Ji bo kê entegrasyon?

dikiş diken mülteci kadın

Entegrasyon têgeheke girîftt û bigengeşe ye û li ser wê tegehê gelek nîqaş tên kirin. li gorî Castles û yên din, “tu modeleke, teoriyeke û pênaseyeke qebûlkirî ya giştî li ser entegrasyona koçber û penaberan nîn e. Dubendî û gelemşeyên têgehê hîn jî zêde tên kirin”. Ev têgeh ji aliyê gelek siyasetmedar, akademîsyen, koçber, penaber û penahendeyan ve bi xwe tê bikaranîn, lê bi gelemperî ew têgeh cuda tê fehmkirin û şîrovekirin (Robinson 1998). Terîfa entegerasyonê tenê ne li gorî kesên ku wê terîf dikin, her wekî din, li gorî komên koçberan jî cuda cuda tê bikaranîn. Bo nimûne, ji ber sedemên cudahiyên şert û mercên welatan yên ku koçber lê dimînin û li gorî armanca koçkirinê jî entegrasyona penaberan ji ya karkerên koçber cuda ye (Phillimore, 2012) Di vê nivîsarê de polîtîkayên entegrasyonê dê bê vekolîn; di vê vekolînê de siyasetmedar entegrasyonê çawa şîrove dikin û penaber di van şîroveyan de çawa cih digirin dê bê gengeşekirin. 

Statûyên yasayî yên ku li komên koçber yên cuda tên barkirin, carna di proseyên entegrasyonê de xwedî roleke taybet dilîze. Bo nimûne, Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê, wek “penaber” nayên binavkirin; statûya wan wek “parastina demkî” tê binavkirin. Ev jî tê wê maneyê ku proseyên wan yên penaberiyê dê ji yên penaberan cuda be. Gengeşeyên têgehî yên derbarê entegrasyonê de bi taybetî ji aliyê dewletên ku di nav xwe de wê gengeşe dikin, xwe dispêre çarçoveya netewe dewletê û cudahiya kesên ji welatên koçberî lê tê kirin û yên nû hatine. Ev hişmendiya entegrasyonê, vê têgehê wek proseyeke yekalî terîf dike; di vê pêvajoyê de jî bi tenê kesên ku nû hatine wek berpirs tên dîtin û qaşo tecrûbeyên wan yên di proseya “entegrasyonê” de piştguh dike.

Di sala 2003’an de Komîsyona Ewropayê, di danezana “Koçberî, Entegrasyon û Danezana Istihdamê” (1) de derbarê polîtîkayên entegrasyonê de raporteke berfireh weşand. Di raportê de entegrasyon wek “proseya cotalî ya beşdarbûna koçberan bi temamî derpêş dike û xwe dispêre maf û berpirsyariyên hemwelatiyên welatê sêyemîn û civakên mazûvan” hatiye pênasekirin. Bi vî awayî meseleya entegrasyonê wek hevsengeke maf û berpirsyariyan tê fikirkirin, polîtîkayên entegrasyonê jî hemû rehendên entegrasyonê (aborî, civakî û mafên siyasî; curbicuriya kulturî û dînî; hemwelatî û beşdarî) bi awayekî berfireh tên nirxandin. Di raportê de berpirsyariya entegrasyonê li sazî û endamên civaka ku koçberî lê tê kirin hatiye barkirin û bi vî awayî feraseteke derveyî/dûrî entegrasyona hiyerarşîk/ji jor ber bi jêr derketiye meydanê.

Pênasekirina proseya cotalî ya entegrasyonê, girîngiya avakirina hestên civakî ya di navbera koçber, penaber û penahendeyan û endamên dîtir yên civaka mazûvan de nîşan dide (Ager û Strand, 2008; Kazlowska, 2014; Phillimore, 2012). Lê proseya entegrasyona kesên ku nû hatine, li gorî armanca wan a koçberiyê û statûya wan ya koçberiyê ya ji bo welatên ku koçberî lê tê kirin, cudahiyan derdixe meydanê. (Catles û hwd., 2002) Di sala 2010’an de Komîsyona Ewropayê aşkera kir ku divê entegrasyon “bi tenê xwe naspêre hewldana desthilatiyên neteweyî, herêmî û deverî, divê her wekî din civakên mazûvan û koçber, penaber û penahende jî dilsoziya xwe nîşan bidin” pênase kir û careke din bi rijd ev yek diyar kirin (EC, 2010)

Proseya entegresyana penaberên Sûriyeyî, yên koçberî welatên cîran bûne, di demeke nêzik de, di warê bidestxistina mafên pratîk de ji proseya entegrasyonê yên li Elmanya, Danmarka û Kanadayê cudatir e. Bo nimûne li Tirkiyeyê -ku herî zêde mazûvaniyê ji Sûriyeyiyan re dike- têgeha entegrasyonê di belgeyên polîtîkayê de nayê bikaranîn. Li şûna wê têgeha uyum/lihevkirin tê bikaranîn ku ew jî balê dikişîne lihevkirina civakî. Ev yek jî nîşan dide ku wextê mijar entegrasyona penaberan be wê demê di belgeyên fermî de qet behsa bidestxistina mafan nayê kirin (ji ber ku entegrasyon bi tenê ji aliyê civakî ve tê nirxandin). Heta ku di sala 2013’an de Yasaya Parastinê ya Biyaniyan û Navneteweyî (YPBN) hate qebûlkirin, li Tirkiyeyê polîtikayeke entegrasyonê ya berbiçav tunebû. Di xala 96’emîn ya yasayê de li şûna “entegrasyonê” nemaze têgeha “uyum/lihevkirin” tê bikaranîn, ev yek jî nîşan dide ku di meseleya entegrasyonê de helwesteke sexbêrî heye. Ji ber ku gelek penaber ji welatên derveyî Ewropayê tên, Tirkiyeyê heta pesendkirina YPBN’yê polîtîkayeke entegrasyonê ya fermî ava nekir, darazên derbarê entegrasyona koçberan de, yekem car di Nîsana 2013’an de di vê yasayê de bi cih girt. Lewre entegrasyona penaberên ku ji derveyî Ewropayê hatine, ji bo Tirkiyeyê têgeheke nû ye. (İçduygu û Şimşek, 2016).

Penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê, di proseya entegrasyona siyasî de xwedî mafên sereke ne (alîkariya tenduristî, perwerdehî, îstihdam û civakî). Lê di pratîkê de bidestxistina van mafan hindek zehmet e. Bo nimûne wergirtina wan ya îcazeya karkirinê, bi teserûfa kardêrên wan re girêdayî ye, ew jî ji bo penaberên ku herî kêm 6 meh in nasnameya xwe Tirkiyeyê girtine, tê bicihanîn. Kardêr bi taybetî, îcazeya karkirinê nadin xebatkarên xwe yên Sûriyeyî. Parlementerekî/ê ji Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CİMER) pirs kir û di bersiva hatî dayîn de di navbera 1’ê Rêbendana 2016’an ta 30’ê Îlona 2018’an de jê 25 hezar 457 mêr, 2 hezar û 473 jin, bi tevahî 27 hezar 930 Sûriyeyiyên ku ji yasaya parastina demborî sûd werdigirin, mafê îcazeya karkirinê bi dest xistine. Ev jî nîşan dide ku gelek Sûriyeyî, di qada aboriya bêqeyd de bêyî ewlehiya civakî dixebitin, destheqekî kêm werdigirin û ji ber ku şert û mercên bi ewle nîn in, lewre keda wan zêde tê xwarin. Di dawiya dawî de jî, ji ber van egeran ew ji civakê tên vederkirin (Şimşek, 2018b: 7). Ji ber ku şert û mercên karkirina bi ewle nayê pêkanîn, di encamê de gelek penaber di qedayên kar de canê xwe ji dest didin. Li gorî hejmarên ku ji Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar hatine bidestxistin, di sala 2018’an de 108 penaberan di qedayên kar de canê xwe ji dest dane. Penaberên ku li kargehan canê xwe ji dest didin, zêdetir di sektora cotkarî û înşeatê de û di fabrîqeyan de ji egera şewatê canê xwe ji dest didin (2).

Di hin bajarên Tirkiyeyê de ji bilî sektora cotkariyê û fabrîqeyên tekstîlê, em dizanin ku di xwarinxaneyan de jî keda karkerên zarok gelek tê xwarin. Li ser vî esasî, di bazara kedê ya Tirkiyeyê de rîska kedxwariyeke mezin ji bo zarokan heye (3). Li gorî lêkolîna Birleşik Metal-İşê, nêzikî ji %19’ê hêza kar ya sektora tekstîlê, di bin 18 salî de ye, di nav Sûriyeyiyan de, rêjeya zarokên ku temenê wan di bin 18’an de ye jî ji %29 e (4). Wek di kovara Toplum ve Hekim ya Yekîtiya Tebîbên Tirk de hatiye aşkerakirin, zarokên Sûriyeyî di bin şert û mercên kedxwariyê de, bi gelek saetan, bo nimûne di sektora tekstîlê de bi mehane ji bo 300 TL’yê di wardiyeyên 12 saetan de dixebitin (5). Yek ji sedema zêdebûna hejmara karkerên zarok jî ew e ku çarçoveya yasayî ya Tirkiyeyê nikare gelekê van zarokan ji şert û mercên kedxwariyê biparêze (Yalçın, 2016). Gelek zarokên Sûriyeyî yên di heyama dibistanê de ne, li şûna dibistanê diçin kargehan. Di sala 2019’an de di YUKK’yê de, herçend perwerdehî hatibe destnîşankirin jî, 645 hezar zarokên Sûriyeyî diçin dibistanan, lê 400 hezar ji wan jî naçin dibistanan (6). Derbarê berdewamkirina dibistanê ya zarokên Sûriyeyî de jî tu zanyarî û dane nîn in. Ji ber ku zarok derbarê dibistanan û sîstema perwerdehiyê de xwedî zanyarî nîn in, ji ber ku kêşeyên aborî zêde ne, ji ber faktora karkerên zarok û ji ber ku zarok li dibistanan rastî muameleyên vederkirinê tên, ev yek rê li ber sûdwergirtina delîveyên xwendinê yên zarokên Sûriyeyî digire (Şimşek, 2018a). Ji ber ku civaka penaberan di warê entegrasyonê de ne dildar e û ji ber ku kêmasiyeke cotalî ya entegrasyonê heye, lewma ev encam derketiye meydanê. Penaberên Sûriyeyî nikarin xwe bigehînin bazara karkirinê; debareke wan ya nîzamî nîn e û ew ji ewlehiyeke civakî mehrûm in. Li gorî daneyên min yên lêkolînê, ji ber ku penaberên Sûriyeyî nikarin xwe bigehînin bazara karkirinê, lewma şert û mercên wan yên aborî ne baş in û ev yek jî bandoreke neyînî li proseya perwerdehiyê ya zarokan dike (Şimşek, 2018a).

Ji bo jinên Sûriyeyî astengiyên mezin yên xwegihandina bazara karkirinê hene. Li gorî raporta DSP-İGAM’ê ya zanyariyên beşdariya aborî ya penaberên Sûriyeyî li Tirkiyeyê, jinên Sûriyeyî li kargehan rastî destdirêjiya fizîkî û cinsî tên, lê ji ber ku ditirsin ew gilîkariyê nakin û destheqên xwe ji kargehê wernagirin û ji kar derdikevin (7). Aliyê yasayî û siyasî ya daxilbûna civaka mazûvan, xwe dispêre bidestxistina mafên statûya îcazeya ewledar û mafên hemwelatiyê. Lê di nimûneya penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê de, ji ber rewşa statûyên ne yasayî û ne ewledar û kêmbûna xwegihandina mafên pratîk, penaber zêde heweskar nabin ku entegre bibin. Herçend ew dikarin bibin hemwelatiyên Tirkiyeyê û ev geşedan girîng be jî, lê em nizanin gelo ev yek ji bo hemû Sûriyeyiyên ku bi parastina demborî li Tirkiyeyê ne, derbasdar e yan na. Di sala 2019’an de 79 hezar 820 Sûriyeyî bûne hemwelatiyê Tirkiyeyê (8). Di sala 2016’an de Cîgirê Serokwezîr got “dê danîna hemwelatiyê, li gorî krîterên kar, asta perwerdehiyê, asta hebûnê û acêliyetê bê dayîn” (9). 

Tirkiye herçend ji bo entegrasyona Sûriyeyiyan gavan biavêje jî, lê dîsa jî divê gelek tiştên din jî bike, bi taybetî jî divê derbarê statûya aktûel ya Sûriyeyiyan de jî hin gav bên avêtin. Divê rayedar, derbarê statûya Sûriyeyiyan de bi awayekî aşkera û zelal, hikmekî yasayî ava bikin û wextê ku çarçoveya hemwelatiyê diyar kirin, divê hindek berfireh bin. Nîzameke bi temamî plankirî ya derbarê çarçoveya entegrasyonê de nîn e; bo nimûne hîn çarçoveyek ne diyar e ku gelo kî yê bikaribe serî li hemwelatiyê bide û şert û mercên fiîlî hîn ne diyar in. Kesên ku ji bo hemwelatiya Tirkiyeyê nehatine tercîhkirin û minasib nehatine dîtin, ji ber ku di bin parastina demborî de ne, ew ji bo bidestxistina statûya penaberiyê, berê xwe didin Ewropayê (Şimşek, 2018b). Statûya parastina demborî, rê li ber bidestxistina mafên sereke digire û mehrûmiyeta civakî û aborî mezin dike û entegrasyona kesên ku dixwazin li Tirkiyeyê bijîn, berasteng dike.

Dayîna hemwelatiyê, li aliyekî tê maneya mayîna demdirêj ya Sûriyeyiyan; li aliyê din jî nîşan dide ku hemwelatiya ji bo Sûriyeyiyan tê dayîn, “hemwelatiya hilbijartî” ye. Ji bo hemwelatiyê, veberdêr û kesên ku gelek wesfdar in wek hedef tên girtin, kesên ku wek ne wesfdar in, karker û xebatkarên ku bi kêmdestheq dixebitin, tên piştguhkirin. Nedanîna hemwelatiyê bo Sûriyeyiyan, nîşan dide ku ev nêzikatiya entegrasyonê li gorî esasên bijartinê tên kirin.

Nijadprestiya li hemberî penaberan ya her ku diçe zêde dibe, gefê li ewlehiya wan dixwe. Ji bihara 2014’an heta niha, li Tirkiyeyê dijminatiya li dijî Sûriyeyiyan zêde bû. Li gorî hemwelatiyên tirk, ji ber penaberan bihayê kireyê zêdetir bûye, di bazara karkirinê de destheq kêm bûye û sedema zêdebûna berberiya civakî penaber bi xwe ne. Li gelek bajaran gel, bi awayekî zordarî rê li ber penaberên Sûriyeyî digire da ku ew di qada girseyî de bi cih negirin. Hestên li dijî Sûriyeyiyan û gotinên cudaker, rê li ber çêbûna atmosfereke tundûtûjiyê vedike. Cudakariya li hemberî penaberên Sûriyeyî û rûdanên tundûtûjiyê li bajarên ser sînor, nemaze li Riha û Kîlîsê zêdetir dibe û li bajarên din jî belav dibe. Di demeke nêzik de li Meclisa Şaredariya Gazîpaşaya bi ser Antalyayê û Mûdanyaya bi ser Bûrsayê biryar girtin û çûyîna Sûriyeyiyan bo plajên gel qedexe kirin (10). Nemaze di dema hilbijartinê de nijadperestiya li hemberî Sûriyeyiyan zêdetir bû û li ser Twitterê kampanyaya bi navê “Ez li welatê xwe Sûriyeyiyan naxwazim” bû trending topic. Li Tirkiyeyê bi çavekî wek sûcdar, parsek, dizek, kedxwar û fahîşe û li Sûriyeyiyan tê mêzekirin, ew ne wek şexs, wek amûreke siyasetê tên nirxandin (11). Penaberên Sûriyeyî, ji ewlehiya xwe metirsîdar in û ji ber vê rewşê gelek ji wan ji Tirkiyeyê koç dikin (Şimşek 2018b). Li kargehan, li kolanan, li taxan û di jiyana rojane de ji ber ku ew tûşî nijadperestiyê tên, ev yek jî rê li ber pêvajoya bicihbûna wan dike.

Ji ber ku polîtîkayeke entegrasyonê nîn e, lewma zêde piştgiriya entegrasyona penaberên Sûriyeyî li Tirkiyeyê nayê kirin. Polîtîkayên entegrasyonê yên niha, xwe naspêre bidestxistina mafên sereke yên penaberên Sûriyeyî, ev jî dibe sedema berberiyeke civakî di navbera Sûriyeyiyan û civakên mazûvan. Di gengeşeyên polîtîk de, xala gelo penaber entegrasyonê çawa têdigehên, tê piştguhkirin. Divê siyasetmedar baş bizanin ku ew derbarê entegrasyonê de çi difikirin, entegrasyonê çawa terîf dikin û entegrasyon ji bo wan tê çi maneyê. Nemaze, ewlehî, asayîş û îstikrara jiyanî ya penaberan, parçeyekî girîng ya entegrasyonê ye. Siyasetmedar, wextê ku polîtîkayên entegrasyonê cîbicî dikin, divê bizanibin ku gelo destûra mayînê ji bo penaberan çiqas hatiye dayîn jî baş bizanibin.  

Çavkanî

Ager, A. ve Strang, A. (2008) “Understanding Integration: A Conceptual Framework”, Journal of Refugee Studies, 21(2): 166–191.

Castles, S., Korac, M., Vasta, E. ve Vertovec, S. (2002) “Integration: Mapping the Field”, Centre for Migration and Policy Research and Refugee Studies Centre, University of Oxford.

EC (2010) “Conclusions of the Council and the Representatives of the Governments of the Member States on Integration as a Driver for Development and Social Cohesion,” 4 Gulan 2010, http://register.consilium.europa.eu/doc/srv?l=EN&f=ST%209248%202010%20INIT.

ECRE (2002) “Position on the integration of refugees Europe”, Berfanbar 2002, London: ECRE. http://www.ecre.org/topics/areas-of-work/integration/179.html.

İçduygu, A. ve Şimşek, D. (2016) “Syrian refugees in Turkey: Towards integration policies”, Turkish Policy Quarterly 15(3): 59-69.

Kazlowska, A. G. (2014) “The role of different forms of bridging capital for immigrant adaptation and upward mobility, The case of Ukrainian and Vietnamese immigrants settled in Poland”, Ethnicities, 15 (3): 460-490.

Pace, M. ve Şimşek, D. (2019) “Migrants and refugees are asked to integrate: But what does integration actually mean? The politics of integration: adjusting to new lives in host societies”, SIRIUS Working Paper series, Ocak 2019, www.sirius-Project.eu/publications/papers.

Phillimore, J. (2012) “Implementing integration in the UK: lessons for integration theory, policy and practice”, Policy and Politics, 40(4): 525–545.          

Phillimore, J., ve L. Goodson (2008) “Making a place in the global city: the relevance of indicators of integration”, Journal of Refugee Studies, 21(3): 305–325.

Robinson, V. (1998) “Defining and Measuring Successful Refugee Integration”, Proceedings of ECRE International Conference on Integration of Refugees in Europe, Antwerp, Kasım 1998. Brussels: ECRE.

Şimşek, D. (2018a) “The Processes of Integration and Education: The Case of Syrian Refuge Children in Turkey”, in M.Pace ve S.Sen (der.), Syrian Refugee Children in the Middle East and Europe: Integrating the Young and Exiled, Routledge, London, 2018.

Şimşek, D. (2018b) “Integration Processes of Syrian Refugees in Turkey: ‘Class-based Integration’”, Journal of Refugee Studies, https://doi.org/10.1093/jrs/fey057.

Yalçın, S. (2016) “Syrian Child Workers in Turkey”, Turkish Policy Quarterly, Payîz 2016, 15(3): 89-98.

1             European Council, ‘Communication on Immigration, Integration and Employment’, 1 Kanûn 2003, http://www.europarl.europa.eu/sides/getDoc.do?pubRef=-//EP//TEXT+REPORT+A5-2003-0445+0+DOC+XML+V0//EN&language=EN

2             İşçi Sağlığı ve İş Güvenliği Meclisi, ‘Savaştan kaçıp geldiler iş cinayetinde can verdiler’, 12 Îlon 2017, http://bit.ly/2DWzlQy

3             European Commission, Education and Protection Programme for Vulnerable Syrian and Host Community School-aged Children, in Lebanon, Jordan and Turkey, Ref. Ares (2017) 3292256, 30 Hezîran 2017, http://bit.ly/2BMs0SK

4             Birleşik Metal İşçileri Sendikası, Suriyeli Sığınmacıların Türkiye’de Emek Piyasasına Dahil Olma Süreçleri ve Etkileri: İstanbul Tekstil Sektörü Örneği, Hezîran 2017, http://bit.ly/2DIrq6p

5             Birgün, ‘Günde 12 saat çalıştırılıp ayda 300 TL kazanıyorlar’, 20 Tebax 2018, https://bit.ly/2HG2KzY

6             UNICEF, ‘Türkiye’deki Suriyeli Çocuklar’, 2019, https://www.unicefturk.org/yazi/acil-durum-turkiyedeki-suriyeli-cocuklar

7             DSP-İGAM, ‘Working Towards Self-Reliance: Syrian refugees’ economic participation in Turkey’, Adar 2019

8             Sözcü, ‘Türkiye’de kaç Suriyeli var? Kaçı TC vatandaşı oldu?’ 26 Rêbendan 2019, https://www.sozcu.com.tr/2019/gundem/turkiyede-kac-suriyeli-var-kaci-tc-vatandasi-oldu-3274793/

9             DW: ‘Syrian refugees express mixed feelings over Turkish citizenship offer’, 14 Tîrmeh 2016, http://www.dw.com/en/syrian-refugees-express-mixed-feelings-overturkish-citizenship-offer/a-19399783

10          Sol International, ‘Turkish municipalities order beach ban for Syrians’, 12 Hezîran 2019, https://news.sol.org.tr/turkish-municipalities-order-beach-ban-syrians-175978

11          Doğuş Şimşek (2015) “Anti-Syrian racism in Turkey”, OpenDemocracy, 27 Rêbendan 2015, https://www.opendemocracy.net/en/north-africa-west-asia/antisyrian-racism-in-turkey/