Avakirina “Tirkiyeyeke nû” bi rêya perwerdehiyê:

kapı deliğinden bakan kız çocuğu

Hikûmetên ji sala 2002’yan heta niha di dema desthilatiya Partiya Edalet û Pêşketinê (AKP) de peyderpey hatin avakirin, pergala perwerdehiyê her ku çû li dor çarçoveya bernameya polîtîkayên neolîberal û îdeolojiyeke dînî û kevneparêz de ava kirin. Ev kurtenivîsara di destê we de, hewl dide ku ji nêz ve li ser polîtîkayên perwerdehiyê yên serdema ku behs li ser e raweste. Lê ji bo ku em dirûv û naverok û serecama polîtîkaya perwerdehiyê ya îro baş fehm bikin, divê em li ser bingeha polîtîkayên perwerdehiyê ya îro rawestin û ji destpêka Cumhuriyetê heta îro li rojeva guhêrbar binihêrin û bi destê hikûmetên curbicur polîtîkayên perwerdehiyê çawa wek amûreke siyasî ji bo veguherandina civakê hatiye bikaranînin, bizanibin.

Meseleya perwerdehiyê ji demên dawî yên Osmanî heta niha, amûr û hêmana sereke ya projeya modernbûnê ye. Ji bo Mustafa Kemal Atatürk û xelefên wî 3 fonksiyon û erka perwerdehiyê hene; cîbicîkirina projeya modernbûnê, avakirina netewe-dewletê û berfirehbûn û pêşketina îktîsadî. Roleke sereke ya perwerdehiya sekûler di avakirina Komara Tirkiyeyê û “hemwelatiya nû” de anku erkeke wê ya esas di avakirina tirkê/a modern û jiyana Rojavayî pejirandî de heye. Bi Yasaya Yekkirina Perwerdehiyê (Tevhid-i Tedrisat) ya ku di sala 1924’an de hate derxistin, perwerdehî bi rêya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî kete bin bandor û kontrola dewletê û di hemû dibistanên dewletê de her cure perwerdehiya dînî hate bidawîkirin. Piştî vê Yasayê, perwerdehiya têkel û derbasbûna Alfabeya Latînî û hin geşedanên girîng yên dîtir hatin cîbicîkirin. Perwerdehî bi taybetî di salên 1930 û 1940’an de li çolteran û li tevahiya civakê hate belavkirin û di warê sekûlerkirina perwerdehiyê de hin geşedanên konkrêt hatin encamdan[1]. Herçend zêde ne temendirêj be jî, tecrûbeya Ensîtuyên Gundan girîng e û nîşan dide ku di vê serdemê de çawa ji bo veguhertina civakê, ji perwerdehiyê sûd hatiye wergirtin. 

Proseya yekkirina perwerdehiyê ya sekûler, di sala 1950’yan de, piştî ku Partiya Demokrat (DP) ya kevneparêz hate ser desthilatiyê, asteng bû û sekinî. Di desthilatiya Partiya Demokrat de, pergala perwerdehiyê, her ku çû kete bin bandora vejandina kodên Îslamî. Em dikarin bibêjin ku, ji sala 1950’yan heta niha, reformên perwerdehiyê yên sekûler yên di dema hikûmetên beriya Cumhuriyetê de hatibûn cîbicîkirin, wê demê hêdî hêdî hatin berevajîkirin. Ji nû ve vekirina dibistanên Îmam û Xetîban[2] û zêdebûna hejmara wan, vê yekê bi awayekî zelal aşkera dike. Her wisa ev dibistan (yên ku nikarin bibin îmam) ji bo keçikan jî hatin vekirin û li gorî Okçabolê (2005:71) geşedana ku behs li ser e, bingeha –ya rast yekkirina- pergala perwerdehiya sekûler xerab kir û wesfekî nû lê bar kir, ji ber ku dibistanên Îmam û Xetîban “bibûn alternatîveke nû li dijî pergala perwerdehiya laîk”.  Bi gotineke din, em dikarin bibêjin ku şêweya dualî (sekûler û dînî) ya pergala perwerdehiyê cardin derkete meydanê. Li gorî İnal (2008:70-71) xwendekarên ku ji çolteran dihatin “wek dijminên laîktiyê tên mezinkirin (…)  ev dibistan ji aliyê Kemalîstan ve wek bingeha îdeolojiya Îslamî û derdorên Îslamî dihatin qebûlkirin”. Berevajî vê, “beşên civakê yên Îslamî (…) digotin ev dibistan gelek delîveyan pêşkêşî xizanên çolterên Anadoliyê dikin: perwerdehiya gelek wesfdar, gihandina mirovên bi rûmet û bi exlaq, heqîqeta perwerdekirina zarokên malbatên kevneparêz.” Ji sala 1950’yan heta niha di navbera van herdu aliyan de perwerdehî tim bû qada têkoşîna bidestxistina hegemonyayê. Her wisa gelek qursên Quranê yên li derveyî qada kontrola dewletê hatin vekirin û di wê serdemê de dersen dînî, di dibistanên seretayî û yên navîn de wek dersên bijarte hatin cîbicîkirin.

Di navbera salên 1950 û 1980’yan de perwerdehî li ser perspektîfeke hevgirtî û demdirêj nehate formulekirin, berevajî wê kete bin bandora fikarên siyasî yên kurtedemî. Van fikaran dirûvê xwe li pêşxistina xizmetguzariyên perwerdehiyê û berbelavbûna wê da û di pergala perwerdehiyê de encamên bêhevseng derxistin meydanê (Kaya, 1985:147). Em dikarin bibêjin ku ji wê demê heta niha perwerdehî li gorî polîtîkayên popûlîst û kurtedemî hatine birêkûpêkkirin. Nemaze îro, ji ber ku di pergala perwerdehiyê de tim û tim hin guhertinên serobero û bêteşe tên cîbicîkirin, lewre xwendekar, malbatên wan û şareza jî baweriya xwe bi pergala perwerdehiyê naînin.        

Salên 1950-1980’yan, di heman demê de, ligel kawdanên çendanî di pergala perwerdehiyê de, ji bo xizanan, ji bo kesên ji deverên ne pêşketî, ji bo gelheya çolteran û ji bo jinan û keçikan neyeksaniyên perwerdehiyê ji holê ranekirin. Herçend, mafê perwerdehiyê di Qanûna Bingehîn ya 1961’an de bi temamî hatibe misogerkirin jî, cîbicîkirina vî mafî, ji ber egerên neyeksaniyên perwerdehiyê yên ku rê li ber bidestxistina wan mafan digire, hîn jî sînordar e. 

Derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yan, di tarîxa Tirkiyeyê de bi taybetî wek destpêka serdema neolîberal[3] tê bibîranîn. Ji bilî polîtîkayên neolîberal yên di çarçoveya Bernameya Lihevkirina Binyadî (BLB) ya IMF’yê de hatine cîbicîkirin, di rêkûpêkkirina polîtîkayên perwerdehiyê de îdeolojiyeke fermî ya nû -neteweperweriya tirkî û Îslamî tê sentezkirin û geh giraniya neteweperwerî geh ya îslamî li gorî pêdiviyên hikûmetê dirûvê xwe dide van polîtîkayan- tê cîbicîkirin. Lewre, piştî salên 1980’yan, di polîtîkaya dewletê ya avakirina polîtîkaya perwerdehiyê de cudahiyek derdikeve meydanê. Li dor çarçoveya BLB’yên neolîberal de tê armanckirin ku mezaxtinên dewletê bên kêmkirin û rê li ber xwemalîkirina xizmetguzariyên girseyî bên vekirin. Li gorî Günlü (2002:226) xizmetguzariyên girseyî yên ku dewletê di salên 1980’yan de dabû ser milê xwe, têra pêdiviyên civakê nedikir, lê piştî ku dewletê xwe ji qada xizmetguzariyên girseyî vekişand ev yek bi demara komûnîter ya îdeolojiya fermî û takekesîparêziya lîberal hatibû rewakirin. Teswîra Kemalîst ya ku perwerdehî wek amûra pêşketin, modernbûn û sekûlerbûnê texeyûl dikir û kontrol û piştgiriya perwerdehiyê dispart ser milê dewletê, peyderpey têk çû (Gök û Ilgaz, 2007:132). Piştî derbeya leşkerî ya 1980’yan, di xala 24’emîn ya Qanûna Bingehîn ya 1982’yan de, dersa bi navê “Kultura Dînî û Zanyariya Exlaqî” di seranserî dibistanên destpêk û navîn de wek dersên mecbûrî hatin pênasekirin (Kaymakça, 1996:91-107).

Ji vesazkirina mezaxtina girseyî, herî zêde xizmetguzariyên perwerdehiyê mutesir bû. Piştî encamên guncandina polîtîkayên civakî û ekonomîk yên neolîberal, para perwerdehiyê ji budceyê hat kêmkirin. Kêmbûna para budceyê, bi xwe re kêmbûna hejmarên dibistanan jî anî. Ev yek tê wê maneyê ku ji salên 1970’yan heta niha dewletê ji bo dibistanek û xwendekarekî/ê kêm mezaxtin/mesref terxan kiriye. Piştî salên 1990’an hejmara şêweyên xwemalîkirina curbicur di perwerdehiyê de zêde bûye. Cureyeke xwemalîkirinê ew e ku kirrîna kelûpelên perwerdehiyê, paqijkirina dibistanan û mesrefên germbûna dibistanan ji dêûbavên xwendekaran hatiye wergirtin. Cureyeke din ya xwemelîkirinê jî, perwerdehî bi xwe hate xwemalîkirin, anku ji bo kar/qezencê dibistanên taybet û dersxane[4] hatin vekirin û di perwerdehiyê de zêde rê li ber beşdarbûna aktorên sektora taybet hate vekirin. Di heman demê de, di vê serdemê de hejmara dibistanên Îmam û Xetîban jî zêdetir bûn. Ev herdu meylên cuda, anku serweriya xwemalîkirina perwerdehiyê û îdeolojiya kevneparêz û dînî, hevdu dermale kirine. Li aliyê din, komên civakî yên ku ji hêza aliman û ji karekterê dînî yên li dibistanan aciz bûne, xwe ji sektora girseyî vekişandin û berê xwe dan sektora taybet û bi vî awayî ji xwe re atmosfereke perwerdehiyê ava kirin. Di encamê de, perwerdehiya laîk bi xwe ji bo malbatên dewlemend bû wek metayekê û malbatên xizan jî neçar man ku zarokên xwe bişînin dibistanên Îmam û Xetîban yên ku li taxan zêde zêde hatin vekirin (Lüküslü, 2016). Li aliyekî jî meseleya xwemalîkirinê, ji bo temayûlên Îslamî wek dergehekî destpêkê hate têgehiştin. Piştî vê temayûlê, cimaetên curbicur û weqfên perwerdehiyê yên Îslamî ji xwe re dibistan, wargehên xwendekaran vekirin û nemaze bûrs ji bo malbatên xizan û li çolteran dijîn, dabîn kirin û ew bi rêyên curbicur daxilî nav pergala perwerdehiya xwe kirin û ji xwe re di nav pergala perwerdehiyê de qadek dabîn kirin (Kandiyoti û Emanet, 2017).

Di hilbijartinên giştî yên sala 1995’an de, Partiya Refahê, ji % 21’ê dengan girt û bû partiya yekemîn. Di 28’ê Sibata 1997’an de artêşê zor da hikûmeta sivîl da ku ew rê li ber geşbûna Îslama siyasî bigire. Di nav van bergiriyan de betalkirina perwerdehiya domdar û mecbûrî ya 8 salan û girtina beşa dibistana navîn ya Îmam û Xetîban jî hebû. Di encamê de hejmara van dibistanan û hejmara xwendekaran gelek kêm bûn (Nohl, 2008).

Di serdema desthilatiya AKP’yê ya ji sala 2002’yan dest pê kirî de, geh ji egerên binyadî, geh ji yên îdeolojîk, di hemû rehendên pergala perwerdehiyê de tim û tim cudahî hatin cîbicîkirin. Amalgameke xwe dispêre neolîberalîzm, kevneparêzî û Îslamparêziyê, dirûvê xwe da polîtîkayên perwerdehiyê yên serdema AKP’yê. Di encama vê de, pergala perwerdehiyê nemaze di 6 salên dawî de ji kokê ve hat guhertin. Van guhertinan bandora xwe li ser tevahiya pêkhateyên civakê kirin. Li gorî hin nêrînan (Kaya 2015; Türkmen 2009) AKP dixwaze bi reformên perwerdehiyê rê li ber Îslamîkirina Tirkiyeyê veke û li dor wê armancê jî nasnameyeke neteweyî ya nû ava bike û “nifşên dîndar” biafirîne. Pêşketina îdeolojiya kevneparêz û dînî di sala 1950’yan de dest pê kir û piştî sala 2002’yan jî hate bilezûbezkirin û karakterê Kemalîst û laîk ji pergala perwerdehiyê hat derxistin û bi îdeolojiyeke damezrîner ya nû hate teswîrkirin.

Di çarçoveya polîtîkayên perwerdehiyê de mirov dikare 2 serdemên cuda yên desthilatiya AKP’yê diyar bike. Ya yekemîn serdema di navbera salên 2002-2011’an e ku mirov dikare wê wek destpêka polîtîkayên neolîberal pênase bike ku ew jî wek berdewama polîtîkayên salên rabirdûyê û domdariya prensîbên wê ne. Serdema duyemîn jî, 7 salên borî şimûl dike û tê de cîbicîkirina polîtîkayên dînî û kevneparêzî heye ku dixwaze reng û karekterê xwe bide temamî pergala perwerdehiyê û dîsa tê de gelek guhertinên tevlihev hene (Durakbaşa û Karapehlivan, 2018). Di nav guhertina pergala perwerdehiyê de ev tişt hene: guhertina mifredata dibistana destpêkê, pirtûkên dersan ya 2004’an; dewrkirina berpirsyariyên aborî û îdarî bo dibistanan piştî pejirandina hişmendiya Birêvebirina-Bibingeh ya Dibistanan; cîbicîkirina bernameya pirtûkên dersî yên bêpere; destpêka proseya raçavkirinê (testên nîzamî); destpêka pêkanîna nirxandina performansên Birêvebirina Kalîteya Gelemperî û ya mamosteyan; di sala 2012’an de ji pergala 5+3+3’yê derbasbûna pergala 4+4+4’ê û wek teorîk dirêjkirina maweya perwerdehiyê bo 12 salan; betalkirina yasayên ku perwerdehiya dînî qedexe dikin; îlawekirina dersên dînî li mifredatê li dibistanên navîn di sala 2012’yan de; rakirina qedexeya şerpayê di serî de ji zanîngehan û piştî sala 2014’an jî serbesthiştina wê di destpêka pola 5’emîn de li temamî dibistanan; tanzîmkirinên teşwîqê yên piştgiriya sektora perwerdehiyê ya taybet û herî dawî jî revîzyona berfirehtir û duyemîn ya mifredata salên 2017-2018’an û revîzyona pirtûkên dersî. Ev veguhertinên di pergala perwerdehiyê de du rehendên rejîma polîtîkaya civakî destnîşan dike: li aliyekî perwerdehî ketiye bin kontrola polîtîkayên neolîberal, li aliyê din jî partiyê îdeolojiya xwe ya kevneparêz û dînî entegreyî pergalê kiriye (İnal, 2012).

Wextê ku AKP di sala 2002’yan de hate ser desthilatiyê xwe wek “kevneparêz demokrat” pênase kir û wek rêxistineke siyasî ya li ser zemînê Îslamiyeke nerm/mutedil hatibû pêşkêşkirin. Di serdema hikûmeta pêşîn ya AKP’yê de (2002-2007) rêformên perwerdehiyê yên li gorî polîtîkayên neolîberal û standartên Yekîtiya Ewropayê hatin cîbicîkirin (Kandiyoti û Emanet, 2017). Lewre reforma sereke ya perwerdehiyê ya wê serdemê revîzekirina mifredata dibistana seretayî û pirtûkên dersî bû di sala 2004’an de. Mifredata nû, di çarçoveya naverok, helwesta pedagojîk û pergala hilsengandinê de, gelek veguhertin bi xwe re anîn. Perwerdehiya dibistana seretayî, li dor çarçoveya konstrûktîvîst û li ser modelên xwendekarparêz hate vesazkirin û nêzihatiyeke besayîparêz hate pejirandin. Li gorî encamên lêkolîneke li ser revîzekirina pirtûkên dersî hatî kirin, mifredatê di heman demê de bêjara neolîberal û pênaseya hemwelatiya neolîberal li pergala perwerdehiyê zêde kir (Koşar-Altınyelken û Akkaymak, 2012).

Her wisa di perwerdehiyê de hewldana zêdekirina motîvên dînî û desekûlerkirineke xwe dispêre marjînalîzekirina pedagojiya sembolên Kemalîst hate cîbicîkirin û pîrozbahiyên Îslamî yên wek Hefteya Zayîna Pîroz[5] li bernameya perwerdehî-hîndekariyê hate zêdekirin û pîrozbahiyên komarparêz yên wek Cejna Ciwan û Werzîşê ya 19’ê Gulanê hate bidawîkirin û di dibistanên perwerdehiya têkel de jî cudakariyên zayendparêz hatin pêkanîn. Ev veguhertin bi rêya hin talîmatên îdarî, destûrname, biryarname û qanûnan hatin vesazkirin (Kandiyati û Emanet, 2017).

Ji bilî wê, di vê serdemê de deregulasyon û xwemelîkirin, qad û deriyên nû ji bo cimaetên Îslamî vekir da ku ew daxilî nav meydana perwerdehiyê bin (Kandiyoti û Emanet, 2017). Bo nimûne ji ber ku pirtûkên dersî yên bêpere û kelûpelên kulturî yên din ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve hatibûn çapkirin, vê yekê rê li ber kar û qezenceke mezin bo weşanxaneyên Îslamî û dezgehên weşxanxaneyên zarokan vekir. Wek Kandiyoti û Emanet (2017) gotî “konsolîdasyona naveroka Îslamî ya di pedagojiyê de ligel deregulasyona neolîberal û xwemalîkirinê pêk hat.”

Di nav van guhertinan de tiştê herî giring, guhertina pergala perwerdehiyê ya ji aliyê gel ve wek 4+4+4 dihat binavkirin bû ku di sala 2012’yan de hatibû cîbicîkirin.  Maweya hîndekariya seretayî ya mecbûrî ya ku di pergala perwerdehiya nû de bênavber 8 sal bûn, wek binavber 4+4+4 hat guhertin ( 4 sal dibistana seretayî, 4 sal dibistana navîn û 4 sal jî lîse); û di dibistanên radeyên navincî de delîveyên perwerdehiya ji dûr ve hatin pêşkêşkirin û ew pergal hate mecbûrîkirin. Bi vê reformê re beşên navincî (polen 6-8emîn, temenê 12-14) yên dibistanên Îmam û Xetîban û dibistanên din yên pîşeyî yên ku piştî cîbicîkirina perwerdehiya 8 salane ya mecbûrî ya di sala 1997’an de ketibû meriyetê hatibûn girtin, cardin hatin vekirin (îro polen 5-8’emîn) (Durakbaşa û Karapehlivan, 2018). Piştî van guhertinan hejmara dibistanên Îmam û Xetîban gelek zêde bûn. Di navbera salên 2012 û 2017’an de hejmara Lîseyên Îmam û Xetîban ji 537’an gehişte 1,485’an û hejmara xwendekarên wan lîseyan jî ji 268,245’an gehişte 503,978’an. Di serdema 2016-2017’an de, hejmara xwendekarên ku di beşên dibistana navîn û lîseyan de dixwînin gehişte 1,291,426’an. Hejmara xwendekarên dibistana Îmam û Xetîban di sala 2012’an a ku AKP hate ser desthilatiyê de 71,100 bû (Raporta Eğitim-Senê, 2017-2018:4). Li gorî daneyên du salên dawî yên ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve hate aşkerakirin, rêjeya xwendekarên keç yên di dibistanên Îmam û Xetîban de diçin lîseyan (%56), yên xwendekarên mêr bi ser (%44) e. Di Reuters’ report 2018’an de wiha tê gotin “plansaziyên veberhênan û budceya hikûmetê destnîşan dike ku mezaxtinên dibistana Îmam  û Xetîban ya ji bo xwendekarên keç yên temenê wan di navbera 14-18’an de ye û xwendekarên mêr di sala 2018’an de du qat zêde bû gehişte 6.57 milyar TL ($1.68 milyar)- ev reqem teqabûlî çaryeka tevahiya budceya hemû lîseyan dike. 645 hezar xwendekarên dibistana Îmam û Xetîban, di nav xwendekarên tevahiya lîseyiyan de teqabûlî rêjeya %11’an dikin, lê ew ji %23’yê budceyê digirin- ev reqem di dibistanan de teqrîben teqabûlî du qatan dike.” 

Ligel teşwîqa van dibistanan ya ji aliyê hikûmetê ve tê kirin, sedemeke din ya zêdebûna hejmara xwendekarên Îmam û Xetîban jî ew e ku bi hezaran xwendekar bi awayekî otomatîk li van dibistanan hatin qeydkirin. Faktoreke din ya zêdebûna van hejmaran jî tunebûna dibistanên sekûler di hin semtan de bû. Wextê ku malbat dibistaneke sekûler ya dewletê nebînin, tenê rêyeke wan heye–ku bikaribin bikin- dikarin zarokên xwe bişînin dibistanên taybet[6]. Anku wek min berî niha jî behs kiribû, malbatên xizan/desteteng herçend nexwazin jî ji neçariyê zarokên xwe dişînin van dibistanên dînî (ERG, 2014).

Dîsa di sala 2012’an de dersa Hemwelatî û Çandiniyê ji nav mifredata dersên bijarte yên pola 6 û 8’emîn hate derxistin û li şûna wan sê dersên dînî hatin cîbicîkirin: Qurana Kerîm, Jiyana Hezretî Mihemed û Zanyariyên Dînî yên Bingehîn. Herçend di teoriyê de ew ders wek bijarte hatibin formulekirin jî, hin xwendekar ji ber ku ji bilî van dersên dînî tu dersên din tune ne, lewre herî kêm ji van dersan yekê hildibijêrin (Gürcan, 2015). Bi vî awayî, zêdekirina dersên dînî li mifredata dibistanên sekûler û cîbicîkirina pergala perwerdehiyê ya 4+4+4 ya di sala 2012’an de kete meriyetê û di encama vekirina beşên dibistana navîn ya Îmam û Xetîban de, karekterekî dînî li pergala perwerdehiyê hat alandin. Türkmen (2009) di xebata xwe ya li ser guhertina mifredata dersên Kultura Dînî û Zanyariya Exlaqî ya di navbera salên 1995 û 2007-08’an de diyar dike ku naveroka van dersan bi terzeke neolîberal û ji nû ve Îslamîzekirina civaka tirk ji xwe re dike armanc. Guhertineke nû ya di sala hîndekariyê ya 2012-2013’an de kete meriyetê ew bû ku, mijarên dersa dînî ya pola 8’emîn, di ezmûnên TEOG û Derbasbûna ji Perwerdehiya Bingehîn bo Hîndekariya Seretayî de ya di çarçoveyeke neteweyî de tê pêkanîn, wek pirs hatin pirsîn (Gürcan, 2015). Perwerdehiya dînî di teoriyê de wek objektîv û bêlayen tê pênasekirin û qaşo dê derbarê pergalên exlaqî û hemû dînan de zanyariyên giştî bide, lê di pratîkê de li gorî naveroka mifredatê ew Îslama Sunî dide elimandin û di pirtûkên dersî de jî zêdetir giraniyê dide zanyariyên şîroveya Sunî ya Îslamê û zêde behsa dînên din yên cîhanê nake (ERG, 2017b). Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê di warê bidestxistina mafê perwerdehiya dînî de îxlalên Tirkiyeyê tesbît kir û Tirkiye mehkûm kir, lê dersa Kultura Dînî û Zanyariya Exlaqî, di Peymana Lozanê de hatibû pesendkirin ku qaşo dê ji bo zarokên kêmarên ne Misilman neyê ferzkirin û ji bilî wê dê li hemû xwendekaran bê ferzkirin. Bi vî rengî diyarkirina çarçoveya perwerdehiya dînî, cudakariyê li xwendekarên komên kêmar yên ne Misilman û ne Sunî ferz dike (Gürcan, 2015). Wek Gürcan diyar dike “xwendekarên li gorî pêdiviya yasayî vê dersê dibînin, bo nimûne elewî, rastî pratîkeke cudakar ya nû tên, lewre ku ew bersiva pirseke ji van dersên asîmîlasyonîst nedin, ew nikarin biçin lîseyên bi prestîj. Xwendekarên ku ji van dersan miaf in jî rastî kêşeyekê tên, lewre di testan de li şûna pirsên dînî, pirsên alternatîv nîn in ku ew bikaribin wan bibersivînin (2015:1).”

Rewşa Awarte ya di 21’ê Tîrmehê û piştî teşebisa derbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an hatibû îlankirin heta 18’ê Tîrmeha 2018’an dewam kir. Di wê navberê de pergala perwerdehiyê careke din gelek hate guhertin. Di 13’ê Rêbendana 2017’an de Wezareta Perwerdehiya Neteweyî pêşnûmeyeke mifredatê ya ji 51 dersan pêk tê ji bo dibistanên seretayî, navîn û lîseyan ragihand. Guhertina berfireh ya vê mifredatê, yekem car di sala perwerdehî-hîndekarî ya 2017-18’an de wek pîlot di polên 1’emîn, 5’emîn, û 9’emîn de û bi destpêka sala perwerdehî-hîndekariyê ya 2018-19’an de, ji pola 1’emîn heta pola 12’emîn di hemû polan de hate cîbicîkirin[7].

Bûyerên girîng yên dîrokî, navên wek Mustafa Kemal Atatürk û İsmet İnonü yên wek danêrên Cumhuriyetê û ji mifredatê hatin derxistin û li şûna wan navên Îslamî, danasîna zanyarên Misilman û bi giştî jî zêdebûna naverokên dînî, di nav guhertina mifredatê de bi cih girtin. Saetên dersên felsefeyê hatin kêmkirin û saetên zanista siyasî jî eynî man. Saeta biyolojiye ji sisêyan hate daxistin û bû du saet û saeta dersa Kultura Dînî û Zanyariya Exlaqî ji yek saetî hate zêdekirin û bû 2 saet. Nimûneya balkêş ya din jî, unîteya “Destpêka Jiyanê û Peresîn” ya ku di mifredata beriya zanîngehan de yekem beş bû ji pirtûkên dersî yên lîseyê hate derxistin û hemû referansên teoriya Darvînîst û Neo-Darvînîst ji pirtûkan hate derxistin. Kesên ku guhertina vê yekê diparêzin îdia dikin ku “xwendekar ne wisa xwedî bingeheke zanistî û konteksta zanyariyê ne ku bikaribin gengeşeyên peresînê fahm bikin.” Mifredata 2017’an ya ku di şert û mercên Rewşa Awarte de hate qebûlkirin, ji ber ku rêzê li komên dînî yên cuda nagire, yeksaniya zayendî naparêze, ji aliyê mamosteyan, komên sekûler, teşebisên mafên perwerdehiyê û ji aliyê komên jinan ve hat rexnekirin[8]. (Ji bo nirxandina pêşnûmeya mifredatê bnr. ERG, 2017a; Ji bo pêşnûmeya dersa Kultura Dînî û Zanyariya Exlaqî bnr, ERG, 2017b. Li gorî Kandiyoti û Emanet (2017) “mifredata dibistanê ya mecbûrî, bi awayekî zelal destnîşan dike ku pedagojiya nû ne ew tişt e ku diyardeyên siruştî, heta hesaba şîroveyên cuda yên fîgûrên dîrokî anku di elimandina van tiştan de hizrkirina rexneyî ji xwe re bike armanc. Her wisa ev yek bi awayekî zelal destnîşan dike ku îdeolojiyeke fermî ya nû tê endoktînekirin, ku ev yek jî bi awayekî îronîk teqabulî hewldana AKP’yê ya ku ji sala 2002’yan vir ve ji bo cîbicîkirina reformên xwe yên perwerdehiyê tim û tim êrişî pêşrewên xwe yên Kemalîst dike.”     

Ji bilî van, mifredata nû “Serkeftina Demokrasiyê ya 15’ê Tîrmehê” ji bo polên curbicur wek mijara dersê ya nû hate diyarkirin. Wisa xuya ye ku teşebisa derbeyê, “bûyera damezrîner ya Tirkiyeya nû” pêk tîne (Kandiyoti û Emanet, 2017) û “di ferzkirina tirkbûneke nû de ev yek merheleyeke nû ye û teqabûlî avakirina versiyoneke Îslamî ya nasnameya neteweyî dike ku ev yek jî xwe dispêre projeyeke stratejîk ya ku AKP ji 2011’an vir ve û piştî serdema xwe ya 3’yemîn ve xistiye meriyetê (Lüküslü, 2016).

Ji bo bihêzkirina nirxên neteweyî û exlaqa Îslamî, di mifredatê hêmaneke girîng ya nû jî “perwerdehiya nirxan” e. “Perwerdehiya nirxan”, li aliyekî xwe dispêre prensîbên “yekîtiya neteweyî û palpiştiyê”, li aliyê din jî xwe dispêre “nirxên neteweyî, exlaqî û navneteweyî” (ERG, 2017a). Li gorî danerên wê, qaşo perwerdehiya nirxan, dê bandoreke kulturî vede û di dahatûyê de dê kartêkeke mezin li hal û ehwalên rojane yên nirxên mirovan bike. Di rojeva polîtîkaya perwerdehiyê ya AKP’yê de perwerdehiya nirxan, di mifredatê de bes xwe dispêre şîroveyên Îslamiya Sunî û her wiha zêdetir naveroka dînî û kevneparêz ferz dike (Durakbaşa û Karapehlivan, 2018).

Guhertinên radîkal yên dînî di pergala perwerdehiyê de, bi taybetî perwerdehiya jinan, bi giştî jî di warê yeksaniya zayenda civakî de encamên girîng dan. Her wisa, komên wek kurd, elewî û xeyrîmislim û di vê pergalê de dersa dînî ya mecbûrî (Gürcan, 2015), pirtûkên dersî, çalakiyên derveyî mifredatê û hwd. (ERG, 2017a) nîşan didin ku ev kom rastî cudakariyê hatine.

Li gorî raporta Education at A Glance 2018 ya OECD’yê (OECD, 2018), mesrefa salane bo her zarokekî/ê ji dibistana destpêkê heta perwerdehiya bilind li Tirkiyeyê, li gorî welatên OECD’yê û hevkarên wê û di çarçoveya daneyên heyî de, di nav mesrefan de ya herî kêm e. (Bi qasî 4,652 Dolarê Amerîkayê ye û rêza wê 32/35, 2015). Asta perwerdehiyê gelek kesên ciwan li Tirkiyeyê, hê jî di bin standardên navincî de ne: standarda welatên OECD’yê ji bo kesên ciwan yên temenê wan di navbera 25-34’an de ye ji %15 e, lê ev rêje li Tirkiyeyê derdora %44’an e. Rêjeya beşdarbûna perwerdehiyê ya piştî dibistana seretayî ya jinan ji ya mêran kêmtir e, rêjeya beşdarbûna perwerdehiyê ya serdema zarokatiyê, ji ber ku kêmbûna çavkaniyên aborî yên ji bo vê astê hatine terxankirin, hê jî kêm e. Ligel kêşeyên xwe yên dorfireh, tiştê ku pergala perwerdehiyê ya Tirkiyeyê teswîr dike, bandora dualî ya îdelojiya dînî û kevneparêz ya polîtîkayên neolîberal e. Polîtîkayên neolîberal gelek kêmasî û neyeksaniyên cidî di xwe de dihewîne ku gelekê nifûsê nikare xwe bigehîne perwerdehiya bi qalîte û îdelojiya dînî ya serwer, li dibistanan hizrkirina rexneyî ji holê rakiriye. Rengvedana van herdu hêmanan ya ku bandoreke negatîv li polîtîkayên perwerdehiyê kiriye, di encamên PISA yên Tirkiyeyê de bi awayekî zelal aşkera dibe: di testa PISA’yê ya 2015’an de, ji %31,2’yê ciwanên tirk yên temenê wan ji 15’an biçûktir e, di matematîk, zanist û di xwendinê de di bin standardan de ne. Bi van encaman, Tirkiye di testa PISA’yê ya di sala 2012’yan de hatibû kirin de ji rêza 44’an ket rêza 49’an.

Çavkanî

Aydagül, Batuhan (2017). "Interview: Turkish Education System Changes Must Focus on Quality: Education Reform Initiative Head", Hurriyet Daily News, Barçın Yinanç, 25 Îlon 2017, http://en.egitimreformugirisimi.org/turkish-education-system-changes-must-focus-on-quality-education-reform-initiative-head/#more-7470.

Başaran, İbrahim Ethem (1996). Türkiye Eğitim Sistemi,  Ankara: Yargıcı.

Durakbaşa, Ayşe ve Funda Karapehlivan (2018). "Progress and Pitfalls in Women’s Education in Turkey (1839-2017)", Encounters in Theory and History of Education, 19, 70-89.

Eğitim-Sen (2017). "2017-2018 Eğitim-Öğretim Yılında Eğitimin Durumu Raporu", http://egitimsen.org.tr/wp-content/uploads/2018/06/E%C4%9Fitimin-Durumu-Raporu-7-Hezîran-2018.pdf.

Eligür, Banu (2010). The Mobilization of Political Islam in Turkey, Cambridge, UK: Cambridge University Press.

ERG (2017a). Eğitim Reformu Girişimi’nin Milli Eğitim Bakanlığı Taslak Öğretim Programları İnceleme ve Değerlendirmesi, https://www.egitimreformugirisimi.org/yayin/ergnin-meb-taslak-ogretim-programlari-inceleme-ve-degerlendirmesi/.

ERG (2017b). Eğitim Reformu Girişimi’nin Din Kültürü ve Ahlak Bilgisi Taslak Öğretim Programı İnceleme ve Değerlendirmesi, http://www.egitimreformugirisimi.org/ergnin-din-kulturu-ve-ahlak-bilgis…   

ERG (2014). Education monitoring report 2013, İstanbul: ERG.

Gök, Fatma ve Deniz Ilgaz (2007). "The Right to Education", Z. Arat Kabasakal (ed) içinde,  Human Rights in Turkey, s.123-136.

Günlü, Ramazan (2002). "Devlet ve Eğitim", Mülkiye, (233) 225-264.

Gürcan, Ayşe Ezgi (2015). "The Problems of Religious Education in Turkey: Alevi Citizen Action and the Limits of ECtHR", Sabancı University IPC-Mercator Policy Brief, http://ipc.sabanciuniv.edu/wp-content/uploads/2015/10/The-Problems-Of-R…

Harvey, David (2005). A Brief History of Neoliberalism, Oxford and New York: Oxford University Press.

İnal, Kemal (2008). Eğitim ve İdeoloji, İstanbul: Kalkedon.

İnal, K. (2012). The Educational Politics of the AKP: The Collapse of Public Education in Turkey. K. İnal & G. Akkaymak (Eds.) içinde. Neoliberal Transformation of Education in Turkey: Political and Ideological Analysis of Educational Reforms in the Age of the AKP, New York, NY: Palgrave Macmillan, s. 18-30.

Kandiyoti, Deniz û Zühre Emanet (2017). "Education as Battleground: The

     Capture of Minds in Turkey", Globalizations, DOI: 10.1080/14747731.2017.1325170

Karapehlivan Şenel, Funda (2010). Implications of the Neoliberal Restructuring of the State-Education Relationships for the Right to Education in Turkey, Unpublished PhD Thesis, University of Essex.

Kaya, Ayhan (2015). "Islamisation of Turkey under the AKP Rule: Empowering Family, Faith and Charity", South European Society and Politics, 20:1, 47-69, DOI:10.1080/13608746.2014.979031.

Kaya, Yahya Kemal (1985). "Education in Turkey: A General Look", Turkish Administration Annual, (5)136-151.

Kaymakcan, R. (1996). "Religious Education in the Multi-Party Period in Turkey", East/West Education, 17(1/2), 91-107.

Koşar-Altınyelken, Hülya ve Güliz Akkaymak (2012). "Curriculum Change in Turkey: Some Critical Reflections", K. İnal ve G. Akkaymak (Eds.) di nav de. Neoliberal Transformation of Education in Turkey: Political and Ideological Analysis of Educational Reforms in the Age of the AKP, s.59-70.

Lüküslü, Demet (2016). "Creating a pious generation: youth and education policies of the AKP in Turkey", Southeast European and Black Sea Studies, DOI: 10.1080/14683857.2016.1243332

Nohl, Arnd-Michael (2008). "The Turkish Education System and its History: An Introduction", A-M. Nohl, A. Akkoyunlu-Wigley ve S. Wigley (eds) içinde, Education in Turkey, s.15-48.

OECD (2018). Education at a Glance 2018: OECD Indicators, Paris: OECD Publishing, http://dx.doi.org/10.1787/eag-2018-en.

Okçabol, Rıfat (2005). Türkiye Eğitim Sistemi, İstanbul: Weşanxaneya Ütopya.

Thorsen, Dag Einar ve Amund Lie (2006). "What Is Neoliberalism?", University of Oslo, http://folk.uio.no/daget/neoliberalism.pdf (Erişim tarihi 15.06.2019).

Türkmen, B. (2009). ‘A transformed Kemalist Islam or a new Islamic civic morality? A study of ‘religious culture and morality’ textbooks in the Turkish high school curricula’, Comparative Studies of

 

[1] Li gorî vê modelê, piştî perwerdehiya dibistana seretayî ya 5 salan, zarok dixwazin perwerdehiya xwe bi dawî bikin û an biçin dibistana navîn, piştre lîse û heta zanîngehan. Piştî dibistana seretayî di hemû astan de ji bo derçûyiyên berê, dibistanên teknîkî pîşeyî jî hebûn (Başaran, 1996:64). 

 

[2] Ev dibistanên dewletê bi xwe ne ku dê di bin banê Serokatiya Karûbarên Diyanetê de bên wezîfedarkirin û îmam û xetîban perwerde bikin. Ew yekem car di çarçoveya Yasaya Tevhid-i Tedrisatê de, piştî girtina medreseyên berê hatin vekirin. Di sala 1930’yan de hatin girtin û di sala 1950’yan de cardin hatin vekirin. Wê demê bi tenê destûr didan ku mezûnên Îmam û Xetîban tenê dikaribûn di Fakûlteyên Îlahiyatê de perwerdehiya xwe ya bilind bidomînin. Di sala 1970’yan de hejmara dibistanên Îmam û Xetîban bûbû 72. Hejmara xwendekarên ku diçûn van dibistanan di sala 1974’an de 48,900, di sala 1991’an de jî 309,553 kes bûn. Mezûnên wê dikaribûn qeyda xwe li beşên din bikin. Di sala 1987’an de ji %40’ê mezûnên wê qeyda xwe li Fakûlteyên Zanista Siyasetê kirin. Tenê dibistanên leşkerî mezûnên Îmam û Xetîban qebûl nedikir. Di sala 2003’yan de hema hema nîvê xwendekarên wê keçik bûn (Kaya, 2015: Eligür, 2010).

[3] Wek Harvey jî terîf kiriye, Neolîberalîzm, (2005:2) “Teoriyeke sepanên polîtîk ekomiyê ye ku li gorî angaşta wê aramiya herî baş ya mirovan, mafên milkiyeta taybet ya bi hêz, bazarên serbest ya di çarçoveya sazûmaniyê ya bi bazirganiya serbest hatiye pênasekirin de, bi serbestberdena muteşebisiya şexsî, azadî û qabîliyetê ve girêdayî ye. Di vir der rola dewletê ew e ku çarçoveya sazûmaniyê ava bike û biparêze”. Em dikarin bi kurtî pêşniyazên sereke yên neolîberalîzmê wiha bikin: rêya herî baş ya avakirina hevseng, berhemdarî û heqaniyetê, bazar in; divê rola hikûmetê gelek were kêmkirin; alternatîvên bazarê gelek bi qisûr in; têkçûna hikûmetê ji ya bazarê berbelavtir e; midaxeleya hikûmetê ya ji bo vebelavkirinê neheqî ye û bi mecbûriyetê anku bi îxlalkirina azadiyê encamp dide (Karapehlivan Şenel, 2010:29; ji bo vekolîneke berfireh ya têgeha neolîberalîzmê bnr. Thorsen û Lie, 2006). Têkildarî perwerdehiyê, polîtîkayên neoliberal, di çarçoveyên curbicur de, di xizmetguzariyên perwerdehiyê de kêmbûna rola dewletê û zêdebûna rola sektora taybet, xwemalîkirina rasterast yan nerasterast ya perwerdehiyê û dirustkirina para kartêka xercê ya fermi û nefermî, taşeronkirina mamostetiyê û xizmetguzariyên din, kêmbûna mezaxtinên girseyî yên ji bo perwerdehiyê û hwd.    

 

[4] As school leaving certificates ceased to entitle their bearer to entrance to the next higher school, with candidates instead having to complete extensive texts, preparatory schools had to be attended in addition to regular lessons to study for these tests.

[5] Pîrozbahiya Rojbûna Pêxember Hz. Mihemed ya di 24’ê Nîsanê de hate kirin, ji Cejna Zarokan ya 23’yê Nîsanê ku yekem car Meclisa Cumhuriyetê tê pîrozkirin, zêdetir deng veda.

[7] Mifredat, ji aliyê Teşebisa Reforma Perwerdehiyê (2017a) û Sendîkaya Perwerdehiyê (Eğitim-Sen) ve wek serobero û di demeke neşefaf de hatî amadekirin, di çarçoveya zanistî û pedagojîk de qels û dê di pratikê de çawa bê tetbîqkirin wek nediyar e hate rexnekirin.

[8] Dîrektorê Teşebisa Reforma Perwerdehiyê Batuhan Aydagül di hevpeyvîneke derbarê mifredata nû ev tişt gotin: “Gelek bandora dînê heye. Ev di pirtûkên ku li mifredatê hatine zêdekirin de aşkera ye. îcar ev teqbûlî Îslamîbûnê dike? Ji bo vê yekê divê zêde delîl hebin. Bi vî awayî mifredat zêdetir kevneparêz dibe? Bêguman. Lê meseleya girîngtir ew e ku mifredat ji hizrkirina analîtîk û rexneyî dûr e û ji nirxên sereke dûr e. Ya duyemîn, dibe ku ji bo hikûmetê girîngtir be lê sedsala 21’emîn qabîliyetên esas ferz dike.”