qasî 1.4 milyon hemwelatîyên Almanyayê ne. Ji van jî hejmareke bi qasî 893 hezar kes di hilbijartinan da xwedîyê mafê dengdayînê ne. Ev rêje ji sedî 1.5ê teveka hilbijêrên li Almanyayê pêk tîne. Li alîyê din mafê hemwelatîyên welatê Yekîtîya Ewropayê (YE) heye ku di hilbijartinên herêmî da dengê xwe bi kar bînin, lê belê koçberên binyat-tirkiyeyî ji vî mafî bêpar in.

Tercîhên siyasî yên kesên binyat-tirkiyeyî jî di van 60 salên ku li Almanyayê derbaskirin da pircuretir bûn. Ev kesên ku di salên 60î da wekî karker hatin Almanyayê di ser sendîkayan ra wan bi SPDê ra hinek peywendî danîn. Van peywendîyan heta hilbijartinên giştî yên sala 2017an di diyarbûna tercîhên van kesan de peywireke girîng bi cih dianî.  Ji ber ku derîyê Partîya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) ji koçberan vekirî bû, kesên binyat-tirkiyeyî yên ku dixwestin bikevin qada siyasetê berê xwe didan wê.  Partîya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) heta van demên dawîn jî piştgirîya ji sedî 60ê hilbijêrên binyat-tirkiyeyî bi dest dixist, lê li gorî lêkolînekê di hilbijartina dawîn a sala 2017an da ev piştgirî daket asta ji sedî 35an. Li gorî daneyên lêkolîna ku ji hêla Zanîngeha Duisburg-Essen û Zanîngeha Kölnê ve hatiye kirin, di hilbijartina dawîn da ji vê girseyê  ji sedî 20î dengê xwe daye Yekîtîya Demokratîk a Xirîstîyanan (CDU), ji sedî 16an dengê xwe daye Partîya Çepgir û ji sedî 13an jî dengê xwe daye Partîya Keskan.

Ji bo hilbijartinên sala 2021ê der bare tercîhên siyasî yên binyat-tirkiyeyî da li ber destan tu daneyên fermî nîn in, lewre jî ji bo ku mirov karibe di vî warî da tişkekî bibêje, pêwîst e mirov xwe bispêre daneyên anketên enstîtu û şîrketên rapirsîna gelemperî. Şîrketa rapirsînê ya bi nave Data4U di zivistana 2019-2020an da bi kesên binyat-tirkiyeyî ra hevdîtin kirine û li ser van hevdîtinan anket amade kiriye. Li gorî vê anketê, di hilbijartinên 2021ê de tê bawerkirin ku dê SPD ji sedî 44, Partîya Keskan ji sedî 26, CDU jî ji sedî 12 ray ji girseya binyat-tirkiyeyî wergire. Li gorî lêkolîneke din a ku di kanûna paşîn a sala 2021ê da ji hêla sazîyeke nêzî CDU anku Weqfa Konrad Adenanuerê ve hatiye kirin, di sala 2015an da piştevanîya ji bo SPD di nav kesên binyat-tirkiyeyî da digihîşt ji sedî 50î, lê belê di sala 2019an da ev rêje daket ji sedî 13an, li gorî angaşta heman şîrketê piştevanîya ji bo Partîya Keskan jî li derdora ji sedî 13an e. Di lêkolîna navborî da hatiye îdiakirin ku di nav girseya binyat-tirkiyeyî da piştgiriya ji bo CDU gihîştiye ji sedî 50î. Her çiqas SPD hê jî di nav kesên binyat-tirkiyeyî da partîya herî xurt be jî, ji bo kesên binyat-tirkiyeyî êdî ne tabûyek e ku piştevanîya partîyeke mîna CDUyê bikin, ku ew partî di raborîyê da wekî partîyeke li dijî koçberan dihate dîtin.

Caner Averê ku di Weqfa Navenda Lêkolînan a Ahengsazî û Tirkiyeyê ya li Essenê da wekî lêkolîner kar dike, lêkolîna Weqfa Adenauer Konradê ji alîyê temsîl û rêbazê ve bikêşe dibîne. Li gel vê yekê jî ew dibêje, guherîna meyla siyasî ku di wê raporê da amaje pê hatiye kirin, heta radeyekê rast e. Li gorî Aver, birek sedem hene ku dihêle meyla siyasî ya kesên binyat-tirkiyeyî ji SPDê ber bi partîyên din ve biguhere. Tê gotin ku SPD’ê di hevdîtinên ji bo koalîsyona li gel CDUyê da di mijara cot-hemwelatîyê da ku ji bo kesên binyat-tirkiyeyî pir girîng bû, sozên ku berê dabûn bi cih neanîn.  Sedemeke din jî ev e ku CDUyê di salên dawîn da polîtîkayên ahengsazîyê yên SPDê jî xistin merîyetê û hinek namzetên binyat-tirkiyeyê jî dane pêş. Van tiştan jî kir ku ev girse zêdetir piştgirîyê bide vê partîyê.

Lê belê tiştekî ji van girîntir heye; heke em bi gotina Aver bibêjin, kesên binyat-tirkiyeyê êdî her ku diçe zêdetir derbasî nav refên çîna navîn dibin û pê ra jî nêrîna wan a li jiyanê û tercîhên wan ên siyasî diguherin. Aver balê dikêşe ser wê yekê ku peywendîya sêlayenî ku di navbera karker-sendîka-SPDê da teşe girtibû û bi awayekî dîrok dom dikir, êdî ji hole rabûye û pê ra jî meylên hilbijartinê û tercîhên siyasî yên vê girseyî guherîne. Aver wiha dirêjîyê dide gotinên xwe: “Mirov di nifşê sêyem da cihê xwe di nava jiyanê da dibînin. Bo nimûne kesên hawirparêz dengê xwe didin Partîya Keskan, karsaz dengê xwe didin Partîya Azad a Demokrat (FDP) û kevneparêz jî dengê xwe didin CDUyê. Ev jî awayekî normalîzebûnê ye.”

Bandora Siyaseta Tirkiyeyê ya li ser Tercîhên Dengdanê

Li Berlînê li Kreuzberg dikaneke sertraşîyê. Wekî cihekî ku esnafên binyat-tirkiyeyî pir zêde lê kom dibin, gelekî qelebelix e. Di televîzyonê da klîbên vîdeoyê yên repê dilîzin. Muşterî û xebatkar der bare hilbijartinan da dipeyivin. Piranîya wan ji mafê dengdanê bêpar in, lê belê li gorî wan partîya ku jê ra dibêjin, “Partîya Merkelê” ne xerab e.  Yek ji wan dibêje, “Armin Laschet jî dibêje, ‘ez ji tirkan hez dikim” paşê jî dide zanîn ku hevjîn û zarokên wî dê dengê xwe bidin CDUyê.  Yekî din bi henekî dibêje, “Em ê [dengê xwe] bidin AFDê, qet nebe ew bi awayekî zelal diyar dikin dijminê biyanîyan e.” Kesên li dikanê dikenin.

Li gorî Dr. Mustafa Acarê ku li Zanîngeha Hamburgê hîndekar e, berê CDU hewcedarî ji sedî 6-9 dengê rastgirên tundraw bû, lewma jî wê dijberîya koçberan dikir. Bi avabûna AFDê ra CDU ji vê hewcedarîyê rizgar bû. Li gorî dîtina Acar partîyên ku berê piştevanîya endamtîya Tirkiyeyê ya di Yekitîya Ewropayê da dikirin, piştî desthilatîya AKP û Erdoğan ev helwesta xwe guhart, bi vê yekê ra girîngîya pozîsyona CDUyê a ku bi tu awayî naxwaze Tirkiye bikeve Yekitîya Ewropayê kêmtir bû. Di hilbijartinên 2021ê da tu partî di bernameya xwe da piştevanîya vê yekê nake ku Tikiye bi vê hikûmeta heyî bibe endama Yekitîya Ewropayê. Hinek partîyên mîna FDPê  dixwazin ku muzakereyên bi Tirkiyeyê ra bi temamî werin bidawîkirin. Li gorî Partîya Keskan jî divê hevdîtinên ji bo endamtîya YEyê ji nû ve werin destpêkirin, lê bele ji bo vê yekê divê Tirkiyeyê ji nû ve vegere ser pîvanên dewleteke demokratîk û hiqûqî.

Li ser kesên binyat-tirkiyeyî ku xwe wekî muhezefekar dibînin û piştgiriyê didin CDUyê bandora hikûmeta Tirkiyeyê heye.  Mirovên ku piştevanîya hikûmeta Erdoğan dikin, wisa bawer in ku heke namzedê CDU Armin Laschet wekî şansölye were hilbijartin, di peywendîyên Tirkiye û Almanyayê da dê polîtîkayên pragmatîk ên dema Merkelê berdewam bikin. Serokkomarê Tirkiyeyê Erdoğan di meha kanûna paşîn da piştî ku Armin Laschetê wekî serokê CDUyê hat hilbijartin, telefonî wî kir û di hilbijartinan da jê ra serkeftin xwest.  Ji bilî vê, di çapemenîya alîgirê hikûmetê da gelek kes bi nivîsên xwe yên ramanî propogandayê vê yekê dikin ku heke li Almanyayê SPD, Partîya Çepgir û Partîya Keskan bi ser bikevin dê têkiliyên Tirkiye û Almanyayê xerabtir bibin. Tê gotin ku di nav refên van partîyan da gelek kesên ku wekî “dijminên tirkan” têne dîtin wekî berendam hatine nimandin.  Bo nimûne Cem Özdemir, ji ber ku li Meclisa Federal a Almanyayê piştgirî dabû pêşnûmaqanûna qirkirina ermenan, wekî şexs ji hêla Erdoğan ve wekî hedef hatibû nîşandan.

Tuba Bozkurt[1] wekî namzeda Parlamentoya Eyaletê ya ji Partîya Keskan, dema ku xebata hilbijartinê kiriye di serdanên xwe yên li taxa Wedding Gesundbrunenê da bi pirsên wiha ra rû rû maye: “Hûn tirkbûna xwe dipejirînin?”, “Hûn der barê Tirkiyeyê de çi difikirin?”, “Dîtina we der barê qirkirina ermenan da çi ye?” Ji ber ku li Berlînê hilbijartinên eyaletê dê hemdemî werin kirin, kesên li vê derê dijîn dê hem ji bo parlamentoyê, hem ji bo Berlînê û hem jî ji bo rêveberîyê herêmî herin ser sindoqan. Li cihê ku Bozkurt lê namzed e, nifûs ji sedî 64 ji mirov koçber pêk tê, piranîya van kesan jî koçberên ji Tirkiyeyê ne.  Lewma jî Tuba Bozkurt diyar dike ku ew di xebatên xwe da zêde nakeve nava van mijaran.  Ji bo wê mercên jiyanê ya mirovên li taxê ji polîtîkayên Partîya Keskan ên li ser Tirkiyeyê girîngtir in. Ew dibêje, “Ez der barê jiyan û pirsgirêkên li vê derê da ji wan pirsan dikim.” Li gorî Tuba Bozkurtê pirsgirêka taxê ya rasteqîn xizanî û newekhevîya di warê perwerdeyê da ye.  Bozkurt ji bilî van, girîngîyê dide têkoşîna li dijî cudakarîyê û mafê xebatê ya bi şarpeyê. Ew dibêje, “Em wisa bawer dikin ku gava me bernameya partîya xwe li tirkî wergerand, em ê xwe bigihînin hilbijêran, lê ew nêrîneke ji jor ve ye. Divê em xwe bigihînin cihê ku ew lê dijîn, em biçin sardana wan û guh bidin derd û daxwazên wan.”

Fikarên Têkildarî Jiyana Rojane

Gelek mirovên binyat-tirkiyeyî dema dengê xwe didin ji bîr û bawerîyên siyasî yên wan partîyan û ji ramanên wan ên der barê Tirkiyeyê da wêdetir, dengê xwe ji bo çareserîya pirsgirêkên ku ew di jiyana xwe ya rojane da pê re rû bi rû dimînin bi kar tînin.  Hin caran fikarên wan ên rojane bersiva xwe di gotinên partîyên rastgir da dibînin. Ev rewş hin caran awayê beşdarîya wan a di siyasetê da jî diyar dike. Li Kreuzbergê gelek mirov gazinan ji qirêjî û bêserûberîya li kuçe û kolanan dikin.  Ev yek jî nîşan dide ku belkî piştgirîya ji bo hinek partîyên rastgir ên mîna CDUyê ku girîngîyê didin ewlehî û paqijîyê zêdetir bibe.

Bo nimûne Hikmet Gülmez ê ku ji CDUyê namzedê Meclisa Federal Almanyayê yê herêma duyemîn a Kreuzbergê ye, di namilkeya ku amade kiriye da soza wê yekê dide ku heke ew were hilbijartin, ew ê bike ku hêza polîsan a li cihên mîna Kottbusser Tor û Parka Görlitzerê zêdetir bibe.

Hayati Atasever 36 sal in li Almanyayê dijî, ew dibêje: “Berî hilbijartinê carekê tên silavekê didin mirov û careke din hew tên. Her kes ji bo berjewendîyên xwe dixebite. Polîtîka berjewendî ye.” Hayati Atasever tevî hevjîna xwe Zeynep Ataseverê li Kreuzbergê dukana tekelê dide xebitandin. Ew di sala 1977an bûne hemwelatîyê Almanyayê, ji hingê ve di hemû hilbijartinan da dengê xwe dane Partîya Keskan. Berê gotinên vê partîya kêfa wan anîye, lê yekem car e ku ew ê di vê hilbijartinê da dengê bidin partîyeke din. Wekî sedem jî ew bawer dikin ku rêveberên vê partîyê yên ku Kreuzbergê bi rê ve didin, di warê kêşeyên ku ew pê ra rû bi rû dimînin da xemsar in. Her wiha şaredara Kreuzbergê jî ji Partîya Keskan e.  Atasever dide zanîn ku ev pênc sal in, Partîya Keskan şaredarîya Kreuzbergê bi rê ve dibe, lê heta niha wê tu sozên xwe bi cih neanîne. Wan digot, “Em ê li bal esnafên biçûk cih bigirin, lê belê wan ev gotina xwe bi cih neanî.”

Kêşeyeke dukana Hayati û Zeynep Atasever heye; di ber dukana wan ra rêya duçerxeyê derbas dibe, ji ber vê yekê jî qedexe ye ku ew maseyê daynin ber dukana xwe. Ev kêşe ev deh sal in berdewam dike. Ji ber vê yekê wan nekarîya di mehên havînê da jî zerara xwe ya dema pandemîyê telafî bikin. Li gorî gotina Hayati Atasever, hemû esnafên li ser vê kuçeyê “xwîn digirîn”, ew dibêje: “Restûrantên li vir her tim têne girtin.” Zeynep Atasever jî dide zanîn ku li gel zerara wan a ji ber qedexeya li derve danîna maseyan, derdekî wan jî ev e ku li vir her tim qeza dibin. Wê jî, zarokên wê jî û hevalên li derdora wê jî gişan di hilbijartinê dawîn ên herêmî da dengê xwe dane Partîya Keskan. Lê ew dibêje, “Ez hew dengê xwe didin wan”, heman helwesta tund li hemberî SPDê jî nîşan dide, ew dibêje, “Yek ji yekê xebartir e.” Gelo hemû kesên li derdora wê wisa difikirin, ew dibêje “Na! Zarok tu carî dev jê bernadin, çi bibe jî ew ê dengê xwe bidin Partîya Keskan.”

 


[1] Tuba Bozkurt, di 26ê îlonê da li herêma hilbijartinê ya Gesundbrunnen û Weddingê ji Partîya Keskan bû namzet û ji bo Meclîsa Nûneran a Berlînê hate hilbijartin.