Brexit: Ji Îngilîstanê, nijadperestiya li dijî misilmanan

Li Îngilîstanê nêzikî 3.3 milyon misilman dijîn, ev hejmar teqabûlî hemû hejmara Ewropiyên li Îngilîstanê dijîn, dike. Îngilîstan, gelek salan, ji bo hemû komên dînî, li Ewropayê wek welatekî bi ewle bû. Lê ji bernameya Brexitê vir ve, cudakarî û êrîşên li dijî misilmanên îngilîz her ku diçe zêdetir dibin.

Teaser Image Caption
Ji Brexitê vir ve, nemaze li dijî jinên misilman, êrîş her ku çû zêdetir bûn.

Bi taybetî referandûma Brexitê ya sala 2016’an û êrîşên terorî yên sala 2017’an –di 22’ê Adara 2017’an de li Pira Wetministerê, di 22’ê Gulana2017’an de li Manchesterê û di 3’ê Hezîranê de li Pira Londrayê- li Îngilîstanê êrîşên li dijî misilmanan geh di cîhana sanal de, geh li kolanan zêdetir kir. Ji bilî vê, bi taybetî bizavên cudakar û vandalîzm jî pê re zêdetir bû. Rêxistina Tell MAMA, diyar kir ku rojek piştî referandûmê, di 24’ê Hezîrana 2016’an de, bûyerên li dijî Îslamê, ji %475 zêdetir bûne.

Tell MAMA: Dengê Misilmanan li Îngilîstanê

Rêxistina Tell MAMA (Pîvandina Êrîşên li Dijî Misilmanan), di sala 2012’an de hatiye damezirandin û li Îngilîstanê tawanên nefretê û nijadperestiya li dijî misilmanan raçav dike, mafên qurbanî û mexdûran diparêze. Tawanên nefretê yên li dijî misilmanan (an ku yên wek misilman tên zanîn) êrîşên zimanî û fîzîkî yên li dijî şexsan, milkê şexsan û saziyên dînî şimûl dike.

Rêxistina Tell MAMA dixwaze ku bi xebatên xwe, di meseleya tawanên nefretê yên li dijî misilmanan de, bala civaka îngilîz û siyaseta îngilîz bikişîne. Kesên ku tûşî van tawanan tên, dikarin miameleyên hatine serê wan, bi rêya malperê bigehînin rêxistinê. Tell MAMA van agahiyan dinirxîne û alîkariya psîkolojîk û hiqûqî dide û ji bo ku zêdetir piştgiriyê bide misilmanan, bi rayedarên polis û hikûmetê re hevkariyê dike. Rêveberê Tell MAMA’yê Iman Atta, dibêje ku “dinya bûye cihekî bêewle. Piştî van rûdanan, dengê qurbaniyan zêde nehate bihîstin û bi taybetî ji serlêdanên hiqûqî encamên baş nehatin girtin.”

 

 

Nina Locher, nîvîskara malpera Heinrich Böll ya Brexit-Blogê ye û derbarê geşedanên aktûel yên li Îngilîstanê de dinivîse.

Ew niha di London School of Economicsê de Rêveberiya Gelemperî û Lîsana Bilind ya Zanista Siyasetê temam dike. Di navbera salên 2016 û 2018’an de, di Weqfa Berliner Zentrale Heinrich Böllê de ji bilî projeyên li ser Tirkiye û Yewnanîstanê, ew derbarê veguherîna enerjiyê ya li Ewropayê de xebitiye.

Di Brexit-Blogê de, ji bilî geşedanên li Îngilîstanê, ew meseleyên berfireh yên wek LGBTQ+, Bregret û Nîfşa Brexitê dinirxîne.

Ji Referandûma Brexitê Heta Niha, Nijadperestiya Li Dijî Misilmanan

Di sala 2017’an de 1201 îxbarên tawanên nefretê yên piştraskirî li Tell MAMA’yê hatine kirin. Ji %70’yê van tawanan rasterast wek fîzîkî (ne sanal) pêk hatine û ev rêje li gorî 2016’an ji %30 zêdetir bûye (ji sala 2015’an heta 2016’an, ji %47 zêde bûye). Ev nîşan didin ku di salên dawî de bi awayekî giştî rêjeya êrîşan gelek zêde bûne. Ji bilî vê, mexdûr û qurbaniyên êrîşên li dijî misilmanan, zêdetir jin in (%57,5).

Di kampanyaya alîgirên Brexitê de Îslam wek fermî bi cih negire jî, pêşdaraz û nijadperestiya li dijî misilmanan di seranserî kapmanyayê de hate bikaranîn. Nigel Farageê ku Serokê berê yê partiya UKIP’ê bû û dijbertiya Yekîtiya Ewropayê dikir, beriya referandûmê, postereke ku li ser wê wêneyê penaberan hebû, belav kir. Li ser postere ev tişt hatibû nivîsîn: “Yekîtiya Ewropayê em tenê hiştin.”

Her wekî din, di kampanyayê de behsa ihtimala daxilbûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê jî hate bikaranîn û Tirkiye jî kete rojevê. Rêveberê kampanyayê Boris Johnson û Michael Gove, anî ziman ku eger Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, 80 milyon tirk dê bên Îngilîstanê û li Îngilîstanê tawanbarên tirk dê cirîdê bilîzin. Van gotinan, pêşdarazên heyî yên li dijî misilmanên tirk, hîn zêdetir kirin.

 

  1. Raya giştî ya negatîf ya li dijî misilmanan

Civak, derbarê dilsoziya misilmanan ya “nirxên îngilîz” de bi şik û guman e. (n: 1647, anketa 2015’an)

Misilman di “nirxên îngilîz” de dikarin bibin mitabiq?

Ji %8’an got ez nizanim.

Ji %46’an got na, lê kêmaniyeke biçûk ya misilman di nirxên îngilîz de dibin mitabiq.

Ji %46’an got erê, gelek an hemû misilman, di nirxên îngilîz de mitabiq in.

Misilman baş entegre bûn yan na?

Ji %8’an got ez nizanim.

Ji %50’an got na, lê kêmaniyeke biçûk a misilman entegre bûne.

Ji %42’an got erê, gelek an hemû misilman entegre bûne.

Raya giştî ya îngilîz, derbarê misilmanan de xwedî fikrên nakok û têgehiştinên xelet in.

Di navbera salên 1998 û 2009’an de, 10 peyvên pêşîn yên derbarê Îslam û misilmanan de hatine bikaranîn

Civat, Dinya, Jin, Welat, Rêber, Mifrîdperest, Nifûs, Îmam, Kom, Mêr

Li gorî analîzên çendayetiyê yên hatî kirin, misilman zêdetir wek komeke homojen tên teswîrkirin û ew bi pêvçûnê re tên têkildarkirin. Ev dane, bi xebatên wesfane yên ku cimaeta misilmanan anku alema misilmanan wek yên ku zû hêrs dibin, naxwazin bi Îngilîstan û “Rojava” re li hêv bikin, rageş in, û “hêmanên” radîkal di nav xwe de dihewînin û wan gelek reaksiyoner û homojen nîşan didin ve hatine destekkirin. (R. 275)

Ev geşedan tenê rewşa li Îngilîstanê nîşan nadin: Li gorî lêkolîneke YouGovê ya 2019’an, ji %36’ê îngilîzan wisa difikirin ku Îslam bi nirxên Rojava re li hev nakin, ev rêje di nav frensiyan de ji %46, di nav elmanan de ji %47 e.

Geşedanên proseya Brexitê nîşan dan ku, mirov ji ber bawerî û eslên xwe, ji bo armancên polîtîk û beralîkirinê wek amûr têne bikaranîn; hem jî bi salan e, li welatekî wek Îngilîstana ku ji bilî Frensa û Elmanyayê, civaka zêdetir pirreng û pirdeng e jî rewş wiha ye. Ji Brexistê vir ve Îngilîstan, bi taybetî ji bo mirovên ku berî niha tûşî reftarên binpêkirina mafên mirovî û cudakariyê hatine, bûye cihekî ne ewle.

Ev yek beriya her tiştî tê vê maneyê: Eslê wê/î her çi dibe bila bibe, baweriya wê/î her çi dibe bila bibe, hê rêyeke me ya gelek dirêj heye ku em ji bo her kesî civateke azad û bi ewle ava bikin.

 

*Hejmar, xwe dispêrin bûyerên li kolanan rû dane yên ku di Hezîran û Tîrmeha 2016’an de ji Tell MAMA’yê re hatine neqlkirin.